Pirtûkxaneya dîjîtal a kurdî (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Nûdem, hejmar 29


Nivîskar : | | | | | | | | | | | | | | | | Multimedia | | | | | | | |
Weşan : Nûdem Tarîx & Cîh : 1999, Järfälla
Pêşgotin : Rûpel : 126
Wergêr : ISBN : 1103-1964
Ziman : KurdîEbad : 160x235 mm
Hejmara FIKP : Liv. Ku.Mijar : Wêje

Danasîn
Naverok Pêşgotin Nasname PDF
Nûdem, hejmar 29

Versions

Nûdem
Kovara hunerî, edebî û çandî

Min hesretê kûr ajot erd çiriya

Sabah Kara

Min hesretê kûr ajot erd çiriya
Ji başûr heta bakur
Ji rojhilat heta rojava
Ez ji Îsa pênc sal pîrtir
Ji Muhemmed ciwantir im
Di nav dêr û mizgeftê de
Û ne li vir im
Ne li wir im
Ji çar hêlan çarmîxkirî
Bi dilê xwe
Bi mêjiyê xwe
Bi piyê xwe
Bi destê xwe
Min dilê xwe kûr ajot
Min mêjiyê xwe vekir
Ji belayên taybetî re
Ax ji bin piyê min herikî
Min çermê xwe jixwekir
Bi zanînê
Bi dîtinê
Bi bihîstinê
Jiyan qaşûlê xwe jixwekir
Çilmisî û hişk bû di cihê xwe de
Min evînê kûr ajot
Li dora dewlemendan digeriya
Li dora heykelên bêdil û bêmêjî Leyla
Bi şox û şengî ez wêran kirim
Ez hiştim di vê çola bêbinî de
.....





Weqfa-Enstîtuya kurdî ya Parîsê © 2024
PIRTÛKXANE
Agahiyên bikêr
Agahiyên Hiqûqî
PROJE
Dîrok & agahî
Hevpar
LÎSTE
Mijar
Nivîskar
Weşan
Ziman
Kovar