La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Incil (Mizgînî)


Auteurs : | | |
Éditeur : Kitabı Mukaddes Date & Lieu : 1998, İstanbul
Préface : Pages : 358
Traduction : ISBN : 975-462-038-5
Langue : KurdeFormat : 115x160 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Bib. Inc. N° 2331Thème : Religion

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Incil (Mizgînî)

Versions

Incil (Mizgînî)

Metta,
Marqos,
Lûqa,
Yûhenna

Kitabı Mukaddes

Ev beşê Încîlê (Mizgîniyê) bi destê Metta hatiye nivîsîn. îsa di dema xizmeta xwe ya li ser rûyê erdê bangî diwanzdeh şagirtan* kir. Gava ku Metta navên diwanzdeh şagirtan dide, ew dide zanîn ku ew "Mettayê bacgir’" e.
Metta Cihû bû û li ser navê Romayiyan bac dicivand. Herweha ew bi navê “Lêwiyê kurê Halfawo" jî tê bîranîn (Marqos 2:14). Çaxê Îsa gazî Metta kir, wî dev ji karê xwe berda û li pey îsa çû (Lûqa 5:27.28). Metta ji beşekî xelkê yê wusa dihat ku kesî ji wan hez nedikir. Lê belê wî guhê xwe da banga Îsa û riya wî bijart. Wî ziyafeteke mezin çêkir û îsa jî vexwend.
Tê gotln ku ev nivîs di nîvê sedsala pêşî de li Entakyayê hatiye nivîsîn û ji mirovên ku dixwestin îsa nas bikin re bûye çavkanî.
Îsayê ku Metta wî bi mirovan dide naskirin Mesîhê Xwedê ye û padîşahê ku li gor sozê Xwedê wê bihata, ew e (2:2; 21:5; 25:34; 27:11, 37, 42). Di Peymana Kevin de gelek caran bi devê pêxemberan tê gotin ku wê Mesîh ...



PÊŞGOTIN

Xwedê, Xudanê erd û ezmanan bi gelek cûreyan bi mirovan re peyivî. Wî bi destê Mûsa pêxember Şerîet, yanî Tewrat da mirovan. Piştre Zebûr û Nivîsînên Pêxemberan jî ji aliyê mirovên rast û xwedênas ve hatin nivîsîn. Û berî du hezar salan îsa Mesih hat vê dinyayê, da ku mirov baweriya xwe bi wî bînin û xilas bibin. Şagirt û şandiyên wî — Metta, Marqos, Lûqa û Yûhenna — di Încîlê de li ser jiyan, kar û hînkirina wî şahidiyê didin. Her yekî ji wan ji xwendevanên xwe re bi awayekî taybetî Mizgîniya Xwedê ya ku îsa Mesîh daye wan, nivîsî.
Ev kitêb li gor zimanê Yewnaniya kevin a esilî hatiye wergerandin û bi gelek wergerên din re hatiye rûbirûkirin. Bi zimanê Yewnaniya kevin mana peyva Încîlê ‘Mizgînî’ ye. Ev Mizgîniya Xwedê (yanî Încîl) cara pêşî di sala 1872an de bi Kurdî (Kurmancî) hat çapkirin. Ew werger bi herfên Ermenî bû.

Ev wergera ku niha di destê we de ye, çar beşên Mizgîniya Xwedê ne. Tevahiya Mizgîniya Xwedê ji 27 beşan pêk tê. Beşên din jî niha li zimanê Kurdî, li Kurdiya hemdem tên wergerandin. Heta niha Mizgîniya Xwedê bi nêzîkî 2000 zimanî hatiye wergerandin û çapkirin. Gelek ji wan gelên ku bi van zimanan dipeyivin, hejmara wan ji ya gelê Kurd pir hindiktir e.
Ji bo rast xwendina Încîlê, divê xwendevan mana çend peyvên girîng baş fêm bikin:

Xudan:
Di Încîlê de peyva Xudan bi mana ‘xwedî’ (xweyî) tê bi kar anîn. Di dema îsa Mesîh de ‘Xudan’ sifatek bû, hem ji bo Xwedê û hem ji bo îsa Mesîh dihat bikaranîn.

Bav:
Di Încîlê de ‘Bav’ navekî Xwedê ye. Xwedê serkaniya her tiştî ye. Her tişt ji Xwedê ye û wî her tişt afirandiye (xuliqandiye). Çawa ku bê bav zarok çênabin, bê Xwedê jî tu tişt çênebûye. Lê belê Xwedê mirov di şiklê (sûretê) xwe de afirand, wî aqil û hiş û bîr û ruh da mirov. Ji ber vê yekê ew bi mana ruhanî (sembolî) bavê hemû mirovan e, lê belê ew qet bi mana fîzîkî (cismanî) nayê fikirîn. Û wek ku bav ji zarokên xwe hez dike, Xwedê jî wusa ji mirovan hez dike û bêguman Hezkirina Xwedê qat qat di ser ya mirovan re ye. Xwedê bavê mirov ê ruhanî û ezmanî ye.

Kurê Xwedê:
Di nav bav û kalên Kurdan de tê gotin ku îsa Mesîh ‘Nûranî’ ye, ‘Nûra Xwedê’ ye, yanî ew Ronahiya ku ji Xwedê tê. Di Încîlê de hatiye nivîsîn ku îsa Mesîh ronahiya rastîn e, yê ku hemû mirovan ronahî dike, ew e. Herwekî ku hatiye nivîsîn, îsa Mesîh bi xwe Peyva Xwedê ye û ji wî re ‘Kurê Xwedê’ tê gotin, çimkî Kur ji Bav Xwedê tê. Kurê Xwedê bi mana ruhanî ye, ew qet bi mana fîzîkî (cismanî) nayê fikirîn.
Ji bo peyvên girîng û nîşanên stêr (*) ên ku di kitêbê de derbas dibin, ji kerema xwe li ferhengoka dawî binihêrin.



Mizgînî

Metta

Pêşgotin

Ev beşê Încîlê (Mizgîniyê) bi destê Metta hatiye nivîsîn. îsa di dema xizmeta xwe ya li ser rûyê erdê bangî diwanzdeh şagirtan* kir. Gava ku Metta navên diwanzdeh şagirtan dide, ew dide zanîn ku ew "Mettayê bacgir’" e.

Metta Cihû bû û li ser navê Romayiyan bac dicivand. Herweha ew bi navê “Lêwiyê kurê Halfawo" jî tê bîranîn (Marqos 2:14). Çaxê Îsa gazî Metta kir, wî dev ji karê xwe berda û li pey îsa çû (Lûqa 5:27.28). Metta ji beşekî xelkê yê wusa dihat ku kesî ji wan hez nedikir. Lê belê wî guhê xwe da banga Îsa û riya wî bijart. Wî ziyafeteke mezin çêkir û îsa jî vexwend.

Tê gotln ku ev nivîs di nîvê sedsala pêşî de li Entakyayê hatiye nivîsîn û ji mirovên ku dixwestin îsa nas bikin re bûye çavkanî.

Îsayê ku Metta wî bi mirovan dide naskirin Mesîhê Xwedê ye û padîşahê ku li gor sozê Xwedê wê bihata, ew e (2:2; 21:5; 25:34; 27:11, 37, 42). Di Peymana Kevin de gelek caran bi devê pêxemberan tê gotin ku wê Mesîh ji malbavka Dawid Padişah rabe. Di Încîla Metta de heşt caran ji bo îsa ‘Kurê Dawid’ tê gotin. Îsaya pêxember salixê bûyîn û jiyana wî dide (1:23; 12:18; 21:5). Yê ku nexweşiyên mirovan qenc dike û barê wan hildigire jî ew e (8:17).
Îsa fêmdariyeke nipûnû da qanûna ruhanî (Şerîeta Mûsa) ya ku Xwedê di Peymana Kevin de diyar kiribû (5:21-24, 27-30, 33-37). Wê hurmeta kûr a ku Îsa ne ji herfên Şerîetê re, lê ji ruhê Şerîetê re nişan dida.

Dîndarên wê demê (Fêrisî, Sadûqî û Şerîetzan) hêrs kir. Hingê wan jiholêrakirina Îsa ji xwe re kirin armanca sereke. Di dawiyê de ew gihîştin wê armanca xwe û îsa dan xaçkirin. Vê helwesta wan dîndarên ku ji naveroka Şerîetê dûr ketibûn, kir ku Padîşahiya* Xwedê ji wan bê standin û ji wan kesên ku berên qenc didin re bê dayîn (21:43).

Bûyerên ku Mettayê nivîskar dibêje ji aliyê pêxemberên Peymana Kevin ve jî bi eşkereyî tên diyarkirin. Loma jî gelek caran Metta dibêje “peyva pêxemberîtiyê hat cih” û bi vî awayî peyvên pêxemberên Peymana Kevin bibîr tîne û diyar dike ku ev çawa tên cih. Peyvên pêxemberîtiyê wek mekûka bûyerên kitêbê ne.

Di vê nivîsê de “Padîşahiya Ezmanan” an “Padîşahiya Xwedê” dabaşeke girîng e û ev gotin sî caran derbas dibe. Di gel vê yekê Metta li ser bîst nîşanên ku îsa Mesîh raber dike (kerametên ku nîşan dide) radiweste.

Pênc peyivînên îsa yên dirêj jî di vê nivîsînê de cih distînin. Ev bi van sernivîsan tên dayîn:
1. Bingeha jiyana dilgeşiyê: 5:1 - 7:27
2. Berî şandina ser kar, peyivîna îsa ya bi şagirtan re: 10:1-42
3. Meselên li ser Padîşahiya Xwedê: 13:1-52
4. Mirovên saxlem û têkiliyên civakî: 17:1-35
5. Şermezarkirina durûtiyê û peyivîna li ser hatina wî ya cara dawî: 23:1 - 25:36



Mizgînî
Metta

Malbavka îsa Mesîh

1 Kitêba malbavka îsa* Mesîhê* kurê Dawid* ê kurê Birahîm ev e:
2 Birahîm bavê îshaq bû, îshaq bavê Aqûb bû,
Aqûb bavê Cihûda* û birayên wî bû,
3 Cihûda bavê Perez û Zerah bû.
ku diya wan Tamara bû,
Perez bavê Hesrûn bû,
Hesrûn bavê Ram bû.
4 Ram bavê Amînadav bû,
Amînadav bavê Nehşon bû,
Nehşon bavê Salmon bû,
5 Salmon bavê Bowaz bû,
ku diya wî Rexab bû,
Bowaz bavê Ovêd bû,
ku diya wî Rût bû,
Ovêd bavê Yêşa bû
6 û Yêşa jî bavê Dawid* padîşah bû.
Dawid bavê Silêman bû,
ku berê diya wî jina Ûrya bû,
7 Silêman bavê Rêhoboam bû,
Rêhoboam bavê Ebiya bû,
Ebiya bavê Asa bû,
8 Asa bavê Yehoşafat bû,
Yehoşafat bavê Yoram bû,
.....




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues