La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Serê min ketîye belayê


Auteur :
Éditeur : GAM Date & Lieu : 2004, İstanbul
Préface : | Pages : 356
Traduction : | ISBN : 975-98900-1-1
Langue : KurdeFormat : 135x210 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Kay. Ser. N° 182Thème : Musique

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Serê min ketîye belayê

Versions

Serê min ketîye belayê

Ferzende Kaya


GAM


Ahmet Kaya stranbêjek bû.

Zarokî bû. Bi hêrs bû. Birîndarbû.
Û, dawiya emrê xwe li bajarên ku ta bi baranên wan nas nedikir, tenê bû.
Li bajarekî ku bi zimanê wî nizanîbû, di nav destên jina xwe û keça xwe de mir.
Zû mir. Weke zarokekî mir.
Weke berê yên li sirgûniyê mirine, di nava tenayiya xwe de bû parçe parçe û mir.
Li axa welatekî ku nas nedikir hat veşartin.
Ji bo ku xwest straneke kurdî bibêje, ew terkandin û bi vê cudahiyê mir.
Bi kurdî jî nizanîbû.
Êdî wê menqela xwe ya piyekî wê şikestî nikariya vêxe, wê nikariya digel dostên xwe eraqê vexwe û wê xaka ku li ser hatiye dinê nikariya careke din bibîne.
Wê nikaribe car din stranan bibêje.
Êdî xetereyeke wiha nema ku ew stranan bi kurdî bibêje.
Xwezî min bikariya bistranda.
Minê bo wî straneke kurdî bigota.
Straneke li ser tenayiyê, straneke li ser mirinê.
Straneke ku dibêje, “ji zarokên ku distrînin hez bikin.”
Straneke ku yekî wesiyeta wî wiha bûye vedibêje, “Gava ez mirim bila tu kes mebêje ji welatê xwe hez nedikir."
Minê straneke kurdî bigota bo wî.
Ger min bizaniya bistranda.
Wî dizanîbû bistrîne.
Lê strana ku min nikarî bibêjim, wî jî nikarî bibêje.
Li bajarekî ku baranên wî nas nedikir, tenê, bihêrs û xemgîn mir.
Stranek ma ku nehatiye gotin lê bendewar e ku bê gotin.
Belkî rojekê, gava ew stran hat gotin, belkî ew jî me efû bike.

Ahmet Altan



PÊŞGOTİNA MEHMED UZUN A KU BO ÇAPA KURDF NİVÎSANDİYE

Dengekî Xas ê Nerm û Xurt; Ahmet Kaya

1.
Min Ahmet Kaya di sala 1992-an de nas kir. Min berê jî dengê wî dizanîbû, lê ew nas nedikir. Destpêka sala 1992-an, pişd panzdeh salan, cara pêşîn, ez hatim Turkiyeyê. 1977-an ez ji Turkiyeyê derketibûm û 1992-an ez ji welatê xerîbiyê vedigeriyam. Hingê min Ahmet û xanima wî Gulten Kaya li Stenbolê nas kirin.

Danê evarekê Ahmet ez ji Taksîmê hildam û birîm kolanen bajarên tevîhev. Çaxa me dest bi gera xwe ya êvar û şevê kir, ewî tiştek ji min re gote, ku hîç ji bîra min naçe û bi dû re jî bû qedera wî. Bi rûyekî geş ê dostekî hêja û dilsoz, ewî destê xwe bire milê min û weha got; “însan di heyata xwe de sê caran zarok e. Cara yekem zaroktî bi we ye. Cara duwem çaxa însan dere sirgûnê û cara siyem jî çaxa însan ji sirgûnê tê. Tu niha ji sirgûnê têyî. Me divê ku em te bigerînîn û axa ku tu lê vegeriyayî, bi te bidin nasîn...”

Gotina Ahmet Kaya rast bû, ez ji welatê xerîbiyê dihatim û xerîbê Turkiyeyê jî bûm. Panzdeh salên xerîbiyê, bi temamî, ez kiribûm xerib, hem li vir hem li wir... Wê êvar û şeve me kolan, kuçe û bûlwarên Stenbola xopan, tevi sohbeten gelekî geş û giranbiha, gav kirin. Di her gava me ya nu de, Ahmet Kaya li ser der û dorê, li ser xwe, heyata xwe, xebat û muzîka xwe, kite bi kite, agahî dan min; zarokê nuvegeriyayî agahî diviya. Hingê, derengê şevê em çûn mekaneke Beyogluyê, Taksîm Bar ku ji du qatan dihate pe. Em li qata jêrîn, restoranê rûniştin, lê gava çavê xwediyan bi Ahmet Kaya ket, ewan em hemû hildan û birin qata jorîn, bare u ji Ahmet Kaya tika kirin ku ew çend stranan bibêje. Ahmet Kaya hingê çend stran gotin u min ji, cara yekem, rubiru, huner u hunermendiya Ahmet Kaya û mezinahiya wî dît.

2
Min ew şev ji bîr nekir. Paşê ew şeva hanê ku her di bîr û hişê min de bû, qulipî ser afirineke edebî û bû parçeyeke romana min Ronî Mîna Evîne, Tarî Mîna Mirinê.

Heta niha ez hîç li ser vê yekê nepeyivîme, lê niha, bi munasebeta vê pêşgotinê, ez divê êdî îfşa bikim; stranbejê ku di beşa 7-an a romanê, Biyanî de qal dibe, Ahmet Kaya ye. Û ew bûyera beşê, şeva me ya Stenbolê ye. Niha, li vir, divê ez careke din li wê şevê û romanê vegerim da ku ez bikaribim hunermendiya Ahmet Kaya pêşkeşî we bikim;

“...Stran radibe, di nav çepik û dengan de, ber bi pîstê dere. Orkestrayeke ji çar kesan, tevi haletên xwe yen musike, li pîştê ne. Piştî çepik û dengan, stranvan dest bi stranê dike. Bi zimanê welatê mezin. Bi dengeki geleki gur, bi nîmeke coş û bi gotinên edebî.

Stranvan dibêje; çavên wî yên mezin tên girtin, bejna wî ya kin û qalind diheje, rîh û simbêlên wî yên gur dilivin, rûyê wî yê qemerî ber bi jêr û jor dibe. Herdu desten wi li ser mîkrofonê, mîna ku ew ji xwe ve çube, stranvan dibeje. Em Pêşgotina Mehmed Uzun a ku bo çapa kurdî nivîsan diye lê guhdarî dikin. Ew qîreqîra berî çendekê niha nîn e. Bêdengiyeke kûr, aramiyeke xurt daketiye ser salonê. Stranvanê ku her, bi gotinên basîd û pirî caran vulger, henekî dikir, niha, qulipiye ser însanekî din. Insanekî ku tu pêwendiya wî û vê salonê, van însanan, vê dinvayê nîn e, tu gotinên vê dinyayê yên rojane ji devê wî dernakevin. Insanekî ku ketiye nav cîhana gotinên hunerê û ji wan dengên ku rasterast xwe digihînin dilê merivan, ava dike. Çavên min ên westiyayî û mêjiyê min ê matbûyî bi vê guherîna ecêb jî şaş dimînin. Musîk, ez ji hevalê kêleka xwe re, bi dengekî pir nizm, dibêjim, li quweta musîk û hunerê binihêre.

Guh û çav li ser wî, stranvan dibêje. Ez niha wî hîn çêtir dinasim, hîn çêtir bi hunera wî dihesim...”

Heyata hunermendên jêhatî weha ye; heyat di navbera rastî û hunera afirînê de dere û tê. Di heyata wan de ferq di navbera rastî û xeyalan de bi qasî mûyekî ye. Rastiya me ya Stenbolê ku bi saya Ahmet Kaya ez jiyam, paşê qulipî ser xeyal û taswîrên nivîskarê min ê romana Ronî Mîna Evînê, Tarî Mîna Mirinê.

3.
Ji navberê wext derbas bû, sal bihurîn û rojek ji rojan Ahmet Kaya hate Parîsê, sirgûnê. Ew gotina wî ku însan di heyata xwe de sê caran zarok e, dîsa hate bîra min; niha jî ew bûbû zarok û hatibû welatê xerîbiyê. Niha dora min bû ku ez lê xwedî derketima û welatê xerîbiyê ku min zahf baş bi hal û hewalê wî dizanîbû, bi Ahmet Kaya bida nasîn. Ji Stockholmê ez çûm Parîsê, nik Ahmet Kaya ku hingê zahf zîz, bîhnteng û dilşikestî bû. Ewî terkî welatê xwe, evîn û evîndarên xwe, huner û hunermendiya xwe kiribû û hatibû welatekî ku jê re, bi temamî xerîb bû. Gotina wî rast bû; çaxa însan terkî welatê xwe dike û dere welatê xerîbiyê, însan zarok e. Ahmet Kaya, ew hunermendê xwediyê gotina xurt û gur, bûbû zarok. Çend rojan em bi hev re bûn û êvar û şevekê, Ahmet Kaya, Kendal Nezan, Xusro Evdilah û ez, em bi hev re derketin ser kolan, kuçe û bûlvarên Parîsa xopan û heta berbanga sibehê, tevî sohbetên tijî keser, me bajar, ji nû ve, keşf kir.

Heyata me weha bû; em carina diçûn welatê xerîbiyê, carina jê vedigeriyan. Welatê xerîbiyê qedera heyata me bû. Niha jî mixabin dora Ahmet Kaya bû. Ewi mal û malbata xwe, ax û welatê xwe, heval û guhdarên xwe, ji bêgaviyê, terk kiribû û hatibû welatê xerîbiyê. Ew cara duwem bûbû zarok.

4.
Berî wefata Ahmet Kaya bi qasî du hefteyan, cara dawîn, me hevûdu li Stockholmê dît. Ji bo konsereke Fînlandiyayê, ew hatibû Skandînawyayê û di vegera xwe de, li Stockholmê, li mala Mehmûd Baksî, çend rojan mabû. Nexweşiya Mehmûd Baksî gelekî giran bû. Ahmet Kaya jî nexweş bû, dilê wî ewî diêşand. Du şevan heta ber destê sibehê, em li mala Baksî rûniştin. Baksî êdî li ser riya bêveger bû, lê Kaya, tevî ku nexweşiyên wî yên dil hebû, qala heyatê û projeyên xwe yên rojên bê dikir; mirin jê bi dûr bû.

Bîhna wî zahf teng bû, hînî Fransa, Parîs û zimanê fransî nebûbû. Her tiştê Ewropayê jê re ecêb dihat û îsyan dikir; li heyata xwe ya Turkiye û Stenbolê, hunermendiya xwe ya welêt û heval û dostên xwe digeriya; zahf bêrî li jina xwe, keça xwe, Melîsa delal û segê xwe, Pakoyê şêrîn dikir. Xirecirên welatê xerîbiyê û pêwendiyên zehmet ên Ewropayê bala wî nedikêşandin, hişê wî li ser muzîk û hunera wî bû. Ewî êdî baş dizanîbû ku ew li welatê xerîbiyê bû û her tim difiki-rî ka ewî ji bo heyat, huner û rojên bê dikarîbû çi bikira. Çi pêwist bû da ku ew di riya xwe de bimeşiya, têk neçûya û hunera xwe hîn dewlementir bikira? Mijarên wan her du şevên me, bi giştî, pirsên weha bûn.

Lê hingê tiştekî bala min kişand; Ahmet Kaya zahf vedixwar û cixare dikêşand. Min berî jî xwarin, vexwarin û cixarekêşana wî dîtibû, lê îcar, mîna ku ewî li hember bedena xwe şer dikir, ev yekên hanê li dar dixistin. Neheqiyên ku lê bû-bûn, tenêtiya ku ew di welatê xerîbiyê de ketibûyê, heval û dostên wî yên berê ku niha jê rû badabûn, bêgaviyên nû yên heyama teze ku di heyata wî ya berê de nîn bûn, ev hemû tişt jê re zahf zehmet bûn û hîç ji bîrê nediçûn. Ji lewre jî ewî bi mêjî, ruh, beden û dilê xwe re şer dikir.

Hunermendên ku bi rastî jî, bi hunera xwe bûbûn mezin û mezinahiya xwe bi hunera xwe li dar dixistin, weha bûn; îsyan dikirin, dilê wan dişewitî û şewata dilê wan dibû deng û gotinên hunerê.

Lê hezar mixabin ku dilê Ahmct Kaya hem li wî hem li me îxanet kir û zahf zû rawesta. Eger dilê wî nesekiniya, ez bawer im, ewî dê navê xwe, ne bi tenê li Turkiyeyê û nik kurdan, herweha di hemû dinyayê de, bi herfên zêrîn bikola. Demên beriya wefata wî, ew bi zimanê kurdî hîn dibû da ku muzîka xwe firehtir û kûrtir bike. Ewî dil hebû li Parîsê jî studyoyeke mezin bi rê xista da ku pêwendiyeke xurt bi muzîka dinyayê re bîne pê. Û gelek projeyên weha... Lê dilê wî rê li hemû proje, plan û xeyalên mezin girtin.

5.
Ahmet Kaya ne sê caran, lê bi tenê du caran bû zarok. Ewî zarokiya cara sisiyan, yanî vegera welêt nedît û hem her texlîd zaroktî hem jî her texlîd mezinahî bi dawî anî û çû.

Cara dawîn min Ahmet Kaya li goristana navdar û hêja Pere Lachaise dît; ew êdî ketibû xewa ebedî. Ewî êdî heyat li pey xwe hiştibû û bûbû nemir. Goristana ku Ahmet Kaya dê lê bihata veşartin, li gora hunermendiya wî bû; goristana herî hêja ya dinyayê, goristana nivîskar, alîm, feylesof, hunermend, şoreşger û penaberên cîhanê ku mîna Ahmet Kaya, dilê wan ji bo welêt, ziman, gel û axa wan avêtibû û sekinîbû. Goristana ku beriya Ahmet Kaya, Dr. Evdilrehman Qasimlo û Yilmaz Guney jî hembêz kiribûn. Goristana ku di heyata nû ya nemiriyê de dê rê nîşanî hogirê nû Ahmet Kaya bida.

Belê, Ahmet Kaya miribû.
Lê em divê rastiyekê bi hemû hêz û quweta xwe ji bîr nekin û her û her bibêjin; Ahmet Kaya hate kuştin. Serpêhatiya kuştina wî di kitêba hanê de bi firehî heye, ji lewre ez ê qalê nekim, lê ew ji bo zimanê dê û bavê xwe, zimanê kurdî hate cezakirin. Ewî xwest bi zimanê bav û kalan stranekê bibêje, lê kes û hêzên ku niha qala demokrasî û medenîbûnê dikin, nehiştin ku ew careke din bibe zarok û ew di welatê xerîbiyê de kuştin.

Belê, Ahmet Kaya mir. Lê ew bi hunera xwe bû nemir. Min li dereke din jî, bi minasebeta bîranîna Ahmet Kaya gotibû; hunermendên herî mezin, ew celeb hunermend in ku piştî mirina wan huner û navê wan dimîne. Ahmet Kaya hunermendekî weha bû; ew mir, lê huner, muzîk û navê wî ma.
Tu her bijî Ahmet Kayayê nemir!

Mehmed Uzun



Pêşek

Ferzende Kaya di nivîsa xwe ya ‘Pêşek’ê de dibêje, “...her kesek Ahmet Kayayekî wî/wê heye.”
Ji bo her kesê/a ku diafirîne û afirandina xwe bi milyonan par vedike ev wiha ye û her yek ji me derbarê wan de şêwazeke me ya têgihîştinê heye. Yek ji cudahiyên di navbera me yên din û mirovên afirîner de divê cv be; di dinyaya hîsî û fikrî de, wekî em bi tenê bi xwe û derdora xwe ya nêz re di danûstandinê de ne, afirîner vê yekê li darî çavê milyonan rût û tazî dibînin û dikin û berhemên afirandî pêşkêşî mirovahiyê dikin. Ev, tazîbûna di merhaleya pêşkêşkirinê de ye. Lê merhaleya afirandinê, şêwaza têgihîştinê ya dinyaya derveyîn a ku afirîner tîne vê merhaleyê û li hişê wî/wê dizeriqe ku ev bi hunerê tê îfadekirin, heta îro tu carî bi formuleke tenê nehatiye ravekirin û neyê ravekirin jî. Em bi tenê ji tişta ku bo me hatiye pêşkêşkirin, didin rê û em hewl didin dilê mirovên ku xwe bi awayekî dilovan dane afirandina xwe, têbigihin. Meseleya “...her kesek Ahmet Kayayekî wî/wê heye” encama vê şêwazê ye.

Di demên cuda yên jiyana xwe de kesên ku me û wan hev dîtiye lê paşê jî ji nav me çûne, ev demên ku em wan wekî ‘bêpêwendîtî’ bi nav dikin, jiyanên me yên ku di bestên ji hev cuda de diherikin, li ber jiyanên din ‘paşpenî’ dike. Ev rewşa ‘paşpenî’ û pêvajoya nejiyîna rû bi rû, hinek mafên me jî ji destê me dibe. Vêca li vir, divê ez bêm ser çîroka nivîsîna vê kitêbê ku min nexwestiye bibim vebêja wê lê mirovên ku di jiyana Ahmet Kaya de kêm zêde bûne mêvan û Ahmet Kayayên xwe vegotine tê de. Lewre min ev rewşa ‘paşpenî’ ya ku di tunebûna Ahmet Kaya de ji hêla gelek mirovan ve mîna ku ‘şahdebûnek’e heyberî û tevahî be, veguhertin rewşeke ‘pêşpenî’, hêja û bi mane nedidît. Min bi tenduristî nedidît ku mirovek li darî çavên bi milyonan mirovî xwe tu carî bi azadî nikariye îfade bike û ev mafê wî ji dest hatiye derxistin, bi şêwazên feraseteke demdemî bê îfadekirin. Lewre sedema nivîsandina vê kitêbê ew bû ku divê em qebûl bikin êdî ew ne li nav me ye û/lê hin mêvanên jiyana wî piştî vê dawiya xemgîn ku xwestin bi şahdebûna xwe ya şexsî û kurtedemî wî vebêjin û bidin fêmkirin, lê vê carê min eşkerekirina van şahdebûniyan rast nedidît. Ev ji bo jiyana me hemiyan derbas dibe û bi eşkereyî ku mirov bibêje, eger Ahmet Kaya li nav me bûya dê hin ji van mirovan dîsa ev bêpêwendîtî û salên ‘paşpenî’ yên ketine navberê, berdewam bikirana, lê ya ku ez bi mane nabînim, van, encama xweneîfadekirina wî li ser milê xwe kiribûn. Helbet ew kes xwe nas dikin lê ez şahida ku kêliya vê didim xuyakirin jî aciz dibim, ez fikirîbûm û min destnîşan kiribû ku yekî/e bo salekê bûye mêvanê/a jiyana me, behsa Ahmet Kaya bike evê ne têr û durist be. Lewre ez mîna yeke ku baweriya xwe bi bêdawîbûna pêşveçûnê û qanûna guherinê anîbe, wek nimûne; min dê binavkirina kesekî ku min ew di navbera salên 1985-2000’an de qet nedîtiye û pêwendiyeke ku ji her hêlê ve ez jê dûr ketime û nirxandina hêla din a pêwendiyê û veguhestina vê ya li qada civakî, mîna muşkileyeke ‘hedd’î bihesibanda.

Xemgîn e ku valahiya nayê dagirtin a ku yên çûyî hiştiye, piştî wan her kesek li gor xwe dike dagire. Yê çûyî êdî destvala ye... Hemî qabiliyetên ku wî didin xuyakirin, hemî tecrûbe, şopa hîsên ku li riya tê re meşiyaye, hiştine û afirandina ku li dûv xwe hiştiye, bi awayekî tevahî di rewşeke ‘eşkere’ de ye êdî. Yên ji wê eşkerebûnê dikin têkevin hundir û nesîbê xwe jê bistînin, pir in. Li holê temenê mirovekî mîna çiya û stranên mîna çiyayan hene, lê li hêleke din jî kesên bi dilekî xerab digerin hene ku dibêjin, ew bi me hebûye, me dirûvek dayê û me formeke stranbêjiyê pê daye qezenckirin. Yên ku xêra wan nagihîje wan bi xwe, wisa bawer dikin ku di demeke kurt de, Ahmet Kayayê ku vedibêjin, bi piştgirî (!) û qabiliyetên (!) xwe, wan ew afirandive. Li ser Ahmet Kayayê ku temenê xwe bi dijberiya neheqiyê bi mane kiriye û digel vê ji aliyê ‘her kesî/ê’ ve bi tenê hatiye hiştin, vê carê jî kedxuriyek dest pê kiriye. Ger hûn Ahmet Kaya li her yekî/ê ji van par ve bikin, bûnê bi ecêbmayîn bibînin ku esas Ahmet Kayayek tuneye (!), lê ya xuya dike, di rastiyê de tevahiya qabiliyetên hinekên din e! Êdî ev şêwazeke talankirinê ya şareza (!) û meşrû (!) ye!

Gulten Kaya ya ku di navbera salên 1985-2000’an de hemî jiyana xwe bi Ahmet Kaya re par ve kiriye, sedema ku demekê pê de ji dûrayî li vê kitêbê temaşe kiriye ew e ku xwestiye hinekî jî vê şêwaza talankirinê deşîfre bike. Gava hayê min ji vê kitêba derbarê Ahmet Kaya de çêbû, ez bi Ferzende Kaya re peyivîm û min jê re qala xemên xwe yên li ser vê kitêbê kir ku bi lezekê hatiye nivîsandin.

Xema min a sereke ew bû ku tu carî Ahmet Kaya nikariye xwe bi rengekî rast îfade bike, ji ber ku ev fersend bo wi nehatiye dayîn. Ji ber vê yekê min jê re got ku ev xebata portreyê ya nas vê carê divê hîn bêhtir bi ihtîmam û endazetî bê meşandin ku li gor baweriya min ev berpirsiyariyek e. Min gotibû ku derdoreke biçûk a ku şahdebûnî li afirandina wî û sekna wî ya li jiyanê kiriye, qey bi rengekî rast ew fem kiribe û karîbe bi awayekî objektîf wî binirxîne; ger ji devê vê derdorê ew bê vegotin wê baştir bibe. Min gotibû ku ev xebat wê demeke dirêj bigire lewre bi taybetî gava pirtûkeke di rengê jînenîgariyê de tê amadekirin divê mirov objektîf tev-bigere û ev yek jî wê gelek dijwariyan bi xwe re bîne. Min jê re gotibû ku ezê xemgîn bibim ku ev pirtûk bişibe wan pirtûkên populer ên jînenîgariyê ku di nava hefteyekê de tên amadekirin û ev yek wê Ahmet Kaya bi xwe jî biêşîne, lewma diviya Ahmet Kaya nebûya mijara xebateke ku bi lez tê amadekirin.
Ji ber vê yekê min nexwestibû di nav vê xebatê de cî bigirim. Digel ku hîn jî ez vê fikra xwe diparêzim, ez vê pêşekê bo vê yekê dinivîsim ku berhemên derbarê Ahmet Kaya de di bin banê GAM’ê de bên berhevkirin û ev yek bibe xebateke ewil bo kesên ku bixwazin wî nas bikin pêşerojê. Digel her tiştî ev pirtûk eleqeyeke mezin dîtibû û gihîştibû destê xwendevên. Lê ev mijareke teknîk bû û ev daxwaza min ji hêla Ferzende Kaya jî ji hêla Weşanên ANKA-yê ve jî mafdar û rast hat dîtin. Bêyî ku ez ji bîr bikim ez sipasdarî wan im bo ku ez fem kirime û çareserkirina kitekitên teknîkî bo me hêsan kirine û mafên weşanê yên pirtûkê guhestine GAM-ê.

Bi vê yekê êdî Sere Mın Ketıye Belayê di bin banê GAM-ê de ye ku GAM bi vê armancê hatiye avakirin da ku hemî berhemên Ahmet Kaya bi rengekî rast û objektîf bigihîne destê hezkiriyên wî.

Gava dîrok dijberi yên ku zimanekî û kulturekê tune dihesibînin, bi hemî dewlemendiya xwe derket pêşberî mirovahiyê, li ser navê ku bibe parçeyekî biçûk ji vê dewlemendiyê û bo rûmetgirtina zimanê kurdî, me ev pirtûk bi kurdî jî çap kir. Armanca sereke ew e ku Ahmet Kaya di wê demê de ku lê jiyaye her çend sekneke wî ya gerdûnî hebe jî, bi kultura xwe û zimanê xwe yê ku afirandina wî digihe van, xwe bigihîne xwendevên; armanca din jî ew e ku di demeke kurt de -ku ez difikirim wê li ser encamên xerab ku hatine serê wî xebatine piralî bên kirin- da ev jî bibe çavkaniyek bo wan xebatan.

Bi ya min;
Dîrok, nayê tamîrkirin, şaş nabe, têk naçe, zelal e û hincetên wê hene, belgeya hemî têkçûn an jî serkeftinên civakî û şexsî ye û bo her serdemeke nû rengekî spî pêşkêşî mirovahiyê dike.
Gava me da rê ji bo ku em mêvandarî yan jî serpêhatiyên xwe yên şexsî bijîn jî rengê li ber me spî ye. Di vê rêwingiyê de bi xweşikayî û bêrawestan em ji hev re hewalên xwe dibêjin, ger em nikarîn bibêjin em tenê xwe digirin cem xwe, li ciyekî di navbera pargirtin-parbûnê de, bi ketin û rabûnê lê teqez bi parvekirin, hin ji me simspî dimînin, dawiya rê tenê ji aliyê dîrokê ve em tên kefenkirin û em digihîjin ber rehma axê û asîman û mirovbûneke rastî durist û hezkirinê.

Ahmet Kaya;
Zilamê min û rêhevalê min ê ku min temenê xwe spartiyê wek ku bispêrim çiyayekî ku bi tunebûna xwe ew agirê mezin xist dilê min ku ez dizanim wê venemire; zilamê min û rêhevalê min ê ku ez bi şanazî silavê li temenê wî yê simspî dikim ku bêyî dengê xwe li bêdengiyê veşêre li pey xwe stranên wekî xwe cesûr û durist hiştin... Evdalê dilê min ê ku eniya xwe bi berfa spî spî difirkand lê temenê wî hat şewitandin... Çiyayê min ê ku nasnameya xwe, kefenê xwe û cesareta xwe bi hev re xist berîka xwe ya paşê û xwe û welatê xwe ceriband û bêşîrove ev pêşkêşî dîrokê kir lê riya wî nebû li mirinê...

Êdî ‘Serê Te Nakeve Belayê’, ne wilo çavê min?

Gülten Kaya



Pêşek

Nivîsandina Li Ser Ahmet Kaya...

Di dîroka Tirkiyeyê de ji ber mudaxeleyên leşkerî çend qonaxên derbasbûyînê hene. Di van qonaxên derbasbûyînê de ku rê li ber meşeke bi coş tê girtin, êşa herî mezin nifşên ku nû digihin, dikişînin. Ji ber ku ev bi awayekî bêdîrok, bêxwedî û bêhiş li rastê mane. Sedema herî mezin a vê bêxwedîbûnê jî ew e ku “hişwindakirina” di van qonaxên derbasbûyînê de tê jiyîn. Her tiştê bi “berê” ve girêdayî ji hiş derdikeve û winda dibe.

Tu modeleke siyasî û çandî ya nifşên nû ku jê ilhamekê wergirin û jiyana xwe ya piştî wê demê pê têxin dirûvekî tune ye êdî.

Ev e yek ji van xalên werçerxê yên dîrokî jî 12’ê Ilona 1980’yî ye... Di vê dîrokê de jî sîstemeke ku meşa xwe berdewam dikir, ji nişka ve hate rawestandin. Mêjî hatin şuştin û her bîranîna li ser rabirdûyê li kûrayiyên hiş hate veşartin. Careke din nifşek bêhiş, bêbingeh û bêyî ku tu modelek jê re hebe wê mezin bibûya. Tenê tiştek di destê wan de mabû: Bi gotina “kekên wan ên şoreşger”; “marşên ku ji maneyên xwe hatine dûrxistin û pûçkirin...”

Kêliyeke ku her kes bêdeng mabû, xortekî esmerî ku wî jî nesîbê xwe ji 12-ê Ilonê girtibû lê digel vê xeyalên wî têk neçûbûn, baxlemeya wî di dest de, derketibû meydanan û digel ku pir hatibûn guhertin jî ev marş strandibûn. Navê vî xortî Ahmet Kaya bû. Tişta tenê ya ku wekî mîrat ma ji nifşê 12-ê îlonê re jî muzîka Ahmet Kaya bû, ya ku bi salan wekî “erebeska şoreşger” dihate binavkirin û nifşek bi muzîka wî mezin dibû. Piştî bi gelekî ji bo van “şoreşgerên romantîk” ku wê wekî “nifşê Ahmet Kaya” bihatana naskirin, muzîka Ahmet Kaya xortanî û doza wan bû.

Sal tê ve çûn, 12’ê îlonê li dûr ma. “Şoreşgerên romantîk” ên 12-ê îlonê jî hatin guhertin, muzîka Ahmet Kaya jî. Yek marjînal bû, ya din jî ket nav civakê û wekî muzîka fonê ya dewreke Tirkiyeyê cihê xwe wergirt.

Û rojekê Ahmet Kaya li Parîsa ku lê mişext bû, jiyana xwe ji dest da. Ew mirovê ku milyonan wî “bi muzîka wî bi bîr dianî” miribû, wê êdî besteyên nû çênekira, konser nedana û wê belakirî kesî nebûna.

Heta kêliya ku jiyana xwe ji dest da kesî li ser Ahmet Kaya zêde tiştek nizanîbû. Civakê tenê lê guhdarî dikir.

Baş e, Ahmet Kaya yê ku tesîr li milyonan kesî kiribû û ji aliyê gelek cureyên civakê ve dihate guhdarkirin, kî bû? Xala hevpar a ku Ahmet Kaya û mirovên di her warekî siyasî de radiwestin, li hev dicivand çi bû? Hêmanên ku muzîka Ahmet Kaya bi sêr dikirin çi bûn? Piştî mirina wî piranî ev pirs dihatin kirin.

Min jî ji van pirsan da rê û ez gihîştim fikra amadekirina portreya Ahmet Kaya. Min bi komkirina her dokumenteke ku ket destê min, da rê. Pêşîn min ji nas û derdora wî ya nêzîk li çîroka wî guhdarî kir, paşê min hevalên wî yên zarokatî û xortaniyê dîtin û min bi van kesan re axaftinên ku bi ro-jan bidomin, pêk anîn.

Gulten Kaya ya jin û hevrêya Ahmet Kaya û bi bîranînên xwe şahida herî nêzîk a têkoşîn û pêvajoya Ahmet Kaya jî li ser vê mijarê helwestek nîşan dabû. Nedixwest di nav tu kitêba ku li ser Ahmet Kaya bê nivîsandin de be. Fikra wê ew bû ku çi xebatên di vî warî de pêk bên, çiqas baş jî bin, wê kêmasî di nav xwe de bihewanda û wê Ahmet Kaya bi tevayî neanîba ber çav. Helbet mafdar bû; lewre her kesekî Ahmet Kaya ji aliyê xwe ve didît û çima ku Gulten Kaya hemû aliyên wî nas dikir û dizanî, ev mafê ku wî bi tevayî derxe pêş ê wê bû. Wê rojekê wê bi xwe li ser Ahrnet Kayayê xwe binivîsanda û nedixwest çavkaniyên xwe bi kesî din bide bikaranîn. Ji ber vê helwesta wê ya hêjayî rûmetdayînê di xebata Serê Min Ketiye Belayê de Gülten Kaya cî negirt.
Di demên ku min ev xebat pêk dianî de min ev dît ku li vî welatî her kesek Ahmet Kayayekî wî/wê hebû... Ahmet Kaya çep bûn, rast bûn, misilman bûn, demokrat bûn, kurd bûn, tirk bûn, dijber bûn, muzîsycn bûn, bav bûn, kur bûn, bira û hevrê bûn, westiyayî bûn, mêr bûn, aciz bûn, tirsonek bûn, xort bûn, dudil bûn, serserî bûn, bi hêrs bûn, çalak bûn û bi coş bûn... Û ew welatek bû ku ji vê tevayiyê pêk hatibû; ev der bû Ahmet Kaya.

Ne gengaz bû ku ev hemû di kitêbekê de kom bibûna û ya herî girîng “Ahmet Kayayekî min jî” hebû. Ev e ji ber vê yekê Serê Min Ketiye Belayê ne biyografiyeke Ahmet Kaya ye. Tenê ceribandineke portreyê ye. Ya rastî; çîroka bi min re ya Ahmet Kaya ye. Çîrokeke ku 12-ê Îlonê, hişwindakirinan, girtîgehan, nifşekî bêxwedî, şoreşgerên romantîk, bêzarî û alozbûnê tîne zimên. Eger ev tiştên min hejmartin ji bo we jî maneyeke wê hebe, naxwe di vê çîrokê de hûn jî hene. Wekî wilo ye kerem bikin em çîroka xwe bi hev re bixwînin...

Ferzende Kaya
15’ê Hezîranê, 2002 - Stenbol



Beşa Yekem

Mışextê Parîsê
“Ez Şewitîm Hûn Neşewitin”

Megri wê ev roj jî bên û derbas bin bavê min
Megri ev derd helbet wê biqedin bavê min
Li gundên min ên bêocax helbet wê dûman bilind bibin
Ez şewitîm tu neşewite ji bo Xwedê
Bi du hêsirên xwe
Hatim firotin li bazaran
Şikandin dilê min
Şikandin bi dijûnan
Ez dam ser riya mişextiyê
Çarê sibehê digel baranê
Ji bo Xwedê ez şewitim hûn neşewitin...

Ahmet Kaya

Dinya tarî ye... Baran tê... Mijekê girtiye ser Parîsê. Bi fecrê re hê zû vê pêla mija ku diyar e ji dûr hatiye, her der rapêçaye. Tu dibêjî qey wê xebereke nebixêr derkeve kêliyeke din ji vî bajarî; wê li vî bajarî tiştin bi-qewimin, li vî bajarî dilek wê ber bi bêdawiyê bimeşe...
“Ahmet Kaya mir..”

Ev e, ev xeber derket wê rojê ji Parîsê. Kevokên spî yên posteyê ku di bin barê vê xebera reş de ketibûn, ra-westgeha wan a pêşîn Tirkiye bû. Bi xebera mirina zû ...




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues