La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Çîroka Reşpoşan


Auteur :
Éditeur : Date & Lieu : 2015-01-01, İstanbul
Préface : Pages : 56
Traduction : ISBN : 978-605-84345-8-5
Langue : KurdeFormat : 135x210 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Fay. Cir. 5683Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Çîroka Reşpoşan

Çîroka Reşpoşan

Dana Fayeq


Peywend


Çîroka Reşpoşan her çiqas berhemeke ji hêla fizîkî ve kêmrûpel û biçûk be jî, ji hêla teşe, mijar û hemû taybetiyên xwe yên din ên edebî ve berhemeke xurt û qedirbilind e. Dana Fayeq ku mijarên çîrokên xwe yên di vê berhemê de bi giştî ji jiyana kurdan a berê û serpêhatiyên zarokatiyê wergirtiye, heta bibêjî bi rengekî estetîk, bi vegotineke xurt û ramaneke felsefîk, bi îmkanên hunerî yên edebiyatê ew gihandine asta dirûvê gerdûnî. Rexneya civakî, bi gotinek din rexneya li civaka kurd a kevneşopî mijara herî sereke ye di çîrokên wî de. Her wiha bîranînên zarokatiyê û hesreta rojên borî xalek din e ku balê dikişîne. Xwendevan dê ji vê berhemê, hemû tam û çêja berhemeke edebî ya xurt werbigire û jê hez bike.

Dana Fayeq - Di sala i975an de, li Silêmaniyê ji dayik bûye. Ji sala i998an vir ve di warê edebî de dinivîse. Pênc salan li heftenameya edebî û huneri ya rojnameya Kurdistanî Nwê de wekî endamê desteya nivîskaran, çar salan jî wekî endamê desteya nivîskaran ê kovara Ayînde û rêveberê nivîskaren kovara Gelawêjî Nwê xebitiye. Ev çar sal in jî li dezgeha çap û weşana Ser-demê wekî edîtorê rêzeya kitêban karê xwe didomîne. Çîrokên wî di gelek festîvalên edebî de xelat wergirtine. Hikayetî Reşpoşekan (2008) kitêba wî ya yekem e.



TERMEK LI BER TÊLDIRKÊ

“Xwedêyo... Çi dibû ku ne ji çaran sisêyê dinyayê, ji çaran çarê wê jî av bûya? Yan jî çi dibû, jiyana mirovan jî weke ya masiyan di nav avê de bûya?” Ev gotina wî hevalê min ê caran bû ku demekê dixwest fêrî melevaniyê bibe... Xeniqî.

Hevalê min digot: “Eger fêrî melevaniyê bibim, êdî her tim av e, careke din nayêm bejayê. Çimkî mirov tenê di nav avê de bi azadî û nemana sînoran hest dike...”

Ez berê bi wan hemû gotinên wî dikeniyam, ji ber vê jî hemû caran min bi henekî bersiva wî dida. Gelek caran ji ber van qeşmeriyan hevalê min aciz dibû, dilê wî dima. Lê belê piştî bîstekê min li ber datanî û pê re aş dibûm.

Demekê çûm ku termê birayê xwe ji ber têldirkê bînim, rê li min girtin, nehiştin gavekî tenê nêzikî termê birayê xwe bibim. Ku çend gavan piştî dîtina avê li ber têldirkê hatibû kuştin. Wê demê min bi girîngî û mezinahiya gotinên hevalê xwe fêm kir.

.....

 




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues