Ihili"! .. !
Li gor muxabîrên me, hin belaşçî an bi gotineke din hin rûtan dest danîne ser Mîrkutên me! Em dizanin ew ki ne! Her çiqas nîyeta wan xerab nebe jî, bi vî awayî ew mala Mîrkutê çortan dikin.
Ji ber ku li gor redaksiyona Mîrkutê ya ekonomîk, bêtirî ji % 60'ê kovarê ketine destê van belaşçî û rûtan. Navê van belaşçî û rûtan derbasî arşîva îstîxba rata Mîrkutê bûye.
Mîrkut dil heye ku di hejmarên dahatû de listeya van kesan peyder pey çap bike! Yê ku naxwaze navê wî di "lîsta reş" de derê,di vê zûka li xwe mukur were..!
Birayên Rût !
Mîrkut bi tu paktan ve, an bi tu dewletan ve gi rêdayî nine. Sermiyanê wê seraser keda helal e. Rûtino !
Kedxwirî kedxwirî ye. Çi dolarek, çi deh dolar çi jî milyon dolar. Ji kerema xwe re hediyê Mîrkutê pêre-pêre bidin. Û vê yekê jî zanibin ku Mîrkut heta sax be,ewê li dijî her şeklên kedxwirîyê mucadele bike.
Bi silavên me yên delal,
Bimre rûtîzm, biji keda helal.!
Mîrkut |