La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Ciweyna (perperoka li ser gula maçkirî)


Auteur :
Éditeur : Aryen Date & Lieu : 2017, Ankara
Préface : Pages : 64
Traduction : ISBN : 978-605-81987-0-8
Langue : KurdeFormat : 130 x 195 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Neh. Ciw. N° 5171Thème : Poésie

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Ciweyna (perperoka li ser gula maçkirî)

Ciweyna
(perperoka li ser gula maçkirî)

Hecî Nehsan

Aryen

...
min di bedana te de şopa gulan maç dikir
hingê navê te li mêla min nîn bû
hingê canê te li hêla min bû ciweyna

niha navê te ji her berîka ruhê min derdikeve
niha navê te di her kêlîka matmayînên min de dilerize

her çîrok xwe bi te vedibêje
her sibeh bi te re zer dibe
ez jî berê bi darê zorê hebûm
niha tenê bi te heme
û bi vê xeyala ku min bi destê xwe çêkiriye
...

Hecî Nehsan, di sala 1974’an de li gundê Korikê ku girêdayî Kobaniyê ye hatiye dinyayê. Ji biçûkaniya xwe ve bi wêjeyê re mijûl e. Hêçan / cerribîn û helbestên wî di kovarên weki Çirusk, Hawara Botan, Golik, Roza, W, Eylûl, Tîroj û Umuş Eylül de hatine weşandin. 21 sal in ku ji doza siyasî di girtîgehê de ye, niha li girtîgeha Tekîrdagê tê girtin. Berhemên wî:
- Zêmarên Çûyînê (Hêçan), Weşanên J&J, 2013 - Amed
- Agrîna (HelbestJ, Weşanên J&J, 2014 - Amed
- Nofa (ÇîrokJ, Weşanên Ar, 2014 - Stenbol
- Şîna Şevê (HelbestJ, Weşanên Ar, 2015 - Stenbol
- Arjenîka (HêçanJ, Weşanên J&J, 2016 - Amed
- Maha (ÇîrokJ, Weşanên J&J, 2016 - Amed



Em çendîn ji destanekê çûn a din

lingên hespên me şikestin

KOLANA DILAN

min sonda xwe bi dîwarê serê kolanê ve eliqand
min xwe ji bo te hilbijartibû
di ber deriyê xeyalgeha min re
pirr keç çûn û hatin*
di roja kincşûştina wan de
di xwîna wan a bêhn xweş de
li te digeriyam

di eynika rûyê te de li jinekê digeriyam
lê te strana xwe gotibû

baranekê ew kolan şûşt
soza min li erdê herikî
belkî dem tenê dema baranê bû
ma ji baranê çêtir çi heye
ku awazên vê kolanê bişo

* ji kolanên bajêr xweştir dikeniyan.

bêrî

min ji bîr kir dilê mirov çawa tê şikandin
min ji bîr kir mirov hev diterikîne
min ji bîr kir çawa zarok digirîn
min ji bîr kir çawa evîn diqedin
lê min bêrîkirin qet ji bîr nekir

.....




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues