La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Nûbihar, n° 138


Éditeur : Pak ajans Date & Lieu : 2017, İstanbul
Préface : Pages : 96
Traduction : ISBN : 2147-8821-138
Langue : KurdeFormat : 195x275 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Cev. Nub. N°138Thème : Général

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Nûbihar, n° 138

Versions

Nûbihar, jimar 138

Suleyma çevik


Pak ajans


Havîn bû, meha tîrmeha sala I980an, ez bi hewarî çûbûm gundê Êzdîayî Hekko, ser nehiya Telînê. Rizgoyê Eto li bajarê Tibîlîsiyê emrê Xwedê kiribû. Hewarî ji gelek gunda û bajara hatibûn. Hekko diximximî, gundiya mêvan pareve dikirin ser mala û ber wana bi qedir û hurmet radibûn. Şîn ne rokê, ne duda dikişand. Xwarin, xewkirina mêvanên ji ciyê dûrhatî, xema gundiya gişka bû.

De Rizgoyê Eto merîkî biçûk nîbû, nava Êzdiyên Tibîlîsî û xelqê êlê navê wî giran û bi hurmet bû. Di pirsên giran da, dew û dozên ku di navbera Êzdiyan da diqewimîn, timê bi şêwr û qirarên vî camêrî safî dibûn. Bi gilîkî, gotinê wî li erdê nediman.

Ewî salên dirêj, ji destpêka bingehdanîna qayde-qanûnên Sovyetyê, li gundê Hekko derbas kiribû û paşê cîguhêzî Tibîlîsiyê, paytexta Gurcistanê bûbû. Gava temenê wî gihîşte...



JI EDÎTOR

Nûbihar, di Adara I992yan de berê wekî weşanxane, piştî heft mehan jî bi heman navî wekî kovareke xwerû bi Kurdî dest bi weşanê kir. Ji wan deman hetanî îro vê xebata me ya du baskî çaryekê sedsalekê qedand û bi sala îsal kete 25 saliya xwe.

Kesên çîroka zimanê Kurdî ya li Tirkiyê dizanin, ew kes maneya 25 salan jî dizanin.
Zimanê te bi salan li te heram bûye, mekteb û xwendin tune bûye, sîstema dewletê bi ruh û şexsiyeta te jî lîstiye, lêbelê dîsa tu li ser piya mayî û bi zimanekî “tuneyî” te roman, çîrok û helbest nivîsîne.

Li Tirkiyê kar û xebatên li ser Kurdan di her dewrê de zehmet in.
Hetanî sala 1991ê derxistina kovar û kitêbên Kurdî qanûnen qedexe bû. Li pey rabûna vê qedexeyê bi gelek weşanên din re Nûbiharê jî dest bi weşanê kir.
Wan salan dîsa li welat şer hebû, lê xebatên siyasî û karên çandî jî hebûn.

Di van salên borî de atmosfera siyasî çi wextê nerm û sakîn bûye saziyên wekî me ku tenê xebatên çandî dikin, karê xwe rehettir kirine. Çi wextê şer û siyaset germ bûye, saziyên çandî jî bi awayeke neyênî tesîr girtine. Jixwe ne mumkin e meriv tesîr negire. Çiqas tu xwe ji vê atmosferê dûr bigirî jî bi ser nakevî...

Di bîst û pênc salên borî de, salek-du salên dawîn netê, her sal radeya xwendevanan hêdî hêdî be jî bilind bûye. Bi taybetî jî di dema pêvajoya çareseriyê de hêviyek zêde di nav Kurdan de belav bûye û zimanê Kurdî bêhtir bala Kurdan kişandiye.

Dema şer ji carên berê bi şîdettir destpê kir, bi hezaran însanên me mirin, gelek kes koçber bûn, bajarên me ji binî ve xerab bûn û ticareta welat bi tevayî pêrîşan bû.
Ji bo aştiyê hêviyek mezin bi me re hebû, derbeyek mezin jî li vê hêviya me ket.
Ne tenê ev hêviya me şikiya, digel wê tirsek jî di nav xelkê de belav bû.

ji ber ku dewlet bi ser gelek cihan de çû, gelek kes bi tirs û endîşe dipirsin, gelo wê çi derkeve pêşiya me? Gelo wê tiştek neyê serê derûdora min; memûr ditirsin dibêjin, gelo ji karê xwe nebim, mamosteyên bi Kurdî eleqedar dibûn ketine endîşeya pêşeroja xwe... Ji derûdorê em dibihîzin, ji memûrên dewletê hin kes xwe ji xwendin û şopandina weşanên Kurdî dûr digrin û wan vedişêrin, heta min ji hinekan bihîstiye ku kitêbên cem xwe jî şewitandine...

ji aliyekî ve, ji her tebeqeyê însan hêvîşikestî ne û ji her tiştî sar bûne, li aliyê din jî ev însanên weşanên Kurdî dişopandin çavtirsiyayî bûne û ketine endîşeya pêşeroja xwe...

Piştî qedana pêvajoya çareseriyê îro rewşa weşangeriya Kurdî weha ye... Lê em dizanin û hêvîdar in ku ev tişteke demî ye û weha naçe. Di salên destpêka Nûbiharê de, di gelek rewşên xirab de jî me tu carî hêviya xwe wenda nekiriye û bi xêra vê hêviyê em gihaştine sala 25an.
Jixwe em dizanin, li pey her zivistanekê biharek, li pey her şevekê jî ronahiyek heye...

Süleyman Çevik

Apê Ego û Serpêhatiya Nivîsîna Poêma "Têlî Hemze"

Celîlê Celil

Havîn bû, meha tîrmeha sala I980an, ez bi hewarî çûbûm gundê Êzdîayî Hekko, ser nehiya Telînê. Rizgoyê Eto li bajarê Tibîlîsiyê emrê Xwedê kiribû. Hewarî ji gelek gunda û bajara hatibûn. Hekko diximximî, gundiya mêvan pareve dikirin ser mala û ber wana bi qedir û hurmet radibûn. Şîn ne rokê, ne duda dikişand. Xwarin, xewkirina mêvanên ji ciyê dûrhatî, xema gundiya gişka bû.

De Rizgoyê Eto merîkî biçûk nîbû, nava Êzdiyên Tibîlîsî û xelqê êlê navê wî giran û bi hurmet bû. Di pirsên giran da, dew û dozên ku di navbera Êzdiyan da diqewimîn, timê bi şêwr û qirarên vî camêrî safî dibûn. Bi gilîkî, gotinê wî li erdê nediman.

Ewî salên dirêj, ji destpêka bingehdanîna qayde-qanûnên Sovyetyê, li gundê Hekko derbas kiribû û paşê cîguhêzî Tibîlîsiyê, paytexta Gurcistanê bûbû. Gava temenê wî gihîşte kalbûnê, wî ji xwe ra û ji kevaniya xwe ra di goristana gund da ciyek bijartibû û bona duaroja xwe mala herherê ava kiribû; bi wê hesabê, wekî roja xatirxwestinê kes bona definkirina wî ser kolandina erdê bi kevir û zinara va tijî, zehmetiyê nekişîne. Gundiya biryar girtibûn, gava roj hat, şîneke giran bona wî xweşmêrî daynin, ji destpêkê heta dawiyê bi qayde-qirarên bav û kala, bi dîn û dirozgê Êzdîtiyê va wî verê bikin.

Roj hatibû, gundiya biryara xwe ji bîr nekiribûn: her tişt bi qewl-qirarê bav û kala bû, heylo kotel jî girêdabûn. Du hespên kihêl bi zîn-bûsat, gorî şertên şîna bava û kala xemilandibûn. Çawa edetê kotelgirêdanê bû, hesp diviya bi cil û bergê mirî bihata xemilandin. Wekî mêrxasbûna mirî bidin xuyakirin, çek-rihalên wî jî li ser diedilandin. Gundiya wa jî kiribûn, lê dewsa sîlehê wî tenê qemeke zîvîn girê dabûn.

.....

* Eva serpêhatiyek e ji kar û xebata Prof. Dr. Celîlê Celil, tecrûbeke dersjêgirtinê ye, çawa mamoste û rewşenbirên me divê bêhnfireh û bi armanceke xurt mînakên zargotina gel tomar bikin wekî wenda nebin. Nûblhar




Fondation-Institut kurde de Paris © 2018
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues