La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Bexçeyê Vîşne


Auteur :
Éditeur : Nûdem Date & Lieu : 1995, Stockholm
Préface : Pages : 92
Traduction : ISBN : 91-88592-073
Langue : KurdeFormat : 125x195 mm
Code FIKP : Liv. Kl. 3625Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Bexçeyê Vîşne

Baxçeyê Vişne

Anton Pavlovîç Çexov di hivdehê meha yekê, 1860'î de, li bajarê Taganrogê tê dinyayê. Ew li ber destên bavekî dîndar, sert û awirtûj digihê û li dikana wî şagirtiyê dike. Bavê wî yê dîndar, ji bo ku gunehê xwe bi Xwedê bide efukirin û ruhê xwe nêzîkî Xwedê bike, ew Çexovkê biçûk jî nêzîkî dîn dike û wî di riya dîn de perwerde dike. Çexov di salên xwe yên gelek biçûk de bi xwişk û birayên xwe re di koroya dêrê de distirê û ew herweha stranên xwe yên dînî li malê jî dibêjin û baweşîna buhuştê li giyanê bavê xwe dikin. Lê bavê wan yê Xwedahez, ji bo ku dîndarên baş û mirovên rind û qenc ji wan derkevin, ew pirraniya caran ji berdêla şîretên bi devkî, lêdan û tadeyiya dinyayekê li wan dike. Pedagojiya wê demê li ser wê nêrînê ava bûbû. Li gori salixdana jiyana aristokratên rûsan, mirov di terbiyekirin û perwerdekirina zarokan de pêrgî gelek lêdan û tirsa mezinan ya li ser zarokan tê...


ANTON ÇEXOV
1860-1904

Anton Pavlovîç Çexov di hivdehê meha yekê, 1860'î de, li bajarê Taganrogê tê dinyayê. Ew li ber destên bavekî dîndar, sert û awirtûj digihê û li dikana wî şagirtiyê dike. Bavê wî yê dîndar, ji bo ku gunehê xwe bi Xwedê bide efukirin û ruhê xwe nêzîkî Xwedê bike, ew Çexovkê biçûk jî nêzîkî dîn dike û wî di riya dîn de perwerde dike. Çexov di salên xwe yên gelek biçûk de bi xwişk û birayên xwe re di koroya dêrê de distirê û ew herweha stranên xwe yên dînî li malê jî dibêjin û baweşîna buhuştê li giyanê bavê xwe dikin. Lê bavê wan yê Xwedahez, ji bo ku dîndarên baş û mirovên rind û qenc ji wan derkevin, ew pirraniya caran ji berdêla şîretên bi devkî, lêdan û tadeyiya dinyayekê li wan dike. Pedagojiya wê demê li ser wê nêrînê ava bûbû. Li gori salixdana jiyana aristokratên rûsan, mirov di terbiyekirin û perwerdekirina zarokan de pêrgî gelek lêdan û tirsa mezinan ya li ser zarokan tê.

Ji arîstokratbûnê wêdetir, digel ku Çexov ji malbateke kole dihat jî, dîsan bavê wî yê dîndar û sert, ew zarokê bi qasî destekî bi tirs û xofeke mezin digihand. Ji ber wê tirs û xofa bavê xwe, wî newêrîbû li malê bi xwişk û birayên xwe re bi hêsanî henek bikira, bikeniya, bileyista. Ew hemû jî li Çexovê biçûk qedexe bûn. Lê dayika Çexov ya dilşewat, reben û dilovan, berevajiya bavê wî bû; wê hemû jiyana xwe seferberî zarokên xwe kiribû. Lêdana zarokan deyne aliyekî, ger pozê zarokekî wê xwîn bibûya, ew ji ber êşa wan dikete tayê, dil û cegerê wê ji ber êşa zarokên wê dihatin sotin. Carinan gava bavê Çexov li zarokan dixist, diya wî dixwest zarokên xwe biparêze û li hemberî mêrê xwe derkeve, lê ji bo ku ew di nava heval û cîranan de nebin mijara paşgotiniyê, wê pirraniya caran bêdengî dipejirand û ji ber liberketina zarokên xwe, hêsirên xwe di dilê xwe de dibarandin. Ew diya dilovan, ku zarok û neviya koleyê erdan bû, wê ew zulmdariya koledaran ji bîr nekiribû, ew bîranînên tirsê yên zaroktiya xwe ji zarokên xwe re jî behs dikir; Çexovê biçûk û jîr, guhên xwe miç dikirin, bi saetan li diya xwe guhdarî dikir, di awirên wî de li dijderketina koledaran pêl dida.

Digel zulmdariya bavê xwe, dîsan ew zarokekî jîr, biaqil û bi terbiye bû. Bavê wî jî armanca disiplîna xwe weha tanî ziman: "Ez dixwazim zarokên min şiyar, jîr û biaqil bin". Ev yeka han xwesteka hemû bavan e, lê her bav li gorî kultur û têgihîştina xwe zarokên xwe digihînin û wan perwerde dikin. Bavê Çexov jî dixwest zarokên wî qenc bin, zana bin, dewlemend bin. Loma wî tavilê Çexov şande dibistana Yunaniyan. Wê demê li Rûsyayê gelek arîstokrat û dewlemendên Yunanî hebûn. Pirraniya rûsan jî dixwestin zarokên wan hînî yunanî bibin û wek yunaniyan dewlemend bibin. Lê, li dibistana yunaniyan jî riya perwerdekirinê di lêxistinê re derbas dibû. Wî Çexovê biçûk, nazik û hêviya pêşeroja rûsan, ji ber Iêdana mamosteyên dibistanê nake der, bi riza dê û bavê xwe, dev ji dibistana yunaniyan berdide. Lê ji aliyekî ve jiyana bê xwendin çi ye? Kî bê xwendin gihîştiye ku? Kîjan civatê bê xwendin û nivîsandin zincîrên koletiyê şikandiye û gihîştiye azadî û serbestiya xwe? Bavê Çexov jî di wê baweriyê de bû. Herçiqas Çexov nazik, bi terbiye û hurmetgir bû, ew ji bo serketina xwe jî ewçend bi girr bû. Lê hebe tunebe ew ê ji ber tesîra lêdana bavê xwe û tesîra lêdana dibistana yunaniyan be, ew di dibistana navîn û lîseyê de ne zêde biserketi bû. Lê gava ew êdî baş bi firê dikeve, ji cîhana zaroktiyê derbasî jiyana mezintiyê dibe, jîrî û zîrektiya wî jî serî hildide, ew ji bo xwendinê ji nav şaxan şaxa tibbê hildibijêre, bi serfirazî xwendina xwe xelas dike
û dibe doktorekî ciwan, çeleng û hêvîtijî.

Çexov hê di dema xwe ya dibistanê de dest bi nivîsandinê dike, çîrokên xwe yên pêkenînê lê bi cidiyetê ve tijî, di kovar û rojnameyên herêmê de belav dike û bi wî awayî mesrefa xwe ya dibistanê derdixe û pereyên ku ji ber dimîne jî ji xwe re pê pirtûkan dikire.

Çîrokên Dr. Çexov di demeke pirr kurt de li seranserî Rûsyayê deng dide û di wê sîstema, bi gotina Lenîn, Feodal Emperyalîst de ji teqandina edebiyata Rûsyayê re dibe çirûskek.

Nivîskarên hemdemên Çexov, an jî yek ji kaloyên edebiyata rûsan, Tolstoy, di derheqa Çexov de wilo digot: "Çexov ji wan hindiknivîskaran e ku mirov dixwaze çîrokên wî careke din bixwîne". Gorkî jî hevçaxê xwe Anton Çexov dipesinand, ew mîna çîroknivîskarekî kedkar, kûr û têgihîşti tanî ziman. Wê ew kûrbûn û têgihiştîbûna wî bala Andre Gidê jî kişandibe, loma ew jî di derheqa Çexov de wilo dibêje: "Ez li tu çîrokên Çexov yên ne balkêş rast nehatime; hemû çîrokên wî balkêş in û yek ji ya din xweştir e. Ji xweşbûn û balkêşiyê jî wêdetir ez heyranê wan im".

Ew çîroknivîskarê balkêş, ku di kurtedemekê de sînorê Rûsyaya mezin gav dike û dibe malê hemû dinyayê, bi nêrîna hin rexnegirên wê demê, wî car caran çîroknivîskarê firansiz Guy de Mauppasant jî derbas dikir. Tolstoy di derheqa vê yekê de wilo digot: "Çar nnivîskarên firansizan hene; Stendahl, Balzac, Flaubert û yek jê jî Guy de Mauppsant e. Lê Çexov di ser Guy de Mauppasant re ye".

Ji ber ku Tolstoyê mezin di derheqa Çexov de wilo fikirîbû, zêde neajotibû ku ji bo ew Tolstoy fedîkar dernexe, wî cihê xwe yê nemir di nava edebiyata rûsan de çêkiribû. Ew bi qasî nivîskariya xwe doktorekî baş û zîrek bû jî. Wî gelek çîrokên xwe bi şarezabûna operatoran nivîsandine, psîkolojiyeke kûr û şerpezetiya ronakbîr, burokrat û arîstokratên rûsan yê sedsala xwe bi zimanekî basît, bi salixdanên kurt û xurt û bi awayekî pêkenînî aniye ziman. Digel ku ev sedsalek e di ser çîrokên wî re derbas bûne, dîsan jî çîrokên wî bi qasî misqalekî tiştek ji naverok, ziman û forma xwe winda nekirine. Ew mîna şeraba her ku kevin dibe, tehma wê ewçend xweştir dibe ne. Çîrokên vî hostayê nemir bi kevinbûna xwe nûdem dibin û ji bo ruhên tî dibin şeraba jiyanê.

Lê belê piyesên wî jî çi bigire bi qasî çîrokên wî navdar û xweş in. Herçiqas ew di siya çîrokan de winda dibin jî, îro, piştî bi sed salî, li paytextên gelek welatên dinyayê piyesên wî li ser dik û sehneyan e. Wilo xuyaye, heta mirovatî û problemên mirovatiyê hebin wê kurteçîrokên Çexov werin xwendin û piyesên wî werin leyistin.

Bi wergerandina berhema vî hostayî ji aliyê wijdan ve rehetiyek bi min re çêbû, hêvîdar im wê ji aliyê moral jî rehetiyekê bide hevwelatiyên min.

Firat CEWERÎ




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues