La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Têkoșer, n°43


Éditeur : Têkoșer Date & Lieu : 1989, Bruxelles
Préface : Pages : 28
Traduction : ISBN : 0773-3887
Langue : KurdeFormat : 195x275 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Tur. Yal. Tek. 43Thème : Général

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Têkoșer, n°43

Versions

Têkoșer, n°43

M. Nezih Yalçın

Têkoșer


Gelê me di bin rewșeke dijwar de dijî. Li Kurdistana bakur (T) zor û êskence bi awakî dijwar tê kirin. Ev zor û êskence herweha li penahendên Kurdên ku ji ber nijadkujiya Iraqê revine jî dibe. Rejîma Iraqê, Baas, siyaseta xwe a dijwar di hember Kurda de hê jî berdewam dike.

Zor û êskencên li Kurdistana bakur di vê dema dawî de ji qalibê xwe derket û ne tenê di rojnamên Tirkî de, lê li Ewropa jî bala rojnaman û televizyon û radyoyan kisand.

Li derdorê Sêrtê seyên beredayî hestiyên merivên ku ji aliyê leskerê Tirk bi koman hatine kuștin û veșartin derxistin. Ev qetliam ji aliyê Atilla Durak, serekê SHP li Sêrtê jî hâte gotin.

Li bajarê Cizîrê, gundê Yesilyurt (navê Kurdî nizanim, bibexisin), serbazê ...



SIYASETA NIJADKUJIYÊ LI KURDISTANÊ

Derwês

Gelê me di bin rewșeke dijwar de dijî. Li Kurdistana bakur (T) zor û êskence bi awakî dijwar tê kirin. Ev zor û êskence herweha li penahendên Kurdên ku ji ber nijadkujiya Iraqê revine jî dibe. Rejîma Iraqê, Baas, siyaseta xwe a dijwar di hember Kurda de hê jî berdewam dike.

Zor û êskencên li Kurdistana bakur di vê dema dawî de ji qalibê xwe derket û ne tenê di rojnamên Tirkî de, lê li Ewropa jî bala rojnaman û televizyon û radyoyan kisand.

Li derdorê Sêrtê seyên beredayî hestiyên merivên ku ji aliyê leskerê Tirk bi koman hatine kuștin û veșartin derxistin. Ev qetliam ji aliyê Atilla Durak, serekê SHP li Sêrtê jî hâte gotin.

Li bajarê Cizîrê, gundê Yesilyurt (navê Kurdî nizanim, bibexisin), serbazê leskerê Tirk Binbaşi Tayyar Caglayan, bi zorê gû bi gundiyan da xwarin.

Hans Gôran Frank, yek ji koma Parlementerên Danimarki, berî çend mehan çûbû Tirkiyê û Kurdistanê. Li Kurdistanê, wî li rewsa penahendên Kurd ên di kampan de nêrî û ji rewsa wan re "zîndanên vekirî" got.

Kurdên ku revine Kurdistana bakur hêvî dikirin ku zarok, jin û pîrên xwe ji bombên kimyayî biparêzin, xwe avêtin bextê dewleta Tirk û Iranê. Li aliyê Tirkiyê, li Kurdistan, bi hatina xwe poșman bûn û gelek ji wan berepaș vegeriyan û ji xwe re li parêzeke din geriyan. Yên ku li nav "sînorên dewleta Tirk" man di rewseke xirab de ne. Derdê birçîbûn, paqijî, nexwesî û mirinê giran bû. Ew di nav felaketê de dijîn. Cidayî pîr û jinên nexwes, 500 zarok nexwes in û bi mirinê re serr dikin.

Ta niha ji 130 zarok mirine. Yek ji nûnerên Kurdên kampan, Ekrem Mayî, li ser vê yekê weha dibèje: "Ber deriyê çadira bijîjk (doktorj tijî meriv e. Nexwes pirr in lê bijîjk du kes in. Du kes bo me, 15.000 kesan, karin çi bikin? Di vê zivistana dijwar de daran nadin me. Elektrîk hatiye birrîn, av nîne û leskerê Tirk jî nahêle ku em bixwe ji derdê xwe re li çareyekê bigerin. Deriyên kampan kiiît in, dora me bi têlênrêsayî û leskerê Tirk girtî ye. Em ne di kampan de, lê di zîndaneke vekirî de ne".

Berî çend mehan, Ibrâhîm Aksoy, Parlementerê Kurd ê Meletyê (ji partiya SHP), li civîneke Parlementa Ewropa pêşneyara xwe di derbareyî pirsa Kurda de got. Pèsneyara wî ev bû : "divê ku mafên Kurdan ên bingehîn li Tirkiyê bên qebûl kirin". Ev gotinên wî wek brûskê li Tirkiyê belav bûn. Berî ku dewlet û generalên Tirk dest bavêjin vê pirsê, partiya wî bixwe, SHP, ku xwedî giravî "sosyal demokrat e, ew di nav xwe de mehkeme kir û ji partiyê bo du salan derxist. Bi vê yekê "sosyal demokratên tirk" dîsa dan xuya kirin ku ew di derbareyî pirsa Kurda de bi qasî mûyekî jî ji dewlet, parlement û generalên xwe ferq nabin.

Ibrahim Aksoy, di hevpeyvînekê bi rojnama Hurriyet re de, ewha got : "Eger parlementerek nikaribe dîtinên xwe bi awakî vekirî bêje, di nav partiya xwe de tusî zimangirtinê bibe û ji aliyê dewletê bê tehqîb kirin, kes nikare ne di wê partiyê de û ne jî di wê dewletê de ji demokrasiyê qal bike. Kurd hene û kes nikare vê rastiyè inkar bike. Roj bi kilsè nayè sîwa kirin. Hin "ronakbîr" mesela Kurda wek nexweşiyekê, wek kolera dibînin. Ez ji van merivan re ne "ronakbnîr" lê merivên nexwes dibêjim".

.....




Fondation-Institut kurde de Paris © 2019
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues