La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Fêrbûna Zimanê Kurdî


Auteur :
Éditeur : Dar el-zeman Date & Lieu : 2006, Șam
Préface : Pages : 78
Traduction : ISBN :
Langue : Arabe, KurdeFormat : 140x200 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Ara. Ism. Fer N° 2436Thème : Linguistique

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Fêrbûna Zimanê Kurdî

Fêrbûna Zimanê Kurdî

Ebbas Ismaîl

Dar el-zeman

Di vê pertûkê de, mamosta Ebbas Ismayîl xwestiye lipêka teknîka jorî ya rêkxistina daneyên ziman Elîfbêya xwe danê. Bi rastî danîna pertûkên hînkirina ziman li ser vê rêbazê karekî rast û druste, lê ev rêbaz di awayên danînê de û di teknîk û mêtodên xwe de pêwîstî bi şêweyekî taybetî heye, ku ev jî di vê pertûkê de nîne. Ji bilî ku danîna şêweyên taybetî û çapkirina wêneyên rengîn bihakî giran jêre divê.

Beşdariya min di vê pertûkê de, her ew jî di çarçêweya rastkirina rênivîsê de hatiye, herweha min ev pêşgotin û çend parçe têkist jêre danîne.

Li dûmahîka vê pêşgotinê ez û danerê vê pertûkê, Ebbas, bi germî supasiya wî welatperwerê Kurd (E.E.X.S) dikin, ku mifayê çapkirina vê Elîfbayê pêşkêşkir. Supasî bo herkesê ku beşdariyê di xizmeta wêje û ziman û rewşenbîriya Kurdî de bikê, çi bi pênûsa xwe, û çi bi perê xwe û çi bi arîkariya xwe.



PÊŞGOTİNEK KURT

Tiştê herî giring û pêwîst ew e ku şagirtê zimanê Kurdî bizanê, ka çawa Kurd bi zimanê xwe dipeyivin û taxêvin, wusa jî dinivîsin û dixwênin, ango xwendin û nivîsîna zimanê Kurdî gelekî nêzîkî hevin. Vê yeka han hînkirina xwendin û nivîsîna zimanê Kurdî pir hesanî kiriye, ku ev destûr û yasayên han di gelek zimanên cîhanî de nînin, nemaze wek Erebî û Inglîzî û Frensî... htd. Lewre jî şagirtê zimanê Kurdî dikarê bi zûtirîn dem hînî Kurdî bibê.
Gava pêşî di hînbûna Kurdî de her ewe ku şagirt xwe fêrî awayên dengkirina deng û tîpan bikê, û bi dûde jî xwe fêrî awayên rênivîsa van tîpan di peyv û ristê de bikê, ji bo ku fêrî hersê yasayên bingehîn bibê:

1 - Çawe zimanê Kurdî tê dengkirin.
2 - Çawe ew deng têne nivîsandin.
3 - Çawe ew tîp têne xwendin.
Dema ev hersê yasayên hînbûnê bicî tên, têgeyandin û danûstandin bi ziman navbera mirovan de drust dibê.

Tîpên Kurdî:

Wek çawe Celadet Bedirxan daniye, Elfebêya Kurdî ji sih û yek tîpan pêktê, ew jî evin:
a b c ç d e ê f g h i î j k l m n o p q r s ş t u û v w x y z.

Tîp ji aliyê durvê xwe ve di nivîsînê de, bi du texlîtan diyar dibin:

1- Tîpên hûr:
a b c ç d e ê f g h i î j k l m n o p q r s ş t u û v w x y z

2- Tîpên girs:
A B C Ç D E Ê F G H I Î J K L M N O P Q R S Ş T U Û V W X Y Z.

Dengdar û dengdêr:

Tîpên zimanê Kurdî ji aliyê dengdanê û bilêvkirina dengên ziman ve, dibine du nifş :

A- dengdêr:
dengdêr ew dengin ku hewa wusa derdikevê bê ku endamek ji dev di riya hewayê de rawestê. Ji van dengan re (vowel = dengdêr) dibêjin, ew jî heştin:
a e ê i î o u û

Dengdêr du texlîtin:

1- Dengdêrên kurt ku sisêne:
(e, i, u)
2- Dengdêrên dirêj ku pêncin:
(a, ê, î, o, û)

Di sîstima ziman de peyv yan bêje nikarê li ser bingeha dengdêran tenê xwe ava bikê, pêwîstî bi dengdaran heye ji bo ku peyv û riste û gotin bi şêweyekî drust pêk werê.

B- Dengdar:
Dengdar ew dengin ku hewa ji zengelorê ta di dev û bêhvilê re derbikevê, pêrgî hin organan dibê, ku her ev jî şêweyekî taybetî ji deng derdixê, bo nimûne dengê (m) û (p) bi riya organa lêvê drust dibê.... htd.

Di elfebêya Kurdî de 23 dengdar hene, wek ku Celadet Bedirxan destnîşan kiriye. Eva han jî gelekî nêzîkî li rastiya sîstima dengsaziya ziman kiriye. Inca tîpên dengdar evin:
b c ç d f g h j k l m n p q

Ziman:
Ziman bi alîkariya van herdu nifşên dengan: dengdêr û dengdar drust dibê, û bêje û peyv wusa şêweya xwe distênin û her yek ji wan watayekî taybetî didê. Bo vê yekê me du lîste ji peyvên Kurdî, ligor hatine her dengekî yan her tîpekî danîne, ew jî evin:

Dengdêr:
A a / Dar, zar, kal, şar, gar, çak, jar, bar, ban, par
Ê ê / dêr, zêr, kêl, şêr, gêr, çêk, jêr, bêr, bên, pêr
Î î / dîrok, zîrek, kîl, şîr, gîr, çîk, jîr, bîr, bîn, pîr
I i / Diran, zirç, kil, şir, gir, çik, jîn, bira, bin, pir
E e / Der, zer, kel, şer, ger, çek, jen, ber, ben, per
U u / Dur, zume, kul, kun, gur, kuç, kund, kur,
U û / dur, zû, kûr, şûr, hûr, çûk, tûr, bûk, bûn rût
O o / Dor, zor, kol, şor, gor, çok, tor, bor, bo, por

Dengdar:
B b / Bazin, bazin, Kezeb, kezeb, rêncber, berber
P p / Pak, pak, kopal, dep, kepû, pêbend, hesp
Q q / Qêrîn, qêrîn, qaz, qeseb, porqij, devqîç,
C c / Cuwan, cuwan, cok, ceng, Xecê, gênc, cot
ç ç / Çuwal, çuwal, çar, çeng, kêç, keçel, çepel
D d / Dıran, diran, diz, doz, dêz, das, badan, sed
F f / Fırî, firî, maf, nof, nifş, berf, derf, Fatê,
G g / Gernas, giran, Goran, gêre, dagîr, gur, deng
H h / Hişmend, hezar, hêz, Şehnaz, hoz, har, hûr
J j / Jarman, hejar, jiyan, ez jî ji gund hatim, kej
K k / Kurdistan, kul, kox, rakirin, şapik, keçek
L l / Leyla, lorandin, lal, lolo, lêlê, lalezar, mil
M m / Mizgîn, Xanim, masî, morî, mustrang, mû
N n / Nazdar, Xatûn, nûroz, zinar, narîn, şewnem
R r / Rêzan, raz, rez, berjor, Berzan, rêber, lewre
S s / Sînem, Sîno, sor, nivîsîn, sûtin, saz, nenas
§ Ş / Şêrîn, şevîn, şapek, şûştin, şaşî, şêst, bareş
T t / Tosinê, tazî, tekûz, betal, çîte, tisî, Tanciro
V v / Vejîn, vajî, vîzevîz, hêvî, tov, bizav, heşkîv
W w / Were,wêje, wusa, biwêj, ew, kew, daw, xew
X x / Xunav, xwarin, xwe, xwê, xwîn, xwas, xêz
Y y / Yar,yek, yê min, niyaz, ey, taybetî, hoy, kiye
Z z / Zarîn, zik, zor, bêzo, beraz, zevî, Zînê, rez

Ziman weku avahî û strekçer li ser bingeha van daneyên jêrî pêktê:
1 - Deng û tîp.
2 - Kît û morfêm.
3 - Bêj û peyv û firêz.
4 - Riste.
5 - Têkist, yan parçetêkist.

Di vê pertûkê de, mamosta Ebbas Ismayîl xwestiye lipêka teknîka jorî ya rêkxistina daneyên ziman Elîfbêya xwe danê. Bi rastî danîna pertûkên hînkirina ziman li ser vê rêbazê karekî rast û druste, lê ev rêbaz di awayên danînê de û di teknîk û mêtodên xwe de pêwîstî bi şêweyekî taybetî heye, ku ev jî di vê pertûkê de nîne. Ji bilî ku danîna şêweyên taybetî û çapkirina wêneyên rengîn bihakî giran jêre divê.
Beşdariya min di vê pertûkê de, her ew jî di çarçêweya rastkirina rênivîsê de hatiye, herweha min ev pêşgotin û çend parçe têkist jêre danîne.
Li dûmahîka vê pêşgotinê ez û danerê vê pertûkê, Ebbas, bi germî supasiya wî welatperwerê Kurd (E.E.X.S) dikin, ku mifayê çapkirina vê Elîfbayê pêşkêşkir. Supasî bo herkesê ku beşdariyê di xizmeta wêje û ziman û rewşenbîriya Kurdî de bikê, çi bi pênûsa xwe, û çi bi perê xwe û çi bi arîkariya xwe.

Berzo
Havîna 1999




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues