La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Dîroka Partî li Sûryê


Auteur :
Éditeur : Evra Date & Lieu : 2004, Berlin
Préface : Pages : 142
Traduction : ISBN : 3-937716-21-1
Langue : KurdeFormat : 145x205 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Mel. Dir. N° 227Thème : Politique

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Dîroka Partî li Sûryê

Dîroka Partî li Sûryê

Mihemedê Mela Ahmed


Evra


Bi dawîhatina salên çilan, ji vê sedsalê- sedsala rizgarkirina miletan nîvê yekemîn jê, bi bûyerên xwe ên mezin û havilên wan ên giran dawî bû.

Dû cengên mezin, şîn û ziwa, hişk û ter, bi agirê xwe ê gurkirî şewitandin. Gelek ji cîhana kevin levket û serhev de herifî, ji bo cihaneke nû pêşketî ava bike. Qada dewletan fireh bû, hêjmara wan zêde bû û gelek împeratorî bin gor bûn û hin komar, nû hatin afirandin. Û hinek dewlet, miletên wan gelekî xebitîn ta roja azadiyê dîtin. Û hineke dî, bin lingên leşkerên dewletên serketî de perçiqîn û hêviyên wan di rojeke nû û azad de, di nav berjewendiyên dewletên mezin de, yên ne wekhev winda bûn û bûn qurbana împiryaliyê, piştî rêjîmên faşiyan û naziyan, hember hêzên dîmûkrat û pêşverû, bazdan û têkçûn.

Salên çilan dawî bûn û tevgera rizgarîxwaza Kurdistanê ne giha armancên xwe, di azadî û serxwebûnê de.

Li Kurdistana bakur, miletê Kurd dimilmilî, hember van bûyerên mezin, ên di cîhanê de çêdibûn, lê hê ji derbên mezin, ewên di dirêjahiya dû sed salan de, ji Osmaniyan û faşistên Toraniyan ên peyhev lêdiketin, di nalî. Nemaze di van şoreşên dawî de, 1925, 1930, 1937 an de. Hê bêhnefişka miletê me ne rawesta bû, da bi karê bêhna xwe berdê û xwe bidê ser hev û bi awakî nû bifikirê, da bizanê çawa dest bi xebatê, di vê cîhana nû de bikê.

.....



PÊŞGOTİN

Di pêveçûya xebata neteweyî ya miletan de, gelek şaşî û kûrtal û têkçûn, bi rex serketinên biçûk an mezin, peyda dibin. Û em, miletê Kurd, weke xeynî xwe ji miletan, cem me jî, peyda dibin. Û rêxistinên me, yên siyasî û ne siyasî, di wan de û bi wan re jî, ev levnekirin, an rikberî heye. Birastî dilan di êşînin, lê hene û çêbûne.

Gelo ma raste, dema yek dîroka xebata miletê xwe vekolê, çavê xwe ji wan miçkê, an ser wan re çenkê, an xwe ne bihîstiyê wan bikê.

Eva he jî, çîroka meye, bi miletê me re. Em gelekî bi levnekirin û hevrikiyên miletê xwe di êşin. Weke tu bêjî, ku em tenê di vê cîhanê de, ketne kûrtala wê de. Mirov bi êşa xwe di hesê, di îşê, bi ya xeynî xwe re, dimînê beşdariyeke wijdanî û mirovanî. Vêca pêhesandina miletê me bi astengên xwe û dîtina wî ji ne rastiyan re, dihêlê ku gelek tiştên baş, ne bînê û bêjê ku tevgera me tiştek ne daye vî miletî, ji bilî astengan û levnekirina di nav serdariyê de.

Diyare hinek ji wan, rola erênî ya partî (an ya tevgera rizgarîxwaza niştimaniya kûrd) ji bo pêkanîna armançên miletê Kurd, jibîrkirne. Naynin bîra xwe ku ew fêrî saziyê û yekîtiyê kirin.
Hişte ew tê bighîjin ku tevgera rizgarîxwaza Kurd, xweha ya Erebe û piştegirê wê ye, xebat dijî kevneperest û kolîdaran dikir û xebat ji bo azadî û dîmûkratî û aştî û pêşveçûnê dikir. Û ew hîn kirin ku Kurd û Ereb birayên hev in, divê xebatê bi hev re mil bi mil, ji bo civateke pêşveçûyî û xurt bikin, da dîmûkratî û xêr û firehî ji hemûwan re pêk bê. Û ew fêrî gelek tiştên din jî kirin.

Kar gelekî zehmet dibê, heger yek bixwazê qunaxekê ji dîroka miletekî, an partiyekê, ji gelek tîjan, xwedî gelek asteng vekolê. Û ji vê gelekî zehmetir, ku yek vegerê bûyerên bi êş û bîranînên tehil, nemaze evên berî bîst an sih salan qewimîn, bide ber çavên hin kesan, baş pê ne hesehayîn an şaş bihîstîn. Nexweş dibê, heger yek helwestên jev cida, yên hevalên berê û hevrikiya wan, bide ber çavên xortên nû û bihêlê birînên kevin, nû vebin. Gelekî zehmete, qirêja hinekan deynî ber çavên gelekan.

Birastî min ne dixwest bi vî karî rabim, lewre min gelekî, di nivîsandina xwe de, xwe westand, ji bo ew qirêj neyê ber çavan. Min gelekî hewilda ku tiştên ne spehî û ne xweş, yên nav hevalan de bûyîn, ne nivîsim. Min xwe ji tiştên kirêt, dûr kir û ew ne gotin. Û tiştên bargoman, ên dihatan gotin, min ne gotin û tiştên bê bextî û fesadî der heqê hevalan de dihatin gotin, min ew dûr kirin.

Min hewilda sedemên serekî, yên hiştin partî bibê dû parçe, nemaze yên ramanî û ramyarî, bînim ber çavan. Min hewilda rastiya ku hemû heval dizanin, wê deynim ber çavan. Bûyerên naskirî ji hemû hevalan, min ew danîn ber çavan, tiştek ji cem xwe, min ne aniye.

Hin caran ez nerîna xwe, li ser hin bûyeran, dema ku ez bizanim evahe gereke û pêwîste, ez hin tiştan eşkere bikim, didim xuyakirin.

Bi vî karê xwe, min xwe kir helwestekî xirab de, çinku ez dizanim, ezê bibim armanc ji gelek tîran re, lê bi vê razîbûm û min nav li xwe da, da ez hember van tiştan xwe ragrim û vî barê he, eşkerekirina rastiyeke dîrokî, di qûnaxeke xebatî de, berî 25-30 salan, an zêdetir, hatî kirin û winda bûyî, an weke mijekê li ber çavan mayî û xortên vê demê, ne bihîstîn, an jî, bi kêmahî, an bi meyldarî bihîstîn, eşkere bikim.

Armanca min ji vî karî, ronîkirina kar û xebata wê demê û danîna wê, bi rengekî rast û zelal, bê meyldarî, ber çavê milet da xebatker dersan û mefan jê bigrin û nekevin wan şaşiyan de û milet ji wan ser êşan bi parêzin. Digel vê jî, ez niha xwe di bînim di cihê pirsê de. Çinku di wê demê de, ez jî, weke yekî perpirsiyar di partî de, beşdarê wan bûyeran bûm. Û di dema wan levnekirin û hevrikiyan de, meyldarê alîkî bûm, bi hevalên xwe re, bar û berpirsiyariya wan bûyeran hildigrim. Niha ez pê dihesim ku di vî karê xwe de, di vê nivîsandinê de divê ez ne ew kesê berê bim, ne meyldarê aliyekî bim, da bikarim, rastiya bûyeran deynim ber çavan, da sûd û feyde jê bê wergirtin. Ev hewildana he gelekî ez tengezar kirim ta min karî kontirola xwe bikim, dest deynim ser xwe û bê meyldarî ji vî karî derkevim. Heger di nivîsandinê de, hinek ji xeynî wê, bê xuyakirin, birastî yê bê hemdê min bê. Di nerîna min de, danîna bûyeran li ber çavan û navkirina kesên beşdar û zelalkirina helwesta wan, ne bi wê watê ye, ku evahe meyldariye, dijî aliyê diye, na, evahe eşkerekirina rastiyekê ye.

Di Buhara 1986 an de, mamostayên hêja Ismaîl Omer û Salih Omer hatin cem min û ji min xwstin nivîsandina dîroka Partî di qunaxa yekemîn de. Min daxwaza wan, bi bihana zehmetiya vî karî, ne pijirand. Çinku zêdî sih salan ser bûyeran re çûyî û pê re jî, nebûna dîkomentên wê demê û nebûna wext bi min re, da bikarim vî karê mezin bibim serî. Lê wan birêzan, ji ya xwe ne hatin xwarê û dev ji min bernedan çûn û hatin, kar ji min xwestin. Ji fihêtiya, binivîsandina wê ez razî bûm. Lê dîsa min xwesteka wan pêk ne anî, salekî paş xist. Di dawî de, ez neçar bûm, dest bi kar bikim, (nivîsandina dîroka xebata Partî di qûnaxa yekemîn de, ji sala 1957 an ta sala 1965 an). Lê karê minî rojane yê dirêj, ji bo jiyanê, dem ne dida min. Lewre ev xebata he, bi min re dirêj ket. Havîn û zivistan, alîkariya min ne kirin, da bikarim, hevalên berê, çi berpirsiyar an ne, bibînim û bi wan re rûpelên rojên kevin, bi qulibînim û bûyeran bînin bîra xwe, ev bûyerên li cem gelekan hatibûn jibîrkirin, an kêm û zêde li wan hatibûn kirin, ji nûka ve, yên di nav wan de rast, hilbijêrim.

Min gelekî hewilda, da hemû hevalên kevin, yên av bi wan germ dibû û yên têkilyên wan di bûyeran de heyîn bibînim. Lewre min karî hemû hevalên komîta navendî û yên damezrevanên Partiyê, yên sax û li Sûryê û gelek hevalên komîti yên xwarde bibînim û li ser rewş û astengên wê demê biştexilin. Hemûwan bi keyfxweşî, bê diltengî, alîkariya min dikirin, çinku wan dîtin ku ev karê he xizmeteke ji miletê me re ye, ji bo wê, xwe nedan alî, ji bilê (Hemze Niwêran) yek ji damezrevanên Partiyê û endamê komîtiya navendî, di demekê de. Ewî ne xwest alîkariya min bi tiştkî, di vî karî de bikê û tiştên di bîra wî de, ne gotin.

Ev dema dirêj, navbera çêbûna bûyeran û dema nivîsandina min, 25 - 30 sal, hiştiye gelek ji hevalan, wan bûyeran jibîr bikin. Û tu dîkoment û destnivîsên wê demê, li cem tu kesî, tune bûn. Hemû di dema rev û bazdanê de, dema Yekîtiya Sûrye û Misirê di hikmê serok Cemal Ebdilnasir de, bin erdan de rizîn, bertelef bûn. Ji bilî raporek, li ser girtiyên sala 1960 î, hişte ew bûyer bitemamî ber çavên min ronî bibê.

Ji bo sazkirina vî karê xwe, min ew kir (4) çar navbir:
1-Navbira yekê: Damezrandina Partî û sedemên berçav û yên ne berçav, ji damezrandinê re.
2-Navbira didwan: Sedemên levnekirinê, di nav hevalên Partiyê de.
3-Navbira sisyan: hevrikiya di nav hevalên serdariya Partiyê de û cihgirtina wê di nav hemû hevalan de.

4- Navbira çaran: Parçebûna Partî û çawa bû dû bir.
Di dawiya vê gotinê de, divê ez sipasiya xwe ya mezin, ji bo hemû hevalan pêşkêş bikim. Çinku wan gelekî alîkariya min kirin. Birastî bê alîkariya wan, min ne dikarî vî karê, netewî û nîştimanî, bibim serî.

Û divê êz sipasiya xwe ya mezin, ji bo herdû mamostan (Îsmaîl Omer û Salih Omer) re pêşkêş bikim, çinku wan valebûna vê demê, di pirtûkxana Kurdî de dîtin. Ji bo wê wan, ev karê he ji min xwestin û bixêra wan hate kirin, heger wan ji min ne xwestan û li min zor ne kiran, wekat min ev nivîsîna he ne dikir. Û sipasiya dawî, ji hemû kesên alîkariya min kirin di pêkanîna vî karî û çapkirina wî de.

Mihemedê Mela Ahmed
Qamişlo. Adara 1991



Pêşgotina çapa didwan

Di van salên dawî de, li ewrûpe, gelek dost û xortên xebatker, xem xwarên pirsa miletê xwe, li ser vê pirtukê, ji bo xwendina wê û haydarbûna wan, ji bûyerên wê qunaxa yekemîn ji dîroka partî li Sûryê, ji min dipirsîn, nemaze piştî bûyerên tevgera miletê me yên siyasî bûn gelek û ketin nav hev de û hin dilbijok, di nav wan de, hatin xuyakirin û hin tiştên ne rast, hatin gotin û belav kirin, da rolekê bidin hin kesan, an hin bûyeran û bi qunaxê ve girêdidin. Çinku ew bûyerên berê, ji xortên îro ve, ne diyar in û bûne weke mij, li ber çavên xebatkerên kevin û dîsa bûrîna zêdî deh salan, li ser çapa yekemîn re û pirtûk bi xwe jî, li van welatan nîne dihêlê ew rastî ne ber çav bê.

Ji bo vê, min dît, ku pêwîste careke dî, vê pirtûkê çap bikim û rastiyên wê qûnaxê, deynim ber çavê miletê me li ewrûpe, da şaşiyan nas bikê û serast bike.
Min sernavê pirtûkê, ji dêla ya erebiya dirêj, (Sefehat min tarîx hereket el teherur el wetenî el Kurdiye, fî sûrye, yanî, rûpelin ji dîroka tevgera azadîxwaza niştimanî ya Kurdî li sûrye) bi çend gotinên Kurdiyên kurt nivîsî û kir "Dîroka Partî Li Sûrye".

Û ez dixwazim bêjim jî, ku di sala 2001 an de, kombenda Kawa li Kurdistana başûr Hewlêr, ev pirtûka he, çap kir. Lê mixabin zêdî / 50 / pêncî şaşiyên çapê di pirtûkê de hate xuyakirin. Ew jî di nav bera gotinek û çend gotinan, an rêzek û çend rêzan de, ne hatin nivîsandin, hiştin hin tişt neyên zanîn, an bi şaşî bên zanîn. Gerek bû ev şaşiyên he, ne hatan kirin, eger hinek guhdari li çapê bi hata kirin, ev şaşiyên he yê peyda ne biwan.

Dortmund 2003 – Mihemed



Navbira yekê

Damezrandina Partî

Rewşa Tevgera Kurdî, di dawiya salên çilan de

Bi dawîhatina salên çilan, ji vê sedsalê- sedsala rizgarkirina miletan nîvê yekemîn jê, bi bûyerên xwe ên mezin û havilên wan ên giran dawî bû.

Dû cengên mezin, şîn û ziwa, hişk û ter, bi agirê xwe ê gurkirî şewitandin. Gelek ji cîhana kevin levket û serhev de herifî, ji bo cihaneke nû pêşketî ava bike. Qada dewletan fireh bû, hêjmara wan zêde bû û gelek împeratorî bin gor bûn û hin komar, nû hatin afirandin. Û hinek dewlet, miletên wan gelekî xebitîn ta roja azadiyê dîtin. Û hineke dî, bin lingên leşkerên dewletên serketî de perçiqîn û hêviyên wan di rojeke nû û azad de, di nav berjewendiyên dewletên mezin de, yên ne wekhev winda bûn û bûn qurbana împiryaliyê, piştî rêjîmên faşiyan û naziyan, hember hêzên dîmûkrat û pêşverû, bazdan û têkçûn.

Salên çilan dawî bûn û tevgera rizgarîxwaza Kurdistanê ne giha armancên xwe, di azadî û serxwebûnê de.

Li Kurdistana bakur, miletê Kurd dimilmilî, hember van bûyerên mezin, ên di cîhanê de çêdibûn, lê hê ji derbên mezin, ewên di dirêjahiya dû sed salan de, ji Osmaniyan û faşistên Toraniyan ên peyhev lêdiketin, di nalî. Nemaze di van şoreşên dawî de, 1925, 1930, 1937 an de. Hê bêhnefişka miletê me ne rawesta bû, da bi karê bêhna xwe berdê û xwe bidê ser hev û bi awakî nû bifikirê, da bizanê çawa dest bi xebatê, di vê cîhana nû de bikê.

.....




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues