La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Nûbihar, n° 141


Éditeur : Pak ajans Date & Lieu : 2017, İstanbul
Préface : Pages : 96
Traduction : ISBN : 2147-8821-141
Langue : KurdeFormat : 195x275 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Cev. Nub. N°141Thème : Général

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Nûbihar, n° 141

Versions

Nûbihar, n° 141

Suleyma çevik


Pak Ajans


Bêguman her netew xwedî, resenî û taybetiyên otantîk in. Lê di nav gelên cîhanê de ê herî berbiçav gelê Japon e. Lew, ew di giraveke dorhêla wê bi oqyanûsê rapêçayî dijiyan û derfeta wan tunebû ‘ ku xwe bigihînin erdnîgariyên din. Van şert û mercan kir ku ew bi xwezayê re bi dostanî bijîn û dostê hev bin. “Haîkû” an “hayko” yek ji taybetmendiyeke wan a hêja ye.

Di nav Japonan de nivîsandina Haîkûyên serkeftî yek ji nîşaneya maqûliyê bû. Ji ber vê çendê di pergala gerdoyî ku sêsed sal domand û her şerê derebegitiyê bû, li Japonyayê her şervanê bi navûdeng diviyabû nivîskarek baş ê haykoyê jî be. Kesên ku roj tim di qada şer de mêr dikuştin bi êvarê re hildikişiyan qesrên xwe û li wir li baxçe temaşe dikirin û guh didan şireşira avê, dengê ba, berf, baran û temaşeyî heyv û esmên û stêrkan dikirin û diketin medîtasyonê. Roja din ew sê ristên jiber kiribûn dixwendin. Bi salan re ev jiyana bi sirûştê re lihevhatî û aram kir ku helbesta haykoyî bibe gencîneyeka balkêş a Japonan.

Peyva haîkûyê ji kîteya “hai”ku yê wateya sirûştê û ji kîteya ...



Jİ EDÎTOR

Ji jimara 141merheba!
Li welatên pêşketî û demokrat, çi ji bo çêkirin û guhertina qanûnan, çi ji bo pêşerojê û çi jî li ser meseleyên îdarî sîstema dewletê destûr dide ku xelk here ser sendoqê û gotina dawîn xelk bibêje.

Ev rêya maqûl û însanî, bi referandûmê welatiyan dike mudaxîl û şirîkê îdareyê û ji me re dibêje ku li wî welatî demokrasiyê cihê xwe girtiye.
Kurdan jî 25ê îlonê, di atmosfereke rehet de, di nava aştiyê de referandûmeke demokratîk çêkirin û ji %93yê dengdêran jî ji serxwebûnê re “erê” gotin.
Li van welatana gelek kes nizane hilbijartin çi ye, lê Kurdan rabûn referandûm çêkirin û dengê xwe ji bo serxwebûnê dan.

Paşê hûn dizanin çi bû; ji her alî ve nîfaq û fesadî xistine navbera me û ev sekna me bêmane kirin.
Helwesta Tirkiyê û îranê ji bo her Kurdê dunyayê birîneke mayende ye.
Li şûna me, milletek din ev referandûma bikira, jixwe tu qiyamet ranedibû.
Bi van gotinan naxwazim Kurdan ji xeta û qisûran paqij bikim.
Lê bila ji Kurdan tu kes, li ser mexlûbiyeta hinekên din ji xwe re li feydeyekê negere.
îxanet jî, mexlûbiyet jî kêmasiya me ye.

Çima emê îxanet bikin, çima emê mexlûb bibin? Çareya vê çi ye, em lê bigerin.
Berê jî gelek caran em ketine û rabûne. Sibehê çi firset wê derkevin pêşiya me, em nizanin. Kurd milletek qedîm yê vê coxrafyayê ne; her cara ku em ketine ji berê xurttir rabûne.
Dixwazim balê bikşînim ser çend maddeyan:

1-Me careke din dît ku dewletên dora Kurdan dijminê hev bin jî, li ser meseleya Kurdan di navbera wan de îtîfaqek ebedî heye. Dewletên dunyayê jî eger ji dostaniyê, eger ji menfîetê li şûna Tirk, Faris û Ereban îro Kurdan tercîh nakin.

2- Me careke din dît ku “kurmê darê ne ji darê be, zewala wê tuneye.” Wekî gelek caran îro jî em bi darbeya dijmin mexlûb nebûne.

3- Rast e, me kesî ewqas bertek nedipa; lê dibêjin, herkes li benda êrîşek weha bû, wê wextê çima rayedarên Kurdistanê tedbîr negirtin?

4- Madem em dewletê ava dikin, di kîjan dewletê de du artêş hene? Çima heta niha we pêşmergeyên xwe nekirine yek?

5- Divê Kurd weke millet bifikirin. Heta nebin millet, xêra hevudu nexwazin û yekîtiya xwe çê- nekin bi ser nakevin, dunya jî qîmetê nade wan.
Bi çend gotinan behsa vê jimarê jî bikim.
Piştî ku Berken Bereh edîtoriya helbestên me dike, qalîteyek aniye helbestên kovarê. Ji ber keda wî em jê re spasdar in.

Edîtorê me yê helbestê Berken Bereh di nivîsa xwe ya hêja de behsa şaîrên vê jimarê kiriye, ez jî hem ji wan re, hem jî ji rêzdar; Mustafa Dehqan (werger: Mehmet Şirin Filiz), Murad Celalî, Adar Jiyan, Mesûd Serfiraz, Bahadîn Hawar Kerboranî-Emrullah Deniz, Nihat Öner, Maruf Xeznedar (werger: Ziya Avci), Cîhan Roj, Shahin Bekir Soreklî, Abdullah Can, Nejla Sado, Besra Pîranî, Yasîn Osman Hesen (werger: Mehmet Yildinmçakar), Evdî Hesqera-Mahmûdê Hesbêra û
Hanefi Taşkın re spasî û malavayî dikim ku bi nivîsên xwe ev jimara Nûbiharê dewlemend kirine.

Çêkerê hevpeyvîna vê jimarê dîsa Nihad Gûltekin e. Nihad Gûltekin bi rojhilatzan, hunermend Aslîka Qadir re hevpeyvînek xweş çêkiriye.
Heta jimarek din bimînin di xêr û xweşiyê de...

SüleymanÇevik

Haykû

Berken Bereh

Bêguman her netew xwedî, resenî û taybetiyên otantîk in. Lê di nav gelên cîhanê de ê herî berbiçav gelê Japon e. Lew, ew di giraveke dorhêla wê bi oqyanûsê rapêçayî dijiyan û derfeta wan tunebû ‘ ku xwe bigihînin erdnîgariyên din. Van şert û mercan kir ku ew bi xwezayê re bi dostanî bijîn û dostê hev bin. “Haîkû” an “hayko” yek ji taybetmendiyeke wan a hêja ye.

Di nav Japonan de nivîsandina Haîkûyên serkeftî yek ji nîşaneya maqûliyê bû. Ji ber vê çendê di pergala gerdoyî ku sêsed sal domand û her şerê derebegitiyê bû, li Japonyayê her şervanê bi navûdeng diviyabû nivîskarek baş ê haykoyê jî be. Kesên ku roj tim di qada şer de mêr dikuştin bi êvarê re hildikişiyan qesrên xwe û li wir li baxçe temaşe dikirin û guh didan şireşira avê, dengê ba, berf, baran û temaşeyî heyv û esmên û stêrkan dikirin û diketin medîtasyonê. Roja din ew sê ristên jiber kiribûn dixwendin. Bi salan re ev jiyana bi sirûştê re lihevhatî û aram kir ku helbesta haykoyî bibe gencîneyeka balkêş a Japonan.

Peyva haîkûyê ji kîteya “hai”ku yê wateya sirûştê û ji kîteya “ku” yê wateya “valayî” an “esmên”
pêk hatiye. Budîstek Hîndû van her du têgihan bi vê gotinê li hev tîne; “bibine yek, wek lihevhatina esmên û valahiyê.” Ji vê jî ev derdikeve ku însan wek esmên, aram û zelal be fêrî jiyanê û sirra wê dibe.

Haîkû navê helbesteke Japonan ê kin e ku ji sê ristan Go-Shîchî-Go (pênc-heft-pênc) û hefdeh kiteyan pêk tê. Helbesta Japonî li ser vê helbestê ava bûye. îro jî her sal li Japonya mihrîcana haîkûyan tê lidarxistin û helbestvanên haîkûyan ên welatên din diçin vê mihrîcanê. Mîna figûrên çanda Japonan ên mîna xwarina xav, geisha, kimono, harakîrî, gulaşa somo, dêlindêzên çayê, yakuza û hwd. Haîkû jî piştî ronesansa Japonan li gelek deverên dinyayê belav bû û bi dilşadî hate pêşwazîkirin û bandoreke ecêb li ser helbestvan û helbesthezan kir. îro ro hema tu welatek nemaye ku helbestvanen wê ev cûre helbest neceribandine û nenivîsandine. Dîsa gelek Haîkûyên Japonî hatine wergerandin li zimanên din.

Gerdûna Haîkûyan

Haîkû rêwîtiyeke gewre ye ber bi dilê xwezayê ve. Em vê rastiyê di haîkû û ji jînenîgariya Başo ku avakarê wê ye de zanin. Ew ta dawiya jiyana xwe her ...




Fondation-Institut kurde de Paris © 2019
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues