La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Karîbarên Gelê Kurd


Auteur :
Éditeur : Genclik Date & Lieu : 2000, Bakû
Préface : Pages : 216
Traduction : ISBN :
Langue : KurdeFormat : 120x195 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Hep. Kar. N° 317Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Karîbarên Gelê Kurd

Karîbarên Gelê Kurd

Ahmedê Hepo

Genclik

Xwendevanê hêja! Dema ev berevok bona weşandinê amede bû, hate dilê min ku, derheqa beravkarê wêda çend gilîyan binivîsim.
Me ev birîyara bona wê yekê kir, wekî emir - jîyana nivîskar bi xwe rîya çarenûsa bi hezaran kurdanra derbaz bûye. Ew çarenûs rûpêlekî dîroka meye. Ger me wededa derheqa gellek nefsdarên xweda, derheqa kirinên wane qencda binivîsîya û xweykira îro ewê destê meda bibûyana çekek miqabilî dujmin, him jî bona wê yekê, wekî roja dahatî nijad û paşkar bizanibe Azerbaycanêda rewşa xwenaskirina kurdîtîyê çawa bûye, çawa hineka çedandine kurdîtî carekêva neyê bîrkirinê, erf - edet, çand, dîrok çawa hatîye parastinê, çawa boy xweyîkirin û pêşdabirina zimanê wêjeyî gav hatiye avîtinê.

Nivîskar, folklorzan, lêkolîvan û werger Ahmedê Hepo sala 1934 -a li gundê Şiranê (Naha ew gund tune), nehîya Qemerlîyê, rêspûblîka Ermenîstanê hatîye dunê.
Eva dewra rêjîma Stalîn bû. Dema Ahmedê tifal 3 salî bû malbeta wana tevî bi hezaran malbetên kurdên muselma ji Ermenîstanê hate nefîkirinê. Malbetên kurdaye nefîkirî li rêspûblîkên Asîya Navîn û Qazaxstanê hatine hêwirandinê. Malbeta bavê nivîskar - Hepoyê Bedo tevî çend hezar malbetên kurdan anîn derxistine rêspûblîka Qirqistanê, marza Celal - Abadê, avana Kok - Yangakê.


Ger nişkêva Xaliqê jorîn careke mayîn jîyan bida min, minê hemû salên jîyana xwe rewayî beravkirin, amedekirin, bernivîsara zargotina gelê xwe bikira. Ji ber ku erf - edet, zar - ziman, rûpêlên rîya şerkarîya azadarîyê, bawerîya roja sibêye geş di nava wê xemilêda hatîye parastinê / Ahmedê Hepo

XWENDEVANÊN HÊJA!

Kî evê berevokê bide destê xwe bixûne, bizanbe ev hemû wekokên ronahî dîtî ji kûraya sed-salîyan hatine gihiştine me. Me jî ewana bi hezar dijwarî, bi delîlî, monik-monik pey hev dane rêzên weşevanîyê.
Bona dewlemendîya zargotina gelê kurd bê ber çavan, me ji xezina zargotinê kulme karîbar -beyt - serpêhatî, çîrok, kilam - stran, dilok, pêkenîn û yên mayîn hildan dane weşandinê.
Me dem bi dem hinek ji wan binetaran rojnemên cuda - cuda da dane weşandinê. Çi ku cuda - cuda ronahî dîtine nivrîya undabûnêra derbaz bûne, lê efirînekêda ronahîdîtina xweva ewana wê rîya sedsalîyan qevz kin.

Çarenûsa Minê Sipîbe

Xwendevanê hêja! Dema ev berevok bona weşandinê amede bû, hate dilê min ku, derheqa beravkarê wêda çend gilîyan binivîsim.
Me ev birîyara bona wê yekê kir, wekî emir - jîyana nivîskar bi xwe rîya çarenûsa bi hezaran kurdanra derbaz bûye. Ew çarenûs rûpêlekî dîroka meye. Ger me wededa derheqa gellek nefsdarên xweda, derheqa kirinên wane qencda binivîsîya û xweykira îro ewê destê meda bibûyana çekek miqabilî dujmin, him jî bona wê yekê, wekî roja dahatî nijad û paşkar bizanibe Azerbaycanêda rewşa xwenaskirina kurdîtîyê çawa bûye, çawa hineka çedandine kurdîtî carekêva neyê bîrkirinê, erf - edet, çand, dîrok çawa hatîye parastinê, çawa boy xweyîkirin û pêşdabirina zimanê wêjeyî gav hatiye avîtinê.

Nivîskar, folklorzan, lêkolîvan û werger Ahmedê Hepo sala 1934 -a li gundê Şiranê (Naha ew gund tune), nehîya Qemerlîyê, rêspûblîka Ermenîstanê hatîye dunê.
Eva dewra rêjîma Stalîn bû. Dema Ahmedê tifal 3 salî bû malbeta wana tevî bi hezaran malbetên kurdên muselma ji Ermenîstanê hate nefîkirinê. Malbetên kurdaye nefîkirî li rêspûblîkên Asîya Navîn û Qazaxstanê hatine hêwirandinê. Malbeta bavê nivîskar - Hepoyê Bedo tevî çend hezar malbetên kurdan anîn derxistine rêspûblîka Qirqistanê, marza Celal - Abadê, avana Kok - Yangakê.

.....

 




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues