La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Heyv li esmanê Diyarbekirê


Auteur : Multimedia
Éditeur : Invandrarförlaget Date & Lieu : 1983, Borås
Préface : Pages : 120
Traduction : ISBN : 91-85242-69-1
Langue : KurdeFormat : 145x209 mm
Code FIKP : Liv. Kl. 258Thème : Poésie

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Heyv li esmanê Diyarbekirê

Versions

Heyv li esmanê Diyarbekirê

….
Bi xêr hatî Cumhûriyet (!)
Û tu jî Demokrasî (!)
Ku hun birçî ne
Malhazirî
Hêkerûn heye
Ku we bivê

Hunê bi xêr
Kengê herin gelo?


Bi avê bi nan

Bi avê
Bi nan
Bi serîhildana Roja mefermend
Di serê Sîpan
Û bi karîna me
Ewê
Bi zarî
Û bi nemana qidûm di çokan
Serî deynin
Ji Dehak
Ji Çar
Ji Şah
Rebentir bûn.
Ma nayê bîra wan
Mêran jinên xwe
Dê weledan
Davêtin ji xezeba me
Û revîn
Tu cî nivîn
Li wan sitarî nekirin
Bi avê
Bi nan
Bi jîn bişkifîna di bûtikên kulîlkan
Fermandarên fermandaran, her em in:
Bîhna me fereh e,
Lê,
Em neyên xezebê carekê...
Bila bi bîr bînin
Me,
Çiyayê Pentagonê
Mîna arvan
Bi hê ran
Çawa hêra li Vîatnamê,
li Îran
Û me
Çeka di destê Hîtler çawa kir dijminê serê wî
Û me çawa hejand Mûsolînî
Mîna dewkula li sêpiyê-
Li daran...
Bi avê
Bi nan
Bi dilopa xwêdana eniya xebatkaran:
Bê mefer û xemgîr mebin!
Nezîk e, bibişkife felatî
Di gerûya Rojê
Bi sariya
asiwayê
di navsera
SÎPAN
de.




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues