La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Pan

Auteur :
Éditeur : Apec-Tryck Date & Lieu : 1998, Stockholm
Préface : Pages : 159
Traduction : ISBN : 91-89014-4637-5
Langue : KurdeFormat : 135x205 mm
Code FIKP : Liv.Kl. 4091Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Pan

Pan

Di van rojên dawî de ez li ser roja ebedî ya havîna Nordlandê ponijîm û ponijîm. Ez li vir rûniştime û li ser holika ku ez tê de dijîm û li ser daristana li paş holikê diramim û min xwe daye nivîsandina li ser wê, tenê ji bo xatirê gêwlê xwe û ji bo kurtkirina demê. Dem li ber xwe dide, weku ez dixwazim zû bi zû derbas nabe, tevî ku ne xema min e û ez jîyana herî bi kêfjî dijîm. Ez bi hertiştî bi têkûziyê razî me û sî salên min tu sal nînin. Çend roj berê min ji devereke dûr cotek perikên çûkan girtin, ji keseke ku ne pêwîst bû wan bişîne; tenê du perikên kesk li pelê kaxezeke tackirî ya posteyê pêçandî û bi mohreke girtî. Dîtina du perikên kesk ên weha ehrîmanî ez kêfxweş kirim. Wekî din tu tiştê ku min biêşine nîne, ji bilî werma ku carnan di lingê min ê çepê de peyda dibe. Ew piştî birîna derbeke kevn, ku ev demeke dirêj e baş bûye, çêbûbû.

Tê bîra min ku du sal berê dem zûtir derbas dibû, bê berhevdaniyê ji niha bezatir; berî ku ez pê bihesim , havînek derbas bûbû. Du sal berê bû, di 1855an de, ji bo xatirê kêfxweşkirina xwe, ez dixwazim li ser wê binivîsim, ku hingê tiştek li min qewimî an jî min xewna wî dît. Niha min gelek tiştên ku bi van serboriyan ve girêdayi ne, ji bîr kirine, ji lewre ez ji wê demê vir de tew li ser wan ranawestim; lê tê bîra min şev gelekî ronî û vekirî bûn. Gelek tişt jî ji min re wek lihevgeryayî û aloz bûn: Sal hê jî xwedî dozdeh mehan bû, lê şev bû roj û li esman tu stêrkek ku bihata dîtin tunebû. Û xelkê ku ez pêrgî wan bûm seyr û xweser bûn û xwezaya wan ji xelkê ku min ji berê ve nas dikir cudatir bû. Carinan şevek tenê dikaribû ew ji dema zaroktiyê bigîhandina

Knut Hamsun

Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues