La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Nûdem, hejmar 24


Auteurs : | | | | | | | | Multimedia | | | | Multimedia | | | | Multimedia | | | | | | | | | | |
Éditeur : Nûdem Date & Lieu : 1997, Järfälla
Préface : Pages : 158
Traduction : ISBN : 1103-1964
Langue : KurdeFormat : 160x235 mm
Code FIKP : Liv. Ku.Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Nûdem, hejmar 24

Versions

Nûdem
Kovara hunerî, edebî û çandî

Hefteya dotmîrê

Catulle Mandés*

Ew kesên ku dotmîr Rosalindesê nas dikirin; û naîlê payebilindî û bişerefbûna derûdora wê ya nêzîk bûn, gelek caran ecêb diman û meraq dikirin; gava dotmîrê organên laşê xwe -çi yên li ber çav çi yên bi kirasên zêrneqişandî veşartî- bi gotinên ecêb bi nav dikirin ku çu têkiliya wan bi navên wan yên eslî û rastî ve tunebûn.

Êvarekê, gava dotmîr, ji sînga xwe, ji ber sermayê, diêşiya, weha got:
- Bi xwedê ya ku lîstikên nav nivînan yên dilxweşiyê diparêze, êşeke pirr giran xwe berra ser çarşemê daye.

Rojekê, dema ew li parîsê digeriya, mêşeke hingivî di ber devê wê re derbas bû, wê bi acizbûn û lome got:
- Tiştekî ji wê asabîtir tune ye, eger li kêleka sêşemê lekeyeke sor der bê.

Di dawiyê de, li qesra dotmîrê, li nav nas û xizmetkarên wê, şaşbûn û mehcûbiyetê rû da. Ma gelo hukumdara piçûk ya herî dilovan, dotmîra ciwan dîn bûye ku hertim guhdariya dengê ûd û bilûrê dike û fêkiyên hişkkirî yên aqîdekirî, dixwe? ... Helbet, ew tişt hemî, dema ku dotmîr ne bi dilketiyê xwe re ye -ango wextê ku ji ber wextê kêfxeşî û evînê li cem şaîrekî bi navûdeng yê ku helbestên evîndariyê dinivîse, dimîne- rû didin; şair yê ku par buharê, li meha nîsanê, rojekê bê alîkariya dîplomatan, wê, bi wî re şêranî xwar û destgirtina xwe eşkere kir. Li serayê biryar hate girtin ku ji bo pirsgirêk bête famkirin û çareserkirin, markîsîna ya Ruremonde, ya ku derheqê tecrûbe û jîrektiya wê de, herweha di çareserkirina pirsgirêkên giran û tevlîhev de baweriya herkesî pê hebû, di derbareyê vê xalê de, -ya ku çi jin çi mêr herkesê serayê bêhuzur dike- bi dotmîrê re hevpeyvînekê pêk bîne.
.....





Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues