La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Çirûskek Ji Berxwedana Kobanê


Auteur :
Éditeur : Aryen Date & Lieu : 2017-01-01, Ankara
Préface : Pages : 144
Traduction : ISBN : 978-605-83043-3-8
Langue : KurdeFormat : 135 x 195 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Gez. Cir. 5172Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Çirûskek Ji Berxwedana Kobanê


Çirûskek Ji Berxwedana Kobanê


Aziz Gezik


Aryen

.....
Çîrokên vê pirtûkê didin xuyanîkirin bê wan rojan li vî bajarî çi diqewimî. Ez bawer dikim we nas kir ku ez li vir behsa Kobanê dikim. Ev hêlek e. Ji hêla din ve, ev çîrok bi destên zarokên Kobanê bi xwe, bi pênûsên keç û xortên wê, hatine nivîsandin. Ji ber vê ne tenê çîrokên ku hatine bihîstin û gotin in, ji wan bêhtir çavdêriyên rasteqîne yên nivîskarên çîrokan bi xwe ne. Herwisa hin ji van çîroknivîsan xwediyên serboriya wê qonaxa dijwar û giring in, ku Kobanê xwedî roleke berbiçav bû, ne di destnîşankirina qedera Kurdan tenê de, belê di destnîşankirina qedera herêmê bi tevayî de.

.....
Ji ber vê yekê û di encama xwendina van çîrokan de mirov digihêje baweriyeke weha ku pirtûka bajarekî hebe, wê ev pirtûk hêjayî hilgirtina navê "Pirtûka Kobanê" be. Dibe ku hîn gelek pirtûkên din li ser Kobanê û serboriya wê ya dîrokî bêne nivîsandin, lê wê ti pirtûk nikaribe vî navî ji çîrokên keç û xortên Kobanê, ku hem li ser axa wê dijîn û hem jî beşdarî dermankirina birînên wê dibin, bistîne. Min demeke pir xweş bi xwendina van çîrokan re derbas kir. Ev demeke dirêj e ku em bi kar, ked û li ber xwedana keç û xortên ku Kobanê bilind kirin asta sembolekê serbilind in. Niha jî em dikarin bêjin ku em bi nivîs û çîrokên wan ên ku ji nav kûrahiya giyan û hişên van nivîskarên ciwan derdikevin serbilind in. Min çîrokên vê pirtûkê bi hezkirineke mezin xwendin. Van çîrokan hem bi şopa lingên mirina di her çîrokê de, ez êşandim û hem jî bi zeftkirina gi-ringtirîn kêlîkên dîroka welatê me yê ku azadî hatiye ber deriyê wî, kêfxweş kirim. Ez nizanim wê kêfa her kesî ji çîrokên vê pirtûkê re bê yan na, lê ez wê yekê baş dizanim ku xwendevanê vê pirtûkê wê nikaribe careke din bi rehetî li herdu çavên welatê xwe yê tijî hêsir binêre û ji ber xwe fedî neke.


PÊŞGOTIN

Pirtûka Kobanê

Li cîhanê kêm caran li ser kurdan tê axavtin. Ji nişkê ve, di rojine biêş de ji rojên welatekî birîndar, ev dîmen bi temamî hat berovajîkirin û bajarekî kurdan di çapemeniya cîhanê de bû navdartirîn bajar. Li hin deveran wekî paytexta li ber xwedana cîhanê hat binavkirin. Çîrokên vê pirtûkê didin xuyanîkirin bê wan rojan li vî bajarî çi diqewimî. Ez bawer dikim we nas kir ku ez li vir behsa Kobanê dikim. Ev hêlek e. Ji hêla din ve, ev çîrok bi destên zarokên Kobanê bi xwe, bi pênûsên keç û xortên wê, hatine nivîsandin. Ji ber vê ne tenê çîrokên ku hatine bihîstin û gotin in, ji wan bêhtir çavdêriyên rasteqîne yên nivîskarên çîrokan bi xwe ne. Herwisa hin ji van çîroknivîsan xwediyên serboriya wê qonaxa dijwar û giring in, ku Kobanê xwedî roleke berbiçav bû, ne di destnîşankirina qedera Kurdan tenê de, belê di destnîşankirina qedera herêmê bi tevayî de. Di van çîrokan de em li bavê ku li gel keça xwe şer dike, li birayê li gel xwişka xwe, li keç û xortên ku ji dûr hatine û xwe li bêhna azadiyê girtine, li kal û pîrên heta dawiyê bi axê ve girêdayî, rast tên. Her yek xwedî rewşeke cihê ye, lê hemû di bin banê Kobanê ya bi mirinê dorpêçkirî de gihîştine hev û xewna jiyanê dirêsin. Taybetiyên van çîrokan ne tenê ji hêla naverokê ve, lê belê ji hêla form, ziman û şêweyên hûnandin û nivîsandina xwe ve jî xwe didin pêş. Gelek xalên hevbeş di nav çîroknivîsan de hene. Ji bilî ku hemû ji Kobanê û ji nifşê nû ne, xwedî zimanekî şayîk û bi şêweyê reyalîst çîrokên xwe hûnandine. Ev nayê wê wateyê ku her çîroknivîsek ji wan ne xwedî hin xisletên cihê be. Ji ber vê yekê û di encama xwendina van çîrokan de mirov digihêje baweriyeke weha ku pirtûka bajarekî hebe, wê ev pirtûk hêjayî hilgirtina navê "Pirtûka Kobanê" be. Dibe ku hîn gelek pirtûkên din li ser Kobanê û serboriya wê ya dîrokî bêne nivîsandin, lê wê ti pirtûk nikaribe vî navî ji çîrokên keç û xortên Kobanê, ku hem li ser axa wê dijîn û hem jî beşdarî dermankirina birînên wê dibin, bistîne. Min demeke pir xweş bi xwendina van çîrokan re derbas kir. Ev demeke dirêj e ku em bi kar, ked û li ber xwedana keç û xortên ku Kobanê bilind kirin asta sembolekê serbilind in. Niha jî em dikarin bêjin ku em bi nivîs û çîrokên wan ên ku ji nav kûrahiya giyan û hişên van nivîskarên ciwan derdikevin serbilind in. Min çîrokên vê pirtûkê bi hezkirineke mezin xwendin. Van çîrokan hem bi şopa lingên mirina di her çîrokê de, ez êşandim û hem jî bi zeftkirina giringtirîn kêlîkên dîroka welatê me yê ku azadî hatiye ber deriyê wî, kêfxweş kirim. Ez nizanim wê kêfa her kesî ji çîrokên vê pirtûkê re bê yan na, lê ez wê yekê baş dizanim ku xwendevanê vê pirtûkê wê nikaribe careke din bi rehetî li herdu çavên welatê xwe yê tijî hêsir binêre û ji ber xwe fedî neke.

Helîm Yûsiv

Şehîdê Warê Keça Xwe

Aras Hiso

Êdî şerê giran ji aliyê rohilatê Kobanê ve gihiştibû binaniya Miştenûrê. Gel, zarok û dayik hemû koçberî bakurê Kurdistanê bûbûn. Rênas jî li gel Apê Mihemed ê ku jê re digotin Hemedê Tekercî dixebitî, ji ber ku hevalan nedixwest ew tevî zarokên xwe koçberî bakur bibin. Ji ber vê yekê Apê Mihemed jî nedixwest dev ji axa Kobanê berde û xwest ku her tiştê ji destê wî bê bi hevalên YPG û YPJê re bibe alîkar. Lê mixabin êdî hawinên çeteyên DAIŞê li nîveka bajêr diketin, malbata Apê Mihemed mecbûr ma ku xwe li sînorê bakur biqelibîne. Apê Mihemed bi tekerên erebeyên hevalan ve mijûl dibû, bi mirûzekî tirş ji Rênas re got:

"Rênas zû ji min re kilîta 14-15 bîne!”
Wî ji tirsan baz da ku biçe kilîtê bîne. Hevalê Fedekar yê ku li ser cebheya xeta Rojhilatê disekinî, hat bi ser wî de sekinî û jê re got:
"Ya hevalê Mihemed ka zû ke malbatê derbas bike, berî ku tiştek bi wan were."
Apê Mihemed dev ji karê di destê xwe de berda û ji Rênês re got:

.....




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues