La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Dastana Gilgamêş


Auteur :
Éditeur : Enstîtuya kurdî ya Amedê Date & Lieu : 2006-01-01, İstanbul
Préface : Pages : 128
Traduction : ISBN : 97598532-5-6
Langue : KurdeFormat : 135x195 mm
Code FIKP : Liv. Ku. 3511Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Dastana Gilgamêş

Dastana Gilgamêş

Deqqa sergihayî
(Deppên nînewa)

Deppê Yekem
Deqqa Babil-Asûrî
(Babiliya dawî)

Latika yekem:
1 - [Ew e, yê ku] her tişt dît [heta tixûbên] cîhanê.
2 - [Ew e, yê ku] [her tişt] nas kir û ji her tiştî [sûd girt].
3 - [...] bi hev re[....]
4 - [Seydayê] pendeyariyê ye. Di her tiştî de [zanyar bû].
5 - Razine nehînî dîtin û tiştine veşartî diyar kirin.
6 - Û nûçeyin, ji berî dema Tofanê (1) ji me re anîn.
7 - Bi rêwîtiyeke dirêj çû; westiya û tengav bû.
8 - Hemû (bûyer û serhatiyên) rêwîtiyên xwe, li ser ferşekî kevirî neqişandin.
9 - Beden, ji Oroka (2) asê re bilind kirin. (ava kirin.)
10 - Û perestgeha Iyana (3) ya pak, gencîneya pîroziyê (ava kir).
11 - Temaşe bike! Dîwarê wê yî derve mîna sifir diteyise (4).
12 - Temaşe bike! Dîwarê wê yê hindir, bê mînak e.
13 - Derîzaneyên wê bipelîne, ji mêj (hatine damezirandin).
14 - Xwe nêzîk bike. Iyana mala Îştarê (5) ye.
.....


Deham Ebdulfettah


Sala 1942'ê li gundekî bi navê 'Bellê', nêzî Amûdê çavên xwe li ronahiya cîhanê vekirin. Xwendina xwe heta lîseyê li xwendingehên parêzgeha Hesekê kiriye. Li Zanîngeha Helebê, beşa Ziman û Wêjeya Erebî, xwendina xwe bidawî kiriye. Nêzî 25 salan karmendî, weku mamosteyê Ziman û Wêjeya Erebî, kiriye. Nuha jî destê xwe ji karmendiyê kişandiye û xwe ji kar û barên Zimanê Kurdî re vala kiriye.

Destpêkê, çalakiyên xwe yên rewşenbîrî bi Zimanê Erebî dinivîsîn. Helbest û gotarên xwe di rojname û govarên Erebî de belav dikirin. Sala 1978'ê û di taya ezmûneke derûnî de li xwe hay bû û ev pirs ji xwe kir: Kesê ku tovê xwe di zeviya xelkê de biçîne, ji bilî poşmaniyê, gelo wê çi biçine?!

Wê hingê her tişt di mejiyê wî de hate guhertin. Berê pênûsa wî jî, di babelîska wê ezmûnê de hate guhertin. Nêzî 10 salên peyapey, xwe bi xwendin, danhev û hevberkirina ziman û rêzimana Kurdî westand. Di sala 1988’ê de dest bi nivîsîna bi zimanê xwe kir û hêj li ser wê rêbazê berdewam e.

Berhemên wî yên çapkirî:
1- Peyvînek bi Kurdekî re, helbest (bi erebî) wergerandin, Şam, 1989.
2- Li ber dergehên Laleş, helbest, Şam, 1990.
3- Nêrîneke rexneyî li helbestên kurdî, rexnegirî, Şam, 1992.
4- Hindek aloziyên zimanê kurdî, lêkolîn, Şam, 1993.
5- Di mûzîka helbestên kurdî de, têbînî û bersiv (bi erebî), Şam, 1995.
6- Rênivîsa zimanê kurdî, lêkolîn, weş. Kombenda Kawa, Beyrût, 1998.
7- Destana Gilgamêş (çapa yekem), Duhok, dezgeha Spîrêz, 2005.
8- Nav di zimanê kurdî de (çapa yekem), Duhok, dezgeha Spîrêz, 2006.
9- Cînav di zimanê kurdî de (çapa yekem), Wezareta Perwerde, Duhok, dezgeha Spîrêz, 2006.

Nuha jî pirtûkek bi nave "Kar (lêker) di zimanê kurdî de" di nav destên wî de ye, ew ê nêzîk de amade bibe.

Dastana Gilgamêş
-Na... ! Bihêle ku çavên min rojê bipelînin, ji ronahiya wê têr bibin...
-Tarî paş de direve ku ronî belav dibe.
-Bihêle bila yê ku ezmûna mirinê dîtiye baş li rojê binêre!..
Gilgamêş


PÊŞGOTIN

Çar hezar.sal di ser dastana(1) Gilgamêş re derbas bûne, bêyî ku piçek ji girîngiya wê kem bûbe. Berî wê demê jî, nêzî hezar salî bi devkî li ser zimanan digeriya. Di wan serdemên kûr û dûr de, dastan hatibû wegerandin ser çend zimanên kevn. Nuha jî, bi gelek zimanên hevdem tê xwendin û ravekirin. Gelek lêkolîn û vekolîn li ser deqqên wê dibin. Gelek pertûk û gotar li ser belgedariyên wê tên nivîsîn û belavkirin hîn jî mijar û ramanên wê cihê gotebêjan in. Gelo, ev girîngiya balkêş, ji çi tiştê vê dastana kevnar tê? Dastan tenê dikare bersiva vê pirsê, bi şêweyekî rast û rewa bide.

Dîroka Dastanê:
Deqqa dastana Gilgamêş ya ku di nav destên me de ye, ji pertukxaneya şahê Asuriyan Asur Banîbal 668-626 B.Z. hatiye deranîn. Destnivîsa dastanê li ser 12 deppên Lîmeyî (herriya biraştî) hatiye neqişandin. Her deppek bûye 6 latik. Her 3 latik li rûyekî depp hatine nivîsîn. Tevaya rêzên nivîsînê, li ser her du rûkên her deppekî 300 rêz in. Xwendina destinivîsa dastanê, li ser wan deppan, ji jora her latikekê (ji hêla çepê ber bi rastê) dest pê dibe û li dûmahiya her latikê, dest bi ya dî dibe. Anku, deppên dastanê weku rojnameyên Latînî têne xwendin. Her rêzek ji destnivîsa dastanê malikek (beyteke) helbestî ye. Anku, her deppek 300 malikên helbestan li ser hatine nivîsîn. Malikên dastanê bi du coran hatine gotin.

1-Hindek malik ji birrekî (şetrekî) helbestî ten, ava bûne her birrek ji wan, bi 3 pêlikan (tefîle), pêk hatiye.
2-Hindek malikên dîtir bi 2 birrên hevsane (wekî hev) hatine nivîsîn. Lê malikên vî corî hemû ne bi dirêjahiya hev in, hindek ji 4 pêlikan ava bûne. Anku her birrek bi 2 pêlikan saz bûye. Hindek malik jî, ji 6 pêlikan ava bûne. Her birrek ji wan malikan bi 3 pêlikan saz bûye. Her pêlikek jê, ji 2 kîtan (syllable) pêk hatiye. Anku kêşa dastanê li ser pêlawaza kîtikî hatiye gotin.

Ji şêwazê nivîsîna dastanê tê zanîn ku dastan bi şêweyekî helbestî hatiye gotin û bi stiranî belav bûye. Ji nifşekî mirovaniyê ta nifşekî, gelek zêdebûn hatiye ser wê heta ku ev raweya xwe ya dawî girtiye û li gora vê raweyê, bi tîpên (pîtên) Mîxî hatiye nivîsîn.

Me got dastana Gilgamêş bi stiranî, ji devekî ta devekî hatiye gotin. Lê kê bingeha dastan daniye?! Kê dest pê kiriye?! û kengî dest pê bûye?! Em nizanin. Lê nivîserê destnivîsa Babiliya kevn pîre perestgeha bajarê "Or"ê, yê ku bi navê "Sîn-Lîkî-Onînî" ye. Vî pîrî, dastan nivîsiye û berî wî tu belge di nav destên me de nine û em tu tiştî ji dîroka dastan nizanin. Lê bêguman, berî nivîsîna dastanê jî, ew nêzî hezar salî bi devikî, di nav gelên herêmê de dihat gotin û veguhestin.

Kevnedîroka Mîzopotamya berçav dike, ku qiralên şahinşahiya bajarê "Kîş"ê, piştî lehiya mezin (Tofanê) hatine. Li pey wan, zincîra şahên bajarê Orokê hatiye rojeva dîrokê. Gilgamêş xeleka pêncemîn e di nav xelekên zincîra şahên Orokê de. Vê zincîra şahan di navbera salên 3000-2400 B. Z. de şahînşahî kiriye. Berî Gilgamêş çar şahan fermandariya Orokê kiriye. Gilgamêş di navbera salên 2700-2500 B. Z. de şahinşahî kiriye. Piştî wî jî, kurê wî, nêzî 100 salî qiralî kiriye (2).

Bêguman, demeke dirêj di ser dastan re derbas bûye ku ew bi şêweyekî devikî hatiye belavkirin. Her nifşekî bi dengbêjiyeke çîrokî ew ji nifşê berî xwe wergirtiye, wisan jî ew sipartiye nifşê li pey xwe. Bi vî hawî jî, dastan di ser gelek nifşan re derbas bûye û li gelek navçe û herêman jî geriyaye.

Di van gihînek û qûnaxên ku dastan di wan re bihuriye gelek raman û rûdan ketine ser wê. Qûnaxa dawî, ya ku dastan raweya xwe ya sergihayî (temam) tê de wergirtiye, di dema Akadiyan de bû.

Xeleka pêşîn ji zincîra şahên Akadiyan bi navê "Sergin" dihat nasîn. Weki ku dîroka Mîzopotamya pêş çav dike, Sergûn sala 2300'ê B. Z. bingeha şahinşahiya Akadî damezrandiye. Ji vê yekê tê zanîn ku piştî sala 2300"ê B. Z. dastana Gilgamêş ruxsara (forma) xwe ya dawî girtiye. Lê bi hûrbînî, em nizanin kengî dastanê ew ruxsar girtiye. Tiştê dikeve ber gummana vekoleran ew e, ku dastan cara pêşîn bi zimanê Akadî û tîpên Mîxî, li ser deppên lîmeyî hatiye neqişandin.

Jêderên Dastanê:
Kevintirîn dastan li rûkê vê cîhanê, ku bi rewşeke saz gihîştiye me dastana Gilgamêş e. Ev dastan berî dastanên Homîrosê Girêkî, bi 1500 salî hatiye gotin. Demeke dirêj ew di nav kavilên binax de veşartî maye. Di navbera salên 1839- 1853'an de, deqqa nivîsara dastanê, ya "Babil-Asûr" ji pertûkxaneya şahê Asûrî Asûr Banîbal hatiye derxistin. Ev nivîsar bi saya van her sê lêgerokên arkolojî peyda bûye:
- Ostin Hênrî Lêrd
- Hirmiz Ressam
- Corc Simît

Ji bilî deqqa Babil-Asûrî ya sergihayî jî, hindek parçeyên dastanê bi zimanên Akadî (Babiliya kevn), Hîtî û Hûrî jî, li hindek herêm û navçeyên derî sînorên Mîzopotamya, bi destên karnasên arkolojî ketine. Ji wan parçeyan:
1 - Di sedsala 19'ê de lêgerokê kamas Promo Maysnir parçayek ji deppê 10'ê, ji destên entîkefiroşan kirriye.
2 - Sala 1914'ê zanîngeha Binsilvanya (li Emrîka) parçeyek ji deppê 2'yê, ji destên entîkefiroşan kirriye. Li ser wî parçeyî, 6 latikên nivîsînê, bi zimanê Babiliya kevn hebûn.
3 - Di sala 1914'ê de zanîngeha Binsilvanya parçeyekî dî, ji entîkefiroşan kiriye. Naveroka wî parçeyî, ji deppê 3'yê bû.
4 - Berî vê jî, parçeyekî dîtir di nav kavilên bajarê Asûr, Keleha Şerqatê de, hatiye dîtin. Ew parçe ji deppê 2'yê bû.
5 - Sala 1928'ê komîta lêvekolên Elmanî 2 parçeyen lîmeyî ji nav kavilên bajarê Orokê deranîn. Her du parçe jî, ji deppê 4'ê bûn.
6 - Hindek parçeyên xuryayî (jêçûyî), bi zimanê Hîtî li Anadolê, Boxazkoy hatine dîtin.
7 - Çend parçe bi zimanê Hûrî ji nav kavilên Boxazkoy, hatin derxistin.
8 - Di navbera salên 1945-1959'an de, berpirsiyarên arkolojî li Iraqê, çend parçeyên dastanê di nav kavilên Tel Hermelê de dîtin.
9 - Çend parçeyên dastanê li bajarê Macido(3) (li Felestînê) hatine dîtin.
10 - Sala 1951’ê jî, çend parçe li Sultan-Tepe, nêzî Herranê (Tirkiye) hatine dîtin.

Pêvajoya Bûyerên Dastanê:
Çawa Gilgamêş ji dayika xwe bûye? Di bin çi bandor û di çi jîngehê de perwerde bûye? Çawa desthilatî li bajarê Orokê kiriye? Dastanê bersiva pirsekê ji van pirsên girîng nedaye.

Ji destpêka dastanê em dibînin ku Gilgamêş weku şahekî hêzdar û pendeyar li ser textê fermandariya bajarê Orokê rûniştiye û desthilatiya xwe ya bê sînor dike.

Dastan dide nasîn, ku dayika Gilgamêş Ninsûn'a xweda ye û bavê wî jî Logal-Benda (4) şah Orokê ye. Ji ber vê. egerê jî, dusêka (2/3) Gilgamêş (ji hêla dayikê) xweda ye û yeksêka (1/3) wî (ji hêla bavê) mirov e.

Gilgamêş gelek zordarî û sitemkarî li xelkên Orokê dikirin. Keç û kurên bavan bi kotekî ji wan distendin:
"Gilgamêş kurekî ji bavê wî re nahêle
Bi şey û rojê sitemkariya xwe dike
Gilgamêş keçekê ji dayika wê re nahêle
Ne keça şervanekî, ne jî dostika mîrzayekî"

Xelkên Orokê giliyê Gilgamêş li ber xwedayê asmên Ano kir. .Jê xwest ku rikberekî hêzdar li himberî wî peyda bike, da ku pê re bikeve nakokî û dijîtiyê û xelkên Orokê ji sitemkariya wî vehesin. Encumena xwedayan biryar wergit, ku Aroro (5) xwedaya afirandinê, bi vî karî rabe û bi lez hempayekî dijberî Gilgamêş çêbike. Aroro’ya xweda mistek ax wergirt û li çolê belav kir. Inkîdo ji mista axê peyda bû. Înkîdo (6) li çolan mezin bû. Bi lawir û caneweran re xwedî bû. Bi wan re rûnişt û geriya. Rojekê nêçîrvanekî li qada nêçîrê Înkîdo dît. Jê tirsiya. Înkîdo alîkariya hogirên xwe yen canewer dikir. Ew ji tor û çeperên nêçîrvanan rizgar dikirin. Nêçîrvên çîroka Înkîdo ji bavê xwe re got. Bavê wî jê xwest, ku here Orokê û çîroka xwe û Înkîdo ji Gilgamêş re bibêje. Nêçîrvên berê xwe da Orokê û pirsgirêka xwe li ber Gilgamêş rave kir. Gilgamêş keçek ji perestgehê re şand qada nêçîrê. Nêçîrvan û keç gihîştin nêzî delavê avê.

Xwe di nav qamirên ber avê de veşartin. Gava Înkîdo û hogirên xwe hatin ser avê, keçê raberî wî cillên xwe ji xwe kirin. Çavên Înkîdo bi laşê keça tazî ketin. Damarên mêraniyê di xwîna wî de geriyan. Xwe nêzî wê kir. Keçê ew himbêz kir. Tîbûna mêraniya wî ya germ, şikand. Şeş roj û heft şevan bi hey re man. Înkîdo sist bû. Hogirên wî di bira wî de hatin. Ji ber jinê rabû û bere xwe da caneweran. Hogirên wî ji ber wî reviyan. Li pey wan çû. Lê çokên wî sist bûbûn, negihîşte wan. Dîsan xemgîn û dilşikestî li jinê vegeriya. Jinê ew himbêz kir. Ew bi xwe re bir cem şivanan. Ew fêrî xwarina nên (nanî) û vexwarina meye kir. Cilen mirovan lê kirin û bi hev re berê xwe dan bajarê Orokê. Li ber dergehê perestgehê ket riya Gilgamêş û nehişt ku derbasî perestgehê bibe. Her du lehengan bi hev girtin, hev birin û anîn. Dawî Gilgamêş pişta Înkîdo da qadê. Înkîdo pesnê mêrxasiya Gilgamêş da. Her du qehremanan ji hev hez kir, bûn dost û bira. Dostaniya Înkîdo bandoreke mezin li rewişta Gilgamêş kir. Berê wî ji sitemkariyê da qencî û xêrxwaziyê.

Gilgamêş ji Înkîdo xwest, ku bi hev re herin daristana kajan (çaman) û zêrevanê wê ye bedkar, Xumbaba bikujin, da ku daran bibirin û bi wan perestgehekê bo xwedayê xwe Şemş ava bikin. Înkîdo nikarîbo dostê xwe ji biryara wî vegerîne. Her du ketin rê. Piştî qûnaxine direj gihîştin nêzî daristanê. Tûşî dergevanê mêşeyê(7) bûn. Piştî kuştina dergevên derbasî nav darên kajan bûn. Dest bi birrîna daran kir. Xumbaba pêjna wan kir. Wekî bahozê hate wan. Bi hev re ketin şer. Gilgamêş kete tengasiyê. Alîkarî ji xwedayê xwe, Şemş xwest. Şemş heşt bayên gur li Xumbaba rakirin û ew kor kir. Her du qehremanan Xumbaba girt û serê wî birrî. Gilgamêş û Înkîdo serkeftî vegeriyan bajarê Orokê. Xelkên Orokê derketin pêşiya wan. Çavên Îştarê li bejin û bala Gilgamêş ketin. Dilê wê bijiyayê. Îştara xweda, ji Gilgamêş xwest, ku wê mar bike û ji hev re bibin jin û mêr.

Gilgamêş pêşniyaza wê nepejirand û bi tûndî ew şermezar û riswa kir. Îştar tengijî û rakişiya asîmên. Giliyê Gilgamêş ber xwedayê mezin, Ano kir.

Jê xwest ku gayê asmanî bide wê, da ku Gilgamêş pê seza bike. Lê heger nedê ew e dergehê cîhana jêrîn veke û miriyan berde, da ku xureka (8) zindiyan tevî bixun. Encumena xwedayan biryar wergirt, ku hevsarê gayê xwedayî bidin destê Îştarê. Îştar û ga daketin ser bajarê Orokê. Gayê asmanî gelek mirov kuştin. Gilgamêş û Înkîdo lê civiyan. Ew kuşt û ruhnekî wî birrî û avête nav çavên Îştarê. Careke dî jî, Îştarê berê xwe da asmên û giliyê her du qehremanan li ber xwedayan kir. Biryara encumena xwedayan ew bû, ku divê yek ji wan bimire. Pişka mirinê li Înkîdo ket. Înkîdo nexweş e. Taya mirinê pê girtiye. Înkîdo di nav destên Gilgamêş de mir. Qîrîn bi Gilgamêş ket:
"Gelî pîrên Orokê, guhdarî min bin, ji min bibihîzin!
Ez li ser dostê xwe Înkîdo digirîm.
Bi dilşewatiya jinên şînkêş digirîm.
Balteyê kêleka min bû û kevanê destê min bû
Kêra ber pişta min bû û mertatê li pêşiya min bû
Cillên cejna min bû û şahiya min î tenê bû.
Heta ku dijminekî çepel, ew ji min dizî."

Şeş roj û heft şevan Gilgamêş ji ber serê Înkîdo ranebû. Şîn dikişand û digiriya. Bêhn bi termê Înkîdo ket. Kurmek ji bêvila wî ket. Hingê, ji neçarî Gilgamêş ew binax kir.

Piştî mirina Înkîdo jiyan li ber çavên Gilgamêş reş bû. Xêw (9) û sawîrên mirinê li dora wî diristin. Sawê ew hilanî. Hêminî ji dilê wî fıriya:
"Ku ez bimirim, ma ez ê tûşî çarenûsa (10) Înkîdo nebim?!
Xem di dilê min de bi cî bûne. Bi çolan ketime.

Li ber sîbera vê saw û taswasa derûnî, Gilgamêş biryar wergirt, ku bi çolan bikeve, li razên jiyan û mirinê bigere. Bi tena xwe ji Orokê derket, bêyî ku zanibe bi kû ve diçe. Lê armanca dilê wî herî ew bû, ku bigihêje Ote-Nipiştimê nemir û jê binase, ka razên jiyana bêmirin çi ne. Kete rê. Şev û roj rêwîtiya xwe berdewam dikir. Şêr dikuştin û postên wan li xwe dikirin. Canewer digirtin û goştê wan dixwar. Heta ku gihîşte çiyayê Maşo(11) (Çiyayê Cêwî).

Di devê riya rojê de Mêrê dûpişk (12) zêrevanî dikir. Gilgamêş çîroka xwe jê re got. Pirsa Ote-Nipiştimê dûr jê kir. Mêrê dûpişk rênihûna rojê da ber wî. Gilgamêş di reştariya bêçirûsk re derbasî hêla dî bû. Bi rê ve tûşî baxçeyekî seyr bû. Dar û berên wî ji kevirên giranbiha û rengîn bûn. Li ber peravê deryayê rastî meyxana xwedayan hat.

Çavên Sîdorî (13), meygera meyxaneyê bi Gilgamêş ketin. Pêşwaziya wî kir. Pirsa kesatî û sedema hatina wî kir. Gilgamêş pirsgirêka xwe li ber Sîdorî danî û jê xwest ku wî bigihîne cihê Ote-Nipiştimê nemir. Sîdorî amojgarî lê kir. Jê re ronî kir, ku ev ger û kezebreşiya wî bêhûde ye, baştir e ku vegere welatê xwe û jiyana xwe bi xweşî û dilgeşî derbaz bike. Lê Gilgamêş rû avêt ser wê û jê xwest ku riya Ote-Nipiştim bide ber wî. Sîdorî ew şand ber bi mêşeya ku gemîvanê Ote-Nipiştim êzingan lê berhev dike. Gilgamêş bi lez berê xwe da mêşeyê. Bi rê ve, (bêyî ku zanibe) kevalên Orşînabî yen kevirî(14) şikandin. Ji Orşînabî xwest ku wî bigihîne axayê xwe, Ote-nipiştimê dûr. Orşînabî, yê gemîvan jê re got: piştî ku te kevalên kevirî şikandin, ma ka em ê çawa herin! Dawî Orşînabî ji Gilgamêş xwest ku 120 Murdiyan bo têvdana gemiyê, kom bike.

Gemîvan û Gilgameş ketin gemiye. Bi Murdiyan (15) avên mirinê derbas kirin. Nêzî peravên giravê bûn. Ote-Nipiştim ew ji dûr ve dîtin. Gava Gilgamêş gihîşte Ote-Nipiştim xwe avête bextê wî û doza razên jiyana bêmirin lê kir. Ote-Nipiştim jê re da xuyanî, ku jiyana bêmirin taybetiya xwedayan tenê ye. Le mirov, jiyana wan bi mirinê dawî dibe. Gilgamêş gotina wî paşguh kir û jê pirsî: Tu jî mirov î, lê çawa tu ketiye rêza xwedayan û tu namirî?! Ote-Nipiştim ezmûneke gîran da ber wî. Viya ku baweriya wî bi mirinê bîne. Jê xwest ku şeş roj û heft şevan bê xew bimîne. Piştî demeke kurt, xewê da ser çaven Gilgamêş. Kete xew. Şeş rojan di xew de ma. Ote-Nipiştim ew hişyar kir. Jê re got: Xew mirina biçûk e. Te dît, çawa te nikarîbû hişyar bimînî! Lê ez? Ji ber ku min mirov û jiyan, ji tunekirin û wêrankirina Tofanê parastin, xwedayan jî ez bi jiyana bêmirin xelat kirim.

Gilgamêş bi dilekî şikestî, karê vegera xwe kir. Jina Ote-Nipiştim (16) ji mêrê xwe re got: Gilgamêş ji devereke dûr hatiye, gelek azar û kezebreşî dîtiye. Çawa ew ê destvala vegere?! Tiştekî bidê, bi xwe re bibe malê!

Ote-Nipiştim gazî Gilgamêş kir. Jê re got: Pincarê ku xortaniyê li pîran vedigerîne di binê ava Apsûyê de ye, pîrê ku jê bixwe, xortaniya wî lê vedigere. Gilgamêş û Orşênabî yê gemîvan berê xwe dan cihê destnîşankirî.

Gilgamêş kevirekî giran bi lingê xwe ve girêda û xwe noqî avê kir, gihîşt binê deryayê. Li avrêja (17) Apsûyê destê xwe peland. Pincar hilkir. Kevir ji lingê xwe vekir û derket ser ruyê avê. Gilgamêş sipasiya Ote-Nipişim kir. Xatir jê xwest û ket riya vegerê. Bi rê ve Gilgamêş tûşî avgîrekê bû. Cilên xwe ji xwe kirin, pincarê xwe danî hêlekê û kete avê. Marekî kevnar ji kuna xwe derket, pincar revand û xwar. Di vegerê de mêr (marî) kalanê xwe guherî û li ber çavên Gilgamêş bû tîremarekî ciwan. Gilgamêş bi dilekî xemgîn li peravê avgîrê rûnişt û da girî, ji xwe re got: Pirsgirêka mirinê çareser nebû û ciwanî ji destê min firiya...! Ez û kezebreşî û dest û ax...! Lo Orşînabî:
"Ma min ji kê re destê xwe westand, lo Orşînabî?!
Û ji bo kê min xwîna dilê xwe rijand?!
Min ji xwe re tu xêr neçinî!
Lê, min xêr ji marê axê re çinî"

Gilgamêş di vê rêwîtiya xwe de, tûşî du ezmûnên(18) çetin û belgedar hat:
1-Nikarîbû li ber desthilatiya xewê, xwe ragire, yan jî berevaniyê bike.
2-Nikarîbû ji gêra sernivîsa (19) mirovantiyê derkeve. Digel ku pincarê ciwaniyê anî jî, lê nikarîbû wî bixwe. Ji ber ku temenê çûyî tu carî venagere.

Piştî van her du ezmûnên girîng, bîr û baweriyeke nû bi Gilgamêş re peyda bû. Gotin û amojgeriyên Ote-Nipiştim û Sîdorî di bîra xwe de anîn. Gihîşte wê baweriyê, ku mirov pabendê sernivîsa xwe ye û mirin dûmahiya her jiyanê ye. Nemirina mirovan, bi qencî û xêrxwazî û navdariya piştî mirinê ye. Anku, wekî ku Kurd dibêjin: "Ga dimire çerm dimîne, mêr dimire nav dimîne".

Bi vê baweriya nû, Gilgamêş û Orşînabî berê xwe dan Orokê. Li navenda bajarê Orokê Gilgamêş bi şanazî ji Orşînabî re şaristaniya avahiya bedena bajarê xwe destnîşan kir û got:
"Ho Orşînabî! Derkeve ser bedena Orokê li ser bigere!
Bingeha wê bipelîne. Li çêkirina qirmîdên wê temaşe bike.
Gelo, kelpîçên wê ne ji qirmîdên biraştî ne?!
Ma ne her heft pendeyaran bingeha wê danîne?!"

Bi van gotinan Gilgamêş dixwest bi şêweyekî nerasterê (20), ji xwe û Orşînabî re bibêje: Heger nemirina mirovan bi qencî û xêrxwaziyê be, va nîşana nemirin û navdariya min li ber çavan e.

Li vir, deppê yanzdehê bi dawî tê. Dastan jî, li dûmahiya vî deppî kuta dibe. Pirraniya vekoler û wergêran dibînin, ku deppê duwazdehê ne ji deqqên dastanê ye. Gelekan jî, ew bi dastanê re çap nekiriye. Lê ji ber ku naveroka vî deppî bi dostaniya Gilgamêş û Înkîdo ve girêdayî ye, me ew depp wergerand û bi dastanê re çap kir.

Gırîngıya dastanê:
Sala 612 B. Z. paytexta Asûriyan Nînewa li ber hêzên Medî û Babiliyan hate rûxandin. Deppên dastanê jî, bi kavilên Nînewa re binax bûn. Ji wê serdemê heta nîvê sedsala 19'ê dastan bê pêjin di bin axê de gorkirî mabû. Di navbera salên 1839-1853'an de, lêvekolên şûnwaran di nav kavilên Nînewa de rastî deppên dastanê hatin. Deranîna deppên dastanê serkeftineke dîrokî yî mezin bû. Zimanzan û karnasên şûnwaran deppên dastanê ji zingara salan daweşandin, deqqên wê ronî kirin, dastan ji nû ve hate vejandin û li hemû rexên cîhanê belav bû. Gelek vekolîn û şîrove li ser wê hatin nivîsîn.

Vêca, pirs ev e: Gelo, girîngiya vê dastanê ji çi hatiye, ku wiqasî kar û xebat jê re bûye û hîn jî dibe?
Bêguman, girîngiya dastanê ji girîngiya naveroka wê hatiye. Dastanê hemû hêlên jiyana mirovantiyê, yên sereke destnîşan kirine: Jiyana civakî, desthilatî, sitemkarî, şer û cengawerî, evîndarî, hevaltî û dostanî, xemgînî, şînkêşan, olperestî û hwd...
Lê mijara herî girîng û balkêş, ya ku di serê her mirovî de digere, wekî ku di serê Gilgamêş de digeriya û ew bi çolan xist, mijara mirinê ye. Ev mijara ku pirsine girîng di bîra her mirovî de tev dide:
- Bo çi mirov tê vê cîhanê û dimire?
- Piştî mirinê çi heye?!
- Derbarî vê sernivîs û çarenûsê, gerek mirov çawa bijî?!

Ev pirsiyar li her cihî û di her demê de, bê destûr xwe davêjin bîr û baweriyên mirovan, dikin ku li ser çarenûsa mirinê biponijin. Bingeha dastana Gilagmêş bo guherîna çarenûsa mirinê ezmûneke mezin e. Girîngiya dastanê ji girîngiya naveroka wê hatiye: Her mirovê wê dixwîne, hêlekê ji pirsgirêka jiyana xwe tê de dibîne. Ji ber vê çendê jî, dema ku mirov dastanê dixwîne, dibê qey berî çend rojan, an çend salan hatiye nivîsîn, ne berî çar hezar salan...! Anku, dastana Gilgamêş dastaneke kevne-nû ye, kevn e lê bi demê re nû dibe!...

Bandora Dastanê:
Di rojhilata naverast de dastana Gilgamêş kevintirîn nivîsar e ku bi şêweyekî kûr û sergihayî ezmûna mirovantiyê li vê cihanê di naveroka xwe de civandiye. Dastanê bi wê naveroka girîng bandoreke balkêş li çand û wêjeya herêma Mîzopotamya û welatên derî sînorên wê jî kiriye. Gelek bûyerên dastanê di çanda gelên hawîrdor de berçav bûne û gelek ramanên wê jî, di bîr û baweriyên wan de cî girtine. Gelên ku li pey Someriyan desthilatiya Mîzopotamya kiriye Akadî, Gotî, Babilî, Kaşî û Asûrî..., dastana Gilgamêş weku keleporeke pêmayî didîtin. Bi wê nerînê jî (kêm-zêde) pê mijûl dibûn, heta ku raweya xwe ya dawî (deqqa Babiliya dawî) wergirtiye. Lê gelên derveyî sînorên Mîzopotamya, hindek ji wan jî (pir hindik) ketine ber bandora dastanê.

a- Dastan û Tewrat: Bandora dastanê li Tewrata pîroz, di gelek mijar û bûyeran de berçav dibe. Weku nimûne, em ê çend mînakan ji wê bandorê hevber bikin:
1 - Di dastanê de, Aroro xwedaya afirandinê, mistek ax avête çolê û Înkîdo jê afirand.
- Di Tewratê de, Xwedayê gewre, Ademê pêşîn, bavê mirovantiyê ji mistek ax afirand.
2 - Înkîdo demeke dirêj bi tena xwe, bê xizim û xêzan li çolan dijiya. Paşê keça perestgehê nas kir û bi hev re çûn Orokê, bihuşta şaristaniya wê serdemê.
-Adem jî, demek dirêj bi tena xwe, bê xizim û xêzan jiya. Paşê Hewa (jê) hate afirandin û? her du bi hev re di bihuşta xwedayî de jiyan.
3 - Di dastanê de, piştî ku Gilgamêş pincarê jiyana xortaniyê peyda kir, pê şa nebû. Mar bû egera nexwarina pincêr.
-Di Tewratê de, piştî ku Adem û Hewa ketin bihuştê, mar bû egera deranîna wan ji wê jiyana bihuştî.
4 - Çîroka Tofanê di her du jêderan de, ji destpêkê heta dawî wekî hev hatiye. Tenê ev têvelî di hevberkirina wan de berçav dibin.
- Di dastanê de, navê qehremanê tofanê, Ote-Nipiştim hatiye. Lê di Tewratê de Nûh hatiye.
-Di dastanê de, gemî li ser çiyayê Nissîr rawestiyaye. Nissîr, bi çiyayê Pîremegrûn, nêzî bajarê Silêmaniyê hatiye danasîn.
-Di Tewratê de, gemî li ser çiyayê Ararto (Ararat) rawestiyaye. Di Qur'ana pîroz de, gemî li ser çiyayê Cûdî rawestiyaye. Diyar e, ku di her sê jêderan de jî, gemî li ser çiyayên Kurdistanê rawestiyaye (21).

b- Dastan û wêjeya Girêkî, (Yûnana kevn): Bandora dastana Gilgamêş li çand û wêjeya Yûnanistana kevn, nemaze dastanên Homîros diyar dibe:
1 - Di dastanê de, Gilgamêş qehremanekî hêzdar î bêhempa ye. Dayika wî Ninsûna xweda ye. Bavê wî şahê Orokê, yê mirov Logal-Benda ye. Hêza wî ya awarte ji hêla dayika wî ya xweda hatiye.
- Di dastana Îlyada ya Homîros de, Exîl (Eşîl) jî, qehremanekî hêzdar î bêhempa ye. Dayika wî Tîtîsa xweda ye. Bavê wî jî şahê girava Seqeliya Bîlyos e. Hêza wî ya awarte jî, ji hêla dayika wî ya xweda hatiye.
2 - Çavên Gilgamêş li jiyaneke bêmirin digeriyan. Li pey wê jiyanê çû. Pincarê jiyana xortaniyê anî. Lê nikarîbû ji sernivîsa mirovantiyê bireve. Marekî ew pincar xwar û Gilgamêş beramberî sernivîsa pîrbûn û mirinê hişt, ku ew jî çarenûsa her mirovî ye.
-Gava Exîl ji dayika xwe bû, diya wî ew di ava çemê xwedayan, çemê Sîtîks de şûşt, da ku jiyaneke bêmirin bijî. Lê wê hewldana dayika Exîl, ew ji sernivîsa mirinê neparast. Gûzeka Exîl di avê de şil nebû. Tîra mirinê li gûzeka zuha ket û ew tûşî çarenûsa her mirovî kir. Têviliya di navbera her du ezmûnan de ew e, ku di dastanê de, Gilgamêş bixwe, li jiyana bêmirin digeriya, lê di Îlyada de, dayika Exîl li jiyana bêmirin bo lawê xwe digeriya.
3- Di dastanê de hevaltî û dostaniya Gilgamêş û Înkîdo, nimûneyeke pilebilind bû, bo her dostaniyê. Her du dostan gayê asmanî kuşt. Inkîdo bo hevalê xwe Gilgamêş daket cîhana miriyan a jêrîn. Cîhana jêrîn bi Înkîdo girt û nehişt ku derkeve. Înkîdo di tariya cîhana jêrîn de ma. Gilgamêş hewl da ku dostê xwe derîne, lê nikarîbû.
-Hevaltî û dostaniya Tîsyos û Birîtos jî, nimûneyeke pilebilind bû. Wan jî gayê Mînator ê xwedayî kuşt. Birîtos û dostê xwe Tîsyos, bi hev re daketin cîhana miriyan, cîhana jêrîn. Tisyos derket. Cîhana jêrîn bi Birîtos girt. Ew jî, wek Înkîdo di tariya cîhana jêrîn de ma.
Têvilya navbera her du ezmûnên hevberkirî ew e, ku Înkîdo bi tena xwe daket cîhana jêrîn, da ku alavên muzîkî yên dostê xwe Gilgamêş, jê derîne. Lê di ya dî de, her du dost bi hev re daketin cîhana jêrîn, da ku jina Hadîs, xwedayê cîhana jêrîn birevînin.
Ev nimûne û hinin dîtir jî, wekî:
4- Hevberkirina kesatiya Gilgamêş û kesatiya Hîreqil.
5- Mebesta Gilgamêş ku xwest pincarê xortaniyê bo mirovantiyê (xelkên Orokê) bidest bixe û mebesta Prîmîsyos, ku xwest razên êgir (agirî) binase û êgir bo mirovantiyê, ji xwedayan bidize.
Ev tev bandora dastanê li wêjeya Girêka kevn, ji me re diçespîne.

c- Dastan û kelepûra gelêrî: Bandora dastana Gilgamêş li kelepûra gelên Mîzopotamya û hawîrdora wê jî bûye. Ew bandor di hindek rewişt û baweriyên gelerî de xuya dibe:
1- Pêşkêşkirina qurban û goriyan, di pêvajoya bûyerên dastanê de bi pirranî diyar dibe. Heta nuha jî baweriya gelên herêmê bi gorîkirina qurbanan tê, ku dibin egera dûrxistina serhatiyên xerab û pêkanîna xwestek û hêviyan. Bi wê mebestê jî, ew rewişt bi şêweyekî gelêrî berdewam e.
2- Di dastanê de Gilgamêş ji giyanê Înkîdo (piştî mirina wî) dipirse:
"Yê ku kesî xêr bi giyanê wî nekir, ma te ew dît?"
"Erê. Min dît. Ew pirtikên (xwarina) ser bergeşan û kurtêlên kolanan dixwe"

Ji vê pirs û bersivê tê zanîn, ku di wan serdemên dûr de jî, bawerî bi xêra miriyan dihat. Miriyên ku xêr bi giyanê wan nedibûn, ew li wê cîhana jêrîn birçî diman. Çavên wan li kurtêlên kolan û jibermayên xwarina ser bergeşan digeriyan. Ev bawerî di kelepûra gelên herêmê de maye. Di vê serdema me de gelê Kurd û hin gelin dîtir jî, hîn baweriyê bi wê rewişta kevn tînin û pê dikin. Xêra ku li giyanê miriyan tê dayîn berpirsiyariya wan sivik dike û dikeve ber gunehên wan. Bi vê baweriyê jî, piştî ku mirov dimire xêra wî tê dayîn. Berya çend salan (tê bîra min) dapîrên Kurdan digotin: "Êvara înê ye. Şîva miriyan derxînin! Devên wan di axê de ne, çavên wan rênerîna we dikin"

Wergerandinên Dastanê:
Ji mêj ve dastana Gilgamêş bala gelên herêma Mîzopotamya û yên derî sînorên wê jî, kişandibû. Girîngiya wê hatibû nasîn. Bi wê girîngiya balkêş jî, dastan hatibû wergerandin ser çend zimanên wê serdema dûr. Wekî:
1- Zimanê Akadî (Babilya kevn): Me berî nuha destnîşan kiribû, ku dastan demeke dirêj bi devikî dihat gotin û veguhestin. Dema ku Akadiyan desthilatiya herêmê kir, dastana Gilgamêş jî, weke pêmayeke wêjeyî bi wan mabû. Di navbera salên 2000-1600 B. Z. de, dastan cara pêşîn, bi zimanê Akadî (Babiliya kevn) hatiye nivîsîn. Reng e, ku ew karê girîng di dema şahê pendeyar Hemo Rabî de hatibe kirin. Destpêka qiraltiya Hemo Rabî di sala 1712 B. Z. de bû. Êv deqqa Akadî ne wergerandineke hûrbîn bû. Anku, ne ji ber deqqa Somerî hatibû wergerandin. Dastan bi devikî gihîştibû Akadiyan. Wan jî hindek bûyer, jê kêm û zêde kiribûn û li wê gorê jî, bi zimanê xwe û tîpên mîxî ew nivîsîbû. Heta niho 8 parçe ji wê deqqa Akadî hatine der. Hinek jêmayên wê deqqê li nav kavilên Boxazkoy li Tirkiyê hatine dîtin.
2- Zimanê Hîtî: Ev deqqa Hîtî bi şêweyekî kurtebir hatiye wergerandin. Jiyana Gilgamêş ji bûyina wî heta kuştina zêrevanê daristana kajan di deppê yekê de, sergihayî hatiye. Lê deppên mayî tev şikestî û xuryayî ne; kêm rêz di wan de têne xwendin. Di vê wergerandinê de navê xwedayê bahozê, yê Hîtî li dastanê zêde bûye. Navê çemê Ferêt (Feratî) jî, bi zimanê Hîtî 'Mala' hatiye nivîsîn. Hindek parçeyên vê wergerandinê li Boxazkoy li Tirkiyê, diyar bûne.
3- Zimanê Hûrî: Ev deqqa zimanê Hûrî, li gora mijarên dastanê pêk hatiye, weku: Deppê Gilgamêş, Deppê Huwawa, Deppê Ote-Nipiştim...
Çend parçe ji deppên vê wergerandinê di nav kavilên Boxazkoy, li Anadolê (Tirkiyê) hatine dîtin. Lê mixabin, deppekî dirust ji vê deqqê nehatiye dîtin. Parçeyên ku heta nuha berçav bûne tev şikestî û xuryayî ne.
4- Zimanê Aramî (Ken'anî): Dastanê bi wê giraniya xwe sînorên Mîzopotamya derbas kiriye. Jêmayên wê li şûnwarê 'Mecîdo', li Felestînê, bi zimanê Aramî (Ken'anî) peyda bûne.
5- Deqqa Babil-Asûrî: Ev deqq bi şêweyekî sergihayî raweya xwe ya dawî wergirtiye. Nivîserê vê deqqê ew li ser 11 deppan nivîsiye. Çîroka Tofanê jî li ser deppekî hatiye parastin. Bi hev re dibin 12 depp.

Dastan bi vê raweya xwe ya dawî û sergihayî li şûnwarên paytexta Asûrî, Nînewa hatiye dîtin. Ev depp bûne bingeha hemû lêkolîn û wergerandinên dastanê di vê serdema me de.

Di nîvê sedsala 19'ê de deppên Nînewa ji bin kavilan hatine der, ji wê demê ta nuho gelek lêkolîn û wergerandin li wan bûne. Dastan bi wê deqqa sergihayî bala gelek zimanzan û karnasên şûnewaran kişandiye û bi wê balkêşiyê jî hatiye wergerandin ser pirraniya zimanên cîhanê yên jîndar. Hindek ziman jî, gelek caran dastan bi wan hatiye wergerandin. Zimanê Kurdî jî, weku zimanekî serbixwe ji wergerandina dastanê bê par nemaye.

Wergerandina Kurdî:
Ez bixwe nizanim, ka ev dastana nirxdar bi çend şêwezarên Kurdî hatiye wergerandin. Lê hayê min jê heye, ku mamoste Selah Sadella, dastan sala 1988'ê wergerandiye ser şêwezarê Kurmanciya Jorîn (zarê Behdînan) (22). Min ew wergerandin xwendiye û ez gelekî pê kêfxweş û şad bûme. Vêca reng e ku xwendevanek vê pîrsê bike: Heger dastan hatine wergerandin ser şêwezarê kurmanciya jorîn, ev wergerandina te bo çi ye?

Bo çi ev wergerandin?
Bêguman, seydayê rêzdar Selah Sadella serê xwe bi wergerandina dastanê pir êşandiye. Gelek westan û şevbûrînên bêxew dîtine. Lê di encamê de gencîneyeke giranbiha bi dest xistiye û pertûkxaneya zimanê Kurdî pê zengîn kiriye. (mala wî ava be). Lê digel vê tevî jî, çend têbîniyên min derbarî vê wergerandinê hene. Ew jî ev in:
1- Seyda Selah Sadella di wergerandina xwe de bi giranî xwe sipartiye pirtûka mamoste Taha Baqir Dastana Gilgamêş, bêyî ku li jêderin dîtir jî vegere da ku wateya hindek hevokên ne zelal, yan rastxwendina hindek navên bernas tekez bike. Wek nimûne: S.Sadella navên Înkîdo-Nınsûn, bi rênivîsa Erebî (wekî Teha Baqir) nivîsîne Xwendevanên zimanê Kurdî nizane, ka ew ê çawa van navan rast bixwîne, Înkîdo, Enkîdo, Unkîdo - Nînsûn, Nensûn, Nınsûn? Gerek li jêdereke latînî vegerya û ji rastnivîsîna van navan sax bibûya.
2- Pergala wergerandina mamoste S. Sadella li gora babetên bûyeran pêk hatiye. Weku;
-Pişka yekem-Gilgamêş û Înkîdo.
-Pişka duwem-Geranêş Gilgamêş û Înkîdo û serhatiyêt wan.
-Pişka sêyem-Mirina Înkîdo û Htd...
Ev şêwazê wergerandinê jimara rêzên her latikekê, di her deppekî de ronî nake. Ev jî ji bo hevberkirinê dibe astengek.
Lê ku her deppekî dastanê serbixwe bihata wergêrandin û jimara rêzên her deppekî li pey hev bihatana danîn û li wê gorê latik jî destnîşan bibûna; hingê (li gora dîtina min) hevberkirina deqqan dê hêsantir bûya. Weku:
Deppê yekem-Latika yekem-
Rêza: l, 2, 3, ...
3- Seyda S. Sadella dastan bi şêwezarê herêma Behdînan û tîpên (pîtîn) Erebî wergerandiye. Ev jî dibe asteng li ber belavbûna wê li ser asta bakur û rojavayî Kurdistanê. Beşekî mezin ji xwendevanên Kurd nikarin wê bixwînin.
Min jî li gora dîtin û baweriya xwe dastana Gilgamêş wergerandiye ser zimanê Kurdî (şêwezarê Kurmanciya Jorîn). Hêviya min ew e, ku ev wergerandin jî, li rexê ya mamoste Sadella sûdekê bide çand û wêjeya kurdî.

Bi rastî, hewesa wergerandina vê dastanê ji mêj ve di serê min de digeriya.

Sala 1988'ê min hewl da ku ez wê bi şêweyekî helbestî wergerînim. Lê piştî ku min ew kuta kir ez lê vegeriyam, min dît ku di bin hel û mercên rêzbend û kêşsaziyê de gelek kêmasî, ji hêla hûrbîniya wateyan ve gihîştine wergerandina min.

Min ew karê xwe danî hêlekê û dest bi wergerandineke pexşane kir. Wê wergerandinê nêzî salekê berdewam kir. Piştî wê bi çend salan pêwendiyek di navbera min û weşanxaneya Avêsta (23) de peyda bû. Di rêka wê pêwendiyê re soza çapkirina dastanê hate dayîn. Lê tiştê ku bû ne diket bîra min û ne bîra tu kesî jî.

Berpirsiyarê Avêsta (24) li gora wê sozê, ragiyandina çapkirina dastanê li dawiya pertûkên ku dihatin der berdewam dikir. Li hêla dî min jî sergêjka lêgerîna xwe berdewam dikir.

Destnivîsa dastanê bû pariyek nan û beta bû. Cihek nema ez lê negeriyam û qullek nema min nepeland... Lê, xwedê bide! Destnivîsa min bêbîn û berate çû. Ez pir êşiyam. Lê çi bikim!! Bê deng bi ser birîna xwe de ponijîm!
Sal çûn û sal hatin û ew bûyer ji bîra min neçû. Hewesa wergerandina dastanê bi min re ma.

Destpêka sala 2002'yê bayê wê mereqa kevn li serê min xist. Li ber pêlên wî bayî, hate bîra min, çawa dîroknasê Kurd, Mihemed Emîn Zekî piştî ku destnivîsa wî 'Puxteya Dîroka Kurd û Kurdistanê' hate şewitandin, careke dî ew pertûka mezin ji nû ve nivîsî. Nuha jî bi saya wê viyana xurt ew pertûka nirxdar di nav destên me de ye. Vê bîrhatinê hêza têvedaneke tund da min, kir ku ez bi lez dest bi karê xwe bikim. Di nîrê sê mehan de (ji sersala 2002'yê heta Nûrozê) min wergerandina dastanê sergihayî kir.

Ev wergerandina xwe min ne ji ber pertûkeke destnîşankirî tenê wergirtiye. Ez li çend jêderên(25) core cor vegeriyam. Min ew hevber û beranberî hev kirin. Li gora têgihîştina xwe min gotin bi gotin û rêz bi rêz pelandin û li ber sîbera wê xwendin û lêgerînê min wergerandina xwe kir.

Lê, ji nav hemû jêder û wergerandinên dastanê min wergerandina mamoste Fîras El-Sewwah pirtir begem kir.
Ev wergêrê Ereb gelek lêgerîn û vekolîn li deqqên dastana Gilgamêş û çand û toreya Mîzopotamya ya kevn kirine. Li gelek jêder û wergerandinan vegeriyaye.

Nemaze ew wergerandin û vekolînên ku ji zimanên dastanê yên kevn (Akadî, Babil-Asûrî) hatine wergîrtin.

Weku wergerandinên:
1- J. Gardnêr (J. GARDNER)
2- Stîvan Dallî (S. DALLEY)
3- Elîkzandir Haydîl (Alexander HEIDEL)
4- N. K. Sandirs (N. K. SANDARS)
5- Torkîld Jekopsîn (Thorkild JAKOPSEN)
6- Von Sodîn (Von SODEN)

Mamoste Firas EL-Sewwah li vekolîn û wergerandinên van rojhilatnasan û hinin dîtir jî vegeriyaye û wergerandina xwe li ber ronahiya wan kiriye.

Bi dîtina min, wergerandina F. El-Sewwah wergerandineke bi rêk û pêk û hûrbîn e. Dûrî deqqa resen neçûye. Mamoste F. El-Sewwah sê caran dastana Gilgamêş wergerandiye ser zimanê Erebî:
1 - Dastana Gilgamêş: Libnan-Beyrût 1982
2 - Gencîneyên Binax: Dastana Gilgamêş. Qubris-Nîqosya 1987
3- Gencîneyên Binax. Destana Gilgamêş. Sûriya Şam 1996

Jêdera duwem, ya ku min gelek sûd jê wergirtiye, wergerandina Kurdî ya Seydayê rêzdar Selah Sadella ye. Di wergerandina xwe de ez tûşî hindek astengên navlêkirinan dibûm. Hindek navên giştî, bi zimanê Îngilîzî û Erebî, min li şûna wan navlêkirinên Kurdî nizanîbûn. Navên ku min ew di firhengan de nedidîtin, ez li wergerandina; S. Sadella vedigeriyam. Bi saya vê wergerandinê gelek ji wan pirsgirêkên navan çareser dibûn.

Qehremanê dastanê:
Qehremanê dastanê kî ye? Gelo mirovekî wekî her mirovî, bi laş û giyan bû, yan jî kesekî efsane bû di çîrokên gelêrî tenê de peyda bûbû.

Ji hêla torevaniyê, hebûn û nebûna Gilgamêş a rasteqîne wekî hev in. Bandora dastanê li xwendevan wê bi hebûna qehremanê wê yan nebûna wî ne kêm dibe, ne zêde dibe. Lê ji hêla dîrokî ne wilo ye. Dîroka rastgo tomarkirina bûyer û serhatiyên rasteqîne ye. Belgenameyên Somerî, wekî: Şehnama Someriyan û Gilgamêş û Ega, diçespînin ku Gilgamêş şahê Orokê yê pêncemîn, piştî Tofanê bû. Bapîrê wî jî, Logal-Benda, şahê Orokê yê sêyemîn bû. Ji bilî van jî, navê Gilgamêş di hindek çîrok û bûyeran de hatiye. Di sedsala duwem a zayînê de nivîskarê Romanî Glodyos Elyanos di pertûka xwe de 'Du natûra anîmallûm XII', çêr bûyîna Gilgamêş dike û dibêje: Şah (Siyoxoros) desthilatî li Babîliyan dikir. Rojekê zanyar û pêşbînên (26) Akadiyan ji şah re got, keça wî dê kurekî bîne. Dawiya desthilatiya wî dê li ser destê wî kurî be. Gava keçê kurê xwe anî, Şah ew kur ji ser kelehê avêt qadê. Hingê balindeyekî kurik revand. Peyakî şah kurik ji balinde stend. Ew veşart û navê wî kir Gilgamos. Dema Gilgamos mezin bû şah kuşt û li şûna wî desthilatî li Babîliyan kir.

Digel ku ev çîroka evsane piştî dastanê bi demeke dirêj hatiye gotin jî, lê dengvedana qehremanê wê ronî dike. Dîroknas, lêkoler û Somerînas bawer dikin ku Gilgamêş weku mirovekî Şah hebû. Lê navê wî di bîr û baweriya gelêrî de cihekî efsane girtibû. Çîrok li ser bûyer û serhatiyên wî bi xeyaleke gelêrî hatine avakirin. Ew ji asta rewişta mirovan xistiye asteke xwedayan.

Bi kurtebirrî, Gilgamêş wekî şahekî hêzdar, zana û pendeyar hebû, lê ne bi vî rengê ku di dastanê de hatiye nasîn.

Somerî kî ne?
Vê pirsê dîroknas û lêkolerên şûnwaran neçar kirine. Heta nuha jî bersiva vê pirsiyarê baş zelal nebûye. Gelên herêma Mîzopotamya û yên hawirdora wê; Ereb, Kurd, Tirk, Faris, Êrmen, Cihû, Hindî... li ser vê mijara girîng rawestiyane. Her yekî ji wan gelan hewl daye ku girêdaneke regezî di navbera xwe û Somereyan de peyda bike. Her kes jî dixwaze wê girêdanê bi belgedariyeke dîrokî biçespîne.

Nêrînên dîroknas û karnasên şûnwaran derbarî cîwarê Someriyan, ê resen (berî ku bêne Iraqê) ne wekî hev têne rojevê:
1- Pirraniya rojhilatnasên biyanî û hindek dîroknasên herêmê jî dibînin, ku Somerî ji bakurê Iraqê (Çiyayên Zagrosê) daketine naverasta Iraqê. Paşê çûne başûr, nêzî kendavê.
2- Hindek jî dibêjin, Somerî ji bakurê Hindistanê (herêma Sindê) hatine girava EI-Behrên. Paşê çûne başûrê Iraqê.
3- Vê dawiyê hindek regezperestên Êreb dibêjin, Somerî ji Erebistanê (Seûdî û Yemenê) çûne başûrê Iraqê.
Piştî ku gelek vekolîn di warê morfolojiya zimanê Somerî de bûne hatiye nasîn ku ew ziman ji girûpa zimanên Hindo-Ewropî (Arî) ye.

Vê encama vekolîna zimên ew nêrîna ku cîgehê Someriyan ê resen, li Erebîstanê bi cî dikir, pûç û vala derxist.

Cîwarê Someriyan, ê pêşîn koka regeza wan destnîşan dike. Ev jî bûbû pirsgirêkek beranberî xwesteka Ereban bi giştî û lraqiyan bi taybetî. Çiku, ji mêj Ereban di pertûk û çapemeniyên xwe de belav dikirin, ku Somerî nişteciyên Iraqê yên resen in. Ev jî destnîşan dike ku ew pêşiyên wan in. Lê vekolerên biyanî berevajî vê dîtinê diyar dikirin.

Bo çareserkirina vê kêşeyê dîroknasên Iraqî sala 2000 Z. Li bajarê Bexdê civiyan û ev mijar vekolan. Di encamê de biryara xwe dan, ku Somerî ji bakurê Iraqê (Kurdistanê) hatine herêma başûr nêzî kendavê(27).

Encama dîtir, ya ku dîroknas gihîştinê ew e, ku Somerî Arî (Hindo-Ewropî) ne.

Lê pirsa ku li pey vê encamê tê rojevê ev e: Gelo Somerî ji kîjan beşê Ariyan in?
Heta nuha belgenameyeke dîrokî bi destê dîroknasan neketiye ku bersiva vê pirsê bidin. Çend gelan hewl daye ku xwe nêzî Someriyan bikin. Kurdan jî ew hewl daye.

Kurd û Somerî:
Li gora dîtina pirraniya dîroknasan Somerî nêzî 3500 B. Z. li Mîzopotamya û başûrê wê cîwar bûne. Piştî vê dema dirêj, zor çetin e ku miletekî hevdem karibe bi şêweyekî zelal girêdana xwe bi wî milletê kevn re biçespîne. Rewşenbîrên Kurd li ser du rêbazan hewl dane ku pêwendiyekê di navbera xwe û Someriyan de bipelînin:

a-Belgedariyên dîrokî:
1- Beriya nuha me got, pirraniya lêkoler û dîroknasan dibînin ku Somerî ji bakurê Iraqê (Çiyayên Kurdistanê) daketine başûr.
2- Di nav kavilên perestgehek Somerî de ev neqş 'Una-Dakar-Da' hatiye dîtin.
a- Lêkoler Dangin (Dangen) dibîne ku ev neqş navlêkirineke ciyografî ye. Anku, navê cihekî ye.
b- Somerînas H. K. Drayver (H. K. Drıver) dibîne ku ev navlêkirin, (Karda) ya Somerî bixwe ye. Anku, navê cihê Someriyan e. Drayver, wî cihî li başûrê gola Wanê destnîşan dike.
c- Dîroknasê lêkoler Starabon dibêje, Somerî Kardoxî bixwe ne. Welatê wan ji başûrê deryaçeya Wanê û rojhilatê çemê Diclê heta bakurê Iraqê ye. Strabon pê de diçe û dibêje, nuha çiyayên wan bi navê çiyayên Kurdistan têne nasîn.

Strabon ji hevberkirina gotinên Kardakî û Kardoxî gihîştiye vê encamê: Gotina Somerî Kar-Da bi wateya 'mêrxas' tê ravekirin û 'kî' jî, bi wateya 'qad' (welat) tê. Vêca her du gotin li ser hev Kar-Da-Kî bi wateya 'qada mêrxasan' (welatê mêrxasan) hatiye ravekirin.

Bi hevberkirina Kardakî û kardoxî dixuye, ku 'kî' bûye 'xî' û 'a' jî, bûye 'o'. Di encamê de, em digihêjin van hevkêşan:
- Somerî = Karda = Kardo = Mêrxas
- Kardakî = Kardoxî = Welatê mêrxasan
- Welatê Kardoxiyan = Çiyayên Kurdistanê

b-Hevberkirina her du zimanan:
Bêguman, hevpêwendiya zimanan têkiliya gelan ji hêla netewî ve diçespîne. Li ber roniya vê gotinê zimanzan û dîroknasan hewl daye ku koka netewa Someriyan di riya vekolîna zimanê wan re binasin.

Zanyarên Kurd jî, li ser wê rêbazê hewl dane ku zimanê xwe hevberî zimanê Somerî bikin û pêwendiyeke regezî di navbera xwe û wî gelê kevnar û pêşketî de bipelînin.

1-Peyvên Serbixwe: Di vê latika jêrîn de em ê çend peyvên Somerî berçav bikin; li hemberî wan jî em ê wateyên wan bi Kurdî ronî bikin:
Somerî / Kurdî
Tî (tîra kevên) / Tîr ( tîr û kevan )
Tî (tîrêja rojê) / Tîr, tîrêj, tîrojk
Kûr (çiya) / Ko, koh
Kûr(qad,zemîn) / Kor (qad) Li hindeverên Kurdistanê dibêjin(28): Koredêr (qada dêrê) Kora gavanan (qada gavanan).
Kûr (kûraniya qadê) / Kûr (çal kûr e)
Gûr (cîhana jêrîn) / Gor (gora miriyan), tirb.
Gal (mêrê mezin) / Kal (pîr), kalemêr
Logal / Mêrê Kal
A / Av, Aw
Agar (A-Gar) / Avgir (avgîr), (av-gir)
Mê (dijî nêr) / Mê (Mêkew, mêker)
Dûma-mê / Zaroka mê
Go, God / Ga
Şû (mêrê jinê) / Şû (şûkirin, mêrkirin)
Dub-ba / Depp (deppê text)
Eşar / Veşare (veşartin)
Tarî / Tarî (şevreş)
Namir (xesandî) / Namêr, nemêr (xesandî)
Dar / Dar
Bar / Par (beş)
Kîsik (keç) / Qîzik, kîjik (horamanî) keçik
Da / Dest
Mûş / Mêş
Kake (birayê mezin) / Kaka, ke- ka, kake (kek)

Ben (Kole) / Benî, bende. Kurd dibêjin: ez benî, ez xulam, ez kole.
Baran (bar-an) / Baran. Li hin herêmên Kurdistanê dibêjin: (ava-asmanî) Cobar: Ava coyê (cogê). Rûbar: Ava li rû, ava çem. Zîbar: Ava Zab Zirbar: Ava mazin: (Derya)
Azû (A-ZÛ) / (Zanîna razên avê) Avsûn (avsûnkirin: Xwendina li avê, bo parastina mirovan ji ziyanên cinn û caneweran û dûrxistina metirsiyan. Heta nuha jî, hîn avsûrkirin di nav hinek Kurdan de heye.

Gelek gotinên dîtir jî di zimanê Somerî de hene ku hevdeng û hevwateyên wan di nav şêwezarên Kurdî de peyda dibin. Lê me çend nimûne tenê berçav kirin.

2-Hevok û peyvên lêkdayî: Ne tenê çend peyvên Somerî û Kurdî ji hêla deng û wateyê li hev hatine, hindek hevok û gotinên lêkdayî jî, nêzî hev hatine. Hinek hevok jî, ji hêla gotin û wateyan hevsane ne.

Di vê hevberkirinê de em ê çend derbirînên Somerî (gotin, hevok) binivîsin û li himberî wan jî, em ê bi Kurdî wateyên wan ronî bikin:
a- Somerî: Ara xûr xûr tê nû
Ara: Ar, Ard. Xûr xûr: Hûr hûr. Tê nû: Tê nûkirin (tê kirin) Kurdî: Ar hûr hûr dike (dibe)

b- Somerî: Nû mê şû.
Nû: Ne, no, na (beyî). Mê: Mê, jin. Şû: Şû, mêr
Kurdî: Jin bê şû ye. Anku, jin bê mêr e, jinbî, berdayî, bêmêr...
Di zimanê Somerî de jî, wateyekê ji van wateyan dide.

c- Somerî: Lo-gal bend-da.
Lo: Mêr, zilam. (Reng e ku ev gotin di zimanê Kurdî de bûbe pêşgira banga navên nêr. Wekû: Lo xweşmêro. Lo Memo.) Gal: Kal, kalemêrê mezin û payedar. Benda: Bend (a ku li dora tiştekî ava dibe û wî diparêze). Anku, parêzer. Bi Somerî jî bi wateya parêzer hatiye.

Kurdî: Kalemêrê pendeyar ê parêzer.
d- Di efsaneyên Somerî de, ev çîrok hatiye gotin:(29)

"Rêvî ji jina xwe re got: Hilo, em ê bajarê Orokê bi diranên xwe, wekî pincarekî hûr bikin. Hilo, em ê bajarê Kullabê(30) mîna pêlavekê bi lingê xwe ve girê bidin û wî li pey xwe bikişînin. Dema ku li dora 2 mîlan nêzî Orokê bûn Seh reyiyan. Rêvî kir qîrîn: Çimit mal, çimit mal, ji hundir bi reyanê êrişî me dikin."

Di vê çîrokê de gotina rêvî bi zimanê Somerî hatiye, Çimi-t mal, çimi-t mal.
Somerî: Çimi-t mal, çimi-t mal.
Çimit: Çimit, biçim (ji çûyîn). Mal: Mal
Kurdî: Çimit mal, çimit mal. An jî biçim mal

Bi rastî, ji dûraniya wan 5000 salan, ne hêsan e ku em karibin pêwendiyeke hûrbîn û tekez, di navbera xwe û Someriyan de peyda bikin. Ji ber ku ev karê dîrokî yî giran pêwîstî bi du mercên bingehîn heye:
1- Zanîna hemû şêwezarên Kurdî.
2- Zanîna zimanê Somerî û şûnwarên wan.

Mixabin, ev her du xal jî (heta nuha) di nav Kurdan de diyar nebûne.

Lê, li gora rewş û dilîveya me û tiştên li ber destên me dîsan me karîbû, em destên xwe dirêjî kilîta vî dergehê girtî û wirdewirde (hêdî-hêdî) em xwe nêzî vekirina wî bikin.

Bi dîtina min, lihevhatina çend gotinan di navbera zimanê Kurdî û Somerî de ne besî me ye ku em bêjin, Kurd ji Someriyan in, an jî Somerî Kurd in. Ji ber ku gotinên hevbeş di navbera gelek zimanên cîhanê de peyda dibin.

Derbarî zimanê Kurdî û Somerî, reng e ku ew lihevhatina  gotinan di rêçekê ji van rêçan de pêk hatibe:
1- Di navbera salên 2160-2110 B. Z. de, gelê Gotî desthilatî li herêma Mîzopotamya kiriye. Û di navbera salên 1600-1200 B. Z. de, gelê Kaşî jî, desthilatî li herêmê kiriye.
Ev her du gelên ji çiyayên Zagrosê daketine, heger ew ne pêşiyên Kurdan bin jî, bêguman ew Hîndo-Ewropî ne (Arî ne). Vêca, reng e ku bandora zimanên wan gelan û yê Somerî li hev bûbe û di bin wê bandorê de jî, hinek gotinên wan zimanan ketibin nav hev.
2- Di wê serdemê de, têkîliyeke bazirganî di navbera Someriyan û gelên çiyayên bakurî wan de hebû. Reng e ku ew bandora zimanî, di wê rêka bazirganî re bûbe.
3- Wekî ku dîroknas dibêjin, Somerî jî, Arî, (Hindo-Ewropî) ne. Vêca, dibe ku hindek gotin ji koka Arî di nav Kurdî û Somerî de bi resenî mabin. Anku, zimanê Kurdî û Somerî, li qonaxa Sensekrîtî, an jî wêdetir digihêjin hev. Bi vê egerê ew gotin di nav her du zimanan de hevbeş mane.
4- Reng e jî, ku rast her du milet (Kurd û Somerî) hevnetewe bin. Anku Kurd ji bermayên Someriyan bin û ev pêwendiya her du zimanan jî, girova wê têkîliyê be. Bo tekezkirina vê mijara girîng gelek lêgerîn û vekolîn ji me tên xwestin. Gerek zanyar û dîroknasên Kurd bêwestan li vê pirsgirêkê bikolin û bi şêweyekî zanistî wê zelal bikin.

Navlêkirina Dastanê û Qehremanê wê:
Beranberî gotina Îngilîzî 'epic', di zimanê Kurdî de, gotinek heye bi du şêweyan bi lêv dibe:
1- Li bakur û rojavayê Kurdistanê bi 'destan' tê xebitandin.
2- Li başûr û rojhilatê Kurdistanê (bi hemû şêwezaran) û bi zimanê Farisî jî, 'dastan' tê xebitandin.

Min jî li gora vî şêweyê dawî bi kar aniye.

Navê qehremanê dastanê, ne bi raweyekê tenê hatiye nivîsîn.
1- Di zimanê Somerî de: Giş-bil-ga-miş e.
2- Di girov û nîşeyên nîgaran de: Iz (Giş)-Tû-bar. Ev nîşandek jî bi van dengan şirove bûne: Gi-il-ga-miş
3- Di zimanê Babîliya kevn de, bi vî şêweyî kurtebir bûye: Il giş.
4- Di zimanê Hîtî de: Giş-gim-maş.
5- Di hindek nivîsarên Romanî de: Gilgamoş.
6- Di zimanê Aramî de, bi du raweyan hatiye: Gimos, gılmîgos
7- Bi Akadî jî: Giş-gim-maş hatiye. Karnas û vekolerên şûnwarên Someriyan ên hevdem, navê qehremanê dastanê, bi raweya Gilgamiş (Gilgamêş) pesend kiriye.

Çend Têbiniyên Ronîker:
Em dizanin ku deppên dastana Gilgamêş, bi sedsalan binax mane. Di vê dema dirêj de gelek ziyan gihîştine wan deppan. Hindek ji wan winda bûne. Hindek jî, herifîne, nayên xwendin. Vêca, bo ronîkirina rewşa nivîsîna wan deppan û boyî nasîna rêbaza vê wergerandina me, em ê çend nîşandekan bixebitînin da ku bête zanîn, ka me çi li deqqên resen zêde kiriye û me çi ji wan kêm kiriye:
1- Nivîsîna di navbera du kevankên şikestî de [ ], dide nasîn ku deqqa resen a di nav van kevankan de baş nayê xwendin. Lê wateya giştî ji pêvajoyê tê zanîn.
2- Xalên di navbera du kevankên şikestî de [......] didin nasîn ku deqqa resen a di nav van kevankan de hatiye xurandin û nayê xwendin.
3– Nivîsîna di navbera du kevankên xwar de ( ) dide nasîn, ku ew nivîsîn ne ji deqqa resen e, lê ji bo ronîkirina wateyê, wergêr bixwe ew nivîsiye.
4- Xalên li pey hev didin nasîn ku cihê wan xalan nayê xwendin (şikestî ye, yan jê çûye).
Weku: .. .. ..
Bi hebûna van nîşandekan, bi hêsanî em dikarin deqqa resen û wergerandinê beranberî hev bikîn û wan hevber bikin:
5- Hindek navên Somerî û Babilî di dastanê de, bilêvkirina wan di jêderên wergerandî de ne wekî hev hatine. Lê nêzî hev in: Wekî:
Aroro: Eroro
Heded: Eded
Ote-Nipiştim: O-Tenipiştî: otu-Nipiştim
Orşînabî: Orşunabo
Sorsunabî: Sorsunabo
Sîn: Sin
Nimtar: Nemtar
Nînsûn: Ninsûn
Sîdorî : Şîdorî(31)
Helbet, xwendin û nivîsîna navan ji zimanekî ta zimanekî tên guherîn. Ev jî tiştekî normal e, bi taybetiya her zimanekî ve girêdayî ye.
6- Ji bo ku navên mirov û xwedayan ji hev bêne nasîn me navên xwedayan bi tîpên girdek (girnivîs) danîn.

Amûdê
Deham Ebdulfetth

Têbiniyên Pêşgotinê
(1) "dastan, an jî "destan"
(2) Dîroknameya Şahên Orokê (Şahnameya Orokê)
(3) Mecîdo: Bajarekî kevn e. Navê wî di Tewratê de hatiye.
(4) Li gora Şahnama Someriyan, Logal-Benda, bapîrê Gilgamêş e. Şahê sêyemîn e, piştî Tofanê.
(5) Ji 'Eroro' hatiye.
(6) Peydabûna Înkîdo ji misteke ax û peydabûna Adem ji misteke ax, hevgirêdanekê raberî me dikin.
(7) Mêşe: Daristan.
(8) Xurak: Her tiştên ku têne xwarin.
(9) Xêw: Reşê mirinê
(10) Çarenûsa Înkîdo: Dûmahiya jiyana wî (mirin).
(11) Maşo: Çiyayekî li rojavaya herî dûr e. Roj di rênihûna wî re diçe ava.
(12) Mêrê Dûpişk: Zêrevanê dergehê rêka rojê, ku bi rengê mirov û dûpişk bû.
(13) Sîdorî: Bi zimanê Hûrî, bi wateya zerî, keç tê.
(14) Bi alikariya nivisîna wan deppên kevirî, karîbûn avên mirinê derbas bikin.
(15) Murdî: Darê ku pê gemiyê têvedidin (dajon) sepik.
(16) Ote-Nipiştim û Olu-Nipiştim û O-Nipiştim jî, hatiye xwendin û nivîsîn.
(17) Avrêja Absûyê: Cihê ku ava Apsû ya şêrîn û ya deryayê tev hev dibin.
(18) Ezmûn: Tecrîbe, îxtîbar.
(19) Sernivîs: Qeder, tiştê li ser aniyê hatiye nivîsîn.
(20) Nerasterê: Nerasteder, endîrêkt.
(21) Ev xalên hevberkirî, di Qur'ana pîroz de jî hatine. Mirov dikare li wan vegere û wan hevber bike.
(22) Bi tipên (pîtên) Erebî.
(23) Li Stambolê (Tirkiye)
(24) Mamoste Ebdullah Keskîn.
(25) Li rûpelê jêderên wergerandinê vegere.
(26) Beramberî 'koçek' di ola Îzdî de.
(27) Ji wan, lêkolerê navdar Taha Baqir û Prof. Fadil Ebdulwahîd, mamosteyê ziman û şûnwarên Somerî, li zanîngeha Bexdê.
(28) Mes'ud Se'îd Yasîn, El Someriyûn gelo ku ne Kurd bin dê kî bin - Dihok 1999
(29) Dr. Wedî' Beşûr - Somer û Ekkad - Şam 1981
(30) Kullab: Tarek ji "Orok"ê ye.
(31) Danasîna navan di pêvajoya mijarên wan de tê.




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues