La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Kurdiya Nûjen, ji bo Hîndekariya Ziman


Auteur :
Éditeur : Enstîtuya kurdî ya Stenbolê Date & Lieu : 2000, İstanbul
Préface : Pages : 140
Traduction : ISBN : 975-96610-9-8
Langue : KurdeFormat : 21x995 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Oze. Kur. N° 3168Thème : Linguistique

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Kurdiya Nûjen, ji bo Hîndekariya Ziman

Kurdiya Nûjen, ji bo Hîndekariya Ziman

Çeto Özel


Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê


Unîte 1

1 A - Rojbaş! Navê Te Çl Ye?

A - Rojbaş. Navê min Şîlan e. Navê te çi ye?
B - Navê min Dilxwaz e.
A - Tu ji ku derê yî Dilxwaz?
B - Ez ji Hekariyê me.

Hîndekarî

2 - Guhê xwe bide diyaloga jêrîn û cihê vala tijî bike.
A - Rojbaş!......min Azad.......
Navê......çi.....?
B - Serdar....
A - Tu...ku derê.....Serdar?
B - Ez ji Wanê...Tu ji..........?
A - Ez ji Batmanê....

3- Navê xwe bibêje.
"Roj baş, navê min.........."
4- Navê xwendekarên din bipirse. "Navê te çi ye?"



PEŞEK

Ev pirtûka ku ji bo hînkirina zimanê kurdî ji aliyê Enstîtuya me ve hatiye amadekirin di vî warî de yek ji du sê mînakan e. Heta mirov dikare bi hêsanî bêje ku ev pirtûk ji aliyê rêbaz û teknîka hînkirina zimên de pirtûka yekemîn e.

Ji ber ku pirtûkên ku heta niha ji bo hînkirina kurdî hatine amade kirin bi giştî ji wergeran pêk tên û him jî hejmara wan ji sisê an jî çaran zêdetir nîn e. Ji ber vê sedemê girîngiya vê pirtûkê hîn zêdetir dibe.

Ev pirtûk li gor rêbaz û teknîkên nûjen ji bo mamosteyên zimanê kurdî hatiye amade kirin. Bi alîkariya vê pirtûkê mamoste bi aweyekî raste rast zimanê kurdî fêr dike. Giraniya vê pirtûkê ji hêmanên ragihandin ên wekî guhdarî kirin axaftin, xwendin û nivîsandinê pêk hatiye. Ji bo ku baş sûd jê bê wergirtin divê ku bi awayeke rû bi rû ders bê dayîn û diyalogên tê de bên pêk anîn.

Ev pirtûk ji bo hînkiran xwendin û nivîsandinê nehatiye amade kirin. Bi taybetî ji bo kesên ku xwendin, nivîsandina wan heye lê bi kurdî nizanin hatiye amade kirin. Ev pirtûk di bernameya hînkirina zimanê kurdî de mîna gava yekemîn hatiye amade kirin. Di vê pirtûkê de agahdariyên rêzimanî zêde nîn in. Gotin û hevok betir ji jiyana rojane hatine girtin. Aktîvîteyên vê pirtûkê her çi bingeha xwe ji jiyana gundan a kurdewariyê girtibin jî lê dîsa naveroka wan bi giştî ji jiyana nûjen a bajarvaniyê pêk tê. Di pirtûkê de xeyn ji hevokên pirs û bersivan axaftinên rojane, peyvên girîng ên ji bo bîranînê û diyalogên cûr bi cûr hene.

Pirtûk ji donzdeh ûnîtan û azmûnekê pêk hatiye. Ev ûnîte li gor deman û kişandina lêkeran gav bi gav hev û du temam dikin. Di nava ûnîteyan de li ser çand û jiyana kurdewariyê gelek tekst jî hene. Her wisa li gor me azmûneke ji bo xwendekaran bi cih kiriye.
Em hêvîdar in ku ev pirtûk di warî fêrkirin û hînbûna zimanê kurdî de bibe gaveke xurt û serkeftî.

Dê xizmetên Enstîtuya Kurdî yên di warê fêrkirin û perwerdekirina çand û zimanê bidome. Ji bo kurdan û kurdîperweran jî hînbûn û perwerdebûna kurdî dimîne.
Em wekî Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ji bo hemû xwendekar û mamosteyên kurdî şadî bextewarî û serfirazî dixwazin.

Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê



PÊŞGOTİN

Gava axaftin li ser dîroka fêrkirina zimanê Kurdî tê kirin, medrese û mizgeft tên bîra min. Gelek kesan di medrese û mizgeftan de, di wî warî de xebat kirine. Senga melayên Kurd li wir diyar e. Wan waîzên xwe bi kurdî didan, diayên xwe bi kurdî dikirin û dersên olî bi kurdî didan. Em dişên bibêjin li Kurdistanê mizgeft û medreseyan alîkariya pêşveçûna zimanê kurdî gelek kiriye. Bi gelemperî hemû mela û feqeyên kurd xebatên Eliyê Herîrî, Feqiyê Teyran, Melayê Cizîrî, Mela Ehmedê Bateyî, Ehmedê Xanî, Mela Mihemedê Koyî, Cegerxwîn û gelek rumetên din ên Kurdan pê agahdar in. Niha jî rêzikên Nûbara Ehmedê Xanî û rêzikên Mewlûda Mela Ehmedê Bateyî yên ku min ji mizgeft û medreseyan bihîstî li bîra min in. Bêguman, mebesta Melayên kurd ne tenê fêrkirina olî bû. Wan li gel dersên olî, dersên kurdî jî didan û li gelek cihan niha jî didin. Kesekî wekî Cegerxwîn jî li wan medreseyan gihiştibû.

Piştî ku rewşenbîrê berketî Celadet Bedirxan bingeha alfabe û rêzimanê kurdî danî, gelek ma-teryalên zimanfêrkirinê, kovar, rojname û romanên kurdî hatin nivisandin. Xebatên Celadet Bedirxan ên nûjen bandoreke gewre û pozîtîf li ser ziman, çand û wêjeya kurdî kiriye. Ev pirtûk jî ji fêkiyên wan rûmet û xebatan e.

Berî nivîsandina vê pirtûkê yek ji armancên min ew bû ku ez pirtûkên ji bo fêrkirina zimanê Kurdî binivîsim. Belê her wekî gotineke kurdan dibêje “Heta min kar kir, wan bar kir”. Li wir "wan” xwendekar bûn. Nivîsandina vê pirtûkê hemû bi saya xwendekaran pêk hat. Di sala I996'an de komek xwendekarên zanîngehan li Enqereyê hatin nik min û gotin “Em dixwazin zimanê kurdî fêr bibin.” Bi rastî, ew daxwaza xwendekarên kurd li metropolê bandoreke pir mezin li ser min kir, ji ber ku ew xwendekar ji bo fêrbûna zimanê xwe gelek têhnî bûn. Diyar bû ku di jiyana wan de valahiyeke gelek gewre hebû û wan dixwast wê valahiyê bi dilekî dilsojî û bi rik tejî bikin, li ser rihên xwe şîn bibin û bejn bidin.

Piştî hindek dan û standina li gel xwendekaran, me biryar da ku em dersên Kurdî dest pê bikin.
Belê di encama çend lêkolîn û lêgerînan de em têgihiştin ku ji aliyê teknîkî ve hindek astengên me hene. Ew materyalên ku em gihiştinê hemû bi gelemperî li ser rêzimana kurdî hatibûn nivîsandin. Pirtûkên ku ji bo fêrkirina ziman hatibûn amadekirin jî, têrî pêwistiyên xwendavanên me nebûn ji ber ku li ser bingeha wergera ziman bûn.
Vêca, me biryar da ku em materyalên xwe li gor pêwistiyên xwendekarên xwe amade bikin. Nivisîna vê pirtukê bi wî awayî dest pê kir.

Ev pirtûk a yekemîn e û ji bo kesên ku çu kurdî nizanin an jî yên ku kêm dizanin hatiye amade-kirin.
Divê em baş zelal bikin ku ev pirtûk bi rêbazên ragihandinî (komînîkasyonî) û li gor pêwistiyên xwendekaran hatiye nivîsandin. Lewma me dît ku hem xwendekarên Kurd û hem jî hindek ên Tirk bi hejmarek bilind beşdarî dersan bûn.
Di wê nabeynê de me sê salan rêka ceribandina vê pirtûkê dît û di bikaranînê de me zêdeyî û kêmasiyên wê di ber çavan re derbas kirin.

Heke ew bi rêbazên nûjen bê bikaranîn, xwendavan gelek bi zîrekî û dilxweşî beşdarî çalakiyan dibin. Hemû çalakiyên di pirtûkê de li ser bingeha ragihandinê pêk hatine. Bi gotineke din, giraniya çalakiyan li ser guhdarîkirin, axaftin, xwendin û nivîsandinê ne. Divê ders di nav rewşeke zindî, her wekî li nav jiyaneke rastî bên bikaranîn. Ziman ji bo ragihandinê ye. Bêyî ragihandinên zindî jî fêrbûna ziman rê nadin.

Ji bo serhatina vê pirtûkê keda gelek kesan heye. Ez li vir ji hemûyan re spas dikim. Bi taybetî ez spasî ji hemû xwendavanên xwe dikim.
Xebatkarên Ensîtuya Kurdî ya Stenbolê pirtûk bi serî heta binî nivîsiye, nexşandiye û weşandiye. Spasiyek herî gewre jî ji bo wan xebatkaran dikim.
Mebesta min ew e ku dû vê pirtûka destpêka kurdî, ez rêzek pirtûkan ji bo kurdiya navîn, bilind û akademîk amade bikim.

Hêvîdar im ku ev pirtûk ji bo perwerdekirina zimanê kurdî dê bibe çîruskek ji bo agireke geş-tir, ronahîtir û mezintir.

Çeto ÖZEL



Unîte 1

1 A - Rojbaş! Navê Te Çl Ye?

A - Rojbaş. Navê min Şîlan e. Navê te çi ye?
B - Navê min Dilxwaz e.
A - Tu ji ku derê yî Dilxwaz?
B - Ez ji Hekariyê me.

Hîndekarî

2 - Guhê xwe bide diyaloga jêrîn û cihê vala tijî bike.
A - Rojbaş!......min Azad.......
Navê......çi.....?
B - Serdar....
A - Tu...ku derê.....Serdar?
B - Ez ji Wanê...Tu ji..........?
A - Ez ji Batmanê....

3- Navê xwe bibêje.
"Roj baş, navê min.........."

4- Navê xwendekarên din bipirse. "Navê te çi ye?"

 




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues