La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Kurdî 7, Kurmancî


Auteurs : | | | | | | | |
Éditeur : Millî Eğitim Bakanlığı Yayınları Date & Lieu : 2016, Ankara
Préface : Pages : 112
Traduction : ISBN : 978-975-11-3959-7
Langue : KurdeFormat : 210x295 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Yil. Kur. 7 Thème : Linguistique

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Kurdî 7, Kurmancî

Versions

Kurdî 7, Kurmancî

Kadri Yıldırım

MEB


Navê min Zanaye. Ez di polaheftem de dixwînim. Ez dixwazim xwendingeha xwe bi we bidim nasîn. Navê xwendingeha min Xwendingeha Navîn a Celadet Bedirxan e. Xwendingeha min li navenda Cizîrê ye. Ew ji du qatan pêk tê. Di xwendingehê de pol. pirtûkxane, laboratiwar, embar. jûra birêvebir, jûra cîgirê birêvebir. jûra mamosteyan, hola werzişê û holakonferansê hene. Divê em pola teknolojiyê ji bîr nekin. Wekî din ji li her du qatan ji bo xwendekaran destşok û daşir hene. Lê destşok û daşira mamosteyan ji yên xwendekaran cuda ne. Ji bo ku em di bêhnvedanê de xurek û vexurekan bistînin û bixwin kantîna me jî heye. Ji bo parastina belgeyên fermî jûreke arşîvê jî heye.

Pirtûkxaneya me ji aliyê pirtûkan ve gelekî dewlemend e. Tê de her cure pirtûk hene: Çîrok. roman, ansîklopediyên curbicur, pirtûkên siyasî, dîrokî, teknîkî û her wekî din. .. Ez her roj diçim pirtûkxaneyê û li wir pirtûkan dixwînim û spartekên xwe çê dikim. Ez li pirtûkxaneyê dengê xwe hîç bilind nakim da ku hevalên min aciz nebin. Ez her hefte du pirtûkan ji pirtûkxaneyê bi emaneti digirim û dixwînim. Ez pirtûkan dı wextê xwe de li pirtûkxaneyê vedigerînim.

Di xwendingehê de heşt pol hene. Lewra xwendingeha navîn çar sal e û her pol j i du şûbeyan pêk ...



UNÎTEYA 1. XWENDINGEHA MIN

Beșa 1.
Dema xwendin û guhdarkirinê


Mamoste îro li xwendingehê di dersê de ji me pirsî:
Zarokno, mijara dersa me "rêbazên serkeftinê” ye.
Gelo li gorî we ji bo serkeftinê divê em çi bikin?

Rojhat: Mamoste, bi ya min berî ku em bên xwendingehê divê em amadekariya dersan bikin.
Leyla: Ez jî dibêjim ku di dersê de divê em baş guhdariya mamoste bikin.
Hîvron: Bi ya min jî dema ku em ji mijarê fam nekin, divê em ji mamoste bipirsin.
Evîn: Mamoste, di bêhnvedanan de divê em bêhna xwe baş vedin da ku em di dersê de bikarin bala xwe bidin mijaran.
Kerem: Dema em ji xwendingehê vegerin malê, divê em pêşî cilûbergên xwe biguherînin, xwarinê bixwin û bêhna xwe vedin.

Kejê: Pişti ku em li malê bêhna xwe vedin divê em dersên xwe dubare bikin û spartekên xwe çê bikin.
Mîhrîban: Ji bo ku em bi ser bikevin divê mase û jûra me birêkûpêk bin.
Dara: Ku em li ber televîzyonê yan jî di nav hengameyê de li dersê bixebitin em fam nakin.
Bawer: Dema ku em li dersê bixebitin divê pişti çil û pêne deqîqeyan em panzdeh deqîqeyan bêhna xwe vedin.

Barzan: Divê em spartekên xwe di wextê xwe de çê bikin.
Xezal: Ji bo ku em zû hişyar bibin divê em zû rakevin.
Tavîn: Divê her tim bernameyeke me hebe û em li gorî wê bixebitin.
Mamoste: Zarokno, we tiştên rast gotin. Her bijîn! Eger hûn van xalan baş bizanin û bi cî bînin hûn dê bi hêsanî bi ser bikevin.
.....




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues