La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Bîranîna Elî Kaşifpûr


Auteur :
Éditeur : Xanî & Bateyî Date & Lieu : 1997, Brøndby
Préface : Pages : 198
Traduction : | ISBN : 87-983307-7-2
Langue : KurdeFormat : 124x188 mm
Code FIKP : Liv. Kl. 3968Thème : Mémoire

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Bîranîna Elî Kaşifpûr

Bîranîna Elî Kaşifpûr

"... Eli, hevalekî şoreşger û di nav endamên 'partîya demokrat' da jî hevalekî sosyalîst bû. Heta mirov dikare bêje ku, ew sosyalîstekî ortodoks bû. Wî, digel rizgarîya welatî, Kurdistaneke sosyalîst ji bo xwe kiribû armanc. Belêm digel ve bîr û bawerîya xwe, şertên şoreşa neteweyî jî ji bîr nedikirin û şertên civatê didan ber çavên xwe û goreyî wê xebata xwe didomand. Ji ber ve çendê jî rûmeta wî di nav pêşmerge û her baskên xelkê da gelekî bilind bû. Ji xwe piraniya peşmergeyan jî ji binemalên hejar dihatin, lewma sempatîya pêmergeya li beramberî wî di dereceya herî bilind da bû...."

Rojan H.


PÊŞGOTIN

Xwandevanên hêja!

Ev pirtûka bîranînê, tenê ji bo qedirnasîya zehmet û çalakîyên şehîdê nemir kek Elî Kaşifpûr (Kaşifî) hate amadekirin. Di vê pirtûkê da, em tenê li ser hindek pirs û çalakîyên giştî sekinîn. Ji ber ku şertên îro yên têkoşînê û rewşa Kurdistanê, desturê nadin ku em behsê hemû tişt û pirsan bikin û birêjin ser kaxezê. Gava roj hat, ev pirse divêt wekî dîrokê bêne nivîsîn. şehîd Elî, hemû pirsên girîng yên tevgera, rojane û wekî bîrewerî dinivîsîn û xweşbextane piranîya wan nivîsar û bîrewerîyan jî hene û em hêvîdar in, ku rojekê bi pêkhatina şertên di rê da, ne tenê ev bîrewerî, belkî hemû rûdayên girîng yên tevgerê, di pirtûkekê da bêne weşandin.

Di dawîyê da; em spasî kek Rojan dikin, ku pirtûk bi tîprêzî, mîzanpaj û redaksîyonê ve amadeyî weşan û çapê kir. Disa spasî Weşanxaneya Xanî & Bateyî dikin, ku pirtûk di nav weşanên xwe da weşand.

Herweha spasî kek Xosrow û kek Mizefer jî dikin, ku di wergêrîya ji farisî bo kurdî û herweha guhartina ji soranîya tîpên kevin bo kurmancîya latînî da gelek zehmetî kêşan.

Helbet li hemû dost û hevalên ku bi dîtin û bîranînên xwe yên di derheqa Elî da beşdariya pirtûkê kirine jî, bi germî û ji dil spas dikin.

Digel hemû dost û hevalan, divê em spasî binemala Îsmaîlzade jî bikin, ku di hawara Elî da, her dem mil bi milê me ve bûn.

Hêvîdar in ku xwuna van hemû şehîdan bi avê da neçe û digel hemû xelkê me yê zorlêkirî, binemalên şehîdan jî bigihin xwezîyên xwe yên demîn: Serxwebûn, azadî, aştî û demokrasî ji bo Kurdistanê!

Malbata şehîd Eli Kaşifpûr
Adar 1997




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues