Pirtûkxaneya dîjîtal a kurdî (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Têkoșer, n°38


Nivîskar :
Weşan : Têkoșer Tarîx & Cîh : 1987, Bruxelles
Pêşgotin : Rûpel : 28
Wergêr : ISBN : 0773-3887
Ziman : Kurdî, TirkîEbad : 195x275 mm
Hejmara FIKP : Liv. Kur. Tur. Yal. Tek. 38Mijar : Giştî

Danasîn
Naverok Pêşgotin Nasname PDF
Têkoșer, n°38

Versions

Têkoșer, n°38

M. Nezih Yalçın

Têkoșer


Pirsa Kurdî li Parlamena Ewrûpa

Di mêjuya (tarîx) 6 Nîsan 1987 de, kommisyona rêzanî (siyasî) ya Parlamana Ewropa pêşneyara van parlamanterên ku ji netewahî (cinsiyet) û partiyên cihê ne: Ulburghs, Boesmans, Kuipers, Pannella, Ciccionessere, Bonino, Van Der Lek, Heinrich, Staes, Tridente, Banders Mollet, Bloch Von Blottinitz, Van Dijk û Von Nostitz, li ser sirgûnkirina bi hezaran ji gundiyên Rojavaya Bakurê Kurdistanê, pejirand (qebûl kir) û ji hikûmeta Tirkiyê, Wezîrên Karên Derveyî yen Ewropî û heyetên bilind ên ewropî re bangekî şand.

Em li jêr metnê vê biryarê weka xwe diweşînin.

.....


HEFTEYA DUYEM LI SER ZIMANÊ KURDÎ

Derwêş

Nivîskar, rojnamevan û zimanzanên Kurd duyem car li Barselona, paytextê Katalonya, civiyan û xebata rastnivîsîna Kurmancî berdewam kir. Weka ku tê zanîn, ev xebat ji aliyê Enstituya Kurdî ya Parîsê tê amade kirin.
Civîna pêşîn ji 18 ta 24ê Nîsanê dom kiri bû. Encamên (netîce) wê ji aliyê Enstituyê hatin weşandin: Nexşeya Cihanê û rojnameyeke taybetî (xusûsî) ya vê civînê bi navê "Kurmanci".
Kurmanci encamên her civînê bi awakî baş digihîne xwendevanan. Ji pêşneyaran re vekirî û amade ye.
Civîna duyem a Barselona ji 7 ta 14ê Mijdar (Teşrîn) dom kir. Ji hemî welatên Ewropa nûner hebûn. Kurdên ji navçeyên cida yên Kurdistanê xebata xwe dom kir.
Di civînê de ev kes beşdar bûn: Kendal, Izolî, R. Barnas, Reşo, M. Yetkin, Musa, Hiner, Xosrow, M. Uzun, F. Cewerî, Derwêş.
Di civînê de xebata ji bo nexşeya Kurdistanê li ser rastnivîsîna navên welayet, çiya, çem, gund, qeza, golên parçeyên Kurdistanê, termînolojiya siyasî û idarî, reng, meywe (fêkî), şînayî (sebze), wesayet û hwd. çêbû.
Roja dawîn bernama civîna sêyem ku ewê li Beljîka çêbibe hat tesbît kirin. Di civîna sêyem de ewê li ser rastnivîsîna navên weka istikamet, anatomiya serî, terminolojiya rojnamevanî û idarî, navên kulîlk, teyrik, masî û beharatan xebat bibe.
Paş ku civîna duyem li Barselona qediya, hemî beşdarên civînê ji aliyê serekwezîrê Katalonya hatin vexwendin (ezimandin) û ew çûn serdana (ziyaret) wî. Paş ku heyetê ser da serekwezîr û nexşeya cihanê ku yekem car e çap bûye diyarî wî kir, serekwezîr daxwazî û hêviyên xwe ji bo gelê Kurd kirin û da zanîn ku ew piştgiriya standina mafên gelê Kurd dike.

Pirsa Kurdî li Parlamena Ewrûpa
Di mêjuya (tarîx) 6 Nîsan 1987 de, kommisyona rêzanî (siyasî) ya Parlamana Ewropa pêşneyara van parlamanterên ku ji netewahî (cinsiyet) û partiyên cihê ne: Ulburghs, Boesmans, Kuipers, Pannella, Ciccionessere, Bonino, Van Der Lek, Heinrich, Staes, Tridente, Banders Mollet, Bloch Von Blottinitz, Van Dijk û Von Nostitz, li ser sirgûnkirina bi hezaran ji gundiyên Rojavaya Bakurê Kurdistanê, pejirand (qebûl kir) û ji hikûmeta Tirkiyê, Wezîrên Karên Derveyî yen Ewropî û heyetên bilind ên ewropî re bangekî şand.
Em li jêr metnê vê biryarê weka xwe diweşînin.

Communautés Européennes

Parlement Européen

Documents de Séance

Edition en langue française 1987-88

6 avril 1987 - Serie B - Document B2-152/87
Proposition de Résolution

déposée par MM. Ulburghs, Boesmans, Kuijpers, Pannella, Ciccionessere, Mme Bonino, M. Van Der Lek, Mme Heinrich, Mm. Staes, Tridente, Sandres Mollet, Mmes Bloch Von Blottnitz Et Van Dijk, M. Von Nostitz

conformément à l'article 47 du règlement
sur la déportation de milliers de villageois du Nord-Ouest du Kurdistan

.....




Weqfa-Enstîtuya kurdî ya Parîsê © 2024
PIRTÛKXANE
Agahiyên bikêr
Agahiyên Hiqûqî
PROJE
Dîrok & agahî
Hevpar
LÎSTE
Mijar
Nivîskar
Weşan
Ziman
Kovar