La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Têkoșer, n°42


Éditeur : Têkoșer Date & Lieu : 1988, Bruxelles
Préface : Pages : 28
Traduction : ISBN : 0773-3887
Langue : KurdeFormat : 195x275 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Tur. Yal. Tek. 41Thème : Général

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Têkoșer, n°42

Versions

Têkoșer, n°42

M. Nezih Yalçın

Têkoșer

Edî hemî xwendevan dizanin ku Dr Nûreddîn Zaza di 7.10.88 de, li Lozanê, Suiss. wefat kir, xwe glhand rêza ronakbirên ku weka wî di destpêka vê sedsalê de ji stema (zulm) Atatürk reviyan û pena bûn (iltica kir) Sûriyê û, li wê derê. yan li Ewropa. piștî xebateke giran û bê dawî, yek bi yek vemirîn û dilê me birdîndar û șikestî hist.

Hemî rojanme û kovarên kurdi vê bûyera gelek xemgîn weşand û li ser jîna Nûreddîn agahdariyan dan.

Ji bo ku kovara me sê mehî ye, mixabin. em di vê agahdariyê de dereng man. Loma, em pêwist nabînin ku em bi hûrî li ser jîna Nûreddîn rawestin. Lê, bi vê hincetê (munasebet), min dixwest ku ez van çend gotinên jêrîn binivîsim:

Dema ku Nûreddîn dijiya, gelek kêm Kurd pêwendiyên xwe pê re dikirin, lê piștî mirina wî hemî rojname û kovar li ser xebata wî y a gelek hêja û stem û êşkenceyên ku wî di zîndanên cihê de ...



NUREDDIN ZAZA WEFAT KIR

Pervîn

Edî hemî xwendevan dizanin ku Dr Nûreddîn Zaza di 7.10.88 de, li Lozanê, Suiss. wefat kir, xwe glhand rêza ronakbirên ku weka wî di destpêka vê sedsalê de ji stema (zulm) Atatürk reviyan û pena bûn (iltica kir) Sûriyê û, li wê derê. yan li Ewropa. piștî xebateke giran û bê dawî, yek bi yek vemirîn û dilê me birdîndar û șikestî hist.

Hemî rojanme û kovarên kurdi vê bûyera gelek xemgîn weşand û li ser jîna Nûreddîn agahdariyan dan.

Ji bo ku kovara me sê mehî ye, mixabin. em di vê agahdariyê de dereng man. Loma, em pêwist nabînin ku em bi hûrî li ser jîna Nûreddîn rawestin. Lê, bi vê hincetê (munasebet), min dixwest ku ez van çend gotinên jêrîn binivîsim:

Dema ku Nûreddîn dijiya, gelek kêm Kurd pêwendiyên xwe pê re dikirin, lê piștî mirina wî hemî rojname û kovar li ser xebata wî y a gelek hêja û stem û êşkenceyên ku wî di zîndanên cihê de kişandi bûn nivîsîn. Ev tișt ji bo Cigerxwîn, Kamuran Bedir Xan û yên din jî ewha bû. Dibê ku ev dûrketin ne bitenê sûcê Kurdan be, lê yê van ronakbîran bixwe, ku nizanî bûn xwe nêzîkî wan bikin be. Lê tiștê ku hergav min gelek dêșîne ew e ku dema ku ronakbîrek di jiyanê de be yan em bicarek xwe jê dûr dixin û behsa wî nakin, ango wî dikin "tabû", yan jî em bitenê rexneyên gelek hişk lê dikin, ango tu tistekî pozitîf di xebata wî de nabînin. Lê piştî mirina wî, em ji xeynî aliyên wî yên bas nabînin! Em pesna wî û xebata wî dikin! Ev yek dil û moralê ronakbîran gelek dişikîne, ji bo ku ew xwe tenê. Ji gelê xwe dûr dibîne û tu feyde ji xebata xwe nabîne.

Tu xebat, eger ew rêzani yan çandî be, bê piștgiriya gel û nêzîkbûn û hezkirina hevalan tama wê tu neye. Ez vê yekê ne ji bo çirisîna navê vî hunermendî yan vê sexsiyetê dîbêjim. Lê gava ku gelê me xwedî li kesên ku temenê (umr) xwe dane pirsa kurdî û ku bi saya êş û sewata dilê xwe tiștan diafirinin dernakeve. ew di tenhayiya xwe de hêdî hêdî vedimirin û tam di jinê de nabînin. Gesbûna tevgera me girêdayî gesbûna dilê me ye.

.....




Fondation-Institut kurde de Paris © 2019
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues