La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Kuştina Seîd Elçî û Dr. Şivan


Auteur :
Éditeur : Bîr Date & Lieu : 2005, Diyarbekir
Préface : Pages : 168
Traduction : ISBN : 975-00195-0-4
Langue : Kurde, TurcFormat : 135x195 mm
Code FIKP : Liv. Kl. Ver. Buy. 4841Thème : Politique

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Kuştina Seîd Elçî û Dr. Şivan

Kuştina Seîd Elçî û Dr. Şivan

Seîd Veroj

Bîr

Ne nan e, ne dan e, ne şiv û taştê
Ho rebiyo! Ev qas derd û bela ji ku te
Dewlemendi li me girt êdin em bûne xezan
Hiş serê me da nema, belê, mane gêj û nezan
Çavan jî bigre bila rohnayî bibe zulmet
Çi bibim pişka derd û xeman para me ket
Ma nifir li me bûye, kes pigar nabe me ra
Heval silav nadin, pirs nakin bav û bira
Re li ber me wunda bû, nizanim kuda biçim
Rebî! Tîna beecim sekinîne li ber çem.

Faiq Bucak



DESTPÊK

Bûyere kuştina Seîd ELÇî û Dr. Şivan, ji aliyê muhatabên xwe ve heta îro bi awakî zelal nebatiye aşkerakirin û ronî kirin, her dem bûye mijara (babeta) nirixandinên subjektîv. Rêxistin û kesên ku ji her du aliyan rasterast di nav bûyerê de cî girtine û ji aliyê xwe ve bûne şahidê zindî yê qismekî ve bûyerê, heta îro di derbarê vê bûy-era trajîk de daxuyaniyên rast û durist nedane xelkê kurd. Ev helwest, bi binek sedemên ne di cî de û problemên şexsî naye îzah kirin. Di encam de têkiliyen dîrokî yên civakî - netewî hene, ne bûyereke şexsî ye. Di nav vê pêvajoya dîrokî de umrê şexis û mirovan kurt e, lê yê civak û miletan dirêj e. Ji ber vê yekê ragehandina encama ceribandinên dîrokî-civakî bo neslên (qirnên) nûhatî, wezîfeyeke me ya civakî û netewwî ye.
Divê baş bête zanîn. ku di dîroka milet û civakan de, kiryar û mesûlên bûyeran yan jî subjektên bûyeran, berpirsyar in ku di nav pêvajoyeke dîyarkirî de li ser bûyeran agadariyên rast bidin xelkê xwe. Ev yek ji du aliyan ve girîng e: yekemin, daxuyanî û agadariya rast dê pêşiya polemik û .şiroveyên nerast bigre; ya duyemîn jî, ew mirov û civakên ku ji pratîka xwe ders dernexînin û bîra dîrokî bi wan re peyda nebe, di nav pêvajoya dîrokê de dubarebûna bûyerên bi ser wan ve bati, dibe mîsoger.
Du çavkaniyên bidestxistina agabdariyên rast hene: yekemin, agabdariyên kiryarên bûyeran; yê duyemîn jî, agabdarî û zanînên encama lêkolîn û lêgerînên li ser bûyeran e. Bêguman ber kesê ku bi armanca derxistin û têgeyiştina rastiyê, li ser bûyerên dîrokî û civakî lêkolîn û lêgerîn bikin, pêwîst nîn e ku bi xwe di nav wan bûyeran de cî girtibin. Lêbelê gotinên kiryar û şahidên bûyeran, ku hebe derxistina belgeyên derbarê bûyerê di radeya yekemîn de girîng in. Di nirixandina bûyeran de rêbaza rexnekarî bingeh e, lêbelê tenê bi serê xwe ne bes e. Divê em di nav çarçova pevgirêdaniya dîyalektikî de li ser bûyeran hûr bibin û bigehin çavkaniya wan.

Di vê çarçovê de li ser ronîkirin û zelalkirina bûyera kuştina Seîd Elçi û Dr. Şivan, rêbaza vê xebatê ev e, ku em daxuyanî û agahdariyên kesên mesul ên di radeya yekemin de û belgeyên di derbarê bûyerê de bigehînin rayagiştî, ku ew bi xwe şirove bikin, bi gotinên û faraziyeyên şerletanên sîyasetê ve girêdayî neminin.

Di dîroka her miletekî de hinek bûyer hene ku pêkhatina wan dibe destpêka qonaxek nû û di paşerojê de jî, ji bûyerên pirr girîng re rê vedikin an jî dibin sedemê peydabûna wan. Di vê çarçovê de, bûyera kûştina Seîd ELÇİ û Dr. Şivan, di dîroka siyasî ya nêzîk a Kurdistanê de du encamên girîng derxistine holê: Yekemin ev e, ku bûye sedemê merheleyeka nû, ku piştî bêdengiya 30-35 salan, du rêxistinên nûzayî yên tevgera kurd û çalakiya kadroyên wan û berdewamiya xebata wan rawestandiye. Yê duyemîn jî, bûye sedemê pêvajoyeke nû, ku di tevgera kurdi de riya fehma siyaseta xweperest, komplocîtî û dijwarî(tundrewî) vekiriye.

Dema ku dijwariya siyasî (tundrewiya siyasî) wek rêbaz û prensîbeke rêxistinî bête ditin û qebûlkirin, ev rêbaz, kuştin û tunekirina mihalefeta navrêxistinî û derveyî meşrû dike. Di tevgera Kurdistana bakur de ji destpêka 1900î bigre hate wê gavê, di nav rêxistinên kurdî de ev rêbaz nehatiye bikaranîn qasê ez dizanim. Bûyera kuştina Seîd ELÇî û Dr. Şivan, di nav çanda siyasî ya kurdî de riya vê fehmê vekiriye. Di nav rêxistinên kurd de û bi taybetî jî di nav PKKê de, îro jî, kuştin û înfazkirina bi sedan şoreşgerên netewî yên kurd, encama vê têgeyiştina siyasî ye. Bêguman ev têgeyiştina siyasî ya xelet, bi kurdan dest pê nekiriye û ne icada wan e. Dema ku di vê çarçovê de em li pratîka Rusyayê binihêrin; Stalîn, ji bo ku bi tevayî desthelatdariyê bidest bixîne, hemû endamên polît büroya Lenîn û bi sedhezaran şoreşgerên rusî bi ajaniya împeryalîzmê sucdar dike û wan dikuje. Heman tişt li Çine û gelk ciyên din jî pêk hatiye.

Bûyera Kuştina Seîd Elçi û Dr. Şivan jî, ji alîgir û hevalbendên her du grûban bêtir, di nav sîyaseta kurd de pêşiya rê û rêbazeke nû vekir; ku grûbên cuda yan jî di nav heman grûbê de fikrên ciyawaz û têkiliyên bi mihalefetê re, bi rê û rêbaza tundrewî bête çareserkirin. Vê jî di nav rêxistinê de tunekirin an kuştina reqîban peyda kiriye, bikaranîna rêbaza demokratî ji holê rakiriye. Ev jî, bûye yekji sedemê peydabûna fehma siyaseta komplocîtiyê di nav siyaset û rêxistinên kurdî de.

Heta ku em xwe ji fehma sîyaseta komplocîtî û xweperest xelas nekin, mimkun e ku bûyerên wisa her bi serê me de werin û têne jî. Ji ber vê yekê, da ku bûycrên wisa dubare nebin û berdewam nekin, divê perdeya li ser wan rabe ku ji aliyê civakê ve rast bêne têgehiştin. Di vê çarçovê de, lêkolîn û lêgerîna li ser bûyera her du Seîdan û derxistina rastiya wê wezîfeya her kurdekî ye û heta wezîfeyeke derengmayî ye. Ji ber vê yekê, munaqeşe û ronîkirina bûyera Seîd Elçî û Dr. Şivan, her çi qas dereng ketibe jî, li gor me hewldaneke pozîtîv û pêwîst e. Tevger û kadroyên netewî, bi ronîkirin û ders jê wergirtina bûyerên dîrokî û rojane dikarin pêş bikevin.

Rêbaza lêkolîna me ya li ser vê bûyera trajedîk ev e, ku em lênêrin û têgehiştina şahidên vê bûyerê dîyar bikin, ne ku her tişt bi aşkerekirina aliyê wî yê edli (dadî) ve girêbidin. Ez nabêjim aşkerekirina alîyê wî yê edlî ne girîng e. Digel vê, aliyê herî girîng ê bûyerê, têgeyîştin û dîyarkirina fehm û lênêrîna di mejîyê Dr. Şivan û hevalên wî de ye, ji ber çi sedeman dibe bila bibe, têgehiştina Dr. Şivan bûye teşwîqkarê bingehîn ê vê buyerê.

Ji bo vê yekê, me ji kesên di radeya yekemîn de girêdayîyê bûyerê xwestiye ku ji dûrî şiroveyên xwe yên subjektîv, rastiya bûyerê çi ye, wê bo me bînin ziman. Mimkun e ku ji herdu aliyan jî, tu kesek bi serê xwe tevayiya bûyerê nizanibe, lêbelê ku her kes ji aliyê xwe ve wêneyê pê dizane dîyar bike, dê bi giştî tablo jî dîyar bibe. Derxistin û zelalkirina rastiya bûyerê, ji bo hemû aliyan berpirsyariyeke dîrokî û netewî ye.

Bi tevî ku di ser bûyerê re 34 sal derbas bûye, hîn jî hemû kes û aliyên bi bûyerê ve girêdayî, naxwazin bipeyvin û agahdarî û belgeyên ber deste xwe bi me re parve nakin. Bi taybetîji alîyê Dr. Şivan de gotin û dîtinên Soro (Nazmî Balkaş), Zendo (Abdulkerim Ceylan) û Kurdo (Önier Çetîn) pirr girîng in. Heman demê agahdariyên Feqî Huseyn jî girîng in. Mixabin vê gavê ji van şahid û unsûrên bûyerê Soro, Zendo û Feqî Huseyn çûne ser heqiya xwe. Ji aliyê Dr. Şivan ve tenê Kurdo li jiyanê ye. Dema ku me di kovara Warê de dosyaya bûyera kuştina Seîd Elçi û Dr. Şivan amade kir, Soro û Feqî Huseyn li jiyanê bûn. Di serî de ez bi xwe û gelek heval û dostên din ji wan (Ömer Çetîn jî di nav de) xwestin ku agahdariyên xwe yên derbarê vê bûyerê binivsînin, lê hezar mixabin wan deng ji xwe derneanî. Omer Çetîn, pêşiyê ji min re got ku "Derwêşê Sado binivsîne û ez nivîsa wî bixwînim, ez jî dinivsînim." Bi tevî ku nivîsa Derwêşê Sado gehişte ber destê Omer Çetîn, dîsa wî deng ji xwe derneanî. Di hevdîtina me ya dawî de tiştê ku ji me ra got ev bû: "Heta nûha di derbarê vê bûyerê de deng ji hevalên min ên li Awrûpayê derneketiye, ez naxwazim tenê bi serê xwe binivsînim". Her weha Soro û Feqî Huseyn jî nenivîsandin, ta ku çûn rehma xwedê. Eger di ber destê zarokên wan de li ser vê buyerê tiştên nivîsandî hebin, ez hêvî dikim ku rayagiştî ya kurd agadar bikin û wan belge û nivîsan bidine çapkirinê.

Ez bawer dikim ku belge û daxuyaniyên di nav vê pirtûkê de, kêm-zêde dê gelek aliyên vê bûyerê bo me ronî bikin. Derbarê sedem û encama vê bûyerê de, ew pirsa ku Şakir Epozdemîr li xwe dike, bi rastî pirsa gelek mirovan e û pirsa her kürdeki ye, ku Kek Şakir dibêje: "Gelo çawa Dr Şivem vê xetayê kir, bi çi eqilî û ji bo çi?". Bi îhtimaleke mezin dema îfadegirtinê jî ev pirs jê hatiye pirsin û Dr. Şivan di îfadeya xwe de weha bersiva wê dide:
Parta me li yom sîstema merkezî dixebite (Md. 4 nîzamnameya navxwe PDK-T). Li gora Md. 14 benda f jî, karbidestên parti dikarin cezaya xiyanetê bidin û tenfiz bikin.

Pişti mehkenıekirina Scîd Elçi û Mihemede Begê, karbidestên parta me, li ser delîl û îtirazên herduyanı bawerî anî ku ev her du mirov xayinê miletê kurd û Şorişa Kurdistatanê ne û digel Eııtna Tirkatı ji bona puçkirin û kuştina ıııe xebatê dikin û ji bona hinde ıvezîfeji ıran re batiye dayin.
Li ser vê bawerî û qeneeta karbidestan, sikreterê tevayî Ferîdûn û sikreterê dudu Gavan bi hev re ji bona tenfîzkirina sûcê xiyanetê emir dane sê endamên parti û ev emir hat tenfîzkirin.
.... Û heqê me heye ku em wek şorişgerek hevalên we, dostên we û di bin xizmeta Şoriş de jî li ser tayinkirina karbidestên Şoriş daxwaz dikin ku li vê xeletiya me biborin. Ji ber ku di manayê bingehîn û li beranberê Şoriş û PDK de çi sûcê me nîne (Şervan Bûyûkkaya, İlk Anlatım).

Ev belge, yekemin belge ye ku di derbarê bûyerê de rasterast gotin û lênêrîna Dr. Şivan û hevalên wî diyar dike. Mimkun e ku hinek kes li ser rastiya vê belgeya li jorê, biguman bin. Ji ber vê, divê qeneeta rastiya li ser vê belgeye diyar be. Sîyasetmedar û lêkolîner Seîd Aydogınuş, ku digel çend kesên din yek ji tenzîmker û lêkolînerê van belgeyan e û di derheqa vê de weha dibêje:
"Ez jî di nav de em grûbek sîyasetmedar û lêkolînerên kurd, bi destûr û alîkariya Şervan Buyukkaya li ser van belgeyan lêkolîn kir û wan bi nivîsên din ên Dr. Şivan û Soro re rûberê hev kirin. Li dawiyê bi îtifaq em gihîştin vê encamê kû ev belge aîdê şexsên navborî ne."

Em dîsan li bersiva hinek pırsan bigerin, gelo têgehîştina fehma siyasî û rêxistinî ya Dr. Şivan çi bû? U çi qas tesîra wê têgehîştinê û çi qas tesîra rewşa siyasî ya herêmî û navnetwî ya wê gavê li ser pêkhatina vê bûyerê hebû? Yan jî her wekî ku hinek kes dibêjin "di çarçova şerê sar ê dijî kominîzmê de, operasyona kedîkirina sosyalistên kurd bû"? Meriv dikare pirsên wisa gelek zêde bike. Dema ku ew belge û hevpeyvînên di nava vê pirtûkê de bêne xwendin, ez bawer dikim xwendevan bi xwe dê bersîva gelek pirsan bibîne. Li gor dîtina min. tiştê ku Dr. Şivan teşwîqê vê yekê kiriye, digel xusûsiyetên wi yên şexsî, têgehîştina wî ya sîyasî û rêxistinî ye. Ev têgehîştin; li ser bingeha fehma rêxistina navendî ya otoriter, xweperest û komplocitîyê çêbûye.

Ji bo biliêzkirina van xusûsiyetan gelek gotar û tetbîqên Dr. Şivan hene. Ş. Epozdeinîr dibêje, dema ku em li hepisxanê bûn, Dr. Şivan di nav hevalên xwe de propagandayeke wisa belav dike û dibêje
"PDKT; wê referans bide me û em e derbazî Başûr bibin, li wir cî bigrin, kadroyên profesyonel perwerde bikin û partiya Scîd Elçî fesih bikin, partiyeke nûh saz bikin û riya micadeleyê di rêxistinek xweser a kurdî da bajon."

Li ser vê yekê, mînakeke din jî Seîd Aydogmuş weha tine ziman: "Qasê ku ez dizanim, lêkolîner û nivîskarekî nasyar ji bo wezîfeyeke belîkirî dibe endamê partiyê, piştî ku bi taybetî li ser hinek babetên ideolojik û politik cûdahiya lênêrîna xwe diyar dike û vê li dervayê partiyê jî tine ziaman, bi rêbazeke balkêş tête teswiyekirin ku Şivan ji wî re dibêje: ji ber ku parti fesih bûye wezîfa we jî xelas bûye!" Wekî din jî em dikarin van mînakan zêdetir bikin, lê îcab nake, hûnê di nav rûpelên vê xebatê de van , mînakan bibînin.

Tetbîqên rêxistinî yên Şivan û encamê ku jê têne derxistin, bûne çavkaniya fehma komplocîtiya Şivan. Di vî çarçovê de, li ser xebata pratîk a rêxistinî ya Dr. Şivan, İbrahim Guçlu weha dibêje:
"Dema ku xebata Dr. Şivan a wê demê bê lêkolîn û şirovekirin du-sê xalên girîng tên holê: 1. Dr. Şivan, ji bona ku qadroyan bikişîne nav xebata xwe, gelek qadroyên siyasi tehdit kirine û zor daye wan. 2. Dr. Şivan, gelek kesên li dijî hevûdu di xebat û rêxistina xwe de rêxistiye û gihandiye hev. Van kesan jî, ji hevûdu agahdar nekiriye. Ji bona wê jî, dema ku li hin ciyan ew rastiya derketiye holê, beşek kes ji berpersiyariyê bi awayekê jakobenî dûr xistiye û komite fesih kiriye. 3. Dr. Şivan, gelek qadro, endam û berpirsiyarên Partiya Demokrat a Kurdistana Tirkiyeyê, hevalên Seîd Elçi bi rê xistine, bi gruba xwe re hevgiredana wan pêk aniye, izin daye, ku endametiya wan ji duali dom bike."

Dema ku feraset û têgeyîştina te ya siyasî û rêxistinî ev be, niyeta te çi qas baş dibe bila bibe, ji dervayê nîyeta te pêkhatina bûyerên wisa mîsoger e. Di encamê de, bûyerên wisa li ser civakê gelek tesîrên neyini dikin. Ş. Epozdemîr, wê encama neyini wisa tine ziman “li gor ditina min; vê bûyerê, hem pêşiya her du Seidan û partiyên wan xetimand, heman deme, terza tekoşîna netewî û demokran ya gelê me jî şaş kir. ”
Di encamê de dixwazim li ser hevpeyvîn û belgeyên di nav vê pirtûkê de çend gotinan bêjim: ew hevpeyvînên di nav rûpelên vê pirtûkê de, qismek ji wan, di kovara Warê de hatibûn çapkirin û yên din heta nûha ne hatine çapkirin. Hevpeyvînen digel Mela Hemdî û Remezanê Îsa cara yekemin e têne çapkirin.

Ewên ku keda wan di vê xebatê de heye, bi taybetî Roşan Lezgîn ku di vê germa havîna Diyarbekirê de ji bo redaktekirina vê pirtûkê gelek zehmet xwar û Lûtfî Baksî û Naci Kutlay jî, ji bo bidestxistina hinek wêneyan zehmet ditin, bo wan hemiyan gelek sipas dikim.



Faîq Bucak
(1919-5 Temmuz 1966)


Faîq BUCAK yek ji serokcn tcvgera netevvî ya kurd e û her çi qas helbest-ên wî wekî pirtûkek nehat-ibiıı çapkiriıı jî, lıemaıı deme helbestvanekî \vekî Tagor e, kıı dı helbestên (şîîrên) xwc de felsefa xwe dilıone. Beşik çavkaııiya ev terzê lıelbestvaniya wî, bi giştî xwe dispêre çanda gclêrî ya kurd û bi taybetî jî aliyê wî yê folklorîk.

Di sala 1919 de li günde Hadro ya Soregê ji dayik bûye. Perwerdeyiya sere-tayî li Soregê temam kiriye, ya nevendî û lîseyê jî, li Ruhayê dest pê kirîye û li Dîyarbekir temam kiriye. Di sala 1939an de li Unîversîta Istenbolê di Kullyeya Hiqûqê de qeyd bû. Di salên xwendina xwe ya Istenbolê ...

 




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues