La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Memê Alan


Auteur : Multimedia
Éditeur : Orfeus Date & Lieu : 1996, İstanbul
Préface : MultimediaPages : 240
Traduction : MultimediaISBN : 91-87074-14-1
Langue : KurdeFormat : 160x240 mm
Code FIKP : Liv. K.l. 3966Thème : Poésie

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Memê Alan

Versions

Memê Alan

Memî got : « Tu min nas nakî » Ez Mem im, wergî dîn im.
Mîna teyrekî serdesten î çeng bi şebab û xebxeb zêr per zêrin im !
Ez ne Tirk û ne Tacîk im, ez Kurdê canpola û serhişk û dilbirîn im !


Pêsgotin
Nurettin Zaza

Ji Çiyayên Dêrsimê heya bi Loristanê, Memê Alan, li her derên Kurdistanê bi nav û deng e. Piçûk û xort, pîr û kal, jin û mêr, nemaze di şevên zivistanê de, li dora dengbêjan kom dibin û bi saetan, lal û heyran guhdariya vê stiranê dikin.

Ev çiroka kurdî ya bi her awayî giranbiha, heya niha, nivîsandî ne ketiye nav Kurdan. Ewropayîyan berî me qiymeta wê nas kirine û lez dane xwe ku vê destana evîneke pak û bilind, bi laş û bi gewdebûna rûçiken miletê kurd ên berztir, bêxine pêş xwendewarên xwe. Rojhelatnasên Ewropî ku bi "Memê Alan" mijul bûne çendek in: Berî gişan A. Socin (Sosen) di sala 1890 î de, li Petresbûrgê (niha Lenîngrad), bi elemanî û bi zaravayê botanî ew nivîsiye û li Ewropayê belav kiriye. Piştî wî A. Von Le Coq, li Elmaniya, di sala 1903 an de Memekî Alan ê din çap kiriye. Di salên 1906-1909 an de Elemaniyekî din, bi navê Oscar Mann, li Berlînê, bi zarê mukrî û bi elemanî, tevî çend çirokên kurdiyên din, wek «Xan Dumdum» Memê Alan daye çapê û ew xistiye ber çavên miletê xwe. Kurdînasekî din, Hugo Makas «Makaş», di sala 1926 an de li Lenîngradê dîsa Memê Alan pêşberî xwendewarên ewropî kiriye. Di sala 1936 an de, li Erîvanê çend Ermeniyên kurdîzan jî 3 gohartoyên Memê Alan bi kurdî çap kirine.

Piştra, dawiya gişan, di sala 1942 an de kurdînasekî firansiz, Roger Lescot (Rojê Lêsko), piştî xebata 4 salan, bi arkariya rehmetî Mîr Çeladet Bedirxan, Memê Alan, digel wergera wê bi firansizî, li Bêrûtê çap kiriye. Ev kitab di nav Kurdan de belav ne bûye û bi tenê li cem çend kesan pêyda dibe. Lê ev gohorto ji gişan tekûztir e.

Ji bo bi destxistina vê çîrokê Lêsko guhdariya bêtirî 20 dengbêjan kiriye; yekî ji wan bi timamî ew ji ber ne dizanî. Ji ber ku, her wekî Lêsko bi xwe dibêje, bi windabûna emîr, axa û mezinên kurdan, dengbêjên hêja ji ortê radibin û ciyê wan vala dimîne. Eger ji îro bi şûn da em guh nedin folklora xwe (her texlît fen û hunerên gelêr) wê winda bibe û here.

Niha em bêne ser Lêsko: Wî piştî ku guhdariya gelek dengbêjan kiriye û heçî ji devê wan derketiye nivîsandiye, du dengbêjên din anîne yek ji wan Mîşo yê Berazî û yê din Sebriyê Mihacir ê li Bêrûtê. Ev her du dengbêjên dawîn ji gişan bêtir ketine eqlê wî. Piraniya çîrokê ji Mîşo biriye û ew bi sermiyanê Sebrî û yê dengbêjên din timam kiriye.

Bi vî awayî, dibe ku Memê Alan ê Lêsko ji yên din tekûztir û dirustir be. Lê kêmaniyeke wî heye, ew jî sist û xwarbûna zimanê Mîşo ye. Kurmanciya wî ewqas di bin tesîra erebî û tirkî de maye ku carna, ji kurdî yekcar bi dûr dikeve û dibe zimanekî din.

............................


Gava yek li vê destanê hûr dibe, li ser pir niqteyan disekine û ji wan re li bersîven digere. Esereke ûsa tekûz, mitalaeke kûr û dirêj dixwaze da ku cienc bête tehlîl û ders kirin. Em pir hêvîdar in ku di rojên mandê de, ev û gelek destanên wek vê, di dibistan û zanîngehên me de bêne xwendin û tefsîr kirin. Niha, li gora zanîn û hunera xwe, emê bi pirsen jêrîn mijul bibin.


Pirsên Dirok

Berî gişan, tiştê ku nas e kevin bûna vê çîrokê ye. Bingehê wê ji Isa Pêxember pir wê da ye, lê avahiyên bêhejmar li ser hatine danîn û gelek rengareng bûye. Ehmedê Xanî bi xwe mewzûê Mem û Zînê ji Memê Alan biriye û geleg tişt jê guhirandine û ew bi zimonekî pir edebî û bilind nivîsandiye. Pir mixabin ku zahf pirsên erebî û farisî xistinê!

Lê Şêxê Xanî me mat dihêle gava dinivîse ku her tiştên Mem û Zînê bi tenê ji serê wî derketine. Rêberê miletê Kurd ê hozan di dibaçeya Dîwana xwe de dibêje:

«Ev meywe eger ne avdar e,
Kurmancî ye, ev qeder li kar e.

Ev tifle eger ne nazenîn e.
Nûbur e, bi min qewî şêrîn e.

Ev meywe eger ne pir lezîze,
Ev tifle bi min qewî ezîz e.

Mehbûb û libas û goşewar e
Milkê di min e, ne mistear e.

Elfaz û meanî û ibarat,
Inşa û mebanî û işarat,
 
Mewzû, û meqasid û hikayet,
Mermûz û menagib û dirayet,

Islûb û sifat û mana û lefz
Esla ne kirn me yek ji wan qerz;

Bilcimle netayicî di fikr in
Dûşîze û nû erûs û bikr in.»1

`Eger em guh bidin van beytên ha, divê em ûsa bizanin ku her tişt ji pejn û ramanên şairê me yê bê hemta derketine û berî wî, di vî warî de, tu çirok û destan peyda ne bûne. Xanî çima ev gotin kirine em nizanin; ji ber ku şa'irekî me yî din î mezin, Melayê Cizîrî, ku ji Xani hîn kevintir e, dî Diwana xwe de behsa Mem û Zînê dike û ji dilbera xwe re gotinê jêrîn dibêje:

«Mûyekî ez ji te nadim bi du sed Zîn û Şîrînan,
Çi dibit ger tu hesêb kî me bi Ferhad û Memê?»

Mewzû'ê Memê Alan ji Melê jî hîn pir kevintir e. Li gora dîroknivîsê danimarkî yê îrannasê bi nav û deng, A. Christensen (Krîstensin), destanek wek ya Memê Alan, hezar sal berî Isa Pêxember di nav miletên arî de pir belav bûbû. Nivîsevarekî yewnanî, bi navê Charês de Mitylêne (Şarêsê Mîtîlenî) pençsed salî berî Mîladê çîrokeke ûsa nivî sandiye.
Krîstensin çîroka Şarês, bi kurtî, wa neqil dike:

«Di wextekê de du bira hebûn Navê yê mezin Hystaspês "Hîstaspês" û yê piçûk jî Zariadrês "Zariyadrês"» bû. Dibêjin ku zaroyên Adonis "Adonîs" û Aphrodithe "Afrodît" ê bûn.2

Birayê mezin, Hîstaspês, Mediya û welatên nivroyê Mediya xistibûn destê xwe. Zariyadrês ji bakurê Behra Hezar heya bi Çemê Tûna hikim dikir. Ji vî çemî ber bi jor dibû welatê Maraton "Marathes". Padişahê vî miletî Homartês bû. Wî bi navê Odatîs keçikek gelek dilber hebû.

Birayê mezin, Hîstaspês, Mediya û welatên hîvroyê Mediya xistibûn destê xwe. Zariyadrês ji bakurê Behra Hezar heya bi Çemê Tûna hikim dikir. Ji vî çemî ber bi jor dibû welatê Maraton "Marathes". Padîşahê vî miletî Homartês bû. Wî bi navê Odatîs keçikek gelek dilber hebû.

Dibêjîn ku, Şevekê Odatîs Zariyadrês di xewna xwe de dibîne û dilê wê dikevê Zariyadrês jî, jî aliyê xwe, ve Odatîsê di xewnê de dibîne û dibe aşiqê wê. Her du, bi evîneke xurt hej hev dikin û ji eşqa xewna Şevê re mixlis dimînin. Odatîs spehîtira jinên Asiyayê bû û Zariyadrês jî bi çelengî deng da bû.

Zariyadrês, ji bavê keçikê, Homartês re peyayekî dişîne û keça wî jê dixwaze. Lê, Padişahê Maratan razî nabe; her wekî bê kur bû dixwest keça xwe bide yekî ji malbata xwe. Rojekê ji rojan, bavê Odatîsê hemî merivên xwe, mîr û mezinên welêt ji bo civîneke mezin vedixwîne. Lê ji tu kesî re behsa zewacê venake. Piştî ku mêvan xweş dixwin û vedixwin, Homartês deng li keça xwe dike û jê re dibêje:

«Odatîs, keça min, em îşev daweta te dikin. Li dora xwe binêr û li mêvanan hûr be. Pişt re piyaneke ji zêr bigire, wê tije şerab ke û bide destê peyayê ku tu hez dikî bibe mêrê te. Tu ê hingê bibî jina wî.»

Berî demekê wê ji dilgiritiyê xwe re da bû zanîn ku daweta wê nêzîk bûye. Zariyadrês, zûka, bi hevaltiya paytûngerê xwe yê şer3 terka leşkergeha xwe dike û berê xwe dide qesra Odatîsê. Bi paytûna xwe ya herbî di pir welatan re derbas dibe û nêzikî 800 qonax rê dibire. Gava digehe bajarê Odatîsê paytûna xwe tevî paytûnger, li ciyekî dihêle û xwe dilezîne ciyê dawetê. Gava dikeve hundir, Odatîsê li ser piyan li pêşiya mêvanan dibîne. Keçikê hêdî, hêdî piyan dadigirt û digirî. Xwe digihîne wê û hêdîka jê re dibêje:

«Odatîs, delala min, li ser xwestina te ez hatim. Ez Zariyadrês im.»

Bi dîtina vî biyaniyê çeleng ku mîna xeyala xewna wê bû, keçik dikene û bi dilxweşiyeke mezin piyanê dixe destê wî. Zariyadrês piyanê jê destîne û wê dibe ber devê xwe. Piştre milê keçikê digire, ji qesrê derdixîne, wê dibe paytûna xwe û direvîne. Pîşekar, xizmetkar û cariye ji evîna wan ageh bûn, kirin ku tu tiştî nabînin. Gava Homartês pirsa keça xwe ji wan kir, wan devê xwe venekir û lal man. Xûluseya çîroka Şarês li vir digehe dawiyê. Şarêsê Mîtîlên dibêje ku hemî rûniştimanên Asiyaya Navîn pir hej vê çîrokê dikirin. Dîwarên peresteşgeh, qesir û xaniyan bi biserhatiyên wê dixemilandin û piraniya padişah û emîran navên keçên xwe dikirin Odatîs.

Li gora dîroka Îranê ya kevn, Krîstensin li ser çîroka Şarês çend mulahezan dixe pêş: Ûsa dixuye ku Hîstaspês Viştaspa bû ye û navê Zariyadrês li şûna navên her du kurên Lohrasp, Zarîvarî - Zarêr, ketiye bin qelema Şarês. Lohrasp û her du kurên xwe, ne li Mediya, ango li rojava; lê li rojhelatê Îranê hikim kirine. Bi a dîroknivîsê danimarkî, Krîstensin, wek gelek çîrok, destan û efsaneyên Îranî, ev çîrok jî ji rojhelat hatiye rojava.

Ku çi be jî, tiştê dikeve ber çavan ev e ku di romana Şarêsê yewnanî û di destana kurdî de pir niqte wek hev in: Mem û Zariyadrês ji hev ne dûr in, eger ê pêşîn kurê Adonîs û Afrodîtê ye, qehremanê me jî bi mûcîze hatiye dinê, û hespê wî, Bozê Rewan, bêtarekî efsaneyî ye. Nizîkatîya di nava Zînê û Odatîsê, Mîr Ezîn û Homartês, Bengîn û paytûngerê Zariyadrês de gelek hêsanî dixuye. Her wekî Şarês dibêje, ev çîrok bi awakî gelemper, di nav hemî gelên Asiyayê ên berê de belav bû bû, û bê şik ji nav Îraniyan derketi bû. Lê, ji aliyê kîjan miletê Îranî, em nizanin. Tiştê eşkere ev e ku, eger mewzûê evînê, di bingehê xwe de, li cem wan gelan gişan yek bû jî li ba Kurdan, digel demê vê destanê, bi timamî, rengekî din standiye, bûye misilman û xurû kurd. Hêdî hêdî misilman bûna çîrokê ji guhirandina Sahê Periyan bi Xoceyê Xidir dikeve ber çavan.

Bi kurd bûna xwe çîrok ketiye qalibekî din. Berî gişa, di destana me de, peya pêtir in: Her du ap û xalê Memê, Perî û Xoceyê Xidir, Beko û keça ,wî, Sitî û Mîr Sem, Ebeboz û tacirê mezin, û ji hemiyan girantir, her sê birayên Celalî. Bi xistina Beko û Celaliyan nav vê destanê, çîrokbêjên kurd zîrekiyeke dramatikiya mezin, "Gênie dramatique", nişan dane û ramana felsefeya Kurdan a kevin: Ser di navbera Qencî û Nerindiyê de, paşê, bi tevkariya mirovên xêrxwaz bi Xwedêyê Qenciyê re, serdestiya Qenciyê li ser Nerindiyê, ji bîra ne kirine û xwe ji giyanê miletê xwe bi dûr ne xistine. Emê paşê dîsa bêne ser vê pirsê û hîn kûrtir lê hûr bibin.

Dîroka Qehremanên Destanê

Heçî Memê Alan, Mem kurt kirina navê Mihemed e. Me gotibû ev çîrok ji Rojhelat hatiye Rojava û hêdî hêdî misilman bûye. Misilman bûna wê di wextekê de qewimiye ku Kurdan êdî Misilmantî welê qebûl kirine ku herçî ereb e li cem wan rengekî miqedes standiye. Ji lewre, ne bi tenê navê qehremanê çirokê kirine Mihemed, lê nijadê wî bi xwe gihandine Qureyşiyan. Ji xwe, mideteke dirêj, li Kurdistanê hemî malmezinan, axa û Şêx û emîran xvve digihandin malbata Cenabê Pêxember. Ma dibû ku, Memê Alan, peyayekî ewqas bilind û berz, lewend û çeleng, negihe nijadê Qureyşiyan?!

Lê tiştê ecêb ev e ku Mem hem xwarziyê Qureyûşiyan, Siltanê bajarê Mixribê û hem jî Padişahê Kurdan e. Vî tiştî, bi a me, bi vî awayî cî girtiye: Di wexta mezinahiya Îraniyan de, dewlemendiya impratoriyetên wan bê payan bû. Padişah an impratorên wan carna Furs û carna jî Kurd bûn. Kurdan mesîrê xwe bi mesîrê van împratoriyan ve girê da bûn û bingehê ordiyên wan pek tanîn û diketin hemî şeran. Emaret û heta padîşahiyên wan ên cihê jî hebûn; lê li ser serê gişan împratorên Îranî bûn (Kurd an Furs).

Gava Îran ji mezinatiyê dikeve, li Rojava dewletine din ên mezin peyda dibin û cîhanê dixine bin lepên xwe: Yewnan, Roma, Bîzans, Ereb, Selahedînê Eyûbî û piştre Osmaniyan. Em dikarin bêjin ku ev dewletên ha, ji Eyûbiyan pê ve, giş, dijminên kurd bûn. Lê di wexta Selahedîn de, di bin serderiya wî de Kurd hin merkezên bilind dixine destên xwe û li her derê dibine xwedî nav û rûmet. Dîrok dibêje ku piraniya leşkerên kurê Eyûb kurd û li ser wan jî mezin, mîrên kurdan bûn. Ne dûr e ku Selahedîn, Siltanê Misilmanan û Serdarê Kurdan, di mîjiyê stranbêjên me de ketibe şûna Memê Alan. Ev bi tenê gomanek e. Bê şik gomanine din jî mimkin in ...

Heçî navê Alan, li ser vî jî texmîn, fereziyat an goman ne hindik in. Hinek dibêjin ev nav piştî Mem û Zîna Ehmedê Xanî ketiye devê dengbêjan. Her wekî, bavê Memê berdevkê Mîrê Botan bû û di şeran da ala wî hildigirt, vê leqebê ji Memê re intiqal kiriye. Lêsko texmîneke din dike, dibêje ku di wextekê de bakurê Qefqasiya, heya çemê Tûna, di destê miletê "Alains" - Alên - de bû. Dîroknivîsên Rojhelatê Alên kirine Alan. Di wexta Sasaniyan de Alênan nîvroyê Qefqasiya vegirtine, gihane Çiyayên Zaxros, heya bi Sileymaniyê. Di folklora ermenî de ev bûyer bi evîna Ardaşês bi dotmîra Alênan re hatiye qeyd kirin.

Niha, bi tenê qebîleyek ji eşîra Swêsnan (minteqeya Wezne - Serdest, li îranê) navê Alan hilgirtiye. Kurdên îranê ji welatê navbera Sileymanî û Bane re jî Alan dibêjin. Navê çemê ku, li dora Rewandizê, ji Kalêfan derdikeve, Alûna ye. Dîroknivîsekî romanî, Pline (Pan) jî behsa miletekî Alûnî dike ku li wan deran rûdinist. Lê, her wekî tarîxa Kurdistanê û nemaze ya rûnistimanên wê bas ne hatiye ders kirin, di vî babetî de jî zanîna me bi tenê texmînî dimîne.

Heçî Mîr Ezîn, gelo sexsê wî dîrokî ye, an di devê çîrokbêjan de si:ma yekî din girtiye? Di gohartoya Mişo de navê Mirê Botan Ezîn, kurê Mîr Tacîn e. Li ba hin dengbêjên din û di Memozînê de dibe Mîr Zeynedîn, kurê Mîr Evdal. Şerefname di babetê Mîrên Botan de navê du Mîr Evdalan dide nasîn. Yek ji wan neviyê Xalid Bin Elwelîd bû û ji bavê xwe miqateaya Finikê standi bû4. Bi vî awayî, wî tu caran hikim li Cizîra Botan ne kiriye. Ne xwe, imkan nîne ku Mîr Ezdîn kurê wî be. Li ser Mîr Evdalê din, serefname tîstekî din i dirêj nànivîse. Bi tenê dide zanîn ku bi navê Mîr Ezzedîn, an Mîr Ezdin. Kurekî wî hebû. Di sala 1393 an de Mîr Ezdîn diçe Mêrdînê û ber Timirleng xwe xwar dike û vedigere Cizîra Botan, emareta xwe. Hingê, kurmancekî ku xirabiyek bi Timirleng kiribû, xwe davêje bextê wî . Timirleng wî peyayî ji Mîr Ezdîn dixwaze, lê Mîr bi gotina wî nake. îcar Mongol davêjin ser Cizîrê û wê talan û xapûr dikin. Mîr Ezdîn nakeve destê wan, direve û xwe dighîne Erohê. Li wê bi sofistî, bi nimêj û dû'an imrê xwe timam dike.

Du sed sal bi şûn da, Mîr Ezdînekî din, kurê Xan Evdal, bi hevaltiya bajariyan birayê xwe, seref, dide kustin û emareta Cizîrê dixe destê xwe. Şerefname dibêje ku heya sala 1596 an, sala nivîsandina serefnamê û sed sal berî Mem û Zîna Xanî, Mîr Ezdîn hîn sax bû. Lê, tu dîroka kurdî navê Mîrekî Botan, wek Zeynedîn (Zeydîn, Zengîn nayîne). Navê Ezîn ku Mişo li Mîrê Botan dike, ji hemiyan bêtir nêzîktirî rastiya dîrokî xuya dike. Hingê, ji gişa maqûltir, Ezdînê dijminê Timirleng tête bîra me. Lê, her wekî Lêsko dibêje, di destê me de tu isbatên tarîxî nîn in ku em kuribin vî tistî iddia bikin. Bi xwe, bi gotina Mişo jî, Mîr Ezîn ne kurê Mîr Evdal, lê kurê Mîr Tacîn e.

Her wekî me got mewzûê çîrokê gelekî kevn e û ûsa dixuye ku Mîr Ezîn bi xwe xistine postê yekî din. Lê çima ev tişt qewimiye? Çima çîrok li bajarê Mixribê dest pê dike û piştre, bi timamî li Çizîrê derbas dibe û tê de Mîrê Botan ne çîrîn tête nîşan dan? Dibe ku, her wekî Bazîl Nîkîtîn, kurdnasekî rûsî, dibêje ev çîrok, ji aliyê dijminên Mîrên Botan hatiye guhartin û ketiye vî rengê ha. Ev gomanek e. Em bi xwe, gomanek din mimkin dibînin. Niha hatiye zanîn ku piştî babelîska 9 an û virda, heya ketina Tirkan a kurdistanê, li welatê me senaet, bazirganî şaristanî û dewlemendî pir pêşve diçin û iqtisadiyen her derên Kurdistenê bi hev re girê didin. Siyasiyen zerûreta yekbûna welêt di nivîsandinên şairên kurd de dikeve ber çavan. Melayê Çizîrî, di şireke xwe de, xwe ne bi tenê şairê Botan lê yê hemî Kurdistanê hesab dike û dibêje:

«Gulê baxê Îremê Botan im
Şebçiraxê şevê Kurdistan im.»

Em dibînîn ku Ehmedê Xanî vê zerûreta ha dike bingehê xwestin, raman û hebûna xwe. Lê yekbûna Kurdistanê bi cî nayê; ji alikî ji ber dijminatiya hundir û ji aliyê din jî, ji dijminatiya derve, nemaze ji ya Romî û Eceman. Di destanê de padişahek û mîrekî Kurdan hene. Padişahê Kurdan destê xwe dide mirekî wan, û bi ixlas, dixwaze pê re girêdanên xurt bîne meydanê. Lê Mîr merivatiya wî naxwaze, ditirse ku, bi vê girêdanê, emareta wî ji destê wî here û bikeve destê Padişahê Kurdan. Gelo em nikarin bêjin ku çîrokbêjën me bi vî tiştî hesiyane û bûne miraka giyanê miletê xwe? Ma edebiyeta milet, ya gelêr bi xwe, her gav rewş, raman, hiş û hêviyên vî gelî naxe pêş çavan?

Ji aliyê dirokê, Zîn me hîn bêtir di tariyê de dihêle. Çima jê re Zîna Zêdan dibêjin, em vêya jî nizanin. Em hêvîdar in ku di mandê de edebiyatnasên me van niqeteyan hin ronaktir bikin...

Rewşa Edebî

Ji aliyê edebiyatê, her wekî berê jî me gotibû, mixa bin ku zimanê Mişo xwar û siste! Ê Sebrî ji yê wî çêtir e, lê ew jî ne pir dirust û bilind e. Di destanê de perçeyek heye, Lîstika Setrencê, ji aliyê ziman, awa û salixdan tiştekî tekane ye. Xanimeke serhedî ew ji rehmetî Mir Celadet re gotiye. Lê rebenê, her wekî ji zû da ji welêt derketiye, ji Memê Alan, di bîra wê de bi awakî xweş; bi tenê ev maye. Weznên beytan ne pir li hev in, lê digel vê yekê şaesereke folkolrî ye. Heçî qafiyên çirokê ên gelemper bi xwe, ne zengîn û xurt û klasikî ne, (guh nade rêzên erebî û farisî). Bi piranî, bi cemî kirina pirsan tête pê. Malik bi xwe ne mewzûn in. Beytên pir dirêj û beytên pir kurt hene. Di hemî starnên şer û çirokên mewzûn ên Kurd te isûl eve. Ev tişt li gora bêhna dengbêj tête saz kirin. Li gora rêzê şi'rê yên kevn ev awayê ha bê qimet tête jimartin. Lê li gora edebiyata îro, li gora şi'rên serbest bi erebî, (le vers libre) bi fransizi, dibin eserên pir hêja. Eger şa'ir û edîbên me isûlên erebî û farisî berdin û di folklora xwe de li çêre ya xwe bigerin û ilhama xwe jê bistînin, ne bi tenê ewê tiştên bijarte bînin rn.êydanê, lê ji cihanê re serweta xwe ya milî ya mezin bidin zanin û wan heyran bihêlin.

Digel zarê ku Memê Alan pê hatiye nivîsîn ne pirî bilind e, tê de wesfên ûsa spehî hene ku bi tenê di roman û trajediyên (eserên edebî, nemaze yên teyatro yên dilêşand) pir hêja de têne dîtin. Li wesfa Zînê ya raketî binêrin:

«Eniya gewr e, madena zêrane,
Biskên bi rewa xwe berdane ser hinarikên rûyan,

Bisk û qeter berdane ser guliyane,
Xwe berdane ser textê piştê û qolincane.

Taximekî hur jê re wûnane,
Berdane ser pêsîr û sepet û derziyane.»

 Û wesfa giyanî ya Zînê, gava dibihîse ku Mem hatiye Cizîrê:

«Ji nih ve, dilê wê rabû mîna behrane,
Pêlan xwe davêtin ji serî heya lingane,
Dîsa derd û kulan serî hildane,
Lê ne mîna berê, bê hêvî ye ji hatina Memê, Padişahê Kurdane.»
  

Çeko bi xwe, pistî ku dizane Mem ji bo Zînê hatiye, li ber du birayên din rewşa xwe ya nefsî çi xweş derpêş dike û dibêje: 

«Ez Çeko me, ez ne î dîn im!
Mîna gurê çile, zik birçî û dev bi xwîn im.
Eger niha sed mêr bi ser min de werin, ez yekî di yê din nagihînim.
Ku bajarê Cizîrê gişt li pişt wan be, dîsa
ez xema giştikan nakişînim.» 

Wek sehneyên tiyatro ji van salixdanan çêtir, di alemê gişî de kêm pêyda dibin. Hun li halê Hesen binêrin gava Çeko li ser gotina xwe vedigere:

«Hesen çav di serî de sor bûne mîna çavên ejderhane,
Sing radibe û datê mîna pêlên behrane,
Por lê gij bûye, mîna striyane.»

Gava di lîstika setrencê de Mem zora Mir dibe, dengbêj lîstika Memê bi awakî ûsa salix dide ku em xwe li ber meydaneke şer dibînin. Temaşa kin:

«Temaşageran zanî xurt e Memê Alan,
Mîr Ezîn nikare hilîne bar û berbarî.
Bi rimh û gurz û Şeşperî, Mem kete nav eskerên Mîr.
Sefê pêşîn xera kir, di baskan ve kete hundir.
Siwar ji hespa daxistin, peyan dan ber lingên fila.
Bera birc û barû da pê,sşi, ji dijmin stand,
Li ş'ah hate wer, rex û ferzîn kirin hêsîr.»

Dengbêj wesfa tabietê jî ji bîr nakin û tê de zîrekî nîşan didin. Çemê Dîcle di biharê de bînin ber çavê xwe:

«Çem sor bûye, mîna xwîna mêrane,
Pêl davêne serê pêlane.
Delxe davêne serê delxane,
Lêdixînin li kuntarên çiyane.»

Em dirêj nekin. Eger em bigerin hîn pir tiştên hêjatir dikarin peyda kin û bêxine ber çavên xwendewaran. Qiymeteke din di Memê Alan û di hemî stran, destan û çîrokên kurdî de hene, ew jî ev e: Di zimên de "bêjeyên dengin" hene ku bi dengê ku didin mana wan xuya dike. Bi firansizî ji wan re dibên "homonothopêes". Pîrsên ûsa di edebiyatê de, eger xweş bêne istimal kirin, pir bi biha ne. Racine (Rasîn), yek ji "trajedînivîsên" firansiz ên mestir, di mesrehiyeta xwe ya "Andromak" de ev malik nivîsandiye:

«Quels sont ces serpents qui sifflent sur nos têtes?»
«Ev marên ha ku li ser serê me difikînin çi ne?»

Li vir, bi kurdî ji dengê pirsan tu tişt dernakeve. Lê bêjeyên firansizî dengekî ûsa derdixînin ku jê bi xwe, fikandina maran xweş tete guhê me, û pê hebûn û tevdana maran li ser serê me, me bêtir titin heyecanê. Ev beyt di edebiyata firansizî de pir bi nav û deng e. Di dibistanan de, gava dixwazin bilindahiya nivîsanên Racine bêxine ber çavan vê beyta ha mîsaleke tekane didin zanîn û bi saetan û bi rojan minaqeşê li ser dikin.

Lê, ê me di folklora me de tiştên ûsa bi zahfî ten dîtin her wekî:

«Bû şîngîna şûran... çîrkeçîrka şirîtan...
Jê tê fişina maran û çelpîna masiyan...»

Eger yek li wan bigere, mîsalên ûsa pir dikevin ber çavan. Mixabin e ku gelek pirsên hemdeng li pêy hev nayên. Lê teqez di perçeyên edebiyên me yên gelêrên din de peyda dibin. Divê bi tenê yek bala xwe bidiyê û li wan bigere...

Lê di Memê Alan de, ji aliyê edebî bihayên girantir hene. Ji mewzûyê evînê pêve rûçikên peyayên destanê û xurtiya çîrokê ya dramatîkî5 Memê Alan digehînin dereceya eserên nivîsarên cîhanşûmûl, wek Homarê yewnanî, Şekspîrê ingîlîzî, Rasînê fransizî û Gotê û şillerên elemanî. Ji nivîsanên van hunerbazên mezin, ya nêziktirê destena me Romeo û Julieta Şekspîr e. Qehremanên wê jî wek qehremanên ya me dilketiyên bextres in: her du rebenên Romeo û Juliet, wek Mem û zînê nagehin evîna xwe ya pak û bi agir, û dibin qurbanên wê. Qehremanên Şekspir, ji bo yek û din xwe dikujin. Bi rastî, em dikarin bêjin ku Mem bi xwe, bi awakî, xwe dikuje. Dizane ku di hinarê de jehr heye, digel vê yekê wê distîne û dixwe. Lê her wekî adetên kurdî û yên misilmantiyê xwe bi xwe kuştin tiştekî xirab dizanin, bi têkil kirina xewn, qeder û hêzên mezin û ne xuya, çîrokvan Mem û Zînê dikin şehîd û wan dienin Bihuştê. Bi vî awayî evîna wan muqeddes û herhey dibe. Di Memê Alan de ne bi tenê baweriyên ola islamî, lê baweriyên pir kevn jî dorên mezin dileyzin: Mem û Zîn bi destê Periyan hev û du dibînin û hej hev dikin. Ehmedê Xanî bi xwe, di wexta xwe de, vî tiştî êdî napijêre, û ji bo hev dîtina Mem û Zînê Roja Newroz û karnavalekê minasibtir dibîne. Li cem Şekspîr jî Romeo û Juliet di karnavalekê de rastî hev tên û dibin dilketiyên hev. Lê berê, bê perî, tiştên mezin, xweş û spehî pêk ne dihatin û çirok û destan bê wan tarî, bê aheng û sar diman...

Em bêne ser rûçikên eşxasên destanê: Mem çi meriv e? Berî her tiştî evîndar e û evîna wî dijwar û dilsoj e, bi dereceyeke ûsa ku hiş di serê wî de nahêle. Digel vê yekê eger di wî de cewherên mezin ên bingehîn hebûna wê dîsa xuya bikirana. Lê, bi rastî, di pir ciyan de em wî jê vala dibînin. Mem peyayekî dilhişk e; bi feqir û berdevkên xwe re zalim e. Hejxwekirî û xwedibîn e. Xweş dizane ku Zîn dergistiya Çeko ye, digel vê yekê arikariya Celaliyan dixwaze û bi ser de jî xwe pê pozbilind dike û ji Zînê re bi xwe bi hevaltiya wan fortên xwe dide. Bi dilketiya xwe re tu nazîkiyê nîşan nade li ser kaniya Qestelê, çi bi hişkî pê re xwe tev dide! Piştre di tevgerên xwe de pir caran riya sistiyê digire. Gava bi leşker re diçin şerê Eceman, bi fen û hileyan xwe ji hevalên xwe dide alî û vedigere cem Zînê. Sistiya wî, nemaze di zîndanê de xuya dike: Li ber qederê yekcar qels û bêzar dibe.

Di Mem û Zîna Xanî de Mem bi rengekî din e; xwediyê sinçiyekî bilind, mêr, comerd û bi her awayî bi rûmet e. Evîna wî jî hîn safîtir û berztir e. Di dawiya dîwanê de, yek car dibe tasawwûfi û hezkirina wî ji Zînê re bi hezkirina bi Xwedê re dibe yek. Di zindanê de, gava Zîn jê re fermana azadiya wî tîne, Mem guh nade vê fermanê û bi du'a û dindarî terka dinê didê. Di hin gohartoyên Memê Alan de Mem bi bêbextî tête kuştin, bêî ku mirina wî, di paş wî de, tiştekî musbet bihêle: Nagehê evîna xwe û bi tevger û kirên xwe jî bi tu awayî bi kêrî insaniyetê nayê. Lê, di destanê de ku Mişo distrê ûsa dixuye ku dengbêj di bin tesîra şêxê Xanî de maye. Ji bo şîrîn kirina Memê li ber çavên me, çîrokbêj wî dike pîşkarê çend tevdanên bi rûmet: Mem hej zanînê dike û bi zorbetî zaro û xortan dide xweddin. Hesen ji bo wî mala xwe şewitandiye û kurê xwe avêtiye nav agir, Mem, piştî ku ji destê Mîr xilas dibe, xwe davêje nav şewatê û kurê Hesen jê derdixîne û sax dike. Di zindanê de bi xwe bi mirina xwe razî dibe û bê deng dimire.

Heçî şexsê Mîr Ezîn, tiştê em jê dizanin, peyayekî ne dûrbîn, ji xwe ne bawer, sist û ceberût û di destê Bekoyê Awan de lîstok e. Di dîwana xwe de Ehmedê Xanî lewman ji emîrên ûsa dike ku hefsarên xwe dane destê peyayên gelac û wêranker. Xanî şîretan dide wan ku xwe ji van celeb merivan bi dûrxînin û karên emareta xwe saztir û dirustir bikin. Lê dijmin û nîr ne hişt ku şîretên şairê me di serê mîrekan de cî bigire.

Heçî Zîn, di Memê Alan û di Mem û Zînê de naguhêre: Di her diyan de dilketiyeke fehîtok, lê xwenas, ji xwe bawer û dûrbîn xêrxwaz, dilovan û şirin e; bi rûmet û dîndar e.

Didestana Memê Alan de, da ku ji bo wan tu xwîn neyite rijandin, li ser Kaniya Qestelê Zîn ji Memê dixwaze ku wê birevîne û rast bi rast wê bibe bajarê Mixribiyan. Dîsa di Memê Alan de, qebûl nake ku Hesen, piştî mirina Memê, Mîr bikuje û heyfa Padişahê Kurdan jê hilîne. Di Mem û Zînê de jî Beko efû dike, ji ber ku bê wî ne wê û ne jî Memê ne dikarîn li wê dinyayê herine Bihuştê.

Di Memê Alan de Şitî kebaniyke mêranî ye. Belê, bê deng li ber emrên Hesen xwe xwar dike, lê gava Hesen û birayên wî ji mal dûr in ew bi xwe qirarên giran dide û piştî mirina Memê lewman li her sê biran dike û ji wan bi cî anîna wezifeyên wan dixwaze: Hilanîna tola Memê.

Lê, li ba Xanî bi xwe, Sitî doreke pir e piçûk dileyze. Di despêka romanê de behsa wê dibe, lê piştre êdî tu karî nake.

Beko bi xwe, di Memê Alan û di Mem û Zînê de, bi timamî ne yek in. Di bin qelema Emedê Xanî de, Beko bi tevgerên xwe, bi dîndarî û bi bawerî, armancên Xwedê bi xwe tîne cî. Xwedê ew bijartiye ku bibe sebeba wûnda bûna her du dildaran li vê dinê û ya xweşiya wan li axiretê. Li wê dinyayê ew bi xwe ne ceza, le mikafat dibe. Di dawiya Mem û Zînê de em Beko di Bihuştê de dibinin: Bekoyê Şeytan dibe Bekoyê bihuştîn. Ehmedê Xanî felsefeya xwe ya tasawwufi di dîwana xwe de bi laş û gewde dike. Ew tasawwufa kû şeytan ne wek periyekî saqit, lê wek tevkarê Xwedê û yekitî perestê wî yê tekane nîşan dide. Bi destê Şeytan Xwedê insanan ji rê derdixîne, wan diêşîne, pîs û nizm dike, da ku paşê wan bigehîne xweşî, delalî, azadî û bilindahiyê. Piştî kuştina Beko, Zîna Ehmedê Xanî, der heqê wî de, van gotinan derpêş dike:

«Ji ewwil ve eger çi wî cefa kir
Axir bi me re ewî wefa kir.

Zahir wî eger mixalefet kir,
Batin bi me re mûwafeqet kir.»

Xwe winda kirin, perîşan û ji her tiştî mehrûm bûn, û piştre ji nû ve, bi awakî ronak, ji xwe ageh, azad, bextiyar serbilind bûn - "Aliênation - dêsaliênation" - ramaneke felsefî ye pir kûr û berz e. Ev raman bingehê felsefeya du peyayên elmaniyên bi nav û deng pêk tîne: Hêgel û Marks.

Hêgel mîsalî ye:6 Li gora wî pêşî û paşiya her tiştî raman, fikir, giyan e. Di pêşiyê de Raman û Madde -tabiet- yek bûn, yekbûneke pehêt û xurt. Di vê yekîtiyê de pêşî û serdestî ji Ramanê re bûn. Ev yekitî midetekê dom dike, lê piştre Raman, ji ber ku her tişt di destê wê de ye, xwe ji Maddê vediqetine, xwe dikişîne alikî û Maddê jî dehif dide aliyê din. Demekê ûsa dimîne. Lê paşê Raman, her wekî Madde cewherê wê bû, ji bi tenê bûnê xwe kêm dibine, bihnteng û bêzar dibe û êdî xwe nas nake. Da ku bigehe rewşa xwe ya ewil, li Maddê digere û dide pê wê. Gava dighiyê pê re "Thêse Hevjîn" eke nû pêk tîne. Di vê Hevjînê de Raman û Madde di rewşeke a diyalektîkî», "Lihevdan" î de ne. Yekîti ya wan yekitiyeke demdar û bi xir û cir e. Piştî midetekê di vê Hevjînê de Raman xwe ne tekûz dibîne, ji hêyîna xwe dîsa bêzar dibe û li Maddê radibe. Hingê Raman «Anti - thêse», «Lêrabûnek» ê saz dike, hinekî ji xwe dide Maddê û hin tiştên bi kêr, tiştên misbet jê distîne û diçe bi van tecribeyên xwe û yên bi Maddê re "Syntêse", "Lihevgihan" ekê pêk tîne. Piştre dîsa ev Lihevgihan jî xirab dibe û Raman ji nû ve Hevjîneke zengîntir û firehtir datîne. Ev Hevjîn, Lêrabûn û Lihevgihan tim dom dikin bêî ku Raman û Madde bikarin wek di pêşiyê de yekitiyeke xurt û sabit bînin mêydanê. Lê di her Lihevgihaneke nû de Raman dewlementir, bilintir û bextiyartir e.

Ev fikrên ku me derpêş kirin di kitêba Mentiqa Hêgel a Mezin - Gross Logik - de hatine nivîsandin. Di Felsefeya xwe ya Tarîxê de - Philosphie der Weltgeschichte - Hêgel ji ezmanê Ramanê tête xwar û dikeve nav mirovan û dibêje ku ev Hevjîn, Lêrabûn û Hevgihan dîroka insaniyetê dirust dikin û wê tînin meydanê. Di pêkhatina Dîrokê de Raman bi destê peya an jî miletên hêja xwe digehîne Maddê, jê cewherê xwe distîne û zîrekî û rûhaniyeta wê bi pêş ve dibe. Û ev tevger tu aran nasekine û her bi rê ve diçe. Hêgel ji alikî ûsa difikirî û ji aliyê din jî pêşveçûna Tarîxa insaniyetê di hikumeta Prussiyayê de dida rawestandin. Bi a wî, bi hebûna dewleta Prussiyayê mirovatî êdi gihabû kumbeta xwe û sekinî bû.

Heçi Marks bi xwe maddî ye. Ango, bi a wî pêşî û paşiya her tiştî, heta hiş, raman, giyan bi xwe, madde ne. Hiş û Raman bi tena xwe tu caran peyda ne bûne û nabin. Hiş û Raman neticeya pêşveçûna mirov a tabi'î ne. Bê saziya mijiyê insan ê xas Hiş û Raman qet ne dihatin wûcudê. Hiş bi xwe, bi celebeki din, ji Maddê pêve ne tu tişt e Lê, piştî ku insan bi laşê xwe gihaye dereceke ku jê hiş pêyda bibe, insan ji afirandiyên din bi dûr dikeve û şiina ku wek wan li ber tabiatê reben, bê deng û destgirêdayî bimîne û xwarina xwe tê de hazir bibîne, li tabiat radibe, wî li gora hewcebûnên xwe diguhêrîne, û her diçe serdestiya xwe ser wê firehtir û xurtir dike. Bi guhirardina tabietê ku tê de dijî, mirov tabietê xwe jî, her ku diçe, diguhirîne. Di navbera mirov û tabiet de xir û cireke diyalektikî, lihevdanî heye, û wek riya pêşveçûna Ramanê ya li ba Hêgel, ango ya Hevjîn, Lêrabûn û Lihevgihanê, mirov dîroka xwe pêk tîne û her bilintir û azatir dibe. Li cem Marks insan ciyê Ramana nependî digire û ew bi xwe mirovîtiya xwe bi destê xwe bi cî tîne.

Lê bi a Marks, insan ne afirandiyekî bi tena xwe lê civakî ye. Di despêkê de girêdanên wî bi mirovên din re girêdanên pir tabi'î, xurt lê teng û hindik in, ji ber ku hîn despêka pîşk û xebatên wî bi tabiet re ye. Hin despêka alet û hacetan e. Lê, her wekî insan êdî her û her xwe bi tabiet re tev dide û zor dide xwe ku her divê wî di destê xwe de çêtir bigire û hikmê xwe li ser wî zêdetir bike, hacet û alavên xwe pêşve dibe. Bi vê pêşveçûnê, dan û standinên wî ne bi tenê bi tabiet re, lê bi insanên din re jî bêtir, firehtir, kûrtir û pehintir dibe. Bi vî wayî di civatan de, «Bêşa Karan» xwe nîşan dide. Bi belav bûna Bêşa Karan, hêdî hêdî milk ku civaki bû, dibe ferdî; dewlemendî, xezanî û koletî dikevin nav civatê. Dan û standina tiştan jî ji nav eşîrê derdikeve û dibe navnijadîn. Bi peyda bûna bazirganiyê pere derdikeve mêydanê û her diçe di civatê de şûna her tiştî digire û dibe armanca hemî tevgerên insan. Ji bo pêyda kirina pere u milk, ne ji bona civatê bi timamî, lê bi tenê ji bona xwe, insan xwe davêje her texlît pîsîtiyê. Milk û pere ku endamên civatê kirine dijminên hev û ji wan hissên insaniyên tebi'î birine, xwe xistine şûna cewherên wî. Mirov ku insaniyeta xwe êdî winda kiriye dide dû wan bi baweriya ku wî bigehînin tiştên insanî yên ji wî winda bûyî. Lê bi vê tevgerê xwe hîn bêtir winda dike û nizimtir dikeve. Di civateke holê de milk, pere, bêşa karan û dewlet dibin sebebên winda kirina insan û derketina wî ji rûçikên rastîn ên insanî «Causes de l'Aliênation de l'homme». Bi vî awayî şûna ku mirov bi destê insanên din, bi awakî ageh, hêzên tabiet bêle destê xwe û bike ku her kes jê kar bibîne û serdest û serbestiya xwe hember tabiet zêdetir bike, dikeve paş xulyan û ji cewherên insaniyên bingehîn bi dûr dikeve.

Marks dibê ku heya niha Bêşa Karan a civakî, Pere, Milk ê Xas û Dewlet, bi awakî diyalektîkî, lihevdanî, bûn sebebên pêşveçûa insaniyetê. Va dixuye ku diyya bû insan pir nizim bikeve da bikaribe xwe rake û serbilind bibe. Di vî babetî de Marks bi xwe wa dibêje «Diviya bû ku afirandinê insanî: bikeve vê perîşaniya mezin ku bikaribe hemî dewlemendiya xwe ya li hundir bide zayîn».

Ev ramana ha bi timamî li cem Ehmydê Xanî bi xwe heye. Li van malikan binêrin:

«Heta nekevit ji ewcê izzet,
Heta negihête xakê zillet.

Ew nabite salikê terîqê
Ew nabite maesera heqîqê.»

Li ser vê niqtê: Xwe winda kirin, nizm ketin, madiyen û insaniyen perîşan bûn û piştre xwe ji nû ve nasîn, bilind û bextiyar bûn, Hegel û Marks xwe digehînin Seydayê me yê gewre. Ehmedê Xanî. Divê bizanin ku Çiraya kurdîtiyê 100 salî berî Hêgel û 150 sal berî Marks hatiye dinê. Di dîtina wan de, bê şik, hin ferq hene: Xanî bextiyariya insan dihêle ji bo Bihûştê, Hêgel insan dike "Giyankî nependî" û Marks mezinahiya insan li vê dinê dixwaze û wê mimkin dibîne. Lê riya ramana diyalektîki li cem her siyan jî yek e. Û ev ji bo me tiştekî pir pir hêja ye.

Me behsa Bekoyê Xanî kir, lê di Memê Alan de Beko şer bi xwe ye û naguhêre. Li wê dinyayê jî, serxwaz dimîne. Piştî mirinê bi xwe Mem û Zîn ji xirabîyên wî xilas nabin. Heçî Bengîn, destbirakê Memê ye û bi dil û can pê ve girêdayî ye. Bi ser de jî mêrxas û Şerevanekî fêris e. Li gora hin dengbêjan, Bengîn bi Memê re, tê heya bi Cizîrê û tu caran terka wî nade.

Tacdînê Xanî ciyê Bengîn û yê Hesenê me tev de digire û di riya hevaltî û desbirakî de arikariya Memê dike û ji bo wî fedakariyên mezin nîşan dide. Lê Tacdînê Mem û Zînê bi timamî hemberê Hesen nayê. Mêr û comerd e, mixlis û canbêzare lê berberî Hesen sist û nerm e. Gava hevalê wî tê girtin û dikeve zindanê, Tacdîn hazir e, lê xwe têkil nake. Pişti girtina Memê, azad kirina wî li ser xwe digire, berê ku vî tiştî bi zorê bibe serî, kalekî dişîne cem Mîr û efwa wî jê hêvî dide kirin.

Di Memê Alan de Hesen û her du birayên wî xwediyên rûçikên xweş cî girtî ne. Hesen, bi tenê comerdî, mêvandarî mêranî, dostanî, rastî û şehamet bi xwe ye. Di wî de rûçikên miletê kurd ên bilintir baş, bi cî bûne. Û vaya bi awakî ûsa yek dibê qey çîroka Memê Alan tev de ji bo afirîna şexsê Hesen, kirin û mihawereyên wî bi birayên wî re hatiye saz kirin. Hebûna Hesen û birayên Memê Alan ji çîrokeke xeyalî derdixîne û dike «drameke teatroyî» «drame thêatral». Ango, Memê Alan dibe Şahesereke exlaqî û namir, wek ên "sophocle". "Sofokl" ê yewnanî, an "shakspeare", Seksph ê ingilîzi û yên din.

Bi nivîsanên welê insan ji mezinahiya xwe agen dibe; ew kesê ku vê destanê dixwîne, wê dibihîse, an jî, wek welatên din, temsîla wê dibîne, dibe Hesenekî din, xwe dixe postê wî, û bêî ku pê bihese, qenctir û bilintir dibe. Her wekî, di dîwana Xanî de, bi tusawwûfî Zîn dibêje, mirov ji heywaniyata xwe dûr dikeve û ber bi insaniyeteke bilindtir ve hildibe.

Hebûna Hesen di vê Çîrokê de çi ramaneke felsefî û kûr e! Di navbera wî û Memê de çi ferqên mezin henel Mem mehkûmê qeder, mehkûmê cin û perî, mehkûmê hêzên ne xuya ye. Mem girêdayî û esîr e. Di dawiya destanê de, bî bextê xwe razî dibe û li ber qiwetên nependî serê xwe datîne. Çi gava kirekê dibe serî, ya bi zora sihrê, yan jî bi arikariya perî, Xoceyê Xidir an jî bi ya şêxan e. Mem hîn ew insan e ku ji insaniyeta xwe, ji zanîn û qudreta xwe ne ageh e. Ew hîn mirovê demên sihirbazî, demên tarî û yên nezaniyê ye.

Hesen bi zimanê mirovên demên pêş ve çûyî xeber dide. Ew ji qudreta insan ji qiweta vîna insan xweş ageh bûye. Koletî û pîsîtiyê qebûl nake. Mirovekî azad û serbilind e. Ji bo parastina welêt arîkariya Mîrê xwe dike û bê perwa dajo ser dijmin, lê gava bê rûmetî ji Mîr derdikeve Hesen li kuştina wî digere û tim wî ditirsîne.

Em dikarin bêjin ku Hesen jî kole ye; lê ew koleyê tiştên welê ye ku, insaniyetê ew di pêşveçûna xwe da kar kirine û ew ji xwe re bihayên girantir danîne. Ma hejkirina rastî, li gotinên xwe re xwedî bûn, fedakirina her tiştên xwe yen şexsî yên giran ji bo yekî din an ji bo civatê ne bihayên sinçi yên her hey ne?

Ji bo parastin û bi cî anîna van bihayên ha vîna Hesen tu caran nayê hejandin. Li ber xelkê, her du birayên din jî wek wî hatine naskirin. Di babetê mêvandariyê de ticarê mezin ji Memê re bi vî awayî salixa wan dide:

«Gava yek peya dibe li mala wane.
Canê xwe feda dikin di riya wane.
Bi her awayî derman dikin kula dilê mêvanane.»

Hesen li ber xizmeta mêvanê xwe sekiniye, kû çawa be ewê arîkariya Memê bike:

«Ne ez ji te re dibêm bi kêfa xwe be;
Ezê hîmê bajarê Cizîrê bihejînim,
Ji derdê te re derman çar bikim, bînim.»

Piştî ku Hesen Memê dike birayê xwe, vê biratiyê jê re bi vî awayî dide nasîn:

«Biratiya min ne biratiya şivanane.
Gotinên min ne gotinên zarokane.
Ez naxwazim kesî bixapînim bi şorane,
Ne jî adeta min e ku bikim lehf û gurane.
Biratiya min qewîn e, mîna çapê merbendane.»

Bihayê ku Kurd didine gotinên xwe ûsa .bi nav û deng bû bû ku gava Ereba dixwestin bidin zanîn ku tiştê dibêjin nayê guhartin, yek e, nabe dido, digotin "Gotina Kurdîye". Binêrin niha ev adetên bilind ên Kurdan di Hesen de çawa bi gewde bûne:

«Ma meriv nan dixwin, ne mîna dewarone.
Mêr têne girêdan bi gotinane,
Ne wek heywan bi hefsar û merbendane.»

Gava Çeko li ser gotina xwe vedigere, ji bo Hesen êdî her tişt winda bûye, mane bêrûmet ji Çeko re dîbêje:

«Te him xerab kir navê mêrane,
Him jî te xerab kir navê Kurdane.
Êdî nema serê me tu cara ranabe li pêşberî kesane.
Wey sed xwezî bi mirina me her sê birane û ne bi van kirinane!»
 
«Bîst û pêc taxên bajêr li me her sê biran par kin;
Taxên ku çekên wan xurt in û peyayên wan mêrxas in bi para min tenê xînin.
Ku eger hun hêsabê hikumeta Cizîrê dikin,
Wê jî wek weqîkê bi ser barê birayê xwe de daçikînin.»

Çeko jî mêr û mêrxas e. Bi tiştên sinçî wek Hesen, pehêt ne hatiye girêdan. Lê, ji alîkî din, livînên wî gelek insanî û tabi'îne. Gava dizane ku dilketiya Memê, Zîn e, dergistiya wî ya sê salan e, Çeko nikare xeyda xwe veşêre û serî li ber birayê mezin xwar ke. Bi dijwarî, lê tenê bi qencî û bi şîret, tête ser wada xwe. Lê piştî ku sergermiya wî diçe, êdî heya dawiyê ji riya rast dernakeve û tim bi ya Hesen dike. Heçî Qeretacîn, piçûkê biran, bi dil û can giredayî yê kekê xwe ye Tu caran nayê bîra wî ku gotinên Hesen bişkîne. Bi îşaretekê, di cî de şûrê xwe dikişîne û ji bo şerê Çeko xwe pêlr tîne. Ma ji bo birayekê wek Hesen kî dikare jê lewman bike?! Hesen çiqas ku hişk e, lê mezinahî bi xwe ye.

Pirsên Civakî

Ji aliyê civakî Memê Alan me fêrî pir tiştan dike û pêş hin pirsan jî me şaş dihêle. Berî her tiştî ji me re bajarê Cizîrê yê kevn dide naskirin: Em dibînin ku bajarekî gelek mezin û bazirganî bû. 25 tax, qesr û qonax û bazirganên gelek dewlemend tê de hebûn. Mîr, an şêxê tacirên wan mal li her derên "dinê û memleketan" digerand. Tiştê hêja, bazirganên Cizîrê bi xwe xwediyê sinçiyekî bilind bûn Dewlementirê wan bi Memê re ûsa xeber dide:

«... Îşev li apê xwe bibe mêvane,
Ez ji te re vekim dikanan û mixazane.
Ku bi van ne bû, vekim genc û defînane.
Rake heya dilê te dixwaze perane;
Tu bi tenê raberî apê xwe bike wî cihî bi tiliyane
Ezê wê mehelê xerq kim bi mêl û zêrane;
Ji te re biqedînim vê meraqa dilane.
Heya niha karê vê mala me ev e: emê mêl berev bikin.
Kin paşê bidin di reya dilê camêrane.»

Lê wek hemî bazirganên cihanê xurtiya «apo» jî di mal û pereyê wî de ye. Gava dizane ku îşê Memê tenê bi kuştina mêran wê safî bibe, zû zwe ji meydanê dikişîne û xwe dide alî. Lê, ji bo tiştên insanî, ji aliyê mal û pere xwe ti cî de davêje pêş.

Piştre, di Memê Alan de behsa Ebebozan pir tête kirin. Li Cizîr taxeke wan hebû, û bajar bi wan dagirtî bû. Ûsa dixuye ku di wextekê de bajarên Kurdistanê tije Ebeboz bûn. Li hin ciyên din ji wan re "Ebesor", an "peyxwas" digotin. Pêyxwasên Diyerbekirê bi mêrxwasiya xwe bi nav û deng bûn. Heta ji xwe re "folkloreke" xas pêk anîbûn. Ji stranên wan "Bê malê" bi nav û deng bû. Lê em dibînin ku Ebebozên Cizîrê parsek, sextekar û tirsonek in. Dibe ku ev jî ji dijminatiya çîrokbêj bi Çizîra Botan re ûsa hatine salix dan.

Peyda bûna tebeqeke civakî wek ya Ebebozan di bajaran de koçeke dîrokî ye û tê re pir welatên Ewropayî derbaz bûne. Di babelîskên 13-14-15 û 16 an de bajarên Fransa û Înglistanê bi van kesên bê kar, serserî û şerxwaz tejî bûbûn. Sebeb çi bû? Bi pêşve çûna bazirganî, senaet û bajaran û bi xurtbûna hikûmetên merkezî, iqta'î sist dibûn û ne ma dikarîn şerê hev bikin. Ji lewre, peyayên ku berê ji bo vî tiştî xwedî dikirin, ji cem xwe bi dûr dixistin. Wan jî berê xwe didan bajaran û tê de li karekî digeriyan. Hinek diketin orduyên welatê xwe, hinek diçûn xizmeta padişahên din dikirin û hinekan jî welatê xwe berdidan û diçûn welatên din û li wê ji xwe re kolî çêdikirin, (Ispanyol, înglîz, Firansiz û hinekên din). Û hineken wan jî midetekê bê kar û serserî geriyane heya roja ku senaet pêşve çû ye, hingê bi karkerî ketinê.

Di Memê Alan de xuya ye ku Kurdistan jî di vê koça han re derbas bûye û, her wekî me got, dijminên me ne hiştine ku welatê me pêşde here û ji aliyê senaetê, febrîqe û karxane, bigehin dereceya Ewropa an Emerika û heta ji wan çêtir jî bibe. Çima na? Qabiliyetên miletê me û imkaniyatên welatê me ji yên wan ne kêmtir in.

Li ser rewşa siyasî ya bajarê Cizîrê jî destana Memê Alan me ji hin tiştan ageh dike. Me dît ku paytextê emareta Botan merkezeke baz.irganî û bajarekî boş bû. Wê Mîr, hikûmet û qanûn hebûn. Digel vê yekê hikmê Mîr ne pir xurt bû, di navbera wî û her sê Celaliyan de berberîke mezin hebû. Hikûmetê hîn bi timamî zora eşîrtiyê ne biri bû. Dîsa dijminên me yên derve ne hiştin ku emaretên me ji vê koçê derkevin, yekitiya Kurdistanê û hikûmeteke merkeziyeke xurt pêk bînin.

Li ser vê niqtê di çîrokê de tezadek xuya dike: Ji alikî Mem Padişahê Kurdane û dixwaze emaretên kurd bigehîne hev, ji aliyê din jî Hesen û birayên wî dijminên hikmê merkezî hatine nîşan dan. Lê eger yek baş lê hûr bibe wê bibîne ku ev tezad ne kûr, lê bi tenê li ser rû ye. Bi rastî Hesen ne dijminê Mîr e, lê bi tenê ji ber sistiya wî bi leztir doz û dawên xelkê safi dike. Delîl ew e ku gava welat dikeve tengahiyê Hesen xwe dide pêşiya leşker û di cî de dajo ser dijmin. Gava xeber tête wan ku Ecem wê bavêjin ser Botan, Hesen, bê dudilî, şixulê Memê berdide û di vî babetî de jê re van gotinan dike:

«... Bira, ferzan li sinetan sto badane.
Êdî ha tu û ha mal, min carê gotiye em bi hev re birane.»

Li ser vê pirsê yek dikare tiştekî din jî bibêje: Dengbêj Kurdistaneke yekane hêvî dike, lê ji bo vê Kurdistanê zilamên bi rûçikên Hesen, Çeko û Qeretacîn dixwaze. Bi vî awayî, dibe ku, be ageha xwe çîrokbêjê me ramanên fêlsefeya "diyalektîkî" ya Hegel bi rengekî edebî bi cî anîne: Pêkanîna "Lihevgiheneke" nû ku ji ya kevin çetir û bilintir be...

Di Memê Alan de tezadek din di pirsa şêxîtiyê de jî xuya dike: Mem bi mûcîze hatiye dinê û xwediyê keramet û mûcîzan e û bi qedir û qiymet e. Lê ev mezinahiyên ha ji aliyê bavî bêtir ji yê xalanên wî, ji aliyê şêxên Qureyşiyan jê re bexş bûne. Em dibînin ku xalê wî, Emer beg û ew bi xwe mûcîzeyên mezin nîşan didin. Lê, gava evîndarê Zînê dibe û bê hal dikeve û şêxan tînin ku ji derdê wî re çare û dermaran bibînin, Mem wan diqewitîne û di heqê wan de bi hişkî gotinên xirab dibêje. Bi xalê xwe re ûsa xeber dide:

«Ez di dil de birîn bûme, hun tînin ser min şêx û melane.
Ez çavên xwe digirim ku bibînim xiyala Zîna Zêdane,
We ji min re aniye qeflê sewtariyane.»

Çima şêx ku di hin derên çirokê de tiştên ecêb tinîn meydanê û gelek bi hurmet in, li vir ûsa ji qiymet dikevin û têne pîs kirin? Gelo ne ji ber ku şêx û mela xwe têkîlî her tiştî dikin û dixwazin her tiştî bi yek awayî derman bikin. Milet qedrê wan digire û hej wan dike gava tiştên hêja tînin meydanê, lê gava bi niviştan û bi berbejnan, «bi xwendina navên cin û periyan», dixwa zin nexweşiyên mezin derman bikin û xelkê bixapînin, milet ji wan aciz dibe û henekê xwe bi wan dike. Ji çirokbêjên me ev niqte jî ne hatiye veşartin...

Me pêşgotin gelek dirêj kir, ji ber ku gava yek Memê Alan çiqas dikole jê pirsên hêja derdikevin. Her wekî, em tê de hin adetên kurdî dibînin ku niha li pir ciyan winda bûne, an li ber winda bûnê ne. Çîrok dibêje ku gava Sitiyê mirina Memê bihîst, rabû jê re «darê şinê xemiland», da ser pişta Bozê Rewan û heyanî sibê ew li dora qonaxê gerand. Ma ne heyf e ku adetên ûsa çeleng ji nav me rabin, herin!... Tiştekî din jî dikeve ber çavan: Kurdan berê ji îro bêtir rûmeta jinan digirt. Civatzanî fêrî me dike ku berê di civatê de pêşî re bû. Ji vê saziyê re "Matriarcat" (hikmê jinan) digotin. Ji wê wextê de, zaro ku dihatin ne ji bavê lê ji dê re bûn, tu heqê bavê li wan ne bû. Di malê de bixwe, heta di nav eşîrê de jî, û piştre di dewletan de bixwe, serdestî ya jinan bû. Li vir cî musaede nake ku em li ser vê pirsê dûr û dirêj binivîsin. Lê bi kurtî karin bêjin ku piŞtî pêşveçûna civatê, serdestî ji destê jinan derket kete destê mêran. Ji vê saziyê re "patriarcat", "Hikmê bavan" hate gotin. Di vê guhartinê de, hêdî, hêdî jin bû koloya mêr û kete bin destê wî. Li cem hin miletan, wek Yewnanan, Cuhiyan, Ereban, Hindiyan û- Çiniyan meselen, rewşa jinan yekcar pîs bû bû. Jin ji civata mêran hatibûn qewitandin û di malan de ciyekî xisûsî ji wan re hatibû dirust kirin. PiŞtî ku kurd bûn misilman gelek adetên Ereban qebûl kirin û hin ji adetên xwe yên kevn avêtin. Yek jê bi çarîk û pêçe kirina jinan û dûr xistina wan ji karên civakî bû. Vê adetê di gundan de bi xwe û di nav eşîran de cî ne girt. Di stirana Memê Alan de em dibînin ku keç û xanimên Cizîrê bi çarîk û hêzar in. Gava li ser Kaniya Qestelê, Memê li ber xwe dibînin, wan ji serê xwe davêjin erdê û rû û porên xwe eşkere dikin. Dengbêj dibêje ku hingê «bû kurmanciya gewr» û bisk ên qîzan ketin ser rûyê wan.

Bi xeyra gund û eşîran, adetên me yên kevin û hêja ne bi timamî be jî, bi piranî hatine parastin. Ji aliyê jinan de Kurdan wekî miletên din ne kirin, rûmeta jinan girtin û tefrîqeke mezin ne xistin navbera jin û mer. Metelokeke kurdî dibêje: «Şêr şêr e, çi jin e, çi mêr e». Di Memê Alan de jî em vê rûmetê ji jinan re dibînin: Gava her du periyên xwîşk, Tavbano û Heyvbano ji xwîşka piçûk, Stêrbano re wad didin ku Mem û Zînê şanî wê bikin, wada xwe bi vê gotinê li ser xwe digirin:

«Şeva li mixriban be, qerara tev bi gotina jinane,
Emê ji te re Zînê deynin di qonaxa Memê Alan,
Payitextê Mixribiyane.»

Her du perî bi gotina jinan sond dixwin û wada xwe bi cî tînin. Ma ne gerek e ku jin û mêrên me adetên xwe yê kevin û hêja vejînin û ji dinê re nîşan bidin ku Kurd ne li paş miletên din in?!

Pirseke din jî heye ku divê li ser wê jî em çend gotinan binivîsin: Pirsa tesîra tekmeriv û ya komel li ser meşa dîrokê.

Çiroka me dewra qehremanan, dewra zilamên bijarte û ya mûcîzan e, êl û -komel ne di hesêb de ne. Bi xwe, di destanê de ji aliyê êlê em ne gundî ne cotkar ne jî karkeran dibînin. Bi tenê ji me re behsa feqîran û ya ebebozan pir tête kirin. Û ev ebeboz bi xwe bi awakî çiqas pîs û kirêt hatine salixdan! Gava hemî ebebozên Cizîrê berê xwe didin Kaniya Qestelê ji bo kuştina Memê û Zînê, du peya bi tenê, Çeko û Qeretacîn, wan ditirsînin û wan vedigerînin Cizirê. Xweş xweya dike ku hîngê komel hîn ji xwe bê ageh, bê armanc û bê taqet bû. Li hin ciyan, çîrokbêj, bi devê ebebozekî, dixwaze hin cewherên xizanan derpêş bike û dibêje:

«Di roja teng de namûs bi dertê ji feqîran pirtirî began û axane.»

Lê Mem dizane ku ji destê wî tu tişt dernakeve û xwe dilezine ku xwe bispêre gernasên wek Hesen, Qeretacîn û Çeko. Hingê demê ûsa dixwest. Lê demên îro bi hêzên nû re raman û stranên nû jî anine. îro qiweta komel peyayên wek Hesen ji ortê raneke lê ev qiwet dibe Xoceyê Xidir û periyên wan.

Bi vê pêşgotina xwe ya dirêj me xwest em dewlemendiya çirokeke kurdî bêxine ber çava. Di Memê Alan de hîn pir tişt hene ku divê bêne ders kirin. Me bi tenê di vî warî de riyeke piçûk vekiriye. Em hêvîdar in ku xwendewarên me vê riya han firehtir bikin û ji bo çêtir nas kirina dîrok û giyanê miletê kurd kenca "folklora" wî ya veşartî derênin derve û pê çanda cihanê zengintir bikin û pêş ve bibin!


Notên Pêşgotin

1 Xanî di dawiya dîwana xwe de, di nav kaniyên çiroka xwe de çêla efsaneyên Botan jî dike, lê navê çiroka Memê Alan nayîne.

2 Afrodît, di efsaneya Yewnanan de Xwedeya spehitî û ya evinê bû. Heçî Adonîs di efsaneya Feniqiyan de Xwedeyê lewendiyê bû. Afroditê hez jê kiriye û daye dû wî. Li libnanê, li çiyayên Byblos «Niha Cubeyl», Adonis çû bû neçîrê. Li wê li ber qiraxên çemekî rastî hev tên. Navê vî çemî pistire dibe "Adonis", niha. Piştî midetekê, di nêçirê de Adonis ji aliyê berazeki kûvi tête kustin. Piştî mirina wî di wextê Fenêqiyan de, her sal li Bîblos "Cubeyl" gelek bi fexfexe Cejna Adonis çê dibû û ji dorhêlên Behra Spî pir xelk dihatinê. Iro, di muzexaneyên mezin de pir texlit timsalên Adonîs û Afrodîtê hene.

3 Di çîrokên Yewnanî de paytûngerên qehremanê çîrokê, di ên kurdî de, ciyê destibirak, an ê birayê axiretê digire.

4 Dîroka Ereban dibêje ku cil û yek zarokên Xalid binî Welid hebûn. Tenê ji van Evdirehman mezin bûye, ew ji kurûndan mirîye. Herçî ên mayî tev biçûkî mirine. Ji lewre dibêjin ku mîrekên Botan ne Xalitdî. Lê Xalti ne. Ango eslê wan Êzdî bû.

5 Li ber hev sekinandina du hêzên miakis: Hesen û Çeko, Mîr û Mem, Mêm û Zîn û Beko, qeder û jina insan...

6 Lê Hegel hebûna Maddê inkar nake. Ji bo hin feylesofên mîsalî ji Raman pêve tu tişt nîne.




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues