La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Pêşeriya Hewisina Zmanê Kurdi - II


Éditeur : Melsa Date & Lieu : 1992, İstanbul
Préface : Pages : 144
Traduction : ISBN : 975 - 345 - 007 -9
Langue : Kurde, TurcFormat : 135x195 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Tur. Sag. Pes. N° 2266Thème : Linguistique

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Pêşeriya Hewisina Zmanê Kurdi - II

Pêşeriya Hewisina Zmanê Kurdi - II

Feqi Huseyn Sağnıç

Melsa

Civaka Kurd ji her alî ve li pey dem û civakên hemdem hatiye hiştin. Ev rastiyeke û ji hela hemû kesen demokrat, pêşverû û realist ve tete pejirandin. Lewma qeyden koledariyê li zimane Kurdî jî hatine xistin. Zimanê Kurdî di çi demeke dîroke de îmkan û derfeten ku bibe zimanê nivîsê û xwe pêş bixe nedîtiye. Hêzên desthelatdar zimanê Kurdî jî dagîr kirine. Ger hinck kesan bi geftûleftên xwe yên kesanî çend pirtûk, kovar an jî nivîsar û ferhengok wecşandibin jî, ev ji çarçivecyeke teng û bi sînor derneketiye, bi tenê di nava çend rewşcnbîr û entellekluelan de maye. Di van salên dawiyê de, civaka Kurd ji binî ve tête guhertin, civak serûbin dibe. Ev serûbinbûna civakê bi tekoşîna pêşengên gel, serîhildanên girseyî û daxwaza gel xwe rizgar- kirine ve girêdayî ye. Gel dixwaze ji her alî ve li nirxên xwe yên neteweyî, weke ziman, çand, tore, huner û ...hwd. xwedî derkeve, wan di ber çavan re derbas bike û ji nuh ve ava bike.

.....



PÊŞGOTIN

Zman, jibo her netewe, gel û kesira xima mrovaniye. Ximek welêye ku bê ’wi drıst tu kar û xebat nayê kırın. Divê bête zanin ku xıma xaniyan bi hesin û çimentoyê tête zinde krın, lê zman bi xwendin û nvisandınê zınde û tekûs dibe. Ew ji bı dest avêtına pır kesan û bi xebatên curbecur pêk tê. Mina her kari zman ji çqas bête tekûs krın ew qas zêde wec jê tê ditin. Pêşi gelê bi wi zmani daxêve wec jê dibine, dura cinar û heya digihije gêlên dni tev. Winda bûn an ji winda krına zmanek ji wlo ye. Pêşi ziyan dıgıhije gelê wi û dûra bı ali gelên dınêve dihere. Bi kurtasi wında bûn an ji wında krına tu zmani, ji ziyani pêştir wecê tu kesi têda tune. Pzo di dnida hındek mirovên paşvemayi û njadperest hene, jı benga njad û bı baleya xwe radihijne zmanê gelê bindest, û pşavtina wi dixebıtın û ji bê hşiya xwe dızanın ku jı netewê xwe ra karek dikin.

Mrovên zana tev dızanın ku Şehrezaya Misrê ya kevn bi zmanê Qipti hatibû hmatê û ghijtibû gehinekek wsan ku dikariya ronahi bidaya tevê gerdûnê û gelê dni jê wec bidita. Gava Ereban zmanê Qipti pşavt Şehrezaya Misrê ji pêra pşivi. Ji vê bûyerê Ereban ji, Misri (Qipti) yan ji û gelê gerdûne tev ji jê ziyan ditın. Ji ber vê yekê di dnida pçûk û mezın çqas zman hene divê bêne parastın û parastına wan ji peywira her kesiye.

Xwendevanên hêja, mitliq nizanın ku ez tera vê xebatê nakım jı mınra ari krın dıvê. Dı nvisandına pirtûkên pêşida jı bil Mele İsmet ariker mın ne peyıdand. Bı kotek û iza û dı bê çareyêda ew pırtûk hatın nvisandın. Ez hzırim, mın got bele jıbo nvisandıne ariker ne peyıdin lê pişti weşana van pırtûkan rexneker wê hcbın, rexne bıkın, em ji di ronahiya wan rexnanda çewtiyên xwe bızanin û zmanê xwe pêşve bibin. Gava mın dit ev ji pêknehat. Ani heya iro dı derheq çewti û kemasiyen pırtûkanda tu rexne jı mın ra ne hatıne ku ronahi bide mın û ez ji xwe û pırtûkan nû bıkım... Teni sê gazindên ku peywendiya wan jı reş krınê pêve tuneye, hatın guhê mın û ez perişan bûm : 1- (Jıbo pırtuka pêşi) kaxiz û çapa wê ne başe. 2-(Jıbo herdu pırtûkan) em tegıha hinde peyvan nızanin. 3-Çra dı weşanxana MELSAyê da hatıye çapandın... De wıre lı van rexnan binere! Ez jı herse gazından ji bêzi dikim.

Jı xwendevanan tka dikim ku rexne dı peywendiya çewti û kemasiyen pırtûkanda bit û jı mın ra ji bête nvisandın.

Gelek lı ser rewşa "Pêşeriya Hewisina Zmanê Kurdi” rawestam, yani bê dbistan, bê mamoste, bê televizyon, bê radyo û bê teyb ji çara hinbûna zmanan çawan dibe? Lê geram, di tu zmanê gerdunêda rasti rewşek wlo ji ne hatım. Lewma gelên dni tev ji çarên wan hene ku bi dbistanan, mamostan, televizyon û bı radyo zmanên biyani bi hêsani bihewisin û zmanê xwe ji bidın hewisandın. Em ji vê yeke mehrûm in. Ji ber vê mehrûmiyê pır ponıjim û min biryara xwe da, çawan di pirtûkê da ji dixwiye ku pêşi bê wergerandin bı Kurdi metnek danım. Paşi ji bi wergerandina Tirki rêziman û ferhengok binivisim. Jı bo her seyek ev rewş bete disa krın û wlo hate danin ji.

Di nêv metni da peyv çawan dervaz bûye (ani hatıye bıkaranin) bi grani wlo dervazê ferhcngokê bûye û jıbo her seyek lı dû rêzimani ji bi meinive grê daye. Li dawiya hemi metnan ji an pırs hatine krın, an ji dane hewisandin hatıne danin.

Gorê zanina mın bi vê rewşê û bi qasek ji xwe reht krınê çara hinbûna zmanê bê çaran dê bibe. Şxwe hûn dizanın ku di gerdûnê da ku karek bi hêsani pêknayê. Heke iro hûn bi Tirki an ji bi Ingilizi rind dikarın binivisin û bixwinın mitliq we pır emek lê daye, lewra ew guncan ketye deste we. Ku we bivê hûn bı Kurdi ji baş bihewisin, pir binıvisin û pır bixwinın. Gotına mezınan "Rınd krın jı pır krinêye” dıbejın. Ani çı şol dibe bıla bıbe gava tu pır bıki, pır emek lê di wê rınd hinbi, rınd biki û rınd bizani..

Qey ne şerme, ne fhête ku meri zmanê biyani ji zmanê dayika xwe çêtir bizane? Ma ne şerme û ne fhête ku em zmanê xwe yê dewlemendê dêrin dışemırinin û xzan dikin?.. Ma qey ne şerme jı mera? Ku beşek ji biyaniyan "Kurd tune kerkurt hene, zamanê Kurdi ji tune, zmanê kertkurtu heye û pır xzane ji" dıbêjın.

Gelo dema nişa dana dewlemendiya zman û mejo ya Kurdan, ne hatıye? Wê kengi bê? Wê ki nişa bide? Maqey nebese?

Feqi Huseyn Sağnıç
Tirmeh 1991




Fondation-Institut kurde de Paris © 2019
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues