La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Mustafa Tanguner: Mêrxasekî Dilpak


Auteur :
Éditeur : Nas Ajans Date & Lieu : 2017-01-01, İstanbul
Préface : Pages : 122
Traduction : ISBN : 978-9944-221-20-7
Langue : Kurde, TurcFormat : 135x195 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Tur. Mus. Mar. 5730Thème : Mémoire

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Mustafa Tanguner: Mêrxasekî Dilpak

Mustafa Tanguner: Mêrxasekî Dilpak

Faris Medeni Marsil

Nas Ajans

Ev kitêb, ji nivîsên hevalên Mustafa Tanguneryên bi minasebeta 20 salîya salvegera şahdeta wî ango di sala 2005ê de hatine nivîsandin û piranî di kurdinfo.com de çap bûne de, pêk dihê.
Bu kitab, Mustafa Tangûner’in arkadaşlari tarafindan onun şahdetinin 20 yilinda yani 2005 de yazilmiş ve çoQu kurdinfb.com sitesinde yayinlanmiş yazilardan oluşuyor

Nuha axa biyaniyê te vedişêre
Nuha gullên di canê te de nefretê vedirêşe
Nuha kena te maka hêviyê ye
Û emê te têxin arşîva dîrokê

Ahmed Huseynî

 


MUSTAFA TANGUNER

(1.01.1959 - 4.11.1985)

Mustafa Tanguner (Tesvir, Naîm) di 1.01.1959ê de li gundê Kurdhecî yê Bismîlê hat dinê. Ji malbetekî feqîr bû. Xwendina xwe ya serete û navîn li Dibistana Leylî ya Farqînê kir. Li Diyarbekirê li Lîseya Senat xwend. Di vê demê de li Diyarbekirê û Bismilê di nav refên DDKDê de dest bi xebata rêxistînî kir. Universiteya Bogaziçi ya Stenbolê qezenc kir, lê ji ber sedemên aborî dewam nekir. Di 1978 / 79ê de li Ensituya Perwerde ya Diyarbekirê qeyda xwe çêkir. Di Enstutiyê de bêşdarî xebata xwendekaran ya akademîk bû û di têkoşîna neteweyî û civakî de ciyê xwe girt û di nav xwendekaran de hat naskirin û bû birevebirê DYOKD (Komeleya Kulturî ya Xwendekarên Bilind a Diyarbekirê). Di heman salê de bû endamê KIP (Partîya Karkirê Kurdistanê). Piştî ku di Nîsana 1979ê de li Kurdistanê û Tirkiyeyê Orfî îdare hat îlankirin û xebata legal a DDKDê hat sekinandin ew li ser dîrektîfa partîyê bi ilegal xebat xwe dom kir; di komîteyan de cî girt.

Piştî Cuntaya 12ê îlona 1980ê di şertên giran de xebata xwe domand; gelek caran hat girtin, hat şkencekirin lê dev ji micadeleya xwe bemeda. Di 20.01.1981 ê de çû Libnanê li kampên Filistiniyan de perwerdeya leşkerî dît. Li wê jî di nav hevalên xwe de teqdîr dît. Gelek caran ji mirinê xelas bû. Rêxistina wî di dawîya cotmeha 1981 ê de Mustafa şand Bûlgarîstanê ji bo xwendina bilind. Li Sofyayê di Fakulteya Felsefeyê de du sal xwend lê ser biryara partîyê dev ji xwendina xwe berda û di 24.03.1984ê de çû Danîmarkayê.

Li Danîmarkayê xebata xwe ya sîyasî û demokratîk domand; di nav Komeleya Demokratên Kurdistanê de xebat kir û rêveberîya wê kir. Li Danîmarkayê jî di nav heval û dostên xwe de wek têkoşêr hat naskirin. Ji alîkî ve endamekî girêdayê partîya xwe bû ji alî din ve jî dijminiya tu rêxistinê din nedikir. Bawerîya wî bi avakirina ‘Otorîteyeka Neteweyî' hebû; berjewendîyên neteweyî pêşîya her tiştî bû.

Di 4ê Mijdara 1985ê de saet 17.15ê de li paytaxta Danîmarkayê li Kopenhangê bi dîrektîfa birêvebirên PKKê bi komployekê hat kuştin.

Mezelê wî li Goristana Çoban Çeşme ya Yeni Bosna / Stenbolê ye.

... Bir arkadaşim vardi. Bir Gül’e sevdaliydi; sevda yüklü, sınırlar aşan, sınırlar dolaşan, aylar sonra adresine varan mektuplar yazardi.

Diyarbakir aile çay bahçesinde ailece, çocuklariyla birlikte gezmeyi oynamayi umut eden cumleler yazarlardı birbirlerine o sevgililer...

"Gel, şimdi karar ver, derdi, söyle ne yapayim, bizim gelişimizin dönûşû var mi? Demir perdeler arkasindayiz, gencecik kizi boşu boşuna bekletmek dürüstçe bir şey degil ki. Yazacağım, beklemesin beni, diye.” Karşıdan yillar sonra, sınırlar aşmış, elden ele dolaşmıs cevap geliyordu;"... ölünceye kadar seni bekliyecegim. Sen benden yana musterih ol, sağlığına, can güvenliğine bak, herşey düzelecek, hapis ise hapis, dağ isa dağ, gurbet ise gurbet... nerede olursan ol, hep seninle olacağım.”




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues