La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Birîna bêar


Auteur :
Éditeur : Med Date & Lieu : 1994, İstanbul
Préface : Pages : 72
Traduction : ISBN :
Langue : KurdeFormat : 126x190 mm
Thème : Poésie

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Birîna bêar

Birîna bêar

Helbestvanê hêja Ilhamîê Ezîzê Xidikan, sala 1956 an li bajarê Çebaxçûrê,gundê Pîrcan'an hatîye dine. Bi têkoşîna xwe, ya netewî da gelek tadayî di.

12'ê Ilonê cûnta koloniyalîst, ji bo fetisandina kar û xebata wî, bi milyonan dirav (pere) danîn.
Rismê wî li çar aliye welat belavkirin.

Di vî rewşê da gelê Kurd û çiyayê Kurdistanê wî radestî (teslime) dijmin nekirin. Şer û jiyana xwe li ser çiyayê Kurdistanê berdewam kir.

Sala 1983 an, zivistanek hişk û giran da dijî operasyona leşkerê romê, xwe di nav berfê da vedişêre.

Piştî operasyonê, gazî gundiyan dike. Gundî, wî ji nav berfê dertinin û dibînin ku dest û pê wî ji serma qerimîmê. Tînin mal, ava kelî li dest û pê wî dikin. Piştre ji jana hestiyê xwe, nikare bilive û dikeve nav nivînê. Jana hestîyê wî ra tu derman nabînin. Ji ber vê nexweşîyê welat derdikeve û jiyana xwe derveyî welat dom dike.
Nexweşîya wî ji, nikare wî ji têkoşînê dûr bixine.

Nivîskar, niha li ser vêjeya Kurd dixebite. Çirok û helbestên xwe da, dibe dengê gleê xwe û bi daxwazîyêk geş dineqişîne.

Em helbestên wî bi dilxwazîyeke mezin  pêşkêş dikin.

Weşanxana Med


PÊŞGOTIN

Gelên ko civat a xwe bindest e, wek her tiştî wîjeya wê jî qedexe û birîndar e. Lewra ko li vî warî de gavek were avêtîn, rasta astengan dibe, pêşî tê girtin û reya wê tê birîn. Cîvat tim li "Hebûn û Tunebûnê"de berberekanî dike. Alîkî bi derev û propaxanda yên xeletî dîrok, çande û serkanîya cîvat dixwaze bê hilşandin û helandin. Alîkîde jî bizorê, deng û rastîya wê birandin, dîsa armanca kolonyalîstane. Li bin vê mercên dîjwar de va cîvatan de derketîna pîşekarekî gelek zehmet e. Berê her tiştî bedêl tê xwastin. Li ser reya wê de girtigeh, lêdan hwd. heye.

Van cîvatan de yêkî jî cîvat a Kurd e. Lê çi dibe bila bibe, qet quwetekî cîvat û hêjatî ya wê nikare wenda bike û biqedîne. Cîvat derban digire, birîndar dibe, pêrîşan dibe, lê naye qedandin.

Wîjeya Kurd, gelek dewlemend e. Ev dewlemendîya xwe dîrok û gelê xwe de digire. serkanîya wê, cîvat a wêye, lê va jî rast û çî heyf e ko, wije yê Kurd, qasê dewlemendîya xwe nehatîye hîn aşîkar kirin. Li vî warîde erk û berpîrsîyarî, bi giranî û bi giringî, li ser milên nvîskar û hunermendên Kurd e.

Min jî di nav vê rastîyê de, dixwaste gavekî bavêm. Gor zanîn û qasê kirina xwe, va karpêk a xwe li xwendeyên hêja re pêşkêş dikim.

"Birîna bêar", bi kurdî karpêk a min a yekemîn e. Ger ko îro kurdî nvîsandin were ber çavan, ger ewîya helbest, roman, çîrok hwd. bibe, çetînî tê fehm kirin. J'xwe karmend, qas xweşîya xwe jî zehmet e. Zehmetî û xweşî...

Xebat a min jî li gor xwe vegerîya xweşî û va karpêk a min hat afîrandin. Piçûk-mezin, her tişt wuloye. Kêmasîya min jî, tev li rexne yên xwendevanên hêja, li xebat a min re alîkarî û piştgirî dibe.

İlhami Sertkaya




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues