La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Pêşmerge


Auteur :
Éditeur : Nûdem Date & Lieu : 1997, Stockholm
Préface : Pages : 122
Traduction : MultimediaISBN : 91-88592-33-2
Langue : KurdeFormat : 125x195 mm
Code FIKP : Liv. Kl. 1139Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Pêşmerge

Pêşmerge

Ev berhema di destê we de, di sala 1958'an de ji aliyê Rehîmê Qazî ve hatiye nivîsandin. Berhem têkoşîn û xebata siyasî-civakî ya serdema Komara Kurdistanê radixe ber çavan; jiyana pêşmergetiya wê demê, zordestiya dagîrkerên Kurdistanê, zilm û bindestiya hundurî bi awayekî sade digihîne me û behsa bûyerên rasteqînî û awayê xebata siyasî, kulturî û eskerî ya wê demê bi uslûb û awayê romankî tîne zimên.

Ev pirtûk, bi celebê pirqehremanî hatiye nivîsandin. Qehremanên wê çend kes in. Tîpên mîna Mîrza Qutas çêkirine ku, li Kurdistanê sembol û nimûneyên belavkerên bîr û fikrên neteweyî ne. Ev dikarin bibin alavên baş ji bo lêkolînerên vî warî. Tîpên mîna Mîrza Qutas, ku ne tenê li rojhilata Kurdistanê, belko li seranserî Kurdistanê jî hene, ew tîp in ku xebata neteweyî ya destpêkê meşandine.

Rehîmê Qazî, di sala 1925'an de li rojhilata Kurdistanê, li gundê Gwîgceliyê, li navçeya Mukriyanê hatiye dinyayê. Ew ji malbateke bi nav û deng e. Vê malbata han di riya xebata azadiya Kurdistanê de gelek şehîd dane. Yek ji wan ku ji aliyê hemû kurdan ve rêz û hurmet jê re tê girtin û bi minnet tê yadkirin, Qazî Mihemmed e...

Nûdem

 


Pêşgotina weşanxanê

Ev berhema di destê we de, di sala 1958'an de ji aliyê Rehîmê Qazî ve hatiye nivîsandin. Berhem têkoşîn û xebata siyasî-civakî ya serdema Komara Kurdistanê radixe ber çavan; jiyana pêşmergetiya wê demê, zordestiya dagîrkerên Kurdistanê, zilm û bindestiya hundurî bi awayekî sade digihîne me û behsa bûyerên rasteqînî û awayê xebata siyasî, kulturî û eskerî ya wê demê bi uslûb û awayê romankî tîne zimên.

Ev pirtûk, bi celebê pirqehremanî hatiye nivîsandin. Qehremanên wê çend kes in. Tîpên mîna Mîrza Qutas çêkirine ku, li Kurdistanê sembol û nimûneyên belavkerên bîr û fikrên neteweyî ne. Ev dikarin bibin alavên baş ji bo lêkolînerên vî warî. Tîpên mîna Mîrza Qutas, ku ne tenê li rojhilata Kurdistanê, belko li seranserî Kurdistanê jî hene, ew tîp in ku xebata neteweyî ya destpêkê meşandine.

Rehîmê Qazî, di sala 1925'an de li rojhilata Kurdistanê, li gundê Gwîgceliyê, li navçeya Mukriyanê hatiye dinyayê. Ew ji malbateke bi nav û deng e. Vê malbata han di riya xebata azadiya Kurdistanê de gelek şehîd dane. Yek ji wan ku ji aliyê hemû kurdan ve rêz û hurmet jê re tê girtin û bi minnet tê yadkirin, Qazî Mihemmed e.

Rehîmê Qazî, yek ji wan 60-70 kesan e ku di sala 1946’an de ji aliyê Komara Kurdistanê ve ji bo xwendin û perwerdekirina kadroyan çûbû Bakûyê. Piştî çûyina wan bi pênc-şeş mehan, bûyera ji holêrabûna Komara Kurdistanê diqewime, gelek ji wan xwendevanên kurd vedigerin Kurdistanê. Lê Rehîmê Qazî û çend kesên din li wir dimînin. Paşê ew dest bi xwendina akademîk dike û di sala 1954'an de teza xwe ya doktorayê li ser tevgera neteweyî ya kurd, pêşkêşî unîversîteya Bakûyê dike.

Dr. Rehîmê Qazî di salên xwe yên koçberiyê de, li Sovyetê, vala nasekine. Dema ku Barzanî diçe Sovyetê, Rehîmê Qazî bi wî re dikeve têkiliyê û têdikoşin ku serokatiyek nû li Kurdistanê bê avakirin. Dr. Rehîmê Qazî jî bi Mele Mustefa Barzanî re di nav vê serokatiyê de cih digire. Lê ev kar zêde dewam nake. Ew û çend hevalên xwe bi hecma yekrûpelî rojnameya Kurdistan diweşînin. Ew vî karê han 13-14 salan didomînin.

Dr. Rehîmê Qazî, ev romana bi navê Pêşmerge, di salên xwe yên koçberiyê de nivîsandiye. Pêşmerge cara yekemîn di sala 1960'î de li Êrîvanê û di sala 1962'an de jî li Bexdayê tê çapkirin. Di sala 1964'an de li Bakûyê bi zimanê azerî tê weşandin. Li Kurdistana Iraqê, ji aliyê edebiyatnas û pisporan ve pêşwaziyek baş li romanê tê kirin.

Piştî ketina Şah û hatina Xumeynî, Rehîmê Qazî vedigere Kurdistanê. Ew beşdarî kongeraya çaran ya Partiya Demokrat a Kuristana Îranê dibe û ji bo endametiya Komîteya Navendî tê helbijartin. Di sala1981-82'an de ji ber hinek sebebên polîtîk ew careke din ji Kurdistanê derdikeve û vedigere Bakûyê. Ew broşurekê bi navê Mihakemeya Qazî Mihemmed û pirtûkekê bi navê Qazî Mihemmed û Tevgera Rizgarîxwaziya Gelê Kurd dinivîsîne.

Dr. Rehîmê Qazî, di nehê gulana 1991'ê de, ji ber nexweşiya apandîsê li bajarê Bakûyê wefat kir.
Em vê romana ku Ziya Avci ji soranî adapteyî kurmancî kirîye, bi niyeta avakirina pireke edebî di navbera perçeyên welêt de, bi serbilindî pêşkêşî we xwendevanên dilovan dikin.

Bi hêviya ku wê bi dilê we be...




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues