La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Têkoșer, n°41


Éditeur : Têkoșer Date & Lieu : 1988, Bruxelles
Préface : Pages : 24
Traduction : ISBN : 0773-3887
Langue : Kurde, TurcFormat : 195x275 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Tur. Yal. Tek. 41Thème : Général

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Têkoșer, n°41

Versions

Têkoșer, n°41

M. Nezih Yalçın

Têkoșer

Ev çend hefte ne ku rejîma Iraqê bi hemî hêza xwe li Kirdistana Başûr nijadkujiyê dike. Balafir, tank, top, napalm û bombên kimyayî bi dor 65.000 lesker re êrîş bir ser Kurdistanê. Gund û bajar, jin, cuhan û pîr tev amancên van êrîșan in.
Paş rawestana serre Iran û Iraqê, rejîma eva dawîn leskerê xwe bi tevayî şand ser Kurda. Bi sed hezaran Kurd ber bi sinorên Tirkiye û Iranê revîn. Piraniya wan jin, zarok û kal bûn.

Dewketa Tirk, di rojên pêşî de ne xwest ku karekî insanî bike. Deriyên xwe li wan girtin. Lê paș demekê derî vekirin, rê da Kurdên bêçare. Bi hezaran kes li gund û bajarên Kurdan belav kirin. Her komek ji wan di bin kontrola leskerê Tirk de li benda "çareke" nuh e. Bijijkên Tirk bikaranina bombên kimyayî inkar kir. Lê ew rejîm li hember hemî dinyayê inkar ...



NIJADKUJI LI KURDISTANÊ

Derwêș

Ev çend hefte ne ku rejîma Iraqê bi hemî hêza xwe li Kirdistana Başûr nijadkujiyê dike. Balafir, tank, top, napalm û bombên kimyayî bi dor 65.000 lesker re êrîş bir ser Kurdistanê. Gund û bajar, jin, cuhan û pîr tev amancên van êrîșan in.

Paş rawestana serre Iran û Iraqê, rejîma eva dawîn leskerê xwe bi tevayî şand ser Kurda. Bi sed hezaran Kurd ber bi sinorên Tirkiye û Iranê revîn. Piraniya wan jin, zarok û kal bûn.

Dewketa Tirk, di rojên pêşî de ne xwest ku karekî insanî bike. Deriyên xwe li wan girtin. Lê paș demekê derî vekirin, rê da Kurdên bêçare. Bi hezaran kes li gund û bajarên Kurdan belav kirin. Her komek ji wan di bin kontrola leskerê Tirk de li benda "çareke" nuh e. Bijijkên Tirk bikaranina bombên kimyayî inkar kir. Lê ew rejîm li hember hemî dinyayê inkar dike ku wê bombên kîmayî bikar anine. Dewleta Tirk jî aliyê Iraqê girt. Xewna dewleta Tirk bi nijadkujîya Iraqê tê cî: Vê pirsê û vî netewi bi her awayî ji dîrokê rakin.

Di rêxistina Neteweyên Yekbûyî (UNO) de, dewletên, Tirkiye û Iraqê hem inkar û hem red kir ku komisyoneke navnetewî here binêre gelo bombên kîmayî tên bikar anin yan na. Ango dewleta Iraqê nijadkujîya Kurdên wê derê kiriye bernama xwe. Tirkiye jî vê yekê teqdîr dike. Lê ne bitenê teqdîr dike. Lê ne bitenê Tirkiye, Lîga Erebî jî bi awakî vekirî aliyê Iraqê girt. Divê ku Kurd vê yekê bi tîpên mezin di dîroka xwe de binivîsin û tucar wê ji bir nekin.

Ewropa, welatên Sosyalîst û Amerîka jî di protesto û gotarên xwe de dereng man. Sermiyanê Komara Fransa vê nijadkujiyê mahkûm kir. Pas rojekê, Wezareta Karên Derve ya Amerîka, û çend roj pas re Parlementa Ewropa "dilșewata xwe" pêsan da. Lê ew "dilșewat" têr nake. Bi milyonan Kurd di bin tehlika neman û mayînê de ne. Dîrok carcaran hin bûyerên xwe tekrar dike: Indian, Cihû, Ermenî û niha jî Kurd. Ev netew û "qederê" wan nêzîkî hev in.

Kar û erkê (wezîfe) me Kurdan divê ji binî bê guhertin. Ew karê ku me ta niha kiriye divê dijwartir bibe, hevkariya me xurttir û geştir bibe. Slogan û mesîn têr nakin. Yan dijmin me diqelîne û vê pirsê ji dîrokê radike, yan jî divê em bi awakî xweştir kar bikin, bi dijmin re șerekî dijwartir bikin.

.....




Fondation-Institut kurde de Paris © 2019
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues