La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Têkoșer, n°39


Éditeur : Têkoșer Date & Lieu : 1988, Bruxelles
Préface : Pages : 36
Traduction : ISBN : 0773-3887
Langue : Kurde, TurcFormat : 195x275mm
Code FIKP : Liv. Kur. Tur. Yal. Tek. 39Thème : Général

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Têkoșer, n°39

Versions

Têkoșer,n°39

M.NezihYalçın

Têkoșer


Di 13.3.88d,balefirên Iraqê bombeyên şimîk avêtin ser bajarê Halabca, li Kurdistana Iraqê, ku tê de70.000 rûniştevan hebûn. Van bombeyan di rojekê de 5.000 kes kuştin û bihezaran birîndar kirin. Li gora bijîjkan (doktor), ew ê sêçarîkê van birîndaran jî bimirin! Kesên mayîn ji vî bajarê bijar reviyan. Îro Halabca navçeyeke têkdayî (xerakirî) û mirî ye. Ew bûye sembola nijadkujiya (qetliam) kurdî ya nûjen. Piştî wê bi çend rojan, cardin hikûmeta Iraqê çekên şîmîk avêtin çend gundên vê navçeyê û Kurdistana Îranê jî!

Ev nijadkujî di hemî weşanên cihanê de hat nîşan dan. Rêxistinên navnetewî û piraniya hikûmetên ewropî ew mahkûm kir. Lê herkes dizane ku maddeyên şîmîk ên van bombeyan ji welatên cihê yên ewropî ji hikûmeta Iraqê ya faşîst û ji yên weka wê re tên şandin. Û her kes dizane ku Iraq Protokola qedexekirina bikaranîna çekên şîmîk ku di 1925 de ji aliyê 108 welatan, ku di nav wan de endamên îroyîn yên NATO û Li hevhatina Varșovî hene, hat pejirandin ...



HÎROŞÎMA = HALABCA


Pervîn

Di 13.3.88d,balefirên Iraqê bombeyên şimîk avêtin ser bajarê Halabca, li Kurdistana Iraqê, ku tê de70.000 rûniştevan hebûn. Van bombeyan di rojekê de 5.000 kes kuştin û bihezaran birîndar kirin. Li gora bijîjkan (doktor), ew ê sêçarîkê van birîndaran jî bimirin! Kesên mayîn ji vî bajarê bijar reviyan. Îro Halabca navçeyeke têkdayî (xerakirî) û mirî ye. Ew bûye sembola nijadkujiya (qetliam) kurdî ya nûjen. Piştî wê bi çend rojan, cardin hikûmeta Iraqê çekên şîmîk avêtin çend gundên vê navçeyê û Kurdistana Îranê jî!

Ev nijadkujî di hemî weşanên cihanê de hat nîşan dan. Rêxistinên navnetewî û piraniya hikûmetên ewropî ew mahkûm kir. Lê herkes dizane ku maddeyên şîmîk ên van bombeyan ji welatên cihê yên ewropî ji hikûmeta Iraqê ya faşîst û ji yên weka wê re tên şandin. Û her kes dizane ku Iraq Protokola qedexekirina bikaranîna çekên şîmîk ku di 1925 de ji aliyê 108 welatan, ku di nav wan de endamên îroyîn yên NATO û Li hevhatina Varșovî hene, hat pejirandin (qebûlkirin) imza kiriye! Iraq nuha jî, bi dengekî bilind û bêşerm ban dike ku e w ê cardin van çekan bi kar bîne! Ango, em li hêviya gelek tiştên din ên trajîk bimînin, nemaze ku Serokwezîrê Tirkiyê, Turgut Ozal, di vê heftê de çû serdana (ziyaret) Bexdayê! Ji bo gelê me ku hînî berengariyê (xweparaztin) dijî hemî awayên êşandin û kuştinê bûye, dibe ku ev felaketa mezin ku amanca wê bicarek imhakirina wî ye destpêka awayeke nuh a nijadkujiyê be.

Li her derê Ewropa û welatên din, Kurdan xwepêşandanan (meşîn) li ber sefaretxanên Iraqê pêkanî û hovîtiya kirêt a hikûmeta Iraqê bi xurtî protesto kir.

Xebat li Beljîka
Li Beljîka, Kurdên ku ji her çar perçeyên Kurdistanê hatine di 30.3. de vê nijadkujiyê, binavê Kurdên Beljîka, protestokir. Ji derveyî Kurdan, nûnerên hema tevayiya Partiyên Beljîkî, hin endamên Parlamana Ewropa, nûnerên rêxistinên Beljîkî yên mezin û yên rêxistinên Iraqî, Marokî, Îranî û Tirk jî hatibûn ber deriyê sefaretxanê, ji bopiştgiriya me. Parlamanterê Ewropi Jef Ulburghs axaftineke hêja li ser pêwistiya bi lez a dayîna mafên gelê kurd li her çar perçeyên Kurdistanê çêkir. Her du televîzyonên beljîkî, radyo û piraniya rojnaman vê xwepêşandana giring weşand.

Berê vê xebatê, di23.3.de, Kurdên Beljîka, bi piştgiriya çend rêxistinên beljîkî yên giring, daxuyaniyeke çapê weşand. Û di 25.3.de, serokê Komîta Pêwendiya Rêxistinên Serbixwe yên Civakên Ewropî, Pierre Galand, bi navê vê Komîtê, ji sefîrê Iraqê li Brukselê re nameke protestokirinê şand û jê xwest ku wê ji hikûmeta Iraqê re bide nasîn. Di vê namê de, P. Galand mafên Kurdan li her çar perçên Kurdistanê jî xwestin.

Rêxistina serbixwe ya bijîjkên beljîkî Médecins Sans Frontière-Belgique û alîkarê mutexassisê navnetewî yê çekên şîmîk, Dr Heyndrîcks, tevil çûn Halabcayê ji bo ku ankêteke tibbî çêkin û çend birîndaran li nexweşxanên beljîkî razênin. Piştî ankêtê, vê rêxistinê hesabe kebankêya taybetî, N°000-0000060-60, ji bo alîkariya tibbî vekir û kampanyeke mezin jibo birîndarên Kurdistanêçêkir. Hikûmeta Beljîka jî, ji bo vê amancê, 5 milyon frengên beljîkî diyarîkirin vêrêxistinê.

Ji bo ku evnijad ku jî qetneyê ji bîrkirin, hemî Kurd divên ku xebateke dûr û dirêj, li her derê Ewropa, çêkin. Bîranîna wê divê ku biawayên cihê bêkolan.




Fondation-Institut kurde de Paris © 2019
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues