Dİ ŞÛNA PÊŞGOTİNÊ DE
Wexta min di destpêka 2014ê de biryar da ku dest bi vê xebata lêkolînê bikim ez nizanibûm Hîkmet Buluttekîn (Çeko) çend salî ye û ketîye nava tevgera Kurdî, lê ez zanibûm ew çûya bêşdarê şoreşa llonê bûye û li başûrê wêlat bi kurdî û bi cûreya nûçeyên reportajê rêzenivîs nivîsandîye. Ev bala min kişandibû.
Wexta min biryar da dest bi vê lêkolînê bikim ez zanibûm ew di partîya Dr. Şivan a PDK-T de bûye cîgirê wî û navê wî bi Doktor re dihê telefûzkirin, lê ez nizanibûm ew çi xwendîye piştî ez fêrbûm ew di xwendina xwe de gelek jîr û zêkî bûye ew hin zêdetir bala min kişand.
Bala min kişand ku di derbarê wî de tiştek nahê zanîn û hevalên wî jî zêde tişt di derheqî wî de nizanin. Wek bi serê derzîyê bîrê bikolim li vir û li wir min di derheqê wî de agahî berev kir. Lê agahî ne ew agahî ne û têr nake meriv di derheqê wî de bibe xwedîyê zanyarîyeke ku ruhiyeta wî zanibe ka çima ew di emrek weha ciwan de terka mekteba xwe û malbata xwe kiriye û bêşdarî têkoşîneka weha radîkal bûye.
Meriv Dr. Şivan hinek fehm dike, tiştên di derheqî wî de hatine nivîsandin û gotin de diyar dibe ku ew xwe mîsyonerek vê dozê hesibandîye; him hissî hem jî rasyonal fikirîye him xwestîye heyfa malbata xwe ku di qetlîama Dersîmê de hatine kuştin hilîne him jî bi tevayî Kurdistanê ji bin nîrê kolonyalîzma Tirkiyeyê xelas bike; kefenê xwe li serê xwe pêçandîye. Ev fikra rizgarîya Kurdistanê rûh û mêjîyê wî dorpêç kiriye û nikaribûye xwe jê xelas bike û ji bo ku xwe ji vê dozê 'rizgar' bike nikaribûye xwe îqna bike.
Çeko li gor Dr. Şivan ciwan e, ev ciwantîya wî û konjuktura wê demê tesîr lê kiriye; herweha ew Atmanekî ye, Atmanekî wek aşîret aşîretekê serê xwe ji yekê re natewînin. Hin hevalên wî dibêjin bawerîya wî ya bi dozê û bawerîya wî ya bi Dr. Şivan du fenomenên bingehîn in ku bêşdarî têkoşîneka weha radîkal bûye.
Li gel bawerîya wî bi Dr. Şivan re muşterekîya wî yên din jî hene; herdu jî di dema xwendekarîya xwe de jîr û zîrek bûne û di dibistanên dewletê yên leylî de xwendine û mektebên xwe bi dereceyên herî bilind xelas kirine.
Çeko bi xwe him jî di wan salan de, bi kurdî gelek nivîs nivîsandîye û gelek nivîs wergerandîye kurdî lê, di derheqê xwe de tiştek nenivîsandîye; ji xwe wê demê di derheqê xwe de nivîsandin ne karê şoreşgêr û welatperweran bû. Ew şoreşgerekî bi nav e lê, di derheqî wî de tiştek nahê zanîn. Di wan salan de û di wî emrî de ew bi karê ji xwe mezintir rabûye; di dema xwe de di nav wan neslên xwe de cîyekî wî yê taybet heye. Di civatek normal de û di welatekî azad û xwedîyê dewlet de ew bi her awayê piralî objekta lêkolin û nirxandinên taybet e; lê ez di çerçeweya ku ew nehê ji bîr kirin û keda wî ji bo neslên pişt wî ve bihê zanîn de, mam.. Ji xwe di nav ciwanên kurdan de yên ku naznavê wî "Çeko" ji xwe re hilbijartine û didin jiyandin, hene. Ez bahsa jîyan û têkoşîna xortekî 24-25 salî dikim ku ew di vî emrê kin de 6-7 salên xwe di doza têkoşîna kurd û Kurdistanê de bi dagirtî derbas kiriye.
Lê divê dest nîşan bikim ku ez bahsa salên 1960î û destpêka sala 70yî dikim; yanî bûyarên 45-50 sal berê dikim û yên ku aktor û şahîdên van bûyaran in di agahîyên xwe de bi taybet jî di warî tarîx û navan de tevlihevî dikin. Ev jî normal e ji ber ku herkes bahsa tiştê ku di serê wî de qewimîye, dike.
Hin aktor berê di kovar û malperan de di derheqê bûyaran de dîtinên xwe nivîsandibûn; min ji wan sûd wergirt lê, li gel wê jî dîsa ez bi wan re ketim têkilîyan û bi teferûat agahî ji wan wergirt; tiştên nezelal bûn û min meraq dikir ji wan pirsî. Sipasîya wan dikim.
Belgeyên KAKê hemû bi tirkî bûn; min vergerand bo kurdî û di bin wan de (Belge) nivîsand û orjinalên wan di beşa belgeyan de çap kir. Herwisa belgeyên destnivîsên Çeko yên orjînal ku min bidestxist hemûyan çap dikim.
Di vî warî de yên ku bûne alîkar ez sipasyên xwe ji hemûyan re dikim; ji birayên Gavan re, ji kurê Şivan re, ji hevalên wan re dikim; ji wan heval û dostên ku di derbarê Çeko de dîtinên xwe bi min re parve kirin re dikim. Herweha ji hevjîna xwe Selvî û zarokên xwe Robîn û Kevîn re jî dikim ku min carna ew bi tenê hiştin. FMM |