La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Gurî


Auteur :
Éditeur : Apec-Tryck Date & Lieu : 1993, Spånga
Préface : Pages : 60
Traduction : ISBN : 91-87730-50-2
Langue : KurdeFormat : 130x190 mm
Code FIKP : Liv.-Kl. 2757 Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Gurî

Gurî : çîrok û serpêhatiyên kurdî

(ji pêşgotinê) Zargotina kurdî gelekî dewlemend e. Bi hezaran helbest, stran, çîrok, serpêhatî û metelokên kevn, heta îro jî di nava gelê Kurd de dijîn. Lê mixabin, di warê nivîskî de edebiyata kurdî li gor wê dewle­mendiyê pêş ve neçûye. Dijminên Kurdistanê ew keys û firsend nedaye neteweyê Kurd ku ziman, edebiyat û çanda xwe bi şîweyekî azad pêş ve bibe. Heta ji dest wan hatiye, xwestine ku ziman, edebi­yat û çanda kurdî ji holê rakin. Bi gotinek din, zilm û zordariya li ser neteweyê kurd, li ser ziman, ede­biyat û çanda wî jî heta îro bi dijwarî dom kiriye. Ji ber vê yekê jî, gelek çîrok, serpêhatî û helbestên hêja nehatine weşandin û hinek ji wan di nava pêvajoyê de wenda bûne. (...)

 


PÊŞGOTIN

Zargotina kurdî gelekî dewlemend e. Bi hezaran helbest, stran, çîrok, serpêhatî û metelokên kevn, heta îro jî di nava gelê Kurd de dijîn. Lê mixabin, di warê nivîskî de edebiyata kurdî li gor wê dewle­mendiyê pêş ve neçûye. Dijminên Kurdistanê ew keys û firsend nedaye neteweyê Kurd ku ziman, edebiyat û çanda xwe bi şîweyekî azad pêş ve bibe. Heta ji dest wan hatiye, xwestine ku ziman, edebi­yat û çanda kurdî ji holê rakin. Bi gotinek din, zilm û zordariya li ser neteweyê kurd, li ser ziman, ede­biyat û çanda wî jî heta îro bi dijwarî dom kiriye. Ji ber vê yekê jî, gelek çîrok, serpêhatî û helbestên hêja nehatine weşandin û hinek ji wan di nava pêvajoyê de wenda bûne.

Ji bo vê yekê, vatiniyeke gelek girîng e ku heta ji dest bê, em çîrok, serpêhatî, stran, helbest û mete­lokên kurdî yên di nava gel de, bidin hevdu û wan biweşînin. Bi vî awayî, em dê ji aliyekî wan ji wendabûnê xelas bikin û ji aliyê din jî, perçeyeke jiyan û têkiliyên wan deman raxîne ber çavan û ji wan îstifade bikin.

Pêkanina vê vatiniyê, îro ji her demê bêtir pêwîst e. Ji ber ku radyo û bi taybetî jî televizyon di nava bajar û gundên Kurdan de gelekî belav dibin. Dijmin bi riya van weşanan jî, li hember ziman û kultura kurdî, şerekî bi dizî dimeşîne. Ev weşan li ser ziman û çanda kurdî tesîrên neyînî dikin. Ziman û kultura kurdî nikare xwe weke berê li hemberî van êrîşên dijmin biparize. Dengbêj û çîrokbêjên me êdî weke berê şevbuhêrkên civata kurdî naxemilîne. Zarokên Kurdan weke berê bi çîrok û metelokên kurdî nakevin xew.

Hejmara dengbêj û çîrokbêjên me êdî bi tilîkan tên hijmartin. Eger ew jî herin ser heqiya xwe û ji nava me koç bikin, wê gelek stran, çîrok û serpêhatiyên me jî bi wan re koç bikin. Ji bo vê yekê, divê em beriya ku zêde bi derengî keve, bêtir hewl bidin ku ji devên dengbêj û çîrokbêjên xwe, stran, çîrok, serpêhatî û metelokên kurdî binivîsin û wan ji wendabûn û koçkirinê xelas bikin. Xebatên weha, wê edebiyata kurdî jî bêtir pêş ve bibe û dewlemendtir bike.

Piraniya van çîrok û serpêhatiyên kurt yên di vê pirtûkê de hatine civandin, berê di hejmarên kovara zarokan "Kulîlk"ê de hatibûn weşandin. Min xwest ku ez wan di ber çavan re derbas bikim û weke pirtûkekê jî nû ve çap bikim.

Di vê derê de, bêyî ku ez pênivîsa tu nivîskarên Kurd birîndar bikim, dixwazim tiştekî din jî diyar bikim ku çîrok û serpêhatiyên weha yên di nava gel de tên gotin, ne malên tu nivîskaran in; xezîne û dewlemendiya gelê Kurd in. Ji ber vê yekê jî, ez xwe nivîskarê wan nabînim, hew berhevkar ya jî amadekarê wan dibînim.

Zinar Soran
Tebax 1993




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues