Pêşengê şiîa erebî a modern
Bedir Şakir el—Seyyab yek ji mezintirîn şaîr Ereb yê sedsala bîsta ye. Wî di jiyana xwe ya kin de (38 sal) şiîra Erebî gelekî bi pêş xist. Şiîa Erebî ji klasîzmê xelas kir û zincîr û qleydên ku Ereb 1400 salî di şiîra xwe de pê ve giredayîbûn, şikand.
Ew di jiyana xwe ya şiîrî de di çar merhaleyan re derbas bû: Romantîzm (1943-48) Realîzm (1949-55) Realîzma nû (1956-60) Xwebûn (1961-64) Lê bi çi hawî be, ew pêşengê şiîra Erebî ya nûjen tê hesibandin, wî dibistaneke nû di şiîra Erebî de vekir û yên li pey hatin, ketin bin şêwe û uslûba wî.
Seyyab bi xwe jî ketibû bin tesîra şiîra Ingilîzî, şaîrên wek T. S. Eliot û Wordsworth hiştin ku ew bêhtir li ser peşxistina şiîra Erebî bixebite, digel ku bi hezaran deng bilind bûn li dijî Bedir û hevalên wî yen şaîr, lê ew ji riya xwe danegeriyan û biserketin.
Jînenîgariya Seyyab
1926: Ji dayîkê bû, piştî temenê wî bû 6 sal diya wî mir û bavê wî (Şakir) jineke din anî û dev ji mala xwe berda. 1938: Xwendina xwe ya seretayî qedand, kalikê wî ew şande Basrayê û li wir xwendina xwe domand. 1943: Li Bexdayê dest bi xwendina zimanê Erebî kir. Dev jê berda, kete fakulteya zimanê Ingilîzî. 1945: Derbasî Partiya Komunîst a Iraqê bû, piştî salekê ji fakultê hate dûrxistin. 1946: Meha Hezîranê kete hepsê. 1947: Dîwana wî ya yekem "Gulin çilmisî" li Qahîrê çap bû. 1949: Careke din kete hepsê. Pişt re hate berdan, lê mamostetiya wî ji zimanê ingilîzî re 10 sal qedexe kirin. 1952: Ji Iraqê reviya, derbasî İran bû û ji wir berê xwe da Kuwêt. Pişt re hevalekî wî yê ji Partiya TUDEH pasaportek Îranî jê re peyda kir, lê dîsa vegeriya Bexdayê û li pey hevdû dîwan çap kirin. 1959: Têkiliyên xwe yen bi Partiya Komunîst re qut kirin. 1964: Li Kuwêtê bi êşa zirav ket, mir, li Basrayê veşartin.
Berhemên wî
Gulin çilmisî (1947) Efsane (1950) Qehpeya kor (1954) Sîlah û zarok (1955) Ê ku goran dikole Sirûda baranê (1960) Perestgeha xeniqî (1962) Mala koleyan (1963) Xilxalên qîza çelebî (1964) Iqbal (1965) |