La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Ferheng kurdî-tirkî/tirkî-kurdî


Auteur :
Éditeur : Deng Date & Lieu : 2007, Amed
Préface : | Pages : 1156
Traduction : ISBN : 975-7011-49-1
Langue : Kurde, TurcFormat : 160x240 mm
Code FIKP : Liv. Ku. Tr.Thème : Dictionnaires

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Ferheng kurdî-tirkî/tirkî-kurdî

Versions:

Ferheng

Ez ji Dêrsimê nehîya Moxindî ji gundê Hulman kurê Bapîr kurê Xelîl kurê Osman kurê Heyto me. Bav û bapîrê Heyto min dernexist, lê kalê wî Bêro (Bayrem) ji Qerejdaxê direve tê li gundê Rîçikê ba axayekî cîwar dibe. Paşê birayê wî Hind jî tê ba wî û pevre tên gundê Hulman, xanî û erazî dikirin. Ev herdu bira ji aşîretê Îzolan bûne û li gor kalepîrên gundîyên me em Îzolên vê herêma Dêrsim beşî Hulman ji van bavana dihên.

Li gor nifûsa min ez di sala 08-03-1940 ji dayêk dibim û navê min Husên datînin. Paşê jî ev paşnava "Yıldız" ji alî hukumatê ve li min şanî dikin. Li Kurdistanê wekî her tiştî ji dayêkbûna mirov jî serrast nîne. Selwî dayêka mina bihûştîn digot: "tu dema rezan de bûyî".

Ew gundê mina piçûk carînan nebûye 50 mal. Ew di dîroka xwe de bi çend caran hatiye ruxandin û ji nû ve ava bûye. Yanê ew di hoyên serpêhatîyên gelê xwe de dijî. Sala 1938, di qeleçoyîya Dêrsim de ew carekî din serûbin bû û hate wêran kirin. Gundîyên ko ji tevkuştina leşkerên tirk xilas dibin, direvin û xwe didin teht û çîyayên herêmê.

Di nîva sala 1939 de ewrên reş li ser dinyayê jî digerin. Helhela şerê cîhanê ya duhemîn bala karbidestên tirkîyê dikşîne û şer li Dêrsimê radiwestînin û yên mayî re jî efûya gelemperî dertînin. Ji alîkî şerê cîhanê duhemîn dibe sedema xilasbûna gundîyên min ya mayî. Bi awayekî dî ko bêjim: "Şerê cîhanê ya duhemîn salek ji pêşîya destpêka xwe de li Dêrsimê dawî tê".

Vê efûkirinê de gundî têne gundê xwe û dixwazên wê dê nû ve şên û ava bikin. Sal 1939 ye û li Dêrsimê bêdengî heye. Destpêka payîzê de ez tême dinyayê. Bo ku ji dê û bavê xwe re bibime hêvîya "jîyana nû". Lê haya wan nîne ku şerê cîhanê ya duhemîn destpê dike.

Leşkerê tirk carek din li Dêrsim belav dibe. Heçî ku mêr in kom dikin û wan digirin êsker û dişînin roavaya Tirkîyê.

Hewft salîya xwe de min nizanbû şer çîye, zulm û zordarî çîye û li gund diçûm dibistanê. Cendirmeyên ku dihatin gund diçûn û li xelkê li me zarokan tadayî dikirin ji bo me tiştekî taybetî bû û ez tê nedigîham. 12 salîya xwe de ji gund derketim û pişt deh salan şunda hatim Ewropa û êdî venegerîyam. Ji merc û hoyên dema dayêkbûna min ta niha hê tiştek nehatiye guhartin. Ji derve û ji dûrve li welêt dinihêrim. Li cîhanê şer nîne lê li Kurdistan ew cara çendane ku şerê cîhanê derbaz dibe. Gundê min a reben jî hê di destê tirkan de dinale. Li herêma Dêrsimê cîh cîh çekdarî û geh jî bi zulm û stemkarî şer domdar e, dibihîsim Hulman maye 30 mal. Ew şerê dizî û kesnebihîstî ku li ber çavê dinyayê dibe dîsa gundê min kavil û wêran kiriye. Xort û ciwanên gund ji ber tadayî, ji ber îşkence û zulmê ji gund derketine û koçber bûne. Û Hulma maye di destê çend kalepîrên kevn de. Xwezî dîsa şerê cîhana sisiyan derketana, dibû ko gundê min li cîhê xwe de dima...

Dê û bavê min di tunetî û xizanîyê de çûn dilovaniya Xwedê. Ez, li welatekî dewlemend di hebûnê de xizanî dijîm. Hêvîya dê û bavê min "jîyana nû" ji bo gundê wan; li gel wan bi wan re çû gorê...

Sala 1991 de min ji xwe re keçek Kurd anî, dîsa di wê salê de kurekî min çêbû û min nav "Îzolî" danî. Bîhr û bawerîya min ji Xwedê heye. Ferhenga Kurdî bêxwedî nîne û bêxwedî namîne...

D. Îzolî
01 Adar 2005. / Li Holendê.

 


PÊŞGOTİN

Çêkirina ferhengê gelek Çetin e; kar û xebateke bê westan û emrekî dixwaze. Bi taybetî ji bo zimanê Kurdî. Ji ber ku em Kurd bindest in,bê dewlet in,welatê me parçebûyî ye û zimanê me jî tevî me ne azad e. Li welat bi zimanê me dibistan û zanîngeh, xwendin û nivîsandin, çapkirina rojname û kitêban qedexe ye. Ev yek, bibê nebê, tesîra xwe li ser kar û xebata di warê hazirkirina rêzman û ferhengan da jî nîşan dide.

Lê disa jî, divê em çawa bo rizgarî û azadîyê şer dikin, usa jî bo jîyandin û pêşvebirina çand û zimanê xwe jî kar bikin. Ji ber ku, ev kar beşek e ji şerê rizgarîyê. Ziman û çand wek benîşteke xurt e bo hebûn û jîyana milletekî. Eger hember parçebûn û bindestîya sedsalan, hember ewqas zulm û teda, îro jî gelê Kurd li ser pîyan e û bo azadî û rizgarîyê bi camêrî ber xwe dide, di vê yekê da para jîyandina ziman û çanda me gelek mezin e.

Nivîskar, hozan û zaneyên me şerkarên hêja ne di tevgera rizgarîyê da û divê em qedrê wan baş bizanin.

Hember ewqas asteng û zor zehmet jî, heya nuha gelek zana û nivîskarên beyanî û yên Kurd li ser ferhenga Kurdî xebitîne. Ferhenga pêşin ku em pê dizanin, bi destê zanayî Îtalyan Garzonî hatîye çêkirin. Garzonî her usa jî. Kurdzanê pêşin e ku li ser rêzmanê Kurdî xebitîye û efrandina xwe di sala 1787 da li bajarê Roma, bi navê Rêzman û Ferhenga Kurdî çapkirîye. Di vê kitêbê da beşa ferhengê 220 rûpel e û 4600 bêje têde cî girfiye.

Kurdzan A. Jaba (eslê xwe Polonî ye), ji ferhenga Kurdî û Fransî hazir kir. Zanayê Alman Ferdînand Justî li ser vê ferhengê xebitî û ew di sala 1879 li bajarê Petersburgê çapkir. Tê da qasî 15 000 bêje cî digre.

Zimanzanê Kurd Tewfik Vehbî (ji Kurdistana Başûr) û Kurdzanê İngilîz C. J. Edmonds, bi hevra Ferhenga İngilîzî û Kurdî hazir kirin û ev ferheng di sala 1970 da çap bû. Disa Kurdzanekî Amêrikî, Prof. Ernest N. McCarus, li ser devikê Kurdîya Silêmanîyê, Kurdî-İngilîzî çêkirîye.

Kurdzana Fransî Joyce Blau jî bi navê Ferhenga Kurdî-Fransî-İngilîzî, bi sê zimanan ferhengek çêkirîye.

Lê di vî warî da kar û xebata mezin bi destê nivîskar û zanayên Kurd û xasima li Kurdîstana İraq - îranê û li Yekitîya Sovyêt hatîye kirin. Li Kurdistana Iraqê Gîv Mukrîyanî di sala 1950 da bi navê Rehber ferhengeke Erebî - Kurdî derxist. Ferheng 400 rûpel e. Muhammed Hal, bi navê Ferhenga Hal, ferhengeke Kurdî - Kurdî derxist. Ferheng sê cild e û tê da bêjeyên Kurdî disa bi zimanê Kurdî tê îzahkirin. Abdulrahman Muhammed Emîn Zebîhî ji disa bi Kurdî - Kurdî ferhengek hazir kir ku 10 cild e û heya nuha çend cildê wê di nav weşanên Akademîya Kurd a Zanistîyê da çap bûne. Maruf Karadaxî Merdux, Ferhenga Kurdî a Çandinîyê çêkirîye û ew di sala 1972 ya da wek du cild çap bûye. Dr. Abdulrahman Abdullah jî li ser bêjeyên xweşîyê ferhengek derxistîye. Kemal Celal Xerîp, Ferhenga Zanistîyê çêkirîye û ew jî du cildê mazin e. Celal Muhammed Alî di sala 1982 ya da Îdîomên Kurdî derxist ku 504 rûpel e.

Li Kurdistana îran Şêx Mardux Kurdistanî bi sê zimanan (Kurdî - Farisî û Erebî) ferhengek çêkir ku du cild e, bi şikl e û li Tahranê çap bûye. Awrang Murad bi Kurdî - Farisî çêkirîye ku ew jî du cild e. Sadik Safîzade Borrekayî, Ferhenga Med çêkirîye û hin cildên wê heya nuha çap bûne. (1) Şairê hêja Hejar ku îsal çû heqîya xwe, Kurdî - Farisî ferhengek hazir kir û ew jî wek du cild çap bû. Ferheng dora 60 000 bêjeyê Kurdî berhev dike û ji du lehçeyên Kurdî, Kurmancî û Soranî pêk tê.

Ferhengên Kurdî ku li İraq û îranê çap bûne, tevavîya wan bi tîpên Erebî ne û disa bi giranî gor zaravê Soranî çê bûne. Bona wê yekê, Kurdên Tirkîyê ku bi Latinî dixwînin û bi Kurmancî dipeyîvin nikarin jê îstîfade bikin.

Di warê ferhengê da Kurdên Sovyet kar û xebateke hêja kirin. Yek ji wan mamosteyê mezin Prof. Qanatê Kurdo ye. Wî du hew ferhengên Kurdî - Rusî hazırkirin. Yek bi zirava Kurmancî ye, di sala 1960 li Moskowê çap bûye, tê da 34 000 bêje cî digre. Ya dinê bi alîkarîya Zera Ûsiv hazir kirîye, bi ziravê Soranî ye. Di sala 1983 da li Moskowê çap bûye û tê da nêzî 30 000 bêje heye. Prof. Farîzof jî ferhengeke Rusî çêkirîye Ku tê da 30 000 bêje heye, di sala 1957 li Moskowê çap bûye. Sîyabendov A. Çaçanî Ferhengeke Ermenî - Kurdî çêkirîye, tê da 23 000 bêje heye., di sala 1957 li rewanê çap bûye. Bi Ermenî - Kurdî du ferhengên din hene ku bi destê komisyonan hatine hazırkirin. Emînê Evdal ferhengek ji bo rastnivîsê (îmla) çêkirîye, di sala 1958 da li Rewanê çap bûye. Maxîmê Xemo ji bo îdîdomên Kurdî ferhengek çêkirîye, tê da qasî 8 000 gotin cî digrin, di sala 1983 da li Moskowê çap bûye.

Kurdekî ku li Ûrdûnê ciwar bûye, Alî Seydo Gewranî, di sala 1985 da li Ammanê Ferhenga Kurdî Nûjen çapkir. Bi Kurdî - Erebî ye. 668 rûpel e û tê da ji 30 000 bêje cî digre.

Digel van, li ser ferhengê hin xebatên dinê jî hebûn ku min bi nav nekirin, ji ber ku naxwazim zêtir dirêj bikim. Xuyaye ku, ji bo zimanê Kurdî di alî ferhengê da gelek kar û xebat çêbûye. Lê mixabin, Kurdên Tirkîyê nikarin ji wan efirandinan îstîfade bikin; ji ber ku him nivîs cudaye (ew bi tîpên krîl û Erebî hatine nivîsandin), him jî ziman cudaye (piranîya wan bi Erebî, Farisî, Rusî, Ermanî, Fransî, İngilîzî û hwd... hatine izahkirin.) Ji bo Kurdên Tirkîyê Ferhengên Kurdî-Kurdî, Kurdî Tirkî û bi tîpên Latinî bi kar tên.

Bi Kurdî-Tirkî hin ferhengên piçûk derketine. Yek ji wan ferhenga Yusif Ziyaeddîn Paşa ye ku di sala 1894 da derketîye û eslê xwe Kurdî-Erebî ye; piştre,  Mehmed Emîn Bozarslan ev kirîye Kurdî-Tirkî û di sala 1978 da li İstembolê çap kirîye. Lê tê da qasî çar-pênc hezar bêje cî digre.

Dr. Kamran Bedirxan jî li ser ferhengê gelek kar û xebat kirîye. Ew xebata wî di dest Enstîrûya Kurd ya Parisê da ye. Wekî tê zanîn, çende sal e li ser kar dibe û ji bo çapê ne hazir e.

Bi ferhenga îzolî, cara pêşin e ku, bi Kurdî - Tirkî û Tirkî - Kurdî ferhengek baş der tê. (1) Di beşa Kurdî - Tirkî da qasî 30 000 bêje û biwêjên Kurdî ( îdîom wekî wan ), di beşa Tirkî — Kurdî da jî 25 hezar bêje cî digre. Bi alîyê sistematik jî Îzolî xwe gelek westandîye, cisnî nêr û mê ji bo navan û beşên gotinan ( wekî lêker, nav, cînav, rengdêr û hwd... ) nîşan daye. Ev ferheng ji bo Kurdên Tirkîyê hewcedarîyek gelek mezin bû û îzolî bi vê xebatê, şik tune karekî hêja kirîye. Cara pêşin di sala 1987 da bi destê nivîskar û gor imkanên xwe 500 hew çap bûn û zû xilas bû. Nuha bi nivîsandin û şikleke çêtir ji nuh va çap dibe. Îzolî ji bo çapa nu li ser ferhengê xebitîye û ew firehtir kirîye.

Îzolî kurê gundîyekî ye ji hêla Dêrsim. Rê û firsend ne dîtîye ku xwendineke bilind bike. Çawa pêşgotina xwe da dibêje, gelek waxt e welat derketîye û karkerekî Kurd e li Hollandê. Lê ew yek, hêjaya cehd û xebata wî nîşan dide. Pir kes hene xwendina bilind kirine, lê nezan in, hin kes hene dersdarê xwe ne, lê hozan in.

Îzolî di pêşgotina xwe da gazinan dike, dibêje xwezî ev ferheng bi tevayî Kurdî - Kurdî ba... Lê bi raya min, bo destpêkê ferhengên Kurdî - Tirkî û Tirkî - Kurdî çêtir e. Ji ber ku, li Tirkîyê Kurd di dibistanên Tirkan da dixwînin û bi xwendin û nivîsandina Tirkî dizanin. Ew, her çiqas bi zimanê xwe, ango bi Kurdî xeber didin jî, ji mistek kesî pê da, bi xwendin û nivîsandina zimanê xwe nizanin. Bona vê yekê, ew bi alîkarîya ferhengên han dikarin bi hêsanî xwendin û nivîsandina Kurdî hîn bin.

Lê mirov divê vî karî wek destpêk bibîne û bi xebatên nuh û firehtir bi pêşve bibe. Ji me ra hin ferhengên firehtir, dewlemendtir û baştir hewca ne. Îzolî çend sal li ser xebitîye û ev ferheng hazirkirîye. Lê zimanê Kurdî zimanekî kevn e, dewlemend e û ji bo civandina gotinên Kurdî hîn zêde kesan hewceye. Ji xwe, Îzolî bi xwe jî dibêje: "Hêwî û daxwaza min ew e ko rojên pêşhatî de zimanzanekî hemwelatîyê min bi Kurdî-Kurdî ferhengekê pêk bîne."

Ferhengek çiqas dewlemend be jî nikare temamîya gotinêm wî zimanî bicivîne. Hin gotin nagihên destê berevkeran û vêşartî dimînin. Li alî din, ziman jînî ye, tim diguhure; bi wext hin gotin dimrin û ji bîr dibin, lê ji wan zêtir jî yên nu çêdibin. Ferheng jî divê di çapên nu da gotinên nu bistîne, tevî yên berê bike, kêmasîyên xwe temam bike. Lê bo Kurdî divê berî hemûyan bëje û îdîomên heyî baş bên berhevkirin.

Di ziman da hemû bêjeyên ku bi kar tên divê di ferhengê da cî bigrin. Ne şert e ku eslê wan Kurdî be. Meriv dikare eslê wan nîşande û divê bê nîşandan. Hemû zimanan da bi hezaran bêjeyên beyanî hene.

Berhevkirina bêjeyan û gotinan kar û xebateke fireh dixwaze. Bo wî karî, divê him li efrandinên edebî û zanistî yên kevn û nu baş bê nihêrtin, him jî di nav gel da, cî û cî, xasima di gundan da kar bê kirin. Gund bo ziman çavkanîya mezin e. Navê heywanatan, dar û beran, gîya û kulîlkan li wê ye. Hin caran navek, gotinek li vir tune, li cîyê din heye. Gotin û mane cî û cî ferq dike.

Tiştê ku ferhengê da cî digrin ne tenê bêjeyên serbixwe ne. Divê ferheng, her usa ji cî bide îdîoman. İdîom ji çend bêjeyan pêk tên lê xwedî maneyeke xas in ku ji maneyê wan bêjeyan gelek cudatir e. Wekî gotina serî lêxistinê. Gava yek dibêje "serîkî lêxe", nayê wê manê ku serê xwe li tiştekî xe, lê tê mana "here lê binêre" yan "here cem". Zimanê Kurdî da jî îdîom gelek in û divê bên berevkirin.

Ango ji bo ferhengê karê ku heya îro bi dest hin camêran hatîye kirin karekî hêja ye, divê em piçûk nebînin. Lê karê mezin hîn ii pêş me ye. Ev kar û bar jî dikeve ser milê zimanzanên nugihiştî. Divê ew bi vê yekê hişyarbin, xwe biwestînin û efrandinên çêtir pêk bînin.

Kemal Burkay
Heziran 1991 - Stokholm


Amadekirina vê ferhengê de
ez fêrî tiştekî bûm "ferhengçêkirin asan e,
lê ne bi mirovekî..."

PÊŞGOTİN

"Mirov ew e ko 'mezinahî’ re çav neharî neke, lê 'mezinahî'yê ji xwe re armanc. bigire."

Ez pêşgotina ferhenga xwe ya pêşin dîsa li vir jî dibêjim, wisa bû:
"Li Hollandê, di ferhenga de binavûdeng fîrmayek heye: Van Dale. Yek ji ferhenga wan 1280 rûpel e û di pêşîya pêşgotina xwe de dibêje ko:
"No dictionary of a living tongue can ever be perfect, Samuel Johnson (1753)"

Yanê, "di zimanên jîndar de hîç ferhengek nîne ko her rêkûpêk be." Ewan ko ev methelokê Samuel Johnson girtine pêşîya ferhenga xwe , êdî şerm nîne ko ez wê hevoka jorîn binivîsim. Ger zimanê pêşveçûyî de hê ferhengên birêkûpêk çênabin, ferhenga min a bi zimanê Kurdî wê hinek kêmasî tê de hebin."

Li ser Kurdî, Kurd, an Kurdistanê evçend pir tişt henin ko mirov şaş dike ji kijanî de destpê bike binivîsî û bibêjî. Lê nabe, Kurdistan azad nine, dewletên ko Kurdistan dagir kirine dijminîyek bêhempa dajon. Setemkar in, zalim in û ji însanîyetê dûr in. Ne tenê ji alî sîyasî û coxrafi, ger bêji "ez Kurd im" dibe ûşta jenosîda wan. Dikujin, penahinda dikin û dipişêvin (asimîle dikin). Dijmin multî-nasyonal e, her yek ji ya din xirabtir e û li dijî Kurd de gumanî nake. Kurdistan, ew welat e ko êdî behsa aborî nabe, teknolojî xewn e, meseleyî senayî, civakî û zanyarî ko beşî miroveyatî ya mirov pêk tîne li Kurdistanê nema ye.
Kurd ev gel e ko li dinyayê bi tenê têkoşîna hebûna jîyana xwe dide. Lê her welatparêzê ko li der an li hundur keysa mafê mirovatî dibîne an jî mirina xwe digire ber çav derheqa Kurd an Kurdistanê de tiştekî dinivîse. Heta niha zêdeyî li ser çîrok , stran û helbest dihatin nivîsîn, roman hê di dema jiyina xwe ya zarokî de ye. Era min ev fer- heng hilbijart. Şerm e ko ta îro bi taybetî 'Kurdîya Bakûr de' me tu ferheng çênekirine. Herwekî ya: 1-Yûsif Ziyaeddîn Paşa (1894) Kurdî - Erebî. Eviya di alî M. E. Bozarslan de carekî din bi Kurdî - Tirkî çap bûye (1978). 2. Prof. Qanadê Kurdo Kurdî - Rusî (1960). 3. Mûsa Anter Kurdî - Tirkî (1967) 4. Joyce Blau (1965) Kurdî-Fransi İngilîzî ko paşê 1975 de li alî wêşanên Şivan de Kurdî - Tirkî hatine çêkirin jî, lê di naveroka wan û zerengîya wan ji bo roja îro besî me nîne. Li başûrî Kurdistan zêdeyî ji zaravayî Soranî çêtir berhemên Kurdî pêk hatine, lêbelê zaravayî mezintir Kurmancî ko hîmê zimanê Kurdî ye hê di dergûşê de maye. Elfabe, rêzman û ferheng; sê stûna hebûna zimanekî ne. Ji bêyî wan axaftin û nivîsandin nabe, jiyîn nabe.

Ferheng çekirin asan nine, barekî giran e û gelek kend û kosp û astengî tê divên. Lê hebûneke kêm ji tunebûnê çêtir e...

Ev pirtûk ji welat hezaran kîlometir dûr, di jiyaneke mişextî de amade bûye. Herwekî bêîmkanî û tenêtî, ew şevên bêxew astengîya min bûn, lê Kurdîya şêrîn û xweş, ew zimanê bi bal û pal, ew asoya bêtixûb ya dîrokî a Kurdî ji min re hêsanî ava kir û bû sebeba pesna dilê min. Ji wê hêza manevî ye ko min kend û kospên pêşîn gêr kirin û ez di heqê vî karî derketim û vê pirtûka xwe ya giranbiha pêşkêşî gelê xwe dikim.

Ev ferheng, di roja îro de gavek e, gava duduyan e. Bi avakî din ava bûye. Armanca xwe ev e ko bêjeyan, çêtir bisenifîne û hilbijêrîne û zanistî bike. Lê dîsa jî şermezarî li ser me raneke. Herweha ev jî Kurdî-Tirkî ye. Evînîya dilê min ev bû ko bi tenê Kurdî ev rûpelên hanê tijî bibûwana. Hêvî û daxwaza min ev e ko di rojên pêşhatî de zimanzaneke hemwelatîyê min gava sisiyan bavêje û bi Kurdî - Kurdî ferhengekî pêk bîne.

Xebata min li ser vê pirtûkê gelek dirêj e, heta sala 1962 ya diçe. Di bihara 1987 de min himmê vê ferhengê danî û yek çapkirîbû. Ev ferheng jî rastkirin, durutkirin û berfirehkirina wê ye. "Bihayê zêr, zêrker dizane" dibêjin. Diviya ye ko bête gotin jî "bihayê bêjayî jî, ferhengnivîs dizanin". Kurdî de wisa bêje henin ko hîmî û dîrokî ne, wisa bêje û pêkhatina bêje henin ketine hembêza tabîatê û jê re bûne goşt û hestî ko min tabîr nedît ez pesna xwe bidim. Lê bi kurtî bêjim: "Zimanê xelkê xelkê çêkirî ye; zimanê Kurdî jî Xwedê çêkirî ye." Hewce nîne dûr biçim, ez vê ferhengê bi Tirkî re datînim berhev (miqayese dikim) ko ligel wê tercume bûye. Wekî di behsa xwandinê de jî me nivisî di zimanê Tirkî de tîpên C, F, Ğ, H, J, L, M, R, Z nayên pêşîya bêjeyê. Bi awakî dinê bêjim, yanê di Tirkî de ew bêjeyên ko bi wan tîpan yekî destpê dike ne Tirkî ye. Ferhengek Tirkîya bi 1700 rûpelî de 280 rûpel van tîpana pêk tê. 1/6, -ji şeşan yek- ji ferhenga wan bi temamî ne ya wanin. Ger di tîpên din de jî bêjeyên bîyanî derinîn jî 3/5, -ji pêncan sê- ji ferhenga wan jî Ê, E, İ, I, 0, U, Ü nayên pêşîya bêjeyê lêbelê ji van bi tenê E û de çend bêjeyên biyanî xuya dibin. Ji xwe U û Ü yê de jî hîç wûşe nînin. Ev ferhenga bi 450 rûpel jî van tîpan in, yanê 1/26 ji bîstûşeşan de yek- biyanî ye. Ya biyanîtir ew e ko ji Tirkî de, xwandin û nivîsandin dibe û dewlet jî çê dibe, rebenê Kurdî de nabe!..

Li berhevdana Tirkî û Kurdî de yek jî berçav dibe ew e: Bi sedsal in ko em pevre û di nava hev de dijîn. Em bindestin û ew koledar in. Kurdî ji Tirkî hîç bêje negirtîye. Li beramberî wê de Tirkî bi sedan bêje û bivêjên Kurdî standîne. Drûv û naveroka wan guhartine û kirine malê xwe. Ecêbîya ferhengeka "Türk Dil Kurumu" jî heye. Hemû bêjeyên biyanî bi işaretekê şanî dane. Lê yên Kurdî re jî terîma "halk dilinde. hlk." kirîye pêşîyê. Wek: çapraz (çeprast), çeper, dulda (talde), gül (gül), kak (qax), köm (gom), loğ (luq), mal, mezra (mezre), rastlamak (rast hatin) û yên din...

Eyib nîne ko zimanekî de bêjeyên biyanî hebin. Hemû dinya jî wisa ye. Ger bêjeyên Latînî, Frensî û yên din derkevin zimanê İngilîzî jî namîne. Eyib; kesê ko zimanê xwe nîne û inkarkirina ziman û çanda xelkê dike. Ji xwe dema îro de bandûra teknolojî û nêzikbûna gelan li hev ev têkilî misoger e û diviyayê jî. Em Kurd gava tektekî dinivîsin ji bêjayên biyanî direvin. Ji bo vê yekê ye ko em, dixwazin di rindîya babetê ko dilê me de ye bidin, nabe. Dawî jî dev ji nivîsandinê berdidin. Êra xeletîya ko em bi gelemperî dikin yek jî ev e. Bêjeya ko bûye malê zimanekî êdî malê gel e, bivê nevê tu jê re serşûrî bikî.
Kurdî nebûye zimanê nivîsandinê û ya dewletê û di zanîngehan de bikar nayê. Carînan di beramberî zimanên din de bêjeyên Kurdî nayên dîtin —ev kêmasî di hemû zimanan de jî heye- carînan jî bêje heye lêbelê nayê bikar anîn. Zimanê nivîsandinê ya Kurdî îro bi tenê ji alî kêm kesan de û di devereka piçûk de tê xebitandin. Ji bo vê yekê di paçvekirin û tekstekî de gava bêjeya Kurdî nayê bîra nivîskar ew hin rêzebêje an biwêjin din dibînin û dişibînin bêjeyê biyanî. Herwekî ew jî di tekstê de tê fehm kirin lê ziman berfireh nabe û teng dimîne. Weko; beramberî "îsbat û qebûl" ya Erebî di Kurdî de "peyitandin û pejirandin" heye. Lê zor kêm nivîskar evana bikar tînin û dîsa jî li ser reya kevn diçin. Ji bo pêşvebirina ziman û ji bo rewşenbîrên têgehiştî divêt bêjeyên nûjen pêşvebirina ziman û ji bo rewşenbîrên têgiheştî divêt bêjeyên nûjen bikar bên û gelemperî bibin.

Ez kirêkarekî fabrîqê li derveyî welêt, min li xwe peyîtand ko; li êvaran, serê heftê, dema valahîyê, her car çend rûpel bêne nivîsandin, mirov berhemeke wisa pêk tîne. Gava bêjim: "Naveroka vê ferhengê nêzî 31 000 bêjeyên (me baş nehêjmartîye) Kurdî û nêzî 31 000 bêjeyên beşî Tirkî; legel lêkolîn li ser dûgelên dinya û rêzmanî hatîye kirin, giringîya vê xebatê berçav dibe...

Tixûbên min teng, arîkarên min nîn bûn. Lêbelê ferhenga min a yekem û weşanên Kurdî serkanîya lêgerînên min bûn. Lê arîkarîya mezin min ji xêvjimêrê (computer) dît. Ev bexşîşa teknolojîyê di vî karî de bêhempa ye û bi minetdarîya ev berhema serbixwe bû.

D. Îzolî
29 - 09 - 1991


ÖNSÖZ

"İnsan odur ki 'üstün'ü kıskanmamalı,
fakat 'üstün'ü kendine hedef tutmalıdır."

Ben önceki sözlüğümün önsözünü yine burda da tekrarlıyorum, şöyleydi; —Hollanda'da sözlük yapımında isim yapmış "van Dale" adlı firmanın çıkardığı 1280 sayfalık bir sözlüğün önünde şöyle bir ibare var:
"No dictionary of a living tongue can ever be perfect, Samuel Johnson (1753)"

Yani "yaşayan bir dilde mükemmel bir sözliik yapılmamıştır". Eger onlar Samuel Johnson'un bu sözünü sözlüklerinin başına almışlarsa, benim de yukarıdaki cümleyi burada başa almam doğaldır. İlerlemiş dillerde henüz "mükemmel" deyiminden çekiniliyorsa benim bu Kürtçe sözlükte eksiklikler olması doğaldır. Kürtçe, Kürt ve Kürdistan üzerinde yazılacak, çizilecek o kadar çok şey var ki insan neyi neresinden başlayacağını şaşırır. Fakat yine de olmuyor, Kürdistan bağımsız değil, Kürdistan'ı işgal eden devletler sonsuz bir düşmanlık güdüyorlar, baskıcı ve zalim davranışları bu tip çalışmalara engel oluyor. Sadece siyasi ve coğrafi değil ben "Kürdüm" demek bile soykırımlarına sebep oluyor. Öldürüyorlar, sürüyorlar ve asimile ediyorlar. Düşman çok ulusludur ve biri ötekinden beterdir. Kürtlere karşı bir eylemden tereddüt etmezler. Kürdistan öyle bir ülkedir ki artık ekonomiden söz edilemez, teknoloji hayaldir. Sanayi, toplum ve bilim alanında insanı insan yapan gelişmelerden Kürtlerin Kürtlerin yararlanmasına fırsat verilmemiştir. Kürt öyle bir ulustur ki dünyada sadece yaşamak için uğraş veriyor. Fakat her yurtsever Kürt yurt içinde veya dışında ne zamanki insan haklarından fırsat bulur veya ölümü göze alır, Kürt ve Kürdistan hakkında birşeyler yazar. Roman henüz emekleme çağındadır. Ben ise burada sözlüğü seçtim. Ayıptır ki şimdiye kadar biz Kuzey Kürtçesinde bir sözlük yapamadık. Gerçi: 1. Yusuf Ziyaeddin paşa (1894) Kürtçe - Arapça -daha sonra 1978 yılında M. Emin Bozarslan tarafından Kürtçe - Türkçe çıkmıştır - 2. Prof. Qanadê Kurdo (1960) Kürtçe - Rusça. 3. Musa Anter (1967) Kürtçe - Türkçe. 4. Joyce Blau (Kürtçe – Fransızca - İngilizce -daha sonra 1975 te wêşanên şivan yayınları tarafından Kürtçe - Türkçe sözlükleri varsa da kapsamları bakımından bugün için yeterli değildir. Güney Kürdistan'da çoğu Sorani lehçesinde güzel eserler çıkmıştır, fakat Kürtçenin ana temelini teşkil eden Kurmanci lehçesi daha beşik çağındadır. Alfabe, gramer ve sözlük; bir dilin varlığının üç ana unsurudur. Bunlarsız konuşma ve yazma mümkün değil, yaşantı eksik kalır.

Sözlük yapmak kolay iş değil dedik, ağır ve çok girdili çıktılı bir yüktür, fakat yetersiz de olsa hiç yoktan iyidir.

Bu kitap vatandan binlerce km. uzakta bir sürgün hayatı altında yazıldı. İmkansızlık ve yanlızlığın yanında uykusuz geceler de engel teşkil ettiyse de, bunun yanında Kürtçenin engin ve köklü oluşu, tarihi ve tabiatla içiçeliği, kelime zenginliği ve kelime yapısı bana kolaylık oldu, haz ve gurur verdi. Bunun verdiği manevi kuvvetledir ki yukarda belirttiğim girdili çıktılı zorlukların - yanlız da olsa- üstesinden gelerek bu değerli eseri halkıma takdim ettim.

Bu sözlük günümüz Kürtçesinde ikinci adımdır. Diğerlerinden değişik olarak hazırlanmıştır. Kelimeler sınıflandırılmış ve bilimsel hale getirilmiştir. Gene de üzerimizdeki ayıbı yoketmeye yetmez. Çünkü bu da başka bir dille tercüme edilmiştir. Gönül isterdi ki sadece bu sayfalar Kürtçeyle dolsundu. Umudum ve arzum, ilerde dilbilimci bir yurttaşım tarafından üçüncü adım atılabilsin ve Kürtçe - Kürtçe sözlüğü tamamlanabilsin...

Bu sözlük için uzun çalışmalarım olmuştur, ta 1962 yılına kadar uzanır. 1987 baharında ilk sözlüğümü ofset olarak neşretmiştim. Bu sözlük onun genişletimiş ve düzeltilmiş devamıdır. "Altının kıymetini sarraf bilir" derler. Herhalde "kelimelerin kıymetini de sözlük yazarı bilir" denmesi lazım. Kürtçede tarihi ve köklü kelimeler var, kelime ve kelime yapısı tabiatla öyle kucaklaşmış et ve kemik haline gelmiş ki övünmek için tabir bulamadım. Kısacası: "başkaları dilini kendi yapmış, ama Kürtçeyi Allah yaratmış" diyebilirim. Uzağa gitmeye luzum yok, Kürtçeyi şimdiki tercümesi yapılan Türkçeyle mukayese edelim. Örneğin: Türkçede C, F, Ğ, H, J, M, R, Z harfleri kelime önlerine gelmez, yani Türkçe sözlükte bu harflerden biriyle başlayan hiç bir kelime Türkçe değildir. Bunlardan hiç biri Türkçe sözlükte olmaması lazım, ama ne gezer? Elimdeki 1700 sayfalık bir Türkçe sözlüğün 300 sayfası yukardaki harflerden oluşuyor; yani sözlüğün altıda biri tamamıyla Türkçe değil, eğer diğer harflerdeki Türkçe olmayan kelimeler de çıkarılırsa, sanırım sözlüğün daha büyük bir kısmı ortadan kalkar. Fakat Kiirtçede de Ê, E, Î, İ, 0, U, Û harfleri kelime önlerine gelmez. Fakat bunlardan sadece Ê ve Î'den bir kısım yabancı kelime var. U ve Û dan ise zaten kelime yok. 450 sayfalık Kürtçe kısmı olan bu sözlükte 18 sayfa bu harflerden oluşur. Yani 1/26 sı. Garibi odur ki Türkçeyle okuma - yazma olabilir hatta devlet kurulabilir amma zavallı Kürtçe de değil!..
Kürtçe ve Türkçenin karşılaştırılmasında göze batan bir şey de şu: Yüzyıllardır beraber ve içiçe yaşıyoruz. Biz sömürge, onlar sömürgeci. Kürtçe Türkçeden hiç kelime almamıştır. Buna karşılık Türkçe, Kürtçeden yüzlerce kelime almış, şekil ve içeriğini değiştirerek kendine mal etmiştir. Türk Dil Kurumunun garip bir sözlüğü de var. Tüm yabancı kelimeleri hangi dile ait olduğuna dair işaretler koymuş, fakat Kürtçe olan kelimelerin önüne de "halk dilinde. hlk." ibaresi yerleştirmiş. Örneğin: çapraz (çeprast), çeper, dulda (talde), gul (gül), kak (qax), köm (gom), loğ (luq), mal, mezra (mezre), rastlamak (rast hatin) gibi.

Bir dilde yabancı kelime bulunması ayıp değil. Bütün dünyada böyledir. Eğer latince, Fransızca ve diğer yabancı kelimeler çıkarılırsa İngilizce de de bir şey kalmaz. Ayıp olan başkasının dilini ve kültürünü inkar etmektir. Zaten günümüz dünyasında teknolojinin tesiri ve halkların birbirlerine karışması bakımından bu kaçınılmazdır ve gerekir de. Biz Kürtler bir teksti yazdığımız zaman yabancı kelimelerden kaçınırız. Bundan dolayıdır ki bir mevzuya gönlümüzdeki akıcı güzelliği vermek istediğimizde de olmuyor. Sonunda da yazmaktan vazgeçeriz. İşte milletçe yaptığımız hatalardan biri de budur. Halka mal olmuş bir kelime o halkın malı sayılır, ister istemez onu kabul etmek gerek.

Kürtçe henüz bir devletin resmi yazı dili olmamış ve üniversitelerde okunmuyor. Bazen Kürtçede diğer yabancı dile karşılık kelime yoktur -bu her dilde de var olan bir eksiklik- bazan da kelime olduğu halde bu kelime kullanılmıyor. Kürtçede yazı dili belli kişilerce ve dar bir çerçevede kalmıştır. Bundan ötürü bazan bir teksti yazarken veya tercüme ederken yazarın aklına ona uygun kelime gelmez. Bunlar da o yabancı kelimeye karşılık kendilerince bir kelime veya kelime dizisi yerleştirirler. Gerçi tekst anlaşılır ama dil genişlemez ve güdük kalır. Örneğin: Arapçadaki "isbat ve kabul" kelimelerine karşı Kürtçede "peyitandin ve pejirandin" var Fakat çok az kişi bunları kullanır ve yine de bildiğini okur. Dilin geliştirilmesi ve gelişkin aydınlar için zorunlu olarak bu Kürtçe kelimeler kullanılmalı ki kelime genelleşmiş olsun.

Yurt dışında bir fabrika işçisi olan ben, kendime ispat ettim ki akşamları, hafta başları, boş zaman veya tatillerde her seferinde bir kaç sayfa yazılsa insan böyle bir eseri meydana getirebilir. Desem ki bu sözlüğün içeriği 31 000 Kürtçe kelime ve dört bine yakın deyim -ki tam olarak saymadık- ve 31 000 Türkçe kelime ile bir gramer ve devletler hakkında araştırmalı bir ilave ile övünce layık bir eser meydana gelmiştir.

İmkanlarımın sınırları dar ve yardımcım yoktu. Fakat benim ilk sözlüğüm ile Kürtçe yayınlar araştırmalarımın kaynağı oldu. Fakat en büyük yardımı bilgisayardan gördüm. Teknolojinin bu eşsiz bahşişi bana bu eseri bağımsızlaştrmamda minnettarlık kazandırdı.

D. İzoli
29. 09. 1991




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues