La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Dimdim


Auteur :
Éditeur : Asoxîk Date & Lieu : 2005, Yêrêvan
Préface : Pages : 160
Traduction : ISBN :
Langue : KurdeFormat : 140x198 mm
Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Dimdim

Dimdim

Zargotina gelê kurda gelekî dewlemende û dinê eyane. Xusustîke belkêş ewe, wekî janrên wêye efrandarîyê pircûrene. Bi saya vê yekê emir-jîyana gelê kurda, bawer bikî, bi her alyava nava wêda hatine dîyarkirinê. Gelê kurd rêke dîrokêye pir giran û zehmet qedandiye. Goveka kurd lê dijîtin bûbû meydana şerên dirêj û xûnrêj ji terefê dewlet-zevtçîyên vê heremê: xelîfeta ereba, dewletên sêlcûka, monxola, tirka û farisa.Kurdistan bibû meydana şerekî dirêj û giran navbeyna Tûrkîyayê û Îranêda. Van dewleta her teherî dixwestin ji hev zêdetir axa kurda bikin bin destê xwe. Ji bo vê yekê gelek cara usa jî dîplomatîya –sîyaseta durû dihate karanînê. Serokên êl-eşîrên kurdara ariş-vêrşa sîyasetîyê dikirin, dîwan û hebûna wan zêde dikirin-bona wana bînin terefê xwe. Em wê jî bêjin, ku hindava xweda serokên kurda jî her mecal didane karanînê, ku dujminatîya herdu dewleta Tûrkîayê û Îranê bidin xebatê bona ji nava lepê wan derkevin...


PÊŞGOTIN

Zargotina gelê kurda gelekî dewlemende û dinê eyane. Xusustîke belkêş ewe, wekî janrên wêye efrandarîyê pircûrene. Bi saya vê yekê emir-jîyana gelê kurda, bawer bikî, bi her alyava nava wêda hatine dîyarkirinê. Gelê kurd rêke dîrokêye pir giran û zehmet qedandiye. Goveka kurd lê dijîtin bûbû meydana şerên dirêj û xûnrêj ji terefê dewlet-zevtçîyên vê heremê: xelîfeta ereba, dewletên sêlcûka, monxola, tirka û farisa.Kurdistan bibû meydana şerekî dirêj û giran navbeyna Tûrkîyayê û Îranêda. Van dewleta her teherî dixwestin ji hev zêdetir axa kurda bikin bin destê xwe. Ji bo vê yekê gelek cara usa jî dîplomatîya –sîyaseta durû dihate karanînê. Serokên êl-eşîrên kurdara ariş-vêrşa sîyasetîyê dikirin, dîwan û hebûna wan zêde dikirin-bona wana bînin terefê xwe. Em wê jî bêjin, ku hindava xweda serokên kurda jî her mecal didane karanînê, ku dujminatîya herdu dewleta Tûrkîayê û Îranê bidin xebatê bona ji nava lepê wan derkevin.

Ser vê bingehê têmake berbiçev a sereke nava zargotina kurdada tema mêrxasîyêye, ya şerê bona nav-namûsa gel û axa wî.

Eposa me "Kela Dimdim"-da bingeha sereke şerê bona azadîyê û serxwebûnê, parastina nav-namûsa netewîyê a axa wêye. Şerê bona azadî û serxwebûnê rûpelêkî dîroka kurdayî herî geşe. Folkilora kurda, wek eyna emire mezin, raberî me dike qewmandinên dîrokêye real, yên despêka sedsala 17-a, gava kurda şerekî giran dikir dijî ordîya Şah Abase Îranê.

Çend varîyantê me berevkirî wa destpê dibin:
Xurmîne, ha xurmîne,
Qiseta Xanê Çengzêrîne,
Ew jî raste, derew nine...

Bi kurtî serecema êposa "Dimdim" eve: serokekî kurdayî navdar û xweşmêr - Emir Xanê herema Mêrgewirê ji terefê Îranê revoçîyê hespê Şah Abas bûye.Carekê
Xanra derket cerdeke giran,

Eve cerdê revoyê wî teriqand...
Emir xan dijî tirka şer dike. Xan merîkî ji cerdê digire, çek û sîlihê wî jê destîne,
Ewî û cerdê li hev xistîye,
Heyştê mêr dikuştîye,
Sed axtirme dizivirandîye...

Xêlekê şûnda Emir Xan tê nas kirine wek seresker û mêrxasekî zor, nav-hurmeta wî gelekî bela dibe. Nava şerda destekî wî zendêda tê birînê. Bo qedir û hurmeta wî şahê Îranê dewsa destê birî jêra zenda zêrîn dide çêkirinê û bo vê yekê jêra dibêjin Xanê (Xanoyê) Çengzerîn (Xanê Lepzêrîn).

Emir Xanê çengzêrîn ne tenê sereskerekî navdar û mêrxas bû, lê usa jî nava wîda hisîna miletiyê pir bilind bû.Ew bi rastî pêşewitîyê miletê xwe bû, bona azadî û serxwebûna wî serê xwe dida. Qedir-hurmeta wî nava serokeşîrên kurdada bilind bû. Bîr-bawarîya serxwebûnê derdê wîyî herî mezin bû. Nava çend salada ew serê çîyê kelake zor û mitîn çê dike-bi hemû mecal-mikanên jîyînê, xweparastinê, cîyê zexîrê, yêra sitîya-keça, xulama, "derxist serekanî, bin rikinê kelêva deranî"...

Şahê Îranê pê dihese derheqa şênbûna wî warê kurdada û temûl nake. Bona riya serxwebûna kurda bigire, ew ordîke mezinva erîşî ser kela Dimdimê dike.

Hevt sala şer dikin, lê eskerê Şah nikare kurda bitewîne, bîne rayê...

Tenê bi destî xayîntîya Memûdê Melekanî Şah pê dihese cîyê riknê avê, ku tê ser kelê. Avê ser kurda dide birînê û wana dike derga mirinê.

Lê xweşmêrên Dimdimê heta kutasîyê şer dikin, xwe sax-sax nadin destê dijmin. Xanê Çengzêrîn û hogirêd wî bi mêranî xatirê xwe ji emir dixwezin, mêrxasî têne kuştinê, lê teslîm nabin.

Eskerê farisa dadikute kela Dimdimê. Şahê Îranê tacê seroketîyê hiltîne û raberî dîya Xanê Çengzêrîn dike, dibêje:

-Ezê avê berdim, avê bê kelê, eger tu dîn-îmanê me qebûl bikî. Dîya Xanê Çengzerîn dibêje Şah:

-Kafir, paşî van kura, van nevîya, van bûka, van xulama tu wan gilya minra dibêjî? Ez tu tacî nadim sere xwe, emê xwe bikujin, nave rayê naynin ser xwe.

Paşê cixara destê xwe davêje zexîra çek-sîliha û barûdê. Kelê diteqîne û temamîya esker li wir qir dibin...
Şerkarîya vê dema dîrokî rûpêlekî azadixazîya kurdaye here geşe. Qewmandinêd wê rêalin a bi we yekê qîmetê beyt-serhatiya me pir bilinde.

Temamîya qewmandinên vê demê bi hûrgilî nava pirtûka beşdarekî wan-Îskender Mûnsîye "Tarîxa alamarayî Abasî" -da hatine nivîsandinê.Tiştekî pir hewaskare, wekî bingeha qewmandinên pirtûka Îskender Mûnssî û ya zargotinê hev digirin û hîmlî mina hevin.

Derheqa van bûyerên dîrokîda nava gelê kurdada gelek varîyantên (şaxên) zargotinê hene: "Kela Dimdim", "Xanê Çengzêrîn", "Xanê Dimdimê", "Dimdim" û yêd mayîn. Me vê berevokêda sêzde varîyant cî-war kirine.Gerekê bê gotinê, wekî neh varîyantê êposa "Kela Dimdim"-êye bi zimanê ermenîya jî me berev kirîye, lê mixabin, ew destnivîsarin û nehatine çap kirine.

Êposa kurdaye "Dimdim" efrandineke bihagirane. Berî her tiştî ser bilindayîke mezin dîyar dibe qîmetê azadîyê nava kurdada. Ew sertacê her tiştiye, û gel hazire emire xwe bide rihîna wê.Ya duda, li wir em dibînin mîaserbûna mesela kurdaye eyan: "Şêr-şêre, çi jine, çi mêre".Mêrxasî û kirina dayîka Xanê Çengzêrîn nimûneke durcewahire ya mêrxasîyê û azadîparastinê. Û ya dawiyê:nava gelda pir, belabûna variyantêd "Dimdimê"-ye derheqa şerê kurdayî azadarîyê, hostatîya efrandarîya wê, sitranên wêva şedetîya wê yekêne, wekî kurd bindest bûn, lê neşikestin.

Nimûnên zargotina meye pir bihagiran hene. Di nava wan durcewahirada "Dimdim" cîkî herî layîqî mezinaya xwe digire.

Eyane, wekî kelefê kela Dimdimêye qedîmî li Îranê heta naha jî hene.

Hecîyê Cindî




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues