The Kurdish Digital Library (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Nûdem, hejmar 22


Authors : | | | | | | | | | | | | Multimedia | | | | | | | | | |
Editor : Nûdem Date & Place : 1997, Järfälla
Preface : Pages : 156
Traduction : ISBN : 1103-1964
Language : KurdishFormat : 160x235 mm
FIKP's Code : Liv. Ku.Theme : Literature

Presentation
Table of Contents Introduction Identity PDF
Nûdem, hejmar 22

Versions

Nûdem
Kovara hunerî, edebî û çandî

Hemîd Bedirxan

Heyderê Omer

Şeva 29 nîsanê şevek tarî û sar bû, stêrkên esmên tev bi êş û şîn bûn. Mirinê serê xwe hildabû, çavên xwe digerand, ka dê kê bide ber xwe?! Dê bayê xwe ye sar bi ser kê de biweşîne?!

Mirinê berê xwe da nexweşxaneya zanîngeha Helebê û hilkişiya qatê 7'an, hêdî-hêdî ber bi odeya 739'an çû, li derî da û derbasî hundur bû. Hemîd Bedir-xan ji ser nivînê xwe rabû, çend gavan meşiya, kenekî germ li ser rûyê wî baskên xwe veşand, te digot qey ew û mirin hevdu hembêz dikin, te digot qey mirin destûrê jê dixwaze. Hemîd vegeriya ser nivînê xwe û raket, awirên xwe li derdûra xwe gerand û di dû re dil rawesta.

Berî şeş heyvan Hemîd Bedirxan çûbû bajarê Helebê û berxwedana xwe li dijî mirinê dajot, li bijîjk û nexweşxanan dibû mêvan, lê nexweşiyê fersend neda ku ew careke din vegere gundê Şiyê, çavên xwe ji dîmenê wê dagire û xatir bixwaze. Tevî vê jî gundê Şiyê dilsoz bû û roja 2'ê gulanê gundiyên xwe hemû, li kêlekên rê, li benda vegera wî, şîndar û çav bi rondik, civandibû.

Dîroka Kesîtî

Gundê Şiyê yekeke ji gundên Kurddaxê, li rojavayê bajarê Efrînê, navbera herêma Kurddaxê dikeve. Xaniyên malên vî gundî bi persarê "Hesê Xidir" re hildikişin û bi dîmenên xwe, pergala aborî, ku gundî tê de dijîn, zelal werdigerin. Mirov jê têdigihîje, ku kesên vî gundî, wek ên hemû gundên devera Efrînê, cefakêş in, dostî û evîneke germ wan bi axê û zeviyê re girê dide.

Li vî gundê Şiyê H.B. di sala 1924'an de tê dinyayê, di zaroktiya wî de, bavê wî ji neçarî, di sala 1930'î de koçî gundê "Qiriqxanê" dike. Vêcarê H.B. xwendina xwe li wir dest pê dike ta ku lîsana toreya tirkî, ji zanîngeha Stenbolê werdigire...





Foundation-Kurdish Institute of Paris © 2024
LIBRARY
Practical Information
Legal Informations
PROJECT
History & notes
Partenaires
LIST
Themas
Authors
Editors
Languages
Journals