La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Çira, hejmar 1


Auteurs : | | | | | | | | | | | | | | Multimedia |
Éditeur : Apec-Tryck Date & Lieu : 1995, Spånga
Préface : Pages : 118
Traduction : ISBN : 1400-528X
Langue : KurdeFormat : 160x235 mm
Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Çira, hejmar 1

Versions

Çira
Kovara kulturî
Komeleya nivîskarên kurd li swêdê

Sal 1,
Hejmar 1, Adar 1995


Ji xwendevanan re

Xwendevanên hêja,
Va ye kovareke nû, Çira digihîje destê we. Ew jî dide ser riya karwanê kovarên Kurdî.

Çi baş çi nebaş, xusûsiyetên her kovarê hene. Yek ji xusûsiyetên Çirayê ev e ku ew kovareke kulturî ye û ji alî Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê tê derxistin. Komeleya Nivîskaran, di 22.1.1995'an de bi qerara bîst nivîskarên Kurd ên penaber hatibû damezirandin û îro ji çar perçeyên welêt sî û sê endamên wê hene. Hêvî ev e ku ev hejmar zêdetir be.

Komele û kovareke wisa, fersendekê dide ku em hevûdin baştir nas bikin û hem ji hev hem jî ji xwendevanan fêrî tiştna bibin.

Herwekî diyar e, Çira bi sê lehçeyên Kurdî; bi Kurmanciya Bakur, Kurmanciya Başûr û Kirdkî (Kirmanckî, Zazakî) ye; ev yek kovarê dewlemendtir dike. Ji xusûsiyetên Çirayê yek jî ev e.

Em kêfxweş in ku ji nifşên cihê-cihê endam, di komeleyekê de bi hev re kar dikin û kovarekê derdixin. Endamên Komelê bi temenê xwe, lehçeyên xwe, babeta nivîsên xwe û bi fikrên xwe cihê-cihê ne. Loma nivîsên Çirayê jî cihêreng in*.

Rûpelên Çirayê ji xwendevanan re vekirî ne. Heta ji destê me bê em dê cî bidin nivîsên cihêreng.
Xwendevanên delal,

Em li benda alikariya we ne. Heke bi dilê we be kovarê belav bikin û bibin aboneyên wê. Bi nivîsên xwe, bi rexne û pêşniyazên xwe me haydar bikin da ku em kêmaniyên xwe bizanibin, da ku Çira me û we ronîtir bibe.

22. 2. 1995
ÇİRA

* Berpirsiyariya her nivîsê, ya nivîskarê/nivîskara wê ye.


Wendoxan re

Wendoxê erjayey,

Ha wo kovarêka newa, Çira resena şima dest. Ya zî dana raya karwanê kovaranê Kurdkî ser.

Çi baş çi nebaş, xusûsiyetê her kovare estî. Xusûsiyetanê Çira ra yew no yo ki ya kovarêka kulturî ya û ebi destê Komeleya Nuştoxanê Kurdan Îsweç divejiyêna. Komeleya Nuştoxan, 22. 1. 1995 di ebi qerarê vîst nuştoxanê Kurdan ê penaberan (multeciyan) awan bîbî û ewro çar parçeyanê welatî ra hîris û hîrê endamê yay estî. Hêvî aw a ki na hûmari hîna zêde bo.

Komele û kovarêka winasî, firsetê dana ki ma yewbînan hîna baş nas bikî û hem yewbînan ra hem zî wendoxan ra tayê çiyan bimusî.

Hezeki aseno, Çira ebi hîrê lehçeyanê Kurdkî; ebi Kurmanckiya Bakur, Kurmanckiya Başûr û Kirdkî (Kirmanckî, Zazakî) ya; no rewş zî kovare hîna pêt (zengin) keno. Xusûsiyetanê Çira ra yew zî no yo.

Ma kêfweş î ki neslanê ciya¬ciyayan ra endamî, komeleyêk di piya kar kenî û kovarêk vejenî. Endamê Komele ebi serranê xwi, lehçeyanê xwi, babeta nuşteyanê xwi û ebi fikranê xwi ciya-ciya yî. Cuwera nuşteyê Çira zî tewir-tewir î*.

Riperrê Çira wendoxan rê akerde yî. Heta destê ma ra bêro ma do ca bidî nuşteyanê ciya-ciyayan.
Wendoxê delalî,

Ma pabeyê yardimê şima yî. Eke ebi zer ba şima ba kovare vila bikên û bibên aboneyê ya. Ebi nuşteyanê xwi, ebi kritik û pêşniyazanê xwi ma haydarbikên ki ma kemaneyanêxwi bizanî, ki Çira ma û şima hîna roşn biba.

22. 2. 1995
ÇİRA

* Berpirsiyariya her.nuştî, ya nuştoxê/nuştoxa yê ya.




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues