Tarixa edebyeta kurdi, 2
Nali (1797-1855)
Navê wî rastî Mela Xidir bûye, kurê Şaweyse bûye, li sala 1797 li Şarezûrê, gundê Qeredaxê ji dayka xwe bûye, li pêşîyê li Sulemanîyê cem Mela Ebdileres hîn bûye, diçû xane qa Mewlana Xalid, paşê li Şamê, du sê sal maye, li wê derê bîra şeherê Sulemaniyê dike û şêrekê bi navê "Qurbana hinek rîya te bim..." dinivîse. Paşê ji Şamê diçe Stembolê û li wê derê dibe nasê gire-girê kurdan, dibe nasê Ahmed Paşaye Baban û derheqa wî da şêreke kurdperwerî bi navê " Ta felek dewr neda ser, kewkeka wî ava ne bû" , dinivîse.
Di xortanîyêda dilê Nalî ketibû qîzekê, navê wê Hebîbe bû û ewî gelek şêrên dildarî derheqa xwe û wêda nivîsîne. Edebyetnasên kurd Aladîn Sicadîn, Gîwî Mukrîyanî û Maruf Xeznedar û yên din, Nalî hesab dikin binyatdar û binexedarê edebyeta kurdî klasîkî yê edebyeta kurdê Iraqê.
Şêrên Nalî bi piranî şêrên têkelin (tev hevin), ew hem yên dildariyên e, hem jî yên wetenperwerîyê ne. Ji ber êşa dildarîya xwe û ji ber derdê negbetîya miletê xwe ewî navê xwe şayrî kirîye"Nalî". li şêrên xwe da bo wan ew dinale.
..... |