The Kurdish Digital Library (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Çira, hejmar 4


Authors : | | | | | | | | | | | |
Editor : Apec-Tryck Date & Place : 1995, Spånga
Preface : Pages : 120
Traduction : ISBN : 1400-528X
Language : KurdishFormat : 160x235 mm
Theme : Literature

Presentation
Table of Contents Introduction Identity PDF
Çira, hejmar 4

Versions

Çira
Kovara kulturî
Komeleya nivîskarên kurd li swêdê

Sal 1,
Hejmar 4, kanûna pêşîn 1995


Mem û Zîna Ehmedê Xanî û rola wî ya di neteweperweriya kurdî de

Ev gotar di 27.5. 1995'an de, di Konferansa Ehmedê Xanî de, li Stockholmê hatibû pêşkêş kirin. Konferansa Ehmedê Xanî, ji alî Komeleya nivîskarên kurd li Swêdê, Federasyona komelên Kurdistanê li Swêdê û ABF'ê ve hatibû amadekirin.

Komela Nivîskarên Kurd li Swêdê seminerekê amade dike û bangî min kir ku ez jî beşdar bibim, bipeyivim. Jibo 300 saliya berhema Ehmedê Xanî, Mem û Zînê ev civîna bîranînê hat amadekirin. Ez gelekî kêfxweş bûm, lê pê re jî tirsiyam. Rast e, min derheqê dîrok û sosyolojiya Kurdan de pirtûk û meqale nivîsîn. Min çend caran behsa Ehmedê xanî kir, lê ev ni şan nadin ku ez derheqê Ehmedê Xanî de pispor im. Semîner li Swêdê pêşkêş dibe. Gelek Kurdên entellektuel ku di xebatên derheqê Ehmedê Xanî de pêş de çûne, alîkarî kirine li vir dijîn. Pêşî ez ê navê' Mehmet Emin,¹ Mihemed Enwer û Ferhad Shakely³ û di van demên dawiyê de jî Mehmet Uzun û Mûrad Ciwan bidim. Divê ez îtîraf bikim ku ez ditirsim, li vir li pêş van kesên zana biaxifim. Min Ehmedê Xanî bi saya melûmatên ku ji van kesan girt, nas kir. Dibe ku nîvê guhdarên vê civînê, Mem û Zînê û Ehmedê Xanî ji min bêtir û pirtir dizanin.

Loma ez dê bi tehrekî din behsa hin rastiyên ku baş tên zanîn bikim. Ev çend dîtinên ku ez ê pêşkêşî we bikim, dibe ku ne li gor dilê we bin. Ez nabêjim ku di vî warî de pirr zana me. Lê belê ez dixwazim bi dîtinên din, bi cûrekî din li vê meselê binihêrim, dîtinên xwe yên bê îddîa ji we re bibêjim.

Gelo Ehmedê Xanî neteweperwerekî Kurd e û çêbûna dewleteke Kurd dixwest?

Ji bo ku Ehmedê Xanî pêşdariya neteweperweriya (nasyonalîzma) Kurdî bike gelek sebebên di ci de hene. Ez ê
paşê behs bikim ku wî bi çi teherî ev kar kiriye. Mem û Zîn di tevgera neteweyî ya Kurdî de faktoreke taybetî ye. Lêbelê gelo ev faktora heq dide me ku em ji bo wî bibêjin ew neteweperwerê Kurd e? Ez bawer...

Martin van Bruinessen




Foundation-Kurdish Institute of Paris © 2024
LIBRARY
Practical Information
Legal Informations
PROJECT
History & notes
Partenaires
LIST
Themas
Authors
Editors
Languages
Journals