La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Almanaxa Kurdi


Auteur :
Éditeur : Roja nû Date & Lieu : 1997, Stockholm
Préface : Pages : 264
Traduction : ISBN : 91 7672; 039 X
Langue : KurdeFormat : 130x195 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Mih. Alm. N° 4171Thème : Général

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Almanaxa Kurdi

Almanaxa Kurdi

Ş.X. Mihoyi

Roja Nû

Derheqa Peymana Sêvrê gelek xebatên diroki û lêkolinên rengorengo hatıne nivisandin. Mebesta mın ji nıvisan ew ın, ên ku çi li Sovyeta berê û çi lı Ewropa û Tirkiyayê belavbûne. Lê belê ev babetek wiha ye ku pêlûka nerxandına problêmê bi pirbûna lêkolinan nayê nirxandm û derskirın. Çendi derheqa Sêvrê pir hatiye nıvisandın, lê ber qalibên siyasi û berjewendiyên cure-cure alıyên giring û pirinsipên vê pirsê di ber çavan re derbas nebûne. Loma ji pêwist e, bi çaveki dın lı vê pirsgirêkê bınhêrın û bi awaki îlmi bête nırxandın.
Bi xwe piranıya nıvisên ku hene, yan guh nedane extiyariyên Kurdan, an ji prinsipên navnetewi ên derheqa mafê gelê Kurd ê çarenûsi, bi sextekari raberi xwendevanan kirıne. Di vê babisoka heri bilınd ji siyaseta Tirkiya ya zordarıyê, ne tenê mafên gelên bındestên wê wırda bûn, her wiha ji ew ji parastına dewletên ji der ve ji bê par man. Bi vê yekê, ew miletên bındest bi temameti ketın ber rehma Tirkên bê rehm. Di vê rewşê de Tirkiya bêyi bıngehê qanûni Kurd û axa wan nav çarçeva sinorê xwe da hişt. Tişteki naye bawerkirın, lê rast e, hemberi vê neheqi û ...



PÊŞGOTINA WEŞANXANÊ

Xwendevanên delal,
Ev cara yekem e, ku di nav Weşanxana Roja Nû da Almanaxek tê weşandin. Almanax, ji ali Navenda Lêkolinên Kurdi, ku karên xwe lı Moskova dimeşine, hatiye amadekinnê. Almanax* beri ewlin li Moskova bi zmanê Rusi hatiye weşandın. Em ji wergera vi ya kurdi diweşinın. Rêdaksiyona Almanax'ê da, li gel Kurdan, ulmdarên biyani ji cih digrın.
Almanax ji 5 beşan pêk tê: Dirok, zmannasi, 300 Saliya Ehmedê Xani, edebiyat û şiêr.
Di beşa dirokê da, dirokvan û ulmdar, bi çaveke ilmi pirsa Kurd raçav dikin; dirokê careke dinê şirove dikin.

Di beşa filologiyê da ji, sê ulimdar li ser pirs û problemên zımanê Kurdi disekinin û tesira zman h serpêkhatina netewa Kurd ainaliz dıkın, û her weha ji dirokê hin nimûne tinin holê.
Wek tê zanin, sala 1995'an, weki 300 saliya nivisandina destana Kurd a bi nav û deng "Mem û Zin" hatibû eşkerekmn. Xebat-karên Navendê ji, beşa sisêyan yên Almanaxê ji bo vê amade kmne; h ser hozantiya Ehmedê Xani û Mem û Zin disekmin.
Beşa çaran, kurteçirokên niviskarên Kurd û Rus cih dtgnn.
Beşa pêncan da ji, helbestên du hozanên Kurd cih digrın.

Em bawer ın, ku bi weşandina Almanaxa Kurdî, weşanxana Roja Nû pirtûkeke hêja wê bixe kutupxana Kurdi.

Pêşgotın

Navenda Lêkolinên Kurdi "Almanaxa kurdi” ya pêşin raberi xwendevana dike. Vê gavê bi zimanê kurdi û yên dereke, di derheqa Kurda û Kurdistanê da gelek kovar, berevok, pirtûkên cûre cûre tên çapkirmê. Femdari ye, her yek ji wana nêt, meremê wê hene. Lê bersiva wê pirsê, ku ew çawa borcê (erkê) xwe diqedine, wext û xwendevan wê bidin.

Em bawer in, ku xwendevan wê me ra qail bın, weki iro ji me ra bêegle pêwist e, rêke fireh bidin çapkinna berhemên zanisti. Bona gelê me, ku iro kûra şerkariya azadariyê da ne, pirsgirêkên dirok û çanda me dikevin goveka ne tenê xurû zanistiyê-akadêmiyê. Lêkolin, şirovekirin, eşkerekirina wan pirsgirêka wê alikarike mezın bide gelê me bona ew ciyê xweyi şayiste layiq di govenda gelên cihanê da bigre. Xudanên "Almanaxê" xwe didin ber vê giraniyê.

Destemanên kurdzaniya Ûnsêtê-Sovyêtiyê diyar û eşkere ne. Lê belê eva idi çend sal in, weki gelek asteng pêşberi karê kurdzaniyê lı Sovyêtistana berê sekinine. Di rewşa kriza tomeri da karê zanistiyê geleki şerpeze bû." Armanceke Navenda Lêkolinên Kurdi ew e, weki di vê dema giran da prosêsa (pêvajo) pêşvaçûna kurdzaniyê berdewam bibe, ji xwestekên iroyin paş da nemine.

Çi pirsê sereke pêşiya "Almanaxa kurdi" sekinine? Ya here sereke ew e, weki em kanbın ulmdar û pisporên dirok û çan-da gelê Kurd dora xwe bicivinm, rê, mecalê bidin wan bona bir û baweriyê xwe binine holê. Pêwistiya vi kari du faktora va girêdaye:

1. Heta roja iroyin gelek problêmên kurdzaniyê ji goveka lêkolinê der mane û hewcê guhdariya pisporan e.

2. Gelek problêm ji hene, ku derheqa wan da hatiye mvisarê, lê mixabm bersiva wana tam û bi obyêktiv hela nehatiye holê. Sedema vê yekê aliki va kêmasiya zanebûnê, aliyê mayin va xêmexazi û neyartiya xudanên mvisara ye.

Bona me prinsip û esasê sereke ew e, weki dirok û çanda kurda ne bê xemlandmê, ne ji bêrûmet bibe. Rasti, her tenê rasti goti bikeve bıngeha lêkolina. Çimki tenê bi vê yekê emê karıbin diroka xweya pirdewlemend va nasbin û dersa ji lê hildin.

Amedekirın û çapkirma "Almanaxa Kurdi" nava karê Na-venda me da ciki taybeti digre. Spêsifika "Almanaxê" ew e, weki dergê wê vekiriye bona hemû çiqlên kurdzaninê û çanda kurdi: dirok, ziman, litêratûra, êtnografiya, gêografiya û yên mayin. Di vê meydanê da gelek pirsgirêkên hucetê ji hene. Emê geleki kêfxweş û serbilmd bin, eger ji me ra li hev bê, rê bidne diskûsiya zanısti û wê pêşda bibın, çimki rasti nava wê da dixuliqe.

Di prosêsa amedekirma "Almanaxê" da problêmek ji ya tercemê (wergerandinê) bû. Çawa tê zanin karê tercemekirinê nava me Kurda da êpêce pêşda çûye. Lê mıxabin nava vi kari da kêmasiyên berbiçav hene. Prinsipa ûnifikasiyayê (yekcûretiyê) hela hê ciyê xwe neditiye. Xezna zimanê me bi temami nayê bikaraninê, xeber, gotinên dereke pir ın. Gelek cara bi neheqi têrminên navnetewi û gişka ra femdar, nıviskarên Kurd bi kêfa xwe diguhêzın û asêgeha bona xwendevanan çêdikin. Bi vê sebebê asta tercemên (wergerinên) zanısti carna ne bi dilê me ne, tuwan e û qewata gotarên tercemekiri hinek nımiz dibe. Lê belê ev dijwari nıkarin bibın asêgeh bona karê me. Ew goti berdewam bibe û bighije hêlanê pewist.

"Almanaxa Kurdi" vekiriye bona her kesi: ulmdara, rewşenbirên Kurd û yên dereke, her xwendevaneki, ku xwestina wi hebê bi zanisti bir baweriyê xwe bêje derheqa wan pirs-girêka, yên ku lı rûpelên wê bên azurukirinê.

Beşeki "Almanaxê" bona efrandinên şair û niviskarên me ye. Em bi wê hêviyê ne, weki lı vir emê ne tenê efrandinên mviskarên Kurd bibinin, lê usa ji bir baweriyên ser problêmên litêratûra Kurda ya berê û nıha.

Serokatiya Navenda Lêkolinên Kurdi erkê xwe hesab dike spasdariya xwe bêje ji wan dilsoz û pêşewitiyên netewi ra, ên piştgirya amedebûn û karanina wê kirin. Di destpêka vi kari da ew erkê miletperestiyê Mizgin Meykari hilda ser xwe. Li Swêdê dost û piştovanên Navenda me Henefi Celepli, Şivan Perwer, Hemid Newroz, Faiq û biradarên mayin alikariya me kinn, weki karê me berdewam bibe.

Eva êdi sala sisiya ne, weki temamiya xerêqa Navendê dr Eminê Hesen (Mûstafayêv) û dr Bekir Ebdul Şah Silêmani hildane ser xwe. Em ne tenê spasdar û mınetdarê van biradera ne, lê usa ji serbilind ın bi vê xemxuriya nıştimanperestiyê û bihagiran.

Ş. X. Mihoyi



Sêvr-Lozan û Pırsa Mafên Çarenûsî jı bo Kurdan

Ş. X. Mihoyi (akadêmik)

Derheqa Peymana Sêvrê gelek xebatên diroki û lêkolinên rengorengo hatıne nivisandin. Mebesta mın ji nıvisan ew ın, ên ku çi li Sovyeta berê û çi lı Ewropa û Tirkiyayê belavbûne. Lê belê ev babetek wiha ye ku pêlûka nerxandına problêmê bi pirbûna lêkolinan nayê nirxandm û derskirın. Çendi derheqa Sêvrê pir hatiye nıvisandın, lê ber qalibên siyasi û berjewendiyên cure-cure alıyên giring û pirinsipên vê pirsê di ber çavan re derbas nebûne. Loma ji pêwist e, bi çaveki dın lı vê pirsgirêkê bınhêrın û bi awaki îlmi bête nırxandın.

Bi xwe piranıya nıvisên ku hene, yan guh nedane extiyariyên Kurdan, an ji prinsipên navnetewi ên derheqa mafê gelê Kurd ê çarenûsi, bi sextekari raberi xwendevanan kirıne. Di vê babisoka heri bilınd ji siyaseta Tirkiya ya zordarıyê, ne tenê mafên gelên bındestên wê wırda bûn, her wiha ji ew ji parastına dewletên ji der ve ji bê par man. Bi vê yekê, ew miletên bındest bi temameti ketın ber rehma Tirkên bê rehm. Di vê rewşê de Tirkiya bêyi bıngehê qanûni Kurd û axa wan nav çarçeva sinorê xwe da hişt. Tişteki naye bawerkirın, lê rast e, hemberi vê neheqi û sextekariya diroki û îlmi lêkolingerên Sovyetê û yên Rojhilatê bê deng man û gotına rastiyê ne nıvisandin.

Ji ber van sedeman, me biryar da, ku careke din vegerm ser nırxekırna peymana Sêvreye aşitiyê. Di eynê wextê de, emê lı ser hınek beşên peymana Lozanê ku lı ser mafên Kurdan hatine ...




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues