PÊŞGOTIN
Helbestên "Dîwana Hestiyan” destdayîna jiyan û mirinê ne Gereke nazenîn e li giyanî Carinan siya darekê dixemilîne Carinan dibe straneke bêziman... Carinan nanek germ, carinan dibe aveke şêrîn... Carinan meş e, carinan êş e, carinan can e an jî cemal e Carinan dibe bilbil dixwîne, dibe xalxalok bi hêviyan re difire Dibe mirin, dibe kapek li ber qirikê Dibe peyva li ber sekeratê, carinan misqalek xew e Carinan reqsvaneke li ser keskesorê ye Çengek ax li welat zêde dike, carinan ji paleyekê re dibe hênikayî Carinan malekê ava dike, jiyanekê li dar dixe Carinan dibe nêrîna dawî, dibe qîrîna reşayiyê Vejînekê difûrîne, wahiyek pêk tê Pê re dibe wate, li ber ziraviya lavlavokan Dibe wênekar nîgaşan dineqişîne Carinan dibe kêliyek vehesîn Dimeşe ber bi siya sar ve Ji kerr û lalan re dibe berbejnek ji bo bihuştek welatî Dibe ba, bager, bablîsok, pê re dibe şer... Carinan dibe jehr, xwînê ziwa dike Ji jineke asê re kezî ye Li ber devê şivan bilûr e Dibe zelzeleyek di nava peyvan Dibe derdekî bêderman di nav "Hestiyên Dîwanan” de Dibe Derwêş dinale, dibe dayik dilore Ev helbest tiştek nebin jî Parçeyek heqîqet in...
G. Akin
Bazbend
"ez hem agir im hem jî qirşik û aliyekî min aliyê din dixwe û dihêre."
xelîl cîbran
vejîn
kalekî, darekî hişk nîşan da û got: "ma ev êdî şîn dibe?" ji rojê re
le îro keviran jî zîl daye li welatê vî kalî |