PÊŞGOTIN
Ez li bajarekî kevn û qedîm, bi serokatiya şarevaniya navçeya Sûrê ya Amedê berdewam im; bajarekî ku bi raya dîrokzanan ev bi kêmanî heft hezar sal e tê de jiyan bê navbirrî berdewam e. Şopên 34 qewman hemûyan ên beriya me yên vî bajarê kevin li mekanên ku ez her roj di nav de dimeşim û çav pê dikevim xuya ne. Ziman û çanda hemûyan bi awayekî ji awayan xwe berdane nava giyanê me. Û serdestan rabûne qaşogiravî ziman û çanda gelê min, a Kurdan, “tune” hesibandine. Em jî ji rikê wan ve, hem li ser navê hembajariyên me yên endamên hemû qewmên din, hem jî li ser navê gelê min, Kurdan, berhingariyê li vê yekê dikin. Em dibêjin, “Naxêr, em Kurdên Amedê şêniyên bajarekî pirrolî, pirrzimanî, pirrçandî û pirrnijadî ne. Em şandilxwaz in ku vê nasnava xwe ya ku ji gelek hêmanan pêk tê bi şêweyekî ji şêweyan bo cîhanê vebêjin û mafê vê yekê radest bikin.”
Va ye, me bi vê sedemê navê Ermeniyekî ku di sicîla bajêr de tomar kirî ye li kuçeyekê kir, ku tê de jiyaye; Kuçeya Migirdîç Margosyan. Her wiha me navê Suryaniyekî ku di sicîla bajêr de tomar kirî ye li kuçeya wî bi xwe kir; Kuçeya Naûm Faîq Palak. Û her wiha me navê Kurdekî ku di sicîla bajêr de ciyê xwe heye jî li kuçeya wî bi xwe danî; Kuçeya Ehmed Arif. Bê guman me ev biryar bi şêweyekî saziyî wergirt. Em ji vê yekê pirr jî şanaz in.
Niha em bi sepandineke din a ciyawaz a vê biryara xwe ve li hafa we ne. Em Taxa Fillan a Migirdîç Margosyan, bi Kurdî, Tirkî û Ermenkî, bendên wêjeyî yên Naûm Faîq Palak, bi Kurdî, Süryanî û Ermenkî, vebêjeya Şeyhmus Diken, Amed Dest Li Ba Dike, tevî cd’ya muzîkê ya Yervantê Ûdî, bi Kurdî, Tirkî û Îngilîzî, her yekê wekî pirtûkeke prestîjê tînin ber destên xwendevanên wan. Ev karên me kirî, di heman demê de, deynekî dilsoziyê ne. Ev daxwazek e ku di çarçoveya pevgihana zimanan de bi rêberiya wêjeyê bajarê min li gel gelên xwe yên qedîm li rûyê hev bikevin. Ev pirtûk her yek xelateke lirûhevketinê ne bo gelê Amedê yê qedîm û hemû gelên wê yên heta ku ev bajarê kevin ava be, dê di tomaran de bi zindîtiya xwe berdewam bin. Em spasdar in bo Migirdîç Margosyan, Peder Gabriyel Akyuz, Sîmon Barmano, Eliyo Dere, Kawa Nemir, Lal Laleş, Şeyhmus Diken, Mîran Janbar û Şener Ozmen, en ku keda xwe danê. Her wiha ji bo ku bi tevkariya xwe ya saziyî ve destek dan, bo Federasyona Asûriyan a Swêdê û Weşanên Arasê û ji bo ku bi xebateke edîtoryal a bi hûrgilî pirtûk amadeyi çapê kirin, bo Weşanxaneya Lîsê jî, em ji dil spasdar in.
Abdullah Demirbaş Serokê Şarevaniya Sûrê
Hezkirina Ji Welêt
Hezkirina ji welêt reng e bi van gotinan bê ravekirin: Hezkirina ji wî welatî ye, yê ku kesek tê de ji dayîk bûye, nanê wî dixwe, ava wî vedixwe, hewaya wî hildimije, li ser axa wî radizê û ji hemû qenciyên wî sûdê werdigire. Gengaz e ku mirov bi hemû civak û neteweyên şarwer re vê hestê bibîne. Ev hest ne bi tenê bi mirovan re, bi ajalan re jî xuya dibe. Çi ku her ajal ji cîgehê ku tê de ji mak bûbe hez dike û her balinde jî ji hêlîna xwe hez dike û bi wê re dilsoz dimine. Welatê me Suryaniyan ê bav û kalan Beth-Nahrîn e. Em tê de ji dayîk bûn û bi qenciyên wê mezin bûn û gihiştin. Ji ber vê yekê, divê em ji welatê xwe û axa xwe hez bikin.
Beth-Nahrîn deşteke di dîroka cîhanê de nav dayî ye û xakeke pîroz e. Dayîka delal a her Suryaniyekî ye. Baxçeyê kulîlkan e, ku di navê de texlîd bi texlîd kulîlkên ji hev bedewtir digihîjin. Firdewsa duyem e. Ji ber ku kalê me, Adem, pişti ku ji Baxê Edenê hatiye qewirandin, hatiye li Beth-Nahrînê jiyaye.
Ez li ser te ji dayîk bûm, dixwazim li ser te bimirim lo welatê min.
Divêm bila bê spartin bi axa viyanê ev canê min.
.....
|