- Zimanê te nasnameya te ye. Hebûna te ya neteweyî bi hebûna zimanê te ye. - Zimanê xwe ji toz û zingara rojgarên dûdirêj daweşîne, wî pak û petî bike ... vejîne! - Zimanê xwe yê bertalan bi xwe biparêze û xwe jî bi zimanê xwe biparêze... zimanê te hebûna te ye!!
DESTPÊK
Gelek aloziyên zimanê kurdî hêj nehatine çareserkirin. Babeta zarave (têrm) jî arîşeyeke aloze, ku heta nuho raweya xwe ya yekbûyî negirtiye. Navlêkirina mijara (pronom) weku zarave bi gelek navan hatiye destnîşankirin. Her şarezayekî zimanê kurdî, li gora baweriya xwe bi navekî ew daye nasîn: - Mîr Celadet Bedirxan û Dr. Kamîran Bedirxan peyva (pronav) bikar aniye. - Seyda Reşîdê Kurd navê (bernav) lê kiriye. - Seyda Sadiq Behadînê Amîdî gotina (cînav) xebitandiye. - Feqî Huseyn Sagniç gotiye (cînavk). - Dr. Qenatê Kurdo bi navê (cînav) aniye. - Şareza û zimanzanên Kurmanciya xwarê (Soranî) jî bi navê (ranaw) xebitandiye. - Hinekan jî gotina Erebî (zemîr) bikar aniye.
Di vî warî de, min jî weku Dr. Qenatê Kurdo û S. Behadînê amîdî gotina (cînav) ji xwe re pesend kiriye. Hemû pertûk û gotarên rêzimanî yên ku piştî wan şarezayên binavkirî hatine der, ew jî di gêra wan navlêkirinan de mane. Anku her nivîskarekî. zimên navek ji wan navan ji xwe re bijartiye û pê kar kiriye. Ev navlêkirinên têvel (ciyawaz) ku li mijara (pronom) bûne, ew jî weku gelek mijarên zimên ên dîtir tevheviyekê pêşberî xwendvanên zimanê kurdî peyda dikin. Ev tevheviyên aloz bi çalakiyên kesatiya yekane çareser nabin. Pêdivî ye ku dezgehine zanyarî hebin, ku kar û xebata çareserkirina hemû kêşe û arîşeyên zimanê me hildin ser milên xwe.
Cînav di pertûkên rêzimanî de
Çawa nivîserên rêzimana kurdî derbarî navlêkirina cînavan ne wekî hev gotine, wisan jî derbarî jimar û dabeşkirina wan cînavan ne weku hev gotine. Her zimanzanekî li gora baweriya xwe cînav parve kirine:
1- Mîr Celadet Bedirxan di "Bingehên Gramêra Kurdmancî" 1 de cînav kirine (8) beşên sereke: - Cînavên kesîn - Cînavên îşarkî - Cînavên girêkî - Cînavên pirsiyarî - Cînavên nebinavkirî - Cînavên xwedîn (xwemalî) - Cînavên berbihevîn - Cînavên lihevxistî
2- Seyda Reşîdê Kurd di "Rêzimana Zimanê Kurmancî"2 de, cînav kirine (6) beş: - Cînavên kesok - Cînavên nîşandan
(1) - Celadet Beditxan: Bingehên Gramêra Kurdmancî. Stokholm (Nûdem). 1994 . R. (53-77). (2) - Reşîd Kurd. Rêziman a Ziman ê Kurmancî. Şam 1956. R. (67-74).
..... |