La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Zincîrbenda Yekrê - 2


Auteurs : |
Éditeur : Kovara muzîk û hunerê Date & Lieu : 1982, Sweden
Préface : Pages : 32
Traduction : ISBN :
Langue : KurdeFormat : 145x210 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Br. Kl. N° 72Thème : Musique

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Zincîrbenda Yekrê - 2

Zincîrbenda Yekrê - 2

Nûra Cewarî

Temo

Kovara muzîk û hunerê


Tu Zeyn, tu Zeyn, lê Zeynê! Zeynebê!
Tu Zeyn, tu Zeyn, lê Zeynê! Melhemê!

Baxce Zeynê kirkirk e, Zeynebê!
Baxcê Zeynê kirkirk e, melhemê!
Kirkirk e girte firke, Zeynebê!
Kirkirk e girte firke, melhemê!
Kondela çirke-çirke, Zeynebê!
Kondela çirke-çirke, melhemê!

.....






Diyarî,

Ji zurnavanê Kurdistanê Mihemed Xoşan ra diyari dikim.(dilovanîya xudê li ser) Yê ku bi çalakî ji bo jîneke hunerîn kar dikir û bi ser bilindî çû aramgehê. Yê ku li ser muzîka wî bi hezareha ji kiç û lawên bajarê "Zaxo" evîndar û hunerhez dibûn. Mixabin ku bajarê me bi şîn, xem û girîn hiştîye. Lê evîna wî her dem nava dilê me da dijît.

Bashir Botani

PÊSGOTIN

Hêjayan!
Bêguman e, ku miletên Kurdistanê bi zargotinê gelekî dewlemend in û nexasm e ji aliye stran û miqam wan, (Mixa bin ku ev zargotina hene li welat û bi awayeki baş, rêkpêkî û wesan bi eşkere her nehatîye komkirin û belavkirin. Tev ji ber sitema ku li ser welatê me dibarit. Li ser vê yekê jî dijminên welatê me zargotina me dizîn û ya xo kirine. wesan roj bi roj tête ji bîrkirin, namînit û dimrit. Hema ji ber van ûştan divêt em bi zanistî zargotina xo baş biparêzîn û vejînîn. Da ku em jî winda nebîn, ji kevnesopên xo bi dur nekevîn û li gel zargotina pîroz bi serbilindî bijîn.

Lê em çi bikin? Dema ku rewşenbîrên me pûte bi vê zargotine nadin û hole tegehiştine ku zargotin di vê demê da ne giring e û bo rewşa îro her bê sud e.

Bi rastî gerek e em li paşerojê binêrîn û li ser vê çaxê bikin. Wesan divêt qewilê me hebin ku bi erka xo rabîn. Da ku li gor karîna xo moyek ji zargotine biparezîn.

Delalan!
Berê zargotin li nik miletên Kurdistanê gelekî giring bû wesan pişkeke mezin bû ji jîna wan ya giran, zehmet û tarî. Lê yên ku îro bas têgehiştine ku zargotin pêwîst giring e, divêt bi xebata parastin û vejandina wê bi hev ra rabin û arîkarîya hev du jî her gav bikin. Hema ji ber van xalan zincîrbenda "Yekrê" hatîye meydana çanda kurdî. Wesan hîvîdar în ku hemû çemperên vê zincîrbendê bigehine destên we û bawerîn ku di paşerojê da hêj firehtir bibin. Ew jî li ser me hemyan dimînit, eger em li vê zincîrbende (weke gulistaneke tehnî, birsî, bêkes û bê xudan) bi çavekî bilind binêrîn û baş bizanîn ku derîyê wê bo hemyan vekirîye. Ji lewra mafê hemyan jî heye ku bêhin bikin û gulên xo jî tê da biçînin. Da ku gulistana me geştir û ciwantir bibit. Mebesta me ew e ku pişikdarbûna we ji bo parastina zargotinê serbilindîya miletên Kurdistanê ye.

Hunerhezan !
Di vê çempera 2-ê da du dostên jêhatî pisikdar bûne. Ya yekê xanim Nûra Cewarî ye. Ya ku li ser parastin, vejandin û belavkirina hunerê dixebitit. çar belavokên wê ji belav bûne, nivîsarên wê jî hene û li ser vê yekê jî pişikdarîya du cemperên "Yekrê" bûye. Weşan ez hivîdar im ku berhemên wê û yên Cemîla Celîl wergerînime zimanên dî. Da ku Gelên Sovyetistanê û Kurdistanê bi karên wan serbilind bimînin.

Ye diwê tenburvanê mezin Temo ye. Yê ku bi tine xo navên welat û miletên me bi zanistî bilind kirine. Ew ji dema ku kasêtekê û sêlikekê tomar kirine. Li ser vê yekê ji ew her dem pişikdariya ahengan dibit. Wesan ji du belavok bi zimanê ferensi belav kirine. Va ye ez çend straneke ji devê wî bi deng(note) berhev kirine û hêvîdar im ku her dem li ser xebata hunerin berdewam bibit.

Dostan.
Dumahik, hivîdar în ku berhema meya belavkirî, miletên Kurdistanê di paşerojê da sûdê jê bibînin. Hema di vê demê da tête gotin, ku me deynên xo dane û bi erka xo jî rabûne. Lê van rojan gelekî dûr in û tinê evîna me di vê çaxê da dijî. Lê laşên me namînin. Wesan mixabin, ku ez govend, şahî û henek li gel evîndarên hunerhez li ser vê hunerê û di vê demê da nakim.
Ta belavkirinên dî yên ku ez ji we ra berhev dikim, maç, evîn û silavên germ ji her mirovekî xudan wijdan ra pêşkêş dikim, her bijîn ji bo evîn, aştî û wekhevîyê. Wesan her bijî zargotina Kurdistanê. Da ku miletê wê bimînin û ji bo jîneke kamîranî û ronahî bi serbilindî bijîn.

(A) Ji Berhevkirinên N.Cewarî - Ermenistan

Tu Zeyn

Ailegretto

“tu zeyn tu zeyn tu zey – nê zey – ne – bê
tu zeyn tu zeyn tu zey – nê mel – he – mê”

Tu Zeyn, tu Zeyn, lê Zeynê! Zeynebê!
Tu Zeyn, tu Zeyn, lê Zeynê! Melhemê!

Baxce Zeynê kirkirk e, Zeynebê!
Baxcê Zeynê kirkirk e, melhemê!
Kirkirk e girte firke, Zeynebê!
Kirkirk e girte firke, melhemê!
Kondela çirke-çirke, Zeynebê!
Kondela çirke-çirke, melhemê!

Baxçê Zeynê pivaz e, Zeynebê!
Baxçcê Zeynê pivaz e, melhemê!
Pivaz e girti saze, Zeynebê!
Pivaz e girti saze, melhemê!
Cot siyara gaze-gaze, Zeynebê!
Cot siyara gaze-gaze, melhemê!

.....




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues