La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Sserfa Kurmancî (Tessrîf)


Auteur :
Éditeur : Pencînar Date & Lieu : 1997, Stockholm
Préface : Pages : 140
Traduction : ISBN : 91 972779 4 0
Langue : KurdeFormat : 130x195 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Ka. Ter. Sse. N°3814Thème : Linguistique

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Sserfa Kurmancî (Tessrîf)

Sserfa Kurmancî (Tessrîf)

Mele Elî Teremaxî

Pencinar

Me’lûmê te bibit ku telebe û fuqehayêd Ekradan heta tarîxa Hezarî, ’llmê Sserfê ji kitêbêd erebî el 'îbare weku kitêba Se’deddîn Teftazanî ku Se’dînî dibêjinê û ji Çarperdiyê û ji Se’dullah Gewre, ji van emsalêd kitêban îstinbatt û îxrac dikirin û îxraca ji kitêbêd erebî jî zaf dijwar dibûye.

Paşê di tarîxa Hezrî bi şûnve ji qezayêd Hekariyan di qeza Miksê da gundek heye Teremax dibêjin. Ji wî gundî navê Elî mirovike xoyzihn û îdrak û sahibhiş û fittanet peyda bûye, teleba ’ilm û funûnêd be’îd kirî, mideyekê li Bexda û Mûsil û Behdînan û Soran gerriyayî û mayî û xwundî û kesb, kemal û funûnê ’ilûm kirî. Di fenê ’llmê Sserfê da zêde miharet û risûx peyda -kirî.

.....



AGAHDARÎ

Ev pirtûka bi gewdê xwe piçûk lê bi bihayê xwe gelekî giranbi-ha, ji aliyê nivîskarê hêja yê nemir Elî Teremaxî ve hatiye nivîsandin. Lê mixabin çewa ku dema nivîsandina pirtûkê ne diyar e, herweha tarîxa jidayîkbûn û dilovaniya nivîskarî jî ne diyar e. Ji berhemên wî jî niha tenê ev pirtûk li ber destan heye, wekî din çewa ku M. Emîn Zekî Beg behs kiriye, hinekî li pêş tê dîtin.
Ev pirtûk heta dawiya salên Şêstî jî ku min di medreseyên Kurdistanê de dîtiye ne çapkirî bû, destxet bû. Feqî û melayên Kurd ên xetat vê pirtûkê bi dest dinivîsandin û jimarên wê zêde dikirin, li hevûdu belav dikirin û feqiyan ew dixwend.

Ez di 1986’an de rojekê çûme serdana mamoste Ferhad Şake-lî û em ketin behsa klasîkên kurmancî. Gava wî ev pirtûk da min, min nerî ku çapkirî ye û tê de hin agahdariyên zêde yên din jî bi devoka soranî li ser klasîkên kurmancî hene.

Tu nabêjî Dr. Marûf Xeznedar gava lêkolîn li ser belge û ber-hemên kurdî kiriye, li Bexdadê ev berhem dîtiye. Piştre wî ev pirtûk(a destnivîs) sererast kiriye û di 1971'ê de li çapxaneya "Dar-ul Zeman"ê daye çapkirin. Li ser pirtûkê weha nivîsiye: “Destûrî Zimanî Erebî bi Kurdî, Elî Teremaxî Sedey Huvdemî Zayînî."

Pirtûka mamoste Xeznedar tevek 66 rûpel e. Nivîsa vê berhemê jî, ji rûpela 29'an hetanî dawiyê ye.

Nusxeya vê pirtûkê a destnivîs, bi destên Mele Mehmûdê Bazîdî hatiye nivîsandin û wî jê re pêşgotineke kurt jî nivîsiye. îcar di salên 1857-58'an de gava ku konsûlê Rûsan A. Jabayî li Bakûrê Kurdistanê lêkolîn li ser ziman û çanda kurdî kiriye, Bazîdî vê destnivîsa xwe dayê.
Nivîskarê pirtûkê Elî Teremaxî, li gorî agahdariya A. Jaba:

- Ji gundê Teremaxê ye ku girêdayê bi Miksê ve bûye. Û Jaba gotiye ku Elî Teremaxî li Bexdadê û li medreseyên herêma Behdî-nan û Soranê jî xwendiye. Piştî ku medresê qedandiye, çûye li gundê xwe medreseyekê ava kiriye û dersa zarûkan bi kurdî daye.

Ev gotina Jabayî jî, her mîna ku jêderka ji pêşgotina Mela Mehmûdî ye.

Dr. Marûf Xeznedar jî gotiye ku, Mele Mehmûdê Bayezîdî ev pirtûk di 1274'ên Koçê (1857-58'ê Zayînê) de daye Jabayî ku ni-ha li Moskovayê li Akademiya Zanistî ya Rojhilatê, jimara destnivîsê c 1958, di binê parastinê de ye.

Basil Nikitin jî, behsa Elî Teremaxî kiriye û nemir M. Elî Ewnî jî di Tarîxa Kurd û Kiurdistanê de weha gotiye:

“Elî Teremukî di sedsala Hicrî IV de jîye. Li Termukiya di nav-bera Hekarî û Makûyê de ji dayîk buye. Pêşiya pêşî wî gramatîka kurdî nivîsiye. Pirtûka wî ya Meselokên Kurdî û helbestên wî li Frensayê Kamûran û Marauenitte wergerandine frensî. Her çiqas Ansiklopediya îslamê behsa hin weşanên wî yên din jî kirine, lê negihane destên me û navên wan jî nehate zanîn."

Ev pirtûk, di rêça rêzimaniyê de bi devoka kurmancî li ser rêzimana erebî hatiye nivîsandin; tewr, hawe û rewşa zimanê erebî ji zarûkên Kurdan re beyan dike. Herweha nivîskarî beşekê li ser rêzimana farisî jî nivîsiye û mînakên wê bi kurdî re rûqal kirine ku ango herdu ziman pir nêzî hevûdu ne. ji ber hindê bûye ku ev pirtûk bi dersîtî di medreseyên Kurdistanê de dihate xwendin. Bêguman çi zarûkê Kurd gava ku dest bi Xwendina Rêzê (Sserf û Nehw) dikirin, di destpêka pêşî de vê pirtûkê û Zirûf û Terkîba Mele Ûnisê Helqetênî dixwendin, piştre hêj dev bi pirtûkên bi zimanê erebî yên Sserfû Nehwê dikirin. Ha ji ber vê yekê ye ku rêzimana erebî ji zarûkên kurdan re hêsan dibû.

Min çendî hewl da ku ji bo tîpguhartina vê pirtûkê destûr ji mamoste Dr. Marûf Xeznedarî werbigirim jî, lê îmkana pêwendiya pê re çênebû, îcar min meselê ji mamoste Şakelî re got û “destûr“eke lêborînî wergirt. îcar tenê min rûpelên Sserfa Kurmancî wergerandin tîpên latênî û digel nivîsa wê ya bi tîpên erebî jî daye çapkirin.

Di nivîsa vê çapa Dr. Xeznedarî de hin lengî li gor devoka kurmancî çêbûne. Lewra çaxê ku min vê pirtûkê di destpêkaxwendinê de bi jiberkirin xwendiye, ne wisan bû. Tê de kemasiya daçekên weke da, ji, ji bo, ku û hwd heye. Îcar min ew di nava kevaneka guşdar de bi vî rengî [...] nivîsîne. Herweha kêmasiya hin lêkeran jî çêbûye û min ew jî wisan nivîsîne. Ji ber ku di pirtûkê de gelek bêjeyên erebî hene ku têgihaştina wan ji kesên nenasên erebî re zehmet e, min jê re ferhengokek jî çêkiriye û di paşiya nivîsa latênî de bi cih kiriye. Di ferhengokê de li ber bêjeyên farisî (F) hatiye nivîsandin, lê tişt li ber bêjeyên erebî tune.

Nivîsa Sserfa Kurmancî 26 rûpel e û li ser du beşan hatiye avakirin. Yek behsa rêzimana erebî dike, ya din jî behsa rêzimana farisî dike. Lê di herdu beşan de jî, mînakên kurdî cih girtine.
Nivîskar beşên pirtûka xwe wek di erebî de fessl nivîsîne. Bi tevayî 32 beş in. Her beşeke wê hawayekî cuda yê rêzimaniyê beyan kiriye, mînak anîne û bi yên kurmancî re rûqal kirine.
Ev pirtûk di nava klasîkên kurdî yên bi devoka kurmancî de, ya herî baş e. Bi umîda ku feydê bide ziman û çanda kurdî û xasma ji bo Kurdên Bakûr bibe alîkar me ew wergerande tîpên latênî. Herweha pê Pirtûkxana Kurdistanê jî dewlemendtir dibe.

Zeynelabidîn Zinar



Muqedîma ’Ilmê Sserfê û Be’zî Ussûlê Lazîme yê Te’lîmîye bi Zimanê Kurmancî
Muqedîma Behsa Mussenifî û Mûcidê Sserfê di Nêv Ekradan da Tête Beyankırın
1274 H.

Me’lûmê te bibit ku telebe û fuqehayêd Ekradan heta tarîxa Hezarî, ’llmê Sserfê ji kitêbêd erebî el 'îbare weku kitêba Se’deddîn Teftazanî ku Se’dînî dibêjinê û ji Çarperdiyê û ji Se’dullah Gewre, ji van emsalêd kitêban îstinbatt û îxrac dikirin û îxraca ji kitêbêd erebî jî zaf dijwar dibûye.

Paşê di tarîxa Hezrî bi şûnve ji qezayêd Hekariyan di qeza Miksê da gundek heye Teremax dibêjin. Ji wî gundî navê Elî mirovike xoyzihn û îdrak û sahibhiş û fittanet peyda bûye, teleba ’ilm û funûnêd be’îd kirî, mideyekê li Bexda û Mûsil û Behdînan û Soran gerriyayî û mayî û xwundî û kesb, kemal û funûnê ’ilûm kirî. Di fenê ’llmê Sserfê da zêde miharet û risûx peyda -kirî.

[Elî Teremaxî] di zemanê xwo da nê [erê] qewî zêde meşhûr û me’rûf bûye. Û belku heta niha jî nav û nîşanêd wî di Kurdistanê da heyîn.

.....




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues