The Kurdish Digital Library (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Nûbihar, n° 100


Authors : | | | | | | | | | | | | | | | | | | | | | | | | | | | | | | | | | | | | Multimedia | | | | | | | | | | | | | | | | | | |
Editor : Nûbihar Date & Place : , İstanbul
Preface : Pages : 128
Traduction : ISBN :
Language : KurdishFormat : 195x275 mm
Theme : Literature

Presentation
Table of Contents Introduction Identity PDF
Nûbihar, n° 100

Versions

Nûbihar
jimar 100, sal 14, cild 11

Piştî hejmara sedî êdî gaveke nû dest pê dike ji bo Nûbiharê. Bi munasebata hejmara 100î me pêşbazîyek Ii darxistîye. Di şaxa çîrokê de û di şaxa şi'rê de. Xwedê ra û destûrê bide, emê van pêşbazîyan bidomînin.

Em hêvîdar in ku emê dîsa bi hev re dest bi dest din û vê kovarê bimeşînin.


Sed carî Nûbihar
 
Bi hejmara 100i ve merheba ji we re.

Kovara Nûbiharê di hundir van çardeh salên dawî de, di jîyana weşangerîyê de li gor xwe cîhek girtîye. Li erdekî ku xebat û çalakîyên nivîskî lê çênedibû dest bi jîyanê kir û rehê xwe berda binê axê. Kesê ku pêşengtîya derxistina Nûbiharê kirin, bi qîymetê ilm û zanîn û xwendinê rind dizanîn. Pê bawer bûn ku cihê tedrîsat lê tunebe, dibe sebebê tevlihevî û nerehetîyê.

Civata bêilm û xwendin, weke ava ku di cihê xwe de girtî bimîne û neherike, wisan bîhn dikevêyê.

Jîyaneke bikêrhatî û serkeftî, bi mirovên rêzan û çavnasê jîyanê çêdibe. Bi vê fikrê û bi vê nîyetê kovara Nûbiharê dest bi jîyana xwe kirîye. Mirovên ku di meydaneke teng de jîyana xwe dimeşandin, xwestîye wan bikşîne nava meydana fikrê û asoyên nû li ber wan veke, xwestîye ku însanên wê di jîyana fikrî, aborî, ilmî de bêhtir bixebitin.

Di hundir van çardeh salan de bêguman tiştê Nûbiharê kirîye, gaveke gellekî biçûk e. Meriv dikare bibêje tenê biqasî mûmekê dora xwe ronî kirîye. Lê em dikarin bi kamranî bibêjin ku di vî nîrê teng de wê xwe bi sebrê girtîye. Di vê meydana ku qedrê xwendinê di pey hemî tiştan re tê, tiştên ku jîyana mirovan îşxal kirine, wê xwe bi sebrê û elbettê xwe bi destê xwendevanên xwe yên dilsoz girtîye û maye heta îro. Bêguman, Nûbihar fêkîya vê desthevgirtinê ye.

Kovarên kulturî parçeyek in ji kultura milletê xwe. Bi wan re hene û her di nav wan de ne. Kovarên kulturî ew deng in ku ji gellek dengan pêk tê, serekî pirr biçav û pirr biguh e. Hemû helên heyatê, hemû alîyên jîyanê tê de xwuya dibin. Rêyek mezin e ku hemû rê digi-hêjinê. Behreke fireh e ku hemû çem tên tevlê dibin.
 
Nûbihar, bi vê nîyetê hate derxistin û li ser nîyeta xwe ye. Tevî qisûr û kêmasîyê wê em pê bawer in ku Nûbiharê tiştekî gellekî muhîm bi cîh anîye; ew bûye sebeba ku m i rovê me hêjayîya berhemên kulturî, hebûna xebatên kulturî çêtir fahm bikin. Ji vî muddetî ku Nûbihar dertê, têkîlî û aleqeya di navbera mirovan de pêk hatîye, gellekî kêfxweşîyê dide meriv. Ew pirek e di navbera hemû alîyê civata me de. Ji bilî vê jî, ew bûye pirek di navbera edebîyata kurdî û edebîyata zimanên din de. Ew bûye sebebê îftîxara Ahmedê Xanî, bûye dengê Cizîrî ku bang li Selmaya xwe dike. Bûye şetê ku Feqîyê Teyran pê re diavêje ber hev. Bûye peyrevê hemî mîmarên kultura me. Bûye dengê bengînîyan, bûye defter û tuwala ressaman. Bûye rêya çîrokên ku ji kûranîya dîrokê tên û ber bi dûranîyê ve diçin. Bûye meclîsa mutefekkîran û ronakbîran ku li wê têne cem hev û li ser meseleyan munazereyan dikin.

Em bi wê hêvîyê ne ku heta ku kovara Nû- biharê bi kêra kultura milletê xwe biê, ev dengê mutewazî, berdewam be.

Ali Karadeniz




Foundation-Kurdish Institute of Paris © 2024
LIBRARY
Practical Information
Legal Informations
PROJECT
History & notes
Partenaires
LIST
Themas
Authors
Editors
Languages
Journals