La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Nûdem, hejmar 5


Éditeur : Nûdem Date & Lieu : 1993, Morgongåva
Préface : Pages : 128
Traduction : ISBN : 1103-1964
Langue : KurdeFormat : 160x235 mm
Code FIKP : Liv. Ku. Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Nûdem, hejmar 5

Versions

Nûdem
Kovara hunerî, edebî û çandî

Edebiyata Kurdî

Edebiyat carinan di dema têkçûna siyasetê de, carinan jî bi gurrbûna tevgera siyasî re geş dibe, bi pêş dikeve, xurt dibe.

Mîna ku li gelek welatên dinyayê bûne, li welatê me jî bi guhertinên rewşa siyasî re, rewşa ziman û edebiyata kurdî jî tête guhertin, ew reng û rûçikekî nû distîne. Bi hatina Cûnta leşkerî, 1980, xwendevan, siyasetvan û ronakbîrên kurd bi girsî, ji neçarî koçî welatên Ewrûpayê kirin. Demekê tevgera kurdî sist bû, cih bi cih têkçûna wê hate hîskirin, lê ronakbîrên kurd yên ku derketibûn Ewrûpa, xwe nas kirin, gelek ji wan ji fikir û ramanên xwe yên berê gerriyan, dev ji wê ramana xwe ya ku "Bi ziman û edebiyata kurdî re mijûl bûn, paşverûtî ye " berdan.

Gava mirov ji welatê xwe bi dür dikeve, şerd û şirûdên biyanîstanê, jiyana biyanîtiyê mirov stûxwar dike, hîsî dike, diltenik dike.

Ev hersê hêmanên (faktorên) han kirin ku em li xwe vegerin, xwe nas bikin. Li xwevegerîn û xwenasînê jî kir ku em li nasnava xwe xwedî derkevin. Li nasnava xwe xwedîderketinê em ajotin ser ziman û edebiyata me. Em têgihîştin ku miletek bi ziman, edebiyat û kultura xwe heye û bi van mijûlbûn jî ne paşverûtî, ne jî dijminatiya tu gelan e. Berevajiya wê, bêî van biratiya bi gelên din re ne mumkun e. Xwendayên kurd yên ku ev yeka ha fêhm kirin, milên xwe lê wergerandin û her yekî ji hêla xwe ve dest avêtin vî karê pîroz. Yên helbest nivîsandin, yên çîrok nivîsandin, yên roman nivîsandin, yên ku lêkolîn û hevpeyvîn ceribandin, yên dest bi wergerandina berhemên dinyayê kirin.Ew zimanê ku bi salan ji ber sedemên xuyayî ve nehatibû bikaranîn, tenê zimanê gundî û şivanan mabû, di demeke kurt de bû zimanekî nivîsandinê. Di tevayiya Ewrûpa de zimanekî yekgirtî û edebî pêk hat. Hêdî hêdî standartek çê bû.
.....

Firat Cewerî





Fondation-Institut kurde de Paris © 2019
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues