La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Nûdem, hejmar 3


Éditeur : Nûdem Date & Lieu : 1992, Morgongåva
Préface : Firat Cewerî Pages : 112
Traduction : ISBN :
Langue : KurdeFormat : 160x235 mm
Code FIKP : Liv. Ku. Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Nûdem, hejmar 3

Versions

Nûdem
Kovara hunerî, edebî û çandî

Tivinga rêncber

Weke îro tê bîra min. Ew lawikekî zerik û zeyifokî bû. Çavên wî yên keskê vekirî di paş berçavka wî ya çarçeve qalind de melûl û fikirtijî bû. Em zarokên kurd yên xwas bûn. Bavên me ji ber şer hatibûn li vî bajarî bi cih bûbûn. Ji ber ku gotina "kurd" qedexe bû, wan ji me re digotin zarokên mahciran. Em xwas bûn, lê lawê mufetîş her tim bi solen xwe yên boyaxkirî digeriya. Kincên wî jî nû û xweşik bûn. Me ji xwe re ji şaxên spîndaran ên zirav pîspîsk çê dikirin, lê lawê mufetîş ji xwe re pîspîskeke bekçiyan ji bajêr kirî bû. Di lêgerîna çûkan de ku em winda bibûna, bi lêdana pîspîska wî em tavilê dihatin ba hev.

- Binêrin, va lawê mufetîş sax e, me digot û heya ku ji me dihat me li pîspîskên xwe dixist.

Wî, şaxên daran dida alî û bi berçavka xwe ya ku dadiket ser pozê xwe ve bi bêhnçikandinekê ve xuya dibû.

Ew rez, fêkiyên bê xwedî û çûkên ku difiriyan hemû di bin emrê me de bûn. Em weke dewriyan heya aşê avê li gelî digeriyan, em bi giran ve radipelikîn, em li wî cihê ku jê re digotin "Zinarê Keçikan "rûdiniştin, me bêhna xwe berdida, me li hêşnahiya li derveyî bajêr temaşe dikir û em vedigeriyan. Kûçikên şivanan yên bê xwedî dihatin me û em derbasî aliyê rê yê wî alî dikirin. Lawê Mufetîş zû bi zû nedikeniya. Ew hertim difikirî. Gava em bi hev re diketin qayişa avêtina kevirê kefkaniya, wî ji bêrîka xwe kovareke zarokan derdixist û dixwend. Gava yekî ji me ji yê din dûrtir davêt û lawê Mufetîş jî ew serketina han ferq dikir, me di bin çavan re li wî dinihêrî. Wî guh nedida tiştên wilo, lîskên me bala wî nedikişandin.

- Binêrin, binêrin, axayê we Smaîl bûye yekemîn, Îsmaîl digot û tepik li sînga xwe dixistin.

Lawê Mufetîş ji ber van kirinên Îsmaîl guhên xwe miç dikirin, ew wer ku aciz dibû, wî nedixwest ku ew bûyerê bibîne.
- Navê te ne Smaîl e, Îsmail e, birawo, digot û nizanim wî çend caran şaşiyên lêwik rast dikirin.

Di şûna gotina Îbo de, ez gotina İbrahim ji wî hîn bûbûm. Ji ber rastkirina van şaşiyên me bûn, ku lawê Mufetîş em li dû xwe dikişandin. Ji bo şikandina forsa lawê Mufetîş ne derketina Îsmaîl ya ser Zinarê Keçekan, ne jî li ser riya bitoz bîst û pênc gava meşa wî ya li ser destan pere kir. Min jî bi terriya wî marê ku min ew berê bi dar gêj kiribû, girt, hejand û avêt. Lê ji ...

Dr. Cemşîd Bender


Çend gotin

Va bi xêr û xweşî hejmara kovara me ya sêyemîn jî derket. Hê beri ku em dest bi weşandina kovarê bikin, em bi gelek kesan şêwirîbûn, me li pêşniyar û rexneyên wan guhdarî kiribûn, hin kesan bi vê nûçeya han gelekî kêfxweşî û dilşahiya xwe nîşan dabûn, hin kes bêdeng mabûn, hin kesan ji zehmetî û astengên pêşerojê gazin kiribûn, hin kesan milên xwe hejandibûn û lêvên xwe berevajî kiribûn, hin kes jî bi dengê nizim li hember derketibûn.

Her çiqas derketina berhemek di vî celebê Nûdem'ê de ji bo me kurdan wek damarên xwînê û lêdana dil e jî, dîsan di derheqa wê de nêrînên cihê jî gelekî normal in. Ev nêrînên cihê yên di derheqa kovarê de ji wê re nebûn tu asteng, berevajiya wê, ew ji bo pêşeroja wê bûne weke çirayê. Me jî niha ev çiriya ha ya pîroz xistiye destê xwe û em bi wê dixwazin tarîtiya salan biçirînin û bigihîjin armanca xwe. Di gihîştina vê armancê de kurdên hevwelat me bi tenê nahêlin, ew bi her awayî piştgirî û hevkariya xwe nîşan didin. Yên ku destên wan pênûs û firçe digirin, ew baz didin hawara me, bi nivîs û wêneyên xwe yên hêja û balkêş rûpelên kovara xwe Nûdem'ê dixemilînin.

Yên ku xwendevanên dilpak in, bi riya nameyan, an jî bi riya telefonan li me digerin û daxwaza abonetiya kovara xwe dikin. Hin kes jî piştî pesindayinek dirêj, ji dema kovarê ya demsalî gazinan dikin û dixwazin ku kovara wan li ser hev û hê zûtir derkeve û bi lez bigihîje destên wan.

Gava em vê dilgermî, dostanî, pêşketin û tîbûna kurdan ya ziman û edebiyata wan dibînin û hîs dikin, ji bo ku me hê zûtir dest bi weşandina berhemek wilo nekiriye, bi rastî em dêşin û em li ber xwe dikevin. Ji ber ku ji bo me kurdan demek nû dest pê kiriye. Dema hişyarî, zanyarî û azadiyê. Bi guhertina dinyayê, bûyerên herêmê û bi pêşketina teknolojiyê re em jî tên guhertin, gavên bi lez bi demê re davêjin û em dixwazin di vê cîhana nûjen de bi rûmet û serbilind bijîn. Ji ber vê hindê ye ku xortên kurdan milên xwe lê rapêçane, bi qevda pênûsa xwe girtine û bê rawestan zor dane nivîsandinê. Ev xortên ku hêviyên pêşeroja civata me ne, em ji wan bi hêvî ne, ku ew ê ji niha û dehsalekî din navên wan di rex navên nivîskarên dinyayê yên navdar de bêne dîtin. Nûdem ya wan e. Wê Nûdem di gel rojên xweş, di rojên herî nexweş de jî wan hemêz bike.

Ji bo hêsanîkirina vê yeka han koyar û rojnameyên kurdan jî bazdane hawara me, bi dilsoziyek dostane Nûdem'ê didin naskirin, wê bi gelê wê re dikin yek û tovê jiyanê di navbera wê û xwendevan û nivîskarên wê de direşînin.

Rojnameya rojane ya bi tirkî, lê ya kurdan Özgür Gündem, di meha tîrmehê 1992'an de li ser derketina hejmara duwemîn ya NÛDEM'ê bendek danasînê belav kir. Rojnamevanê özgûr Gûndem'ê Mîrza Mustafa Erdogan di benda xwe ya danasînê de piştî ku mizgîniya derketina hejmara duwemîn ya kovarê dide, weha dom dike: "Kovara Nûdem bi awira pêşî hewayek entelektuelî jê difûre û edebiyata dinyayê bi zimanekî xweş û zelal tîne ziman. "Piştî belavkirina wê benda danasîna kovarê Mîrza Erdogan bi me re li ser hewcedariya derxistina kovarek mîna Nûdem, li ser rewşa kurdên û li ser çand û edebiyata kurdî hevpeyivînek çêkir.

Herweha di rojnameya hefteyî, ya xwerû bi kurdî Welat de jî Mîrza Zana Farqînî danasînek spehî li ser Nûdem'ê nivîsandiye. Bi danasîna Farqînî re wêneyê berga pêşî yê kovarê jî bi awayekî balkêş hatiye bi cîh kirin. Piştî ku Farqînî mizgîniya derketina hejmara duwemîn ya Nûdem'ê dide û xwedî û berpirsiyarê wê bi xwendevanan dide naskirin, ew weha dibêje:"Di vê hejmara duwemîn a Nûdem'ê de helbest, çîrok, gotar, hevpeyivîn û wergerên xurt hene. Xwediyên van nivîskaran bi pirranî bi nav û deng in. Gelek ji wan bi nivîsên xwe yên berê jî tên naskirin... Kovar ji aliyê naverokê ve gelek dewlemend e. Ji nivîsan bi rastî bêhn û tama zimanê kurdî tê, nivîs fesîh û xwerû ne..

Mîrza Eskerê Boyik jî ku yek ji helbestkarên kurd yê navdar yê kevnesovyetê ye, di rojnameya Riya Teze ya hefteyî, ku ji sala 1930'yî û vir de bi alfabeya kirîlîkî derdikeve, li ser Nûdem'ê, di rûpelê dawiyê de bendek danasînê nivîsandiye. Gorî ku ji nivîsa wî xuya dike ew ê hê hejmara kovarê ya duwemîn negihîştibe wî. Ji ber ku ew li ser hejmara yekemîn ya kovarê radiweste. Ew gelekî kêfa xwe ji kovarê re tîne, behsa girîngiya kovarek edebî û çandî ya mîna Nûdem'ê dike û mînakan ji nivîsên di kovarê de dide.

Kovara Edebî û çandî a bi navê Aso jî, ku li Libnanê derdikeve li ser Nûdem'ê bi me re hevpeyivînek çêkir. Di hevpeyivîn de li ser derketina kovara Nûdem'ê hat rawestandin.

Ji bilî kovar û rojnameyên bi kurdî û yên kurdan, nivîskar û hunermendên kurd jî nêzîkahiyek germ nîşanî kovarê dan. Helbestkarê hezkirî Mîrza Mueyyed Teyib di televizyona Kurdistana Iraqê de behsa Nûdem'ê kiriye. Di pîroznameya xwe de ew nêrîna xwe ya di derheqa kovarê de wilo tîne ziman:"Hevalê hêja kek Firat Cewerî, te bi kovara Nûdem canê Bedirxaniyan şad kir û xwîneke teze da rojnamevaniya kurdî. Min guman nîne ku dîroka rojnamevaniya kurd bê gilî, gotin dê deriyê xwe ji Nûdem'ê re veket û bi germî himbêz ketin. Ez bi germî destê te digivêşim, pîrozbahiya te dikim û ji Nûdem'ê re temenekî dirêj dixwazim. "

Mîrza Cemşîd Bender, ku doktora xwe ya hûkûkê di salên 58'an de li unîversîta Parîsê kiriye, di gelek şaxan de bi tirkî berhemên nemir afirandine û yek ji hîmdarên Enstîtuya Kurdî ya Stembolê ye, bi dil û can bi Nûdem'ê re ye û ji bo her celeb alîkarî û piştgiriyê di her nameya xwe de amadebûna xwe tîne ziman. Nivîskar û welathezê kurd Mîrza Dr. Cemşîd Bender wilo dinivîsîne:"Birayên min yên hêja, bi xebata ronakbîrên kurd yên li Swêd , ev deh salek e, ku edebiyata kurdî geş bûye. Ez wilo bawer im, ku di pêşerojê de wê xebata we bi navê dibistana Swêd di dîroka me de cih bigire. Wê rojekê li ser xebat û mijûliyên we, kovar û rojnameyên we, lêkolînên kûr çê bibin û bi nivîsên hêja berpêşî gelê me bibin. Îro jî em dibînin, ku seriyê kar û xebata çandî li welêt dîsan hevnijadê me kurdên li Swêdê dikişînin. Bi vê yeka han we bingehek baş avêtiye. Gavên ku demekê ji bo çand û medeniyeta kurdan ji aliyê Bedirxaniyan û Nûredîn Zaza hatine avêtin, îro em dibînin ku ekola Swêdê serî dikişine. Derketina Nûdem'ê em gelekî kêfxweş û dilşa kirin. Bi taybetî werger û danasîna ji edebiyata Ewrûpiyan destpêkeke gelek baş e. Ez kovara we ya ku ez gelekî diecibînim û jê hez dikim, bedew û dagirtî ji dil pîroz dikim, silavên xwe yên dostanî pêşkêş dikim û ji her celeb hevkariya we re amade me."

Resamê kurd yê navdar Remzî, ku ev çil sal in, firçeya xwe bi hostetî li ba dike û di warê hunermendiyê de îro bûye navekî navneteweyî û di hejmara me ya duwemîn de Mîrza Mehmed Uzun nivîsek danasînê li ser nivîsandibû, hezkirina xwe ya Nûdem'ê wilo tîne ziman: "Min Nûdem pirr pirr eciband, ew gelekî xweş û spehiye. Herweha hevalên min yên firansiz jî ecibandin. Ez we ji bo vê xizmeta çanda kurdî ji dil pîroz dikim."

Helbestkarê nûjen, Ferhad Pîrbal ku niha hevkarê me yê Firansayê ye di pîroznameya xwe de weha dinivîsîne: "Pîrozbaytan lê dekem be boney bilawkirdinewey govarî Nûdem. Min emro jimara duwem le Enstîtuya Kurdî ya Parîsê dît. Nûdem hem le barî şêwe û muntaj, hem le barî nawerok û kalîte, govarekî kok û dewlemend e. Awatexwazim ke bîken be rewtêkî edebîy newjen û pêşkewtûtir. Her bijîn.

Hûn jî her bijîn! Hemû kovar, rojname, nivîskar, hunermend û xwendevanên kurd yên ku nêzîkahî li kovarê kirin û dikin, her bijîn! Em ê bi hev re zora gelek zehmetiyan bibin. Em hew êdî qîma xwe bi jiyana rojane û basît tînin. Em serê roka azadiya xwe di paş çiyayê Kurdistanê yê herî bilind de dibînin. Em ê ala zanistî û medeniyetê li wir biçikînin...

Firat Cewerî




Fondation-Institut kurde de Paris © 2019
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues