La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Smirnoff


Auteur :
Éditeur : Welat Date & Lieu : 1991, Stockholm
Préface : Pages : 96
Traduction : ISBN : 91-9712-54-1-5
Langue : KurdeFormat : 110x190 mm
Code FIKP : Liv. Kl. 4405Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Smirnoff

Versions

Smirnoff

Gelto î xwediyê malê bi rûkenî didomîne û dibê:

- Wek ku min got, Xusrew... ku biqewume, ez ji deh jinên lepdarîn jî jîrtir im. De êdî tu û bextê xwe... de fermo!
Xusrewê ku bi mêvandarî hatiye mala hevalê xwe, bi dilxweşî li xwarinên ser masê dinêre, destên xwe di hev re dide, bi devekî avî li Gelto vedigerîne:

- Bi Xwedê, tu jî ne hindik î! Ca lê binêre... wey, wey wey!.. dibêje û hinekî din jî xwe ber bi masa xwarinê dike.

Ji bo Xusrew, bi rastî jî tiştekî seyr e. Lewra masên wusa, pirî caran di çîrokan de bi xwarinên weha têne xemilandin. Ji xwarinên goştîn sê babet, ji şorbên sivik du babet, birincek hebhebî û bi mewûjên sor, selete û hêşînayî bi awayekî wusa li ber hev hatine danîn ku ji bo hunermendekî herî mezin jî ne asan e ku ji bo pêjnên xwe tiştekî weha bifikire. Du sê xwarinên din jî hene ku ew nizane wan bi çi binavîne. Ji bilî van jî, ji çend babetan selikek tije fêkî li hêleke din î masê, li…


PÊŞGOTINA WEŞANXANÊ

Her tîpekî merivan bi serê xwe dunyayek e. Bi rengê jiyana xwe, bi xwiyê xwe, bi hiş û aqilê xwe, bi çê û xirabiya xwe ve dunyayek e. Dema ev dunyayên ha bi hunermendî têne vejinandin, meriv baştir têdigêhîje, meriv wan baştir dibîne.

Pirî caran meriv hay ji xwe nabe ku meriv bi xwiyê xwe valayiyekê li xwe dide der, çewtiyekê dike, an jî du gotinên meriv hevdu nagirên. Hesenê Metê, ev tişta ji xwe re kiriye prensîb û di vê pirtûka piçûk de çardeh tîpên weha ji kurteçîrokên xwe re kiriye mijar.

Di van kurteçîrokan de alternatîf an jî tîpekî ku meriv bibêje ev maqûl e, tune an jî veşartî ne. Ev valayiyek e ku Hesenê Metê bi zanatî di kurteçîrokên xwe de dihêle. Dihêle ku xwendevan bi xwe bibîne, bi xwe pê bikene û bi xwe li ser bihizire.

Mijar û tîpên ku hatine nîgartin, pirî wan jiyaneke li derveyî welêt e. Li gor vê jiyana derveyî welêt, tîp û mijarên rojane çi xwestiye, Hesenê Metê bi comerdî rê li ber vekiriye, bi zarxweşî û nefspiçûkî gotiye: fermo! Ango ji leheng û mijarên xwe re ne gotiye ev şerm e, ev dûrî aqil û berbora civaka me ye. Leheng, hefsarê bûyera xwe bi kuderê de tewandiye, Hesenê Metê jî daye pey wan.

Pîvana hunermendî, hûnandin, xweşikbûn an jî nebaşbûna van kurteçîrokan, em ji we xwendevanên hêja re dihêlin.

Lê gotina me ev bû: Em bextiyar in ku bi çapa vê pirtûkê, me pirtûkek din jî li pirtûkxana kurdî zêde kir.

Weşanên Welat




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues